KCK’ê bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê

KCK’ê bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê û bang kir ku divê li ser xeta yekîtiya neteweyî mînakên qehremaniyê were zêdekirin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê bersiv da nameya gelê Binarê Qendîlê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“We di nameya xwe de diyar kiribû ku bicihkirina leşkeran a li Zînî Wertê rê li ber aloziya di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de edike. Em jî peywira xwe bi cih tînin û li ber gelê Kurdistanê bersivê dide nameya we. Di salvegera yekemîn a şehadeta rêheval Dîyar Xerîb-Helmet de ya ku zarokekî gelekî fedakar ê gelê Başûr bû û hemû kesan ew nas dikir, em bersivê didin nameyê. Bi vê wesîleyê  di şexsê rêheval Helmet de em hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bi bîr tînin û careke din diyar dikin ku em ê hêvî û hesretên wan a yekîtiya demokratîk a gelê Kurd bi cih bîne û Kurdistana azad ava bike.

‘GELÊ BAŞÛR BI DEHAN SAL IN LI BER XWE DIDE’

Gelê me yê hêja, axa Başûr û bi taybetî jî qada Qendîlê di dîroka têkoşînê ya gelê Kurd de xwedî roleke mezin e. Ev ax bi salan de dibe şahidê berxwedana Kurdan. Vê axa bedew û bi heybet a Kurdistanê malovanî ji hemû tevgerên Kurd re kiriye.

Gelê me yê Başûr bi dehan sal in li hemberî  dijmin li ber xwe dide. Di vê berxwedanê de berdêlên mezin tê dayin. Yek ji van kelehên zexm jî her dem Qendîl û gelê me yê li Bînarê Qendîlê ye. Ji ber vê jî Qendîl bi dehan salan e, bûye armanca êrîşên dijminên Kurdan. Berê rejîma Beas, di 25 salên dawîn de jî dewleta Tirk a mêtinger êrîşî axa Qendîlê û gelê Bînarê Qendîlê dike.

Dewleta Tirk a faşîst dijminê Kurdên li her çar parçeyan e. Vî karakterê wê diyar dike ku ew ji rejîma Beasê bêtir qetlîaman dike. Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd tu carî qebûl nake. Wekî ku hûn jî dibin şahid, ev dewlet êrîşî cenaze û goristanên Krudan dike. Em li dijî dijminên wisa têdikoşin. Dema ku her çar parçeyên Kurdistanê li dijî dewleteke mêtinger şer dikin, tişta ku em ê herî dawîn bixwazin aloziya di navbera Kurdan de ye. Ji ber vê jî em dibêjin di navbera Kurdan de divê ne alozî û dijberî, divê yekîtî û dostanî hebe.Hûn ji nêz ve dizanin ku herî zêde em vî tiştî dixwazin û ji bo vî tiştî dixebitin. Ji ber wê jî em heq didin gotina we ya ‘Dijminên gelê Kurd, dixwazin di navbera Kurdan de şer û pevçûnan derxînin’ û em dizanin ku aloziya di navbera partiyên Kurdan de tê wateya xizmeta dijmin û em bi vî awayî nêzî aloziya li Zînî Wertê dibin.

EM BANG LI HEMÛ DERDORAN DIKIN KU BILA DI BIN BANÊ KONGREYA NETEWEYÎ DE KOM BIBIN

Gelê me yê hêja, em ji roja pêşîn diyar dikin ku di pêvajoeyek wisa krîtîk de bicihkirina leşkeran a li Zînî Wertê gelekî xeternak e.  Dewleta Tirk a dagirker ji Heftanînê çeteyên DAÎŞ’ê jî ji Başûr êrîş dikin û divê gelê me bibîne ku bicihkirina hêzên çekdar ên li Zînî Wertê xizmeta çi û kê dike. Yekemîn peywira hêzên çekdar ên Kurd û partiyên wan ev e ku li dijî dagirkerên ku li Kerkûkê dixwazin gelê me ji axa qedîm derxînin û zeviyên wan dişewitîne, em şer bikin. Em dizanin ku gelê me ji partî û rêxistinên Kurdan vî tiştî dixwazin. Em bawer in bi vî awayî em dikarin ji hêvî û daxwazên gelê xwe re bibin bersiv. Ji ber vê jî wekî ku we jî di nameya xwe de diyar kiriye, em jî dibêjin divê hemû hêz vegerin pozîsyona xwe ya berê. Divê tu Kurd, partî û rêxistin li dijî polîtîkaya ku parçeyên Kurdistanê ji hev vediqetîne, nebe alav û hevkar.

We diyar kiribûn ku eger hêzên li Zînî Wertê li pozîsyona xwe ya berê venegerin, weke gel bi gelek rê û rêbazan têbikoşin û zexta civakî bikin. Em hurmetê nîşanî vê nêrîn û helwesta we didin. Em dixwazin bêjin ku ev yek mafê we yê bingehîn e. Bi vê wesîleyê em dixwazin bêjin ku daxwaza gelê me ya ji bo yekîtiya navbera rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd, ji bo me fermaneke. Ji ber ku hûn xwedî vê hişmendî û baweriyê ne ku di dema êrişên DAÎŞ'ê de li ser banga gelê me yê Başûr û partiyên siyasî ji Kerkûkê heta Şengalê me teevahiya xaka Başûrê Kurdistanê li gel hêzên pêşmergeyan parastin. Di vê têkoşînê de bi dehan gerîla li gel pêşmergeyan şehîd bûn. Îro jî em xaka Başûr li Heftanînê li dijî hewldana dagirkeriyê ya Tirk diparêzin. Ev sekna me nîşaneya herî berbiçav a helwesta me ya di mijarên neteweyî de ye. Em ê heta dawiyê bi rêzdarî nêzî daxwazên gelê xwe bibin, ên ji bo bidawîkirina rageşiya li Zînî Wertê. Em ê li gorî daxwaza gelê xwe gavê biavêjin. Bendewarî û daxwaza we xelkê Binarê Qendîlê ya li ser rageşiya li Zînî Wertê, di heman demê de daxwaza me ye. Em alîgirê wê yekê ne ku aloziya heyî ber bi aliyên cuda ve neçe û ji bo çareseriyê jî rê û rêbazên cuda bikevin dewrê. Ji bo rê û rêbazên metirsîdar nekevin rojevê, helwesta demokratîk a gelê me wê diyarker be. Helwesta we xelkê Binarê Qendîlê ku ji roja destpêkê ve nîşan dan, cihê şanaziyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta we wê plan û lîstikên dijmin pûç bike. Tevî ku li Zînî Wertê sê gerîla şehîd bûn, em neketin nava helwesteke cuda. Di vir de em dixwazin careke din destnîşan bikin ku bandora helwesta gelê me ya li meseleya Zînî Wertê diyarker e. Ne tenê pirsgirêka Zînî Wertê, ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêkan hemûyan, gava destpêkê kombûna Kongreya Neteweyî ye. Bi wesîleya nameya ku we şandine, em careke din li hizûra gelê xwe bang li hemû hêzan dikin ku di bin sîwana Kongreya Neteweyî de li hev kom bibin.

BANGA JI BO MEZINKIRINA BERXWEDANÊ
Xelkê hêja yê Binarê Qendîlê,
Me rast dît ku di salvegera yekemîn a şehadeta hevrê Helmet de bersivê bidin nameya we. Divê ev yek weke dilsoziya me ya bi bîranîna şehîdan û gelê me bê fêhmkirin. Hevrê Helmet yek ji wan kesan bû ku herî zêde yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd dixwest û di vê oxirê de hewl dida. Em tevgereke welê ne ku ji bo armancên di oxira wan de bi deh hezaran ewladên Kurd jiyana xwe ji dest dane, têdikoşin. Em her tim li ber wan nêzîkatiyan radibin ku xizmetê ji vê armancê re nakin. Em ê vê nêzîkatiya xwe bidomînin. Banga me li xelkê me yê Binarê Qendîlê jî ew e ku malbateke bi tenê jî ya bêşehîd nîne, li dijî êrişên dijmin û zordariyê, di xeta şehîdan de berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Bi vê wesîleyê em bang li we dikin ku ji her demê bêhtir xwedî li bîranîna şehîdên Kurdistanê derkevin, xwedî li armancên wan derkevin. Em bang li we dikin ku li dijî her karên dijmin, li dijî fitneya dijmin a kuştina Kurdan bi destê Kurdan hişyar bin, di xeta yekîtiya neteweyî de helwestê nîşan bidin û wêrekî û lehengiya xwe zêdetir bikin. Lîstika dijmin a derxistina şerê navbera Kurdan wê bi vê helwestê têk biçe. Bi vê nêrîn û hestê em we hemûyan bi rêz û hezkirinê silav dikin, di jiyan û têkoşîna we de serketinê dixwazin, bang li we dikin ku di vê dema şewbê de li hemberî zor û zehmetiyan hîn bêhtir xwedî li hev derkevin, piştgiriya hev bikin."