KCK’ê banga xwedîlêderketina bîranîna Ûgûr Şakar kir

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Ûgûr Şakar bi bîr anî yê ku li bajarê Krefeldê yê Elmanyayê xwe şewitandibû. KCK’ê got ku “Divê gelê me xwedî li bîranîna Ûgûr Şakar derkeve û têkoşînê geştir bike.”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Krefeldê yê Elmanyayê Ûgûr Şakar di 20’ê Sibatê de xwe şewitandibû. Şakar di 22’ê Adarê de dema tedawî bûbû, şehîd bû.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê Ûgûr Şakar peyameke nivîskî weşand.

Di peyama KCD’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di salvegera 21’emîn a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de welatparêzê hêja yê bi navê Ûgûr Şakar xwe şewitand û di roja Newrozê de şehîd bû. Em li ber bîranîna Şakar kemberbest dibin û em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wî pêk bînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila xwedî li bîranîna wî derkevin û têkoşîna wî geştir bikin.

Ûgûr Şakar zarokekî welatparêz ê Dêrsimê ye. Rêhevalê Mazlûm, Sakîne û Zulkuf Gezen e. Wekî bi sed hezaran Kurdan Şakar jî neçar maye ku li sirgunê bijî. Bi tevlêbûna xurt a di nav têkoşîna azadiyê xwestiye tola vî tiştî bistîne.

Wateya xweşewitandina welatparêzê hêja Ûgûr Şakar mezin e. Li Elmanyayê Ronahî û Bêrîvan jî li hemberî Elmanya û welatên ku piştgiriyê didin Tirkiyeyê, bi çalakiya xwe peyameke xurt dabûn. Ji ber ku em dizanin bi alîkariya Elmanyayê tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li ser pêyan dimîne.

Desthildata faşîst a AKP-MHP’ê bi desteka xwe ya bi taybet Elmanya û Ewropayê digre bi wê cesaretê êrîşî gelê Kurd, tecrîdê li ser Rêbertiya wê dike û gelê Kurd qir dike. Eger Elmanya û dewletên Ewropa destekê nedin desthildata AKP-MHP’ê ev desthilata qirker û faşîst wê nikarîbûna evqas sal xwe li ser lingan bigirta. Çalakiya Ûgûr Şakar renxen û çalakiyeke mezin a li dijî desteka Elmanya û Ewropa ya li dijî polîtîkayên qirkirina li ser Kurdan e. Heman demê bang e ji bo Kurdan û dostên wan a ji bo bilindkirina têkoşînê ye.

Gelê me xwedî li bîranîna ewladê xwe Zulkuf Gezen û Ûgûr Şakar derketin û Newroza 2019’an bi awayekî topyekûn kirine Newroza berxwedanê, bersivek mezin dane dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê a qirker û hevkarên wê. Ev Newroz bi pêşentiya Zulkuf Gezen û Ûgûr Şakar û bi hezaran berxwedêrî ji niha ve mizgîniya serketina pêngava ‘Tecrîdê bişkînin, faşîsmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daye. Gelê li ser xeta van ewladên xwe yên ji bo Rêbertiya xwe û azadiya gelê xwe bê ku gav bi şûnde bavêjin canê xwe bexaşndine meşîn û berxwedanê bilind bikin, wê bi teqez bi ser bikevin.”