KCK’ê banga tevlîbûna çalakiyan li Kurdan û dostên wan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo ‘26’ê Gulanê Roja li Dijî Dagirkirina Efrînê’ banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî ‘26’ê Gulanê Roja li Dijî Dagirkirina Efrînê’ ku wê li gelek navendan çalakiyên cûr ber cûr bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“26’ê Gulanê weke Roja li Dijî Dagirkeriya Efrînê ya Cîhanê di serî de Kurd wê li tevahî Cîhaê gel dakevin qadan. Wê faşîzam AKP-MHP’ê ya di serî de li dijî Kurdan û gelên Rojhilata Navîn protesto bikin. Wê di dagirkirina Efrînê de serhildana gelan a li dijî karektera qirker a faşîzma AKP-MHP’ê qîr bikin. Bi dagirkirina Efrînê re asta dijminahiya Kurdan û ya demokrasiyê gihiştiye lûtkeyê. Faşîzma AKP-MHP’ê bi dagirkirina Efrînê re ne tenê dijminahiya li dijî Kurdan da nîşandan; ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye tehdîd. Di vî warî de li dijî dagirkirina Efrînê rabûn, tê wateya li dijî faşîzma li hemberî hemû gelan û mirovahiyê ye.

Di rewşa niha de gelê Efrînê ji warê xwe yên mîna cinetê û bedew belavî her alî bûye. Gelê Efrînê mîna civaka Ermenî ya sala 1915’an ji warê wan hatiye derxistin, koçber bûye. Demografiya Efrînê hatiye guhertin. Weke Ermeniyan destpêkê Kurdan wê destpêkê kêm bikin, di dawiyê de bi temamî tine bikin. Hejmareke kêm Kurdên li Efrînê mayîn tên qirkirin. Dewleta Tirk dixwaze mîna Ermenî, Suryanî, Laz, Çerkezan Kurdan jî bi temamî qir bike. Ev polîtîkaya ji Îslahat Şark û vir ve li ser Kurdan tê pêkanîn, ev yek bi dagirkirina Efrînê re gihişte astekî nû. Daxuyaniyên faşîzma AKP-MHP’ê ya piştî dagirkirina Efrînê û şûnde wê berê xwe bidin Minbic, Kobanê, Girê Spî, Serê Kaniyê û Qamişlo jî vê karektera qirker bi awayekî hê zelaltir raber dike.

Dagirkeriya Efrînê nîşan da ku pêdivî heye bi rawestandina karakterê qirker ê dewleta Tirk. Ev rewş ji bo 26’ê Gulan ê li dijî dagirkeriya Efrînê daketina qadan girîngiyeke. Ji bo vê divê di serî de gelê Kurd û hemû gelên cîhanê beşdarî çalakiyên protestoyê bibin. 1’ê Mijdar 2014’an roja Kobanê ya Cîhanê çawe ku gel daketin qadan û dagirkeriya Kobanê ji holê rakir û rolek girîng leyîst, divê 26’ê Gulşan roja Efrînê ya li dagirkeriyê jî rolek bê leyîstin û ev wê bibe pêngaveke girîng. Ji bo Efrîniyên ku neçar mane li ser xaka xwe koçber bûyîn, vegerin ser xaka xwe wê roleke girîng be. Niha li Şehbayê 125 hezar Efrînî li benda vegera li ser xaka xwe ne. Ji vê zêdetir nifûsek jî li herêmên Sûriye û Rojava koçber bûne.

Ji bo dawî li dagirkeriya Efrînê were û li dijî vê dagirkeriyê derketin, vegera ji bo Efrinê di rojevê de bê hiştin. Li Efrinê ku niha berxwedana gerîla didome ji bo veguherandina di serî de berxwedana gelê Kurd û gelên Suriyeyê gelek girîng e. Eger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eniya berxwedanê ya gelan were pêşxistin, wê Efrîn ji dagirkeriyê were rizgarkrin û faşîzma AKP_MHP’ê têk biçe. Wê astengiyeke mezin di serî de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî ji holê were rakirin.

Jİ bo vê di roja li ‘dijî Dagirkeriya Efrinê’ de, hemû Kurdistanî û dostên wan yên li her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê dakevin qadan û em banga geşkirina têkoşînê li dijî dagirkeriya Efrinê dikin.”