KCK: Divê li her derê li dijî tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst têkoşîn bê mezinkirin!

KCK a têkildarî qetlîama li Konyayê daxuyaniyek da got: “Divê li her derê xwe rêxistin bikin, li dijî tifaqa desthilat a AKP-MHP’ê ya faşîst têkoşîn bê mezinkirin. Divê xwerêxistinkirin û xweparastin ji bo hemû Kurdan bibe têkoşîna hebûnê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî qetlîama li Konyayê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê ev got: “Dijminahiya desthilata AKP-MHP’ê ya li Kurdan û polîtîkayên cihêkriya civakê taybet sala 2021’ê êrîşên wê ya li ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zêdetir bûne. Desthilata AKP/MHP’ê HDP’ê û hêzên demokrasiyê û Kurdan weke dijminê navxweyî dibîne û dike hedefa hêzên hişmendiya faşîst. Di encam vê yekê de li her derê êrîşî li ser gelê Kurd û yên ku deng dane HDP’ê zêdetir bûne. Bê şik û guman berpirsên van êrîşan Erdogan û Bahçelî ne. Ji xwe Devlet Bahçelî ji bo Denîz Poyraz gotibû ku ew kuryeyên PKK’ê ne, ev cînayet rewa kirine, weke heq dabûn nîşandan. Ji xwe Tayyîp Erdogan di her fersandê de dibêje ev rojên baş in, wê hê gelek tiştên nû bibînin, van cînayetan teşfîq dike.

‘EV QETLÎAM JI BO MALBATA KURD DEV JI NASNAMEYA XWE NEDANE HATIYE KIRIN’

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Di encama polîtîkayên desthilta faşîst a AKP/MHP’ê de li Konayyaê malbatek Kurd û hemû ferdê wê hatin qetilkirin û mal dane ber agir û xwestine cenazeyan jî bişewitînin. Ev qetlîama hovan e, ji ber ku malbat Kurd e, ji ber ku ji nasnameya xwe ya Kurdbûn venegeriyane, hatiye qetilkirin. Ji bo Kurdan yan hûnê dev ji nasnameya xwe berdin, yan jî aqûbeta we wê mirin be. Redkirina nasnameya Kurd û înkara Kurd, van qetlîaman derdixîne holê. Rastiyek Tirkiye welê heye ku bi Kurdî baxivî sûc e. Ji ber vê sedemê bi asîmlasyon û qirkirina kurewî dixwazin Kurdî bidin jibîrkirin, nasnameya Kurdî qir bikin, polîtîkayeke sîstematîk tê pêkanîn. Ev poltîka bi awayekî fîzîk jî di nav de aborî, civakî û çandî jî tê pratîkkirin. Qetlîam jî ji bo derûniya civakî ava bikin pêk tên. Ne ji ber sedemên takekesî û cihê, li gorî daxwazên vê polîtîkayê û encama wê qetlîam tên kirin.

Yên qetlîam kirin, berî niha êrîş biribûn ser malbatê û bi giranî birîndar kiribûn. Li şûna ku ev êrîşak bên girtin, hatibûn berdan. Ev koma faşîst a hate berdan, êrîşa nîvî hiştî, temam kirin û 7 Kurd bi hovan e qetil kirin. Bi aweyekî azad berdana êrîşkarên êrîş dibine ser Kurdan, qetlîaman teşfîq dike.

‘JI VÊ QETLÎAMÊ BI QASÎ HIKÛMETÊ ÇAPEMENIYA FAŞÎST JÎ BERPIRS E’

Di demek nêzîk de li Konyayê êrîşî malbateke Kurd hatibû kirin û Kurdê bi navê Hakîm Dal hatibû qetilkirin. Li dijî vê êrîşa li ser Kurdan baroyên li Kurdistanê nerazîbûn nîşan dabûn, bang li hikûmet û dozgerkiribûn ku erka xwe pêk bînin, rojnameya Yenî Şafak a zirnebêja desthilata AKP-MHP’ê ye bi gotina ‘Baroyên Qendîlê’ kiribûn hedef. Ji qetlîama Konyayê bi qasî hikûmetê çapemeniya faşîst a raya giştî çêdike jî berpirs e. Ev çapemenî tim Kurdan, kêmeneteweyên cihê, baweriyên cuda û kesên cuda dihizirin, dikin hedef, sûcê neferetê dikin û qetlîamên wiha teşwîq dikin. Faşîst jî bi van nefretan li her derê êrîşî Kurdan dike û qetil dikin.

PÎVANA DEMEOKRASIYÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN XWEDÎDERKETINA LI KURDAN E

Hemû hêzên demokrasiyê divê vê rastiyê bibînin, li dijî vê desthilatê ku berpirsên vê komkujiyê ne û li dijî vê çapemeniyê divê helwesta xwe deynin holê. Li Tirkiyê pîvana demokrasiyê êdî li dijî van êrîşan xwedîderketina li Kurdane. Xwedîderketina li Kurdan jî naskirina ziman, nasname, azadiya çandî ya Kurdan û bi mîsogeriya destûrî naskirina van e. Heta ku hebûn, ziman, nasname û çanda Kurd azad nebe ev komkujî bidawî nabin. Ên ku dixwazin ev komkujî bidawî bibin divê sedemên van komkujiyan ji holê rakin. Ji ber vê, bi rengekî jidil rawesta li dijî van komkujiyan, xwedîderketina li wan gavan e ku ji bo jiyaneke azad, demokratîk a gelê Kurd wê werin avêtin.

BI DEH HEZARAN KES DIVÊ DERKEVIN KUÇEYAN Û BIBÊJIN 'EM HEMÛ KURD IN'

Bêguman tişta ku pêşî were kirin ew e ku li dijî van komkuijyan hêzên demokrasiyê, gelên Tirkiyê, mirovên xwedî ûcdan û adalet werin cem hev û li dijî vê komkujiyê helwesteke hevpar nîşan bidin. Bi deh hezaran mirov divê derkevin derve û bibêjin, em hemû Kurd in, em hemû Elewî ne. Jixwe heta ku ev du meseleyên sereke bi nêzîktêayineke demokratîk neyê çareserkirin ti meseleya siyasî, civakî û aborî çareser nabe. Ji ber vê, li dijî van êrîşan divê hemû hêzên demokrasiyê, mirovên xwedî ûcdan, adalet û exlaq bi Kurdan re derkevin kuçeyan.

Kurd divê hay jê hebin ku ev êrîş ji ber çi ne û li her deverê rêxistinî bibin. Divê van rêxistiniya xwe bi hêzên demokrasiyê re, bikin tifaqa têkoşîna dijî faşîzmê û li dijî van êrîşan rawestin. Weke ku me berê jî gotiye, divê nebin berxê ber kêrê. Ji bo vê jî li her deverê divê mirov rêxistiniya xwe bike û li dijî tifaqa faşîst a qirker a AKP-MHP'ê têkoşînê geş bike. Gelê Kurd bi têkoşîna bi dehan salan û bi bîreweriya xwe dikare vê bike. Ji vî alî ve rêxistinî û xweparastin bûye têkoşîna bûneweriyê ya tevahiya gelê Kurd.''