KCK: Divê gelê me vîrûsa AKP-MHP'ê ji nava xwe biavêje

KCK: Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi zanebûn dijminatiyê li Kurdan, hêzên demokrasiyê û mirovahiyê dike. Li dijî vê vîrûsa dijminê gelan û Kurdan, divê gelên me xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîna xwe, xwe ji vî belayî rizgar bikin.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Dijminatiya faşîzma mêtinger qirker a li dijî Kurdan careke din hate dîtin. Di rewşekê de ku dinya û gelên Tirkiyeyê ketine derdê vîrûsa koronayê, desthilatariya faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe li ser piyan bimîne êrişên xwe yên li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê didomîne. Derdê vê desthilatdariyê tenduristiya mirovahiyê nîne. Ji xwe beriya du mehan vîrusa koronayê li Îranê hatibû tespîtkirin û hingî gotibû, 'vîrûs li gel me nîne' û tevdîr negirtibû. Meh û nîvek, du mehan vîrûsa korona bi rengekî hêsanî li Tirkiye û Kurdistanê geriya. Bi gotina 'vîrûs li gel me nîne' pesnê xwe da, bi vî rengî hewl da desthilatdariya xwe bidomîne û şerê taybet li dijî gelên Tirkiyeyê meşand. Bi derewan rastî veşartin. Di dawiyê de jî neçar man ku li xwe mikur bên, lê vîrûs li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye.

LI DIJÎ GELÊN TIRKIYEYÊ SÛCEKÎ MEZIN DIKIN

Ji bilî dewamkirina desthilatdariya xwe û şerê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li tiştekî din nafikirin, lewma gelên Tirkiyeyê niha di nava metirsiyeke mezin de ne. Bi vî rengî sûcekî mezin li dijî gelên Tirkiyeyê kirin. Hîn jî hejmara mirovên nexweş û yên jiyana xwe ji dest dan kêm nîşan didin, bi vî rengî hesasiyeta mirovan a li pêşberî mijarê lawaz dikin û vî sûcê xwe hîn jî dewam dikin.

Vê desthilatdariya faşîst di nava van du mehên dawî de hewl da çeteyên li Idlibê biparêze, leşker û çete şand Lîbyayê û şer lê meşand, her roj êriş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên hewayî li Qendîl, Zap û Xakurkê kir û got, 'Me ewqas PKK'yî kuştin'. KoronaErdogan li şûna ku bi tenduristiya gelan re mijûl bibe, şer xistiye rojeva Tirkiyeyê.

DI DEMEKÊ DE KU VÎRÛSA KORONA LI HER CIHÎ BELAV BÛ DESTHILATDARIYA FAŞÎST A AKP-MHP'Ê ÊRIŞ KIR

Di demekê de ku vîrûsa Koronayê li her devera Tirkiyeyê belav bû û 10 roj in rojeva Tirkiyeyê têkoşîna li dijî nexweşiya şewbê ye, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê careke din dest bi êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd kiriye. Vîrûsa Koronayê jî mîna hewldana darbeyê ya 16'ê Tîrmeha 2016'an weke 'Xêra Xwedê' dîtin û ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan bi kar tînin. Di rewşeke welê de ku gelê Kurd û şaredarî ji bo pêşîgirtina li vîrûsa koronayê bi hev re dixebitîn, hevşaredarên 8 şaredariyan hatin destgîrkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Mirovahî hewl dide jiyana xwe biparêze, lê derdê vê desthilatdariyê dijminatiya li Kurdan e û bi mejiyê 'Bila Kurd dayika xwe nebîne' tevdigere. Ev desthilatdarî dijminê sax, mirî û nexweşên Kurdan e, lewma tiştekî din ji vê desthilatdariyê nayê hêvîkirin. Gel ji ber ku xwedî wijdan û exlaq e dibêje, em ne li benda vê bûn, ji me hebû ku di rewşeke wiha de wê vê neke. Rastiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ev e. Matmayina li pêşberî kiryarên vê desthilatdariyê tê wateya nasnekirina vê desthilatdariyê. Li cîhanê ti vîrûs bi qasî vê desthilatdariyê dijminê mirovahiyê nîne. Ji ber ku wijdan, mirovahî, exlaq bi vê desthilatdariyê re nîne. Ji xwe tiştekî din ji desthilatdariya faşîst nayê hêvîkirin.

Divê neyê gotin, di rewşeke wiha de çawa tiştekî bi vî rengî kirin. Berevajî; di her şert û mercî de bi zanebûn êrişê dibe ser Kurdan û hêzên demokrasiyê. Di rewşeke welê de ku tenduristî di rojeva her hesî de ye, vê desthilatdariyê xwest bi êrişên wiha yên li dijî şaredariyan Kurdan ji aliyê psîkolojîk ve bixe nava şoqê û travmayekê çêbike. Peyameke wiha dan Kurdan; çi dibe bila bibe di her şert û mercî de ez ê êrişî te bikim, ya tu yê teslîm bibe ya jî tu ji êrişên min rizgar nabe. Li dijî gelê Kurd êrişeke psîkolojîk hatiye kirin. Jê hebû ku di nava şewba vîrûsê de wê êrişa psîkolojîk hîn bi bandor be. Desthilatdariya li dijî me desthilatdariyeke bi vî rengî ya dijminê mirovahiyê ye.

Mijareke din a ku bû hincet ku êrişeke wiha bê kirin, pîrozkirina Newrozê bi rengê xurt û berfireh bû. Dibe ku li meydanan û salonan nehate pîrozkirin. Lê belê li kolanan û malan hemûyan bi berfirehî û bi coş Newroz hate pîrozkirin. Navenda şerê taybet a dijminê Kurdan ji bo tola vê pîrozkirina bi coş ji gelê Kurd hilîne, ji bo coşa Newrozê têk bibe, êrişeke wiha kir.

LI DIJÎ DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê PÊWÎSTÎ BI RÊXISTINBÛN Û TÊKOŞÎNÊ HEYE

Piştî êrişên li dijî şaredariyan, ev helwest ji aliyê gelek hêz û derdoran ve weke dijminatiya li Kurdan hate pênasekirin. Tespîta rast ev e. Divê mirov li gorî vê tespîtê nêzî desthilatdariya AKP-MHP'ê bibin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

Bi şewba vîrûsa Koronayê re efûya girtî û hikumxwaran û derxistina ji girtîgehan kete rojevê. Lê belê girtiyên siyasî ku piraniya wan ji ber nêrînên xwe yên siyasî û bêsedem bi biryara polîtîk hatin girtin, naxwazin berdin. Li gorî vê desthilatdariya faşîst ew dikarin ji ber nexweşiyê bimirin! Ji ber ku 90 ji sedî yê girtî û hikumxwarên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê Kurd in. Li gorî dijminên Kurdan bêguman divê 'Kurd dayika xwe nebîne. Kurd bêyî ku dayika xwe bibîne divê bimire'.

Rastiya vê desthilatariyê bêhtir tê fêhmkirin ku li peşberî vîrûsa koronayê hişyarî neda, tevdîran nagire, gelên Tirkiyeyê di nava şewbeke wiha de dihêle, girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû dihêle, li şûna hevşaredarên ku bi gel re li dijî vîrûsê têdikoşin qeyûman tayîn dike. Ev polîtîkayên êrişkar ên desthilatdariya AKP-MHP'ê divê bibe wesîleya zanebûn, piştevanî û bilindkirina têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê.

Ev desthilatdarî ji bo gel vîrûsa herî metirsîdar e. Vîrûs di encama krîza ekolojîk de ya ku kapîtalîzmê afirand, derkete holê. Desthilatdariya AKP-MHP jî bi zanebûn dijminatiyê li Kurdan, hêzên demokrasiyê û mirovahiyê dike. Li dijî vê vîrûsa dijminê gelan û Kurdan, divê gelên me xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîna xwe, xwe ji vî belayî rizgar bikin."