KCK: Divê em têkoşîna li dijî êrişên li ser goristanan mezin bikin!

KCK'ê destnîşan kir, ku êrişa li ser goristanan êrişa li ser hebûna Kurdan e û diyar kir, "Eger dijmin bi rêya van êrişan li me ferz dike ku em ji Kurdîtî û jiyana xwe ya azad vegerin, divê em jî hîn bêhtir li Kurdîtiya xwe xwedî derkevin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser goristanan daxuyaniyek weşand. KCK'ê diyar kir, "Hurmeta li miriyan û goran yek ji nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Dewleta Tirk vî nirxî bi rengê herî hovane û qirêj binpê dike. Li cîhanê du hêz hene ku van kiryarên hovane dikin. Ew her du hêz jî; dewleta Tirk û DAÎŞ in. Ji vî alî ve mejiyê wan yek e. Ji xwe li tevahiya cîhanê yekane welatê ku piştgirî da DAÎŞ'ê û bi DAÎŞ'ê re xwedî heman armancên siyasî bû, Tirkiye ye."

KCK'ê destnîşan kir, "DAÎŞ'ê ev kiryara li dijî mirovahiyê bi navê olê dikir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP jî bi navê Tirkbûn û neteweperestiyê dike" û wiha dewam kir: "Neteweperestî jî bi olê nixumandiye û bi vî rengî desthilatdariya herî faşîst, herî despot, herî dijberê mirovahiyê ya dîroka mirovahiyê ava kirin. Di serdema heyî de desthilatdariyeke faşîst a mîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dinyayê nîne. Desthilatdariyên faşîst û despot ên cuda hene. Lê belê tu ji wan mîna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê tevnegeriyane. Hêzên despot û faşîst ên cuda ji bo desthilatdariya xwe bidomînin zext û zorê dikin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker, tunekirina Kurdan jî li vê yekê zêde kiriye û bi vî rengî xwe gihandiye asta dijberiya mirovahiyê ku li devereke din nayê dîtin. Li devereke din a cîhanê dewlet û hêzeke siyasî, desthilatdariyek nîne ku gelekî înkar dike û bi qirkirina fîzîkî yan jî çandî hewl dide bi temamî ji holê rabike. Di destpêka sedsala 20'an de dewleta Tirk a ku Ermen û Suryan qir kir, niha jî dixwaze Kurdan qir bike.

ÊRIŞA LI SER GORISTANAN Û CESEDÊN GERÎLA KIRYARA ZÎHNIYETA QELANDINA KOKA KURDAN E

Bombekirina goristanan ji aliyê desthilatdariya mêtinger qirker ve, derxistina cesedan ji goristanan, êrişa li ser goristana û xerakirina goran, heqaretên herî giran ên li cesedên gerîla tên kirin, bi quntaxa çekê, kevir û her amûrê parçekirina cesedan kiryarên wê zîhniyetê ye ku Kurdan înkar dike û dixwaze koka Kurdan biqelîne. Tehemûla xwe ji wan Kurdan re nîne ku ji bo Kurdbûna xwe dijîn, ji bo nasnameya Kurd têdikoşin. Veşartina cihên gora Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û hevalên wî û heqareta ku vê demê li cesedan dikin û êrişa li ser goristanan, encama heman ferasetê ye.

Ev êriş ne tenê li yên di van goristanan de radizên tên kirin, êriş li tevahiya gelê Kurd tên kirin. Êriş li dijî hebûna Kurdan e. Êriş li dijî daxwaza azadiyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdan e. Heta ku rastî bi vî rengî neyê fêhmkirin, êriş û heqaretên li goristanan û cesedan tên kirin jî nayên fêhmkirin. Van êrişan bi sadîstiyê nakin, ji bo armancên polîtîk dikin. Bi rêya van êrişan dixwazin Kurdan ji Kurdîtiyê, ji mafên xwe yên bingehîn ên xwezayî; ji ziman, çand û azadiya wan vegerînin.

Dewleta Tirk a qirker di salên 1970'î de jê hebû ku Kurd û Kurdistan bi temamî xistiye goristanê. Digotin ku wan Kurdistana Xeyalî xistine gorê. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd hevrê Abdullah Ocalan PKK bi rêxistin kir, têkoşîna gerîla afirand û nîşan da ku Kurd nexistine gorê, dijminatiya herî kîndar li wî dikin. Dixwazin wî li girtîgeheke yekkesî bi saxî bixin gorê. Dixwazin gerîla jî bêgor bihêlin û Kurdan li nava dîrokê veşêrin. Ji ber vê yekê heqaretê li cesedên gerîla dikin û êrişê dibin ser goristanan ku ev yek kiryara polîtîkaya qirkirinê ye. Her kesên ku ji xwe re dibêje Kurd, divê vê yekê bibîne û li ber vê polîtîkaya qirker rabe.

DIVÊ HEMÛ GELÊ TIRKIYEYÊ HELWESTA XWE DIYAR BIKE

Ne bi tenê gelê Kurd ê welatparêz, hemû kesên ji xwe re dibêjin ez Misilman im, Mesîhî me, Êzidî me, Elewî me, Kurd, Tirk, Ermen, Siryan,Ereb, Çerkez im, hemû gelên Tirkiyeyê û hemû mirovên bawermend ên li dinyayê divê li hemberî van êrîşên li dijî mirovayetiyê helwesta xwe diyar bikin. Bêhelwestbûna li dijî van êrîşan ne li gorî tu bîr û baweriyê ye.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Dewleta Tirk a qirker dema êrîşî cenazeyên gerîlayan dike û goristanan hildiweşîne, ev jî diyar dike ku gerîla di têkoşîna azadî û demokrasî ya gelê Kurd de roleke dîrokî bi cih tîne. Ji ber ku şehîdên me derbên giran li mêtingeriyê dixin, dagirker êrîşî cenazeyên gerîlayan û goristanan dike. Ev êrîş cihê şehîdên me yên di nav dîroka Kurdan de mezintir dike. Careke din derketiye holê ku şehîdên me ji bo têkoşîna hebûn û azadiya Kurdan kedeke mezin didin.

Ev êrîş dibe sedem ku em dijminê xwe baş nas dikin, hêrsa me zêdetir dibe û peywirên me li ber me eşkere dibe. Ev êrîş divê bibe sedem ku gelê me xwe rêxistin bikin û têkoşîna azadî û demokrasiyê geştir bikin. Divê em zêdetir xwedî li Kurdbûna xwe derkevin û têkoşîna azadiyê geştir bikin. Bersiva herî xurt a van êrîşan ev e ku em têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk geş bikin û dagirkeran biavêjin ser sergo.

Hestên welatparêzî û arezûya azadiyê ya şehîdên me heta bibe pêşengê gelê me, wê ev êrîş werin şikandin û hesreta şehîdan Kurd û Kurdistana azad teqez wê pêk were."