KCK: Divê Efrîn bibe gora çeteyên faşîst ên AKP-MHP'ê

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK'ê bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê kir ku mîna berxwedana Kobanê, xwedî li Efrînê jî derkevin.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat ragihandin, Erdogan bi êrîşa li dijî Efrînê re dijminatiya xwe ya li Kurdan derbasî qonaxeke nû kiriye.

KCK'ê diyar kir, Efrîn li Sûriyeyê modeleke demokrasiya herêmî ye û destnîşan kir ku DYA, Rûsya û Ewropa yên destûra êrîşê dane, bûne hevparê dijminatiya Erdogan a li Kurdan.

KCK'ê ragihand, gelê Efrînê wê axa xwe biparêze û destnîşan kir, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi hemû hêza xwe bi Efrînê re be.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Desthilatariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi mehan e Efrînê dike hedef, ji hewa û bejahî ve dest bi êrîşa dagirkirinê kiriye. Bi van êrîşan re dixwaze sîstema demokratîk a li Efrînê ku li ser bingeha biratiya gelan a Kurd, Ereb û Tirkmenan hatiye avakirin ji holê rake. Du sedemên vê êrîşê hene. Ya yekemîn; desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di karaktera xwe ya dijminatiya li Kurdan re dixwaze destketiyên Kurdan ên li Efrînê ji holê rake. Ya duyemîn jî; tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku kêm maye desthilatdariyê ji dest bidin, bi vê dagirkeriyê re hewl dide desthilatdariya xwe ya faşîst biparêze.

Gelê Efrînê ji roja destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve nehiştiye ti çeteyên li derveyî mirovahiyê bikevin nava axa wan. Êrîşên DAÎŞ'ê, El Nûsra û çeteyên din ên li derveyî mirovahiyê şikandiye. Efrîn li nava Sûriyeyê weke qadeke azadiyê ye ku çeteyan nekarîne dest bidê û şer lê neqewimiye. Di serî de ji Helebê, bi sed hezaran mirovên ji gelek herêmên şer hatin, xwe li vir girtin. Gelê Efrînê van salan bi pêşengiya jinan bajar, bajarokên xwe bi rê ve bir û nebû hewcedarê kesî.

EFRÎN MODELA DEMOKRASIYA HERÊMÎ YE LI SÛRIYEYÊ

Efrîn bi vê karaktera xwe re ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê bûye modeleke demokrasiya herêmî û ji bo gelên Tirkiyeyê jî bûye mînakeke demokratîkbûnê. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dît ku demokratîkbûneke li Sûriyeyê wê were wateya çareseriya pirsgirêka Kurd û hewl dide pêşî li vê bigire. Li Kobanê ji bo hesreta jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd bifetisîne, Tayyîp Erdogan bi rêya DAÎŞ'ê êrîş kir. Piştî ku DAÎŞ'ê û çeteyên din nekarîn bi ser bikevin, vê carê ew bi xwe yekser êrîşî jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd dike. Faşîzma AKP-MHP'ê li hundir û derve hemû hêzên demokrasiyê weke terorîst bi nav dike û dixwaze hêzên li dijî li ber xwe didin tasfiye bike. Li nava sînorên Tirkiyeyê bi kîjan sedeman êrîşî rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedarên demokratîk dike, bi heman sedeman êrîşî Efrînê dike.

DIJMINATIYA LI KURDAN Û DIJMINATIYA LI DEMOKRASIYÊ KETINE ZIKHEV

Dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê yadesthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ketine zikhev. Ji ber ê yekê desthilatdariya faşîst êrîşî hemû hêzên demokrasiyê yên ji bo xwe xetere dibîne dike. Li hundir êrîşî hêzên demokrasiyê dike û hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne. Hêzên azadiyê yên li Efrînê jî weke dijmin nîşan dide û bi vî rengî şovenîzmê har dike û dixwaze desteka ji bo desthilatdariya xwe zêde bike. Lewma êrîş êrîşên ji bo parastina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye. Ji ber vê yekê hewldana dagirkirina Efrînê, êrîşeke ji bo tepisandina hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye ku li dijî desthilatdariya AKP'ê xurt bûne.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê ku heta vê êrîşê qada hewayî li Tirkiyeyê girtibûn, destûr dane ku Tirkiye ji hewayî ve êrîş bike. Têkoşîna gelê Efrînê ya heta niha li dijî DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên din bûye. Vekirina qada hewayî ji balafirên şer ên Tirk re tê wê wateyê ku Rûsya û rejîma Sûriyeyê li ser pişta Kurdan bazariyeke qirêj kirine. Rejîma Sûriyeyê û Rûsya ketine nava bazariyeke qirêj ku ji bo wan ne bi xêr e. Bi vî rengî şaşitiyeke dîrokî kirine ku Kurdên li Sûriyeyê anîne hemberî xwe. Rûsya û rejîma Sûriyeyê bi ti hincetê nikare vekirina qada hewayî ji balafifrên şer ên Tirk re vebêjin. Rûsya û Sûriye, ji destûra ji êrîşa li dijî gelê Efrînê nikarin hinceteke bi tenê jî nîşan bidin. Wê wextê ev polîtîkaya wan bêguman wê bê lêpirsîn; wê weke hevparê vê êrîşê û sûcê dagirkeriyê bên dîtin.

DYA Û EWROPA BÛNE ŞIRÎKÊ DIJMINATIYA LI KURDAN A ERDOGAN

Ji bilî jiyaneke demokratîk û azad a li ser axa xwe ti armanceke gelê Efrînê nebûye. Tenê li dijî êrîşên li hemberî axa wan hatiye kirin li ber xwe daye. Niha jî ji bo parastina jiyana xwe ya demokratîk û azad li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên noker li ber xwe dide.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê destûr dane ku qada wan a hewayî bê bikaranîn; DYA jî bi gotina 'Efrîn ne qadeke ku em têkoşîneke hevpar li dijî DAÎŞ'ê lê didin' êrîşa faşîzma AKP-MHP'ê ya dagirkeriyê teşwîq kiriye. Bi vî rengî DYA careke din bûye hevparê dijminatiya li Kurdan a dewleta Tirk û destek daye desthilatdariya faşîst a Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî ji bo li ser piyan bimîne. Erêkirina dagirkirina Efrînê, jinedîtî hatine wê, teşwîqkirina wê bêguman tê wateya destekkirina faşîzma Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî ya li hemberî hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê. Di demekê de ku faşîzma Erdogan-Bahçelî li ber têkçûnê ye, bi ranebûna li ber operasyona Efrînê re sekneke ku Tayyîp Erdogan li ser desthilatdariyê bihêle hatiye nîşandan. Ne tenê DYA, welatên li Yekîtiya Ewropayê jî li ber vê dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê nesekinîne û destek dane zilma faşîzma Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî ya li ser gelên Tirkiyeyê. Bi vî rengî Rûsya, DYA û Ewropa bûne hevparê sûcên faşîzma Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî.

Di sedsala 20'an de bi jinedîtî hatina hêzên navneteweyî û piştgiriya wan re komkujî û qirkirin li Kurdan hatin kirin. Kurdên ku yek ji gelên herî kevn ên dîrokê ne, anîn ber tinebûnê. Her cara ku gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a ku dixwest Kurdan qir bike li ber xwe da, Ewropa û DYA destek dan dewleta Tirk ku endamê NATO'yê ye. Dewleta ji bo Kurdan qir bike bûye endamê NATO'yê û Ewropayê. Îro jî di mijara endametiya NATO û Yekîtiya Ewropayê de şertên ku destekê bide qirkirina Kurdan dide pêş. Eger heta îro jî dengê xwe li êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bilind nakin, ev yek ji ber berjewendiyên aborî ji hevkariya wan a qirkirina Kurdan e. Eger DYA û Ewropa li ber vê qirkirinê û êrîşa dagirkirinê ranebin, wê li pêşberî dîrokê bibin hevparê sûcê qirkirinê yê li dijî Kurdan tê kirin.

Hewldana dagirkirina Efrînê êrîşeke li dijî gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û hêzên demokrasî û azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn e. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi rêya vê êrîşê dînamîkên demokratîkbûnê yên li Rojhilata Navîn dike hedef û bi vî rengî hewl dide zemînekê biafirîne ku DAÎŞ, El Nûsra û hemû hêzên paşverû û depot karibin li ser bijîn. Ji ber vê yekê, ne tenê gelê Kurd divê hemû gelên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn dixwazin li ber dagirkirina Efrînê rabin. Berxwedana li Efrînê ne tenê ya Kurdan e, wê bibe têkoŞîna hemû hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê.

Êrîşa li ser Efrînê li berjewendiyên DYA, Rûsya, Sûriye, welatên Ewropa û gelên Rojhilata Navîn nayê. Lewma Rûsya, DYA û rejîma Sûriyeyê yên pêşî li ber êrîşa Tirkiyeyê vekirin, divê van polîtîkayên xwe yên şaş ji nû ve binirxînin û bi awayekî vekirî helwestê li dijî dagirkirina Efrînê nîşan bidin. Eger tê xwestin ku zemîna demokratîkbûnê, aramî û aştiyê ya ku bi berdêlên mezin li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn hatiye afirandin bê parastin, divê helwestên dûrî ji berpirsyariyê neyên nîşandan.

BANGA LI GELÊ KURD

Li dijî dagirkirina Efrînê di serî de gelê me yê li Bakurê KUrdistanê divê hemû Kurdên li gelemperiya Kurdistanê û derveyî welat bi şev û roj li ser piyan bin û destekê bidin berxwedana Efrînê. Pêwîste berxwedana gelê Efrînê weke berxwedana têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê û pêşîvegkirina li jiyana demokratîk û azad a li hemû parçeyan bê dîtin û mîna dema berxwedana Kobanê, di asta herî bilind de piştgirî ji berxwedana Efrînê re were dayin. Gelên Ereb, Kurd, Asûrî-Suryanî yên li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, her wiha gelên li tevahiya Sûriyeyê divê vê êrîşê li dijî xwe bibînin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana Efrînê bibin. Girîng e berxwedana Efrînê tenê li Efrînê nemîne, di serî de li Şehba li rojavayê Firatê belav bibe û bê xurtkirin.

EFRÎN WÊ LI BER XWE BIDE, DIVÊ BERXWEDAN LI GELEMPERIYA CÎHANÊ BELAV BIBE

Gelê Efrînê ne tenê ji bo Sûriyeyê, yek ji hêzên bingehîn ên demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Di serî de jin û ciwanên Efrînê, tevahiya gelê Efrînê divê li gel şervanên xwe li dijî hêzên dagirker li ber xwe bide. Pêwîste t, welatiyekî Efrînê dest ji gund, bajarok, tax û bajarê xwe bernede û Efrînê bike gor ji çeteyên faşîst ên AKP-MHP'ê re. Extiyar, jin, zarok hemû Efrînî divê nîşan bidin ku dildarî û baweriya bi azadiyê ji her şêwe çekan xurtir e û sînga xwe li dijî faşîzmê bikin çeper. Gelê Efrînê divê dildariya xwe ya azadiyê û berxwedana xwe ya azadiyê nîşanî tevahiya cîhanê bide.

Çawa ku bi ragihandina 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re hemû gelên cîhanê rabû ser piyan û kir ku berxwedana Kobanê ya ku destpêka qedandina faşîzma DAÎŞ'ê bû bi ser bikeve, divê hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê li dijî dagirkirina Efrînê li cem berxwedêran cih bigirin û desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibin ku ev desthilatdarî parêzer û navenda despotîzm û paşverûtiya li Rojhilata Navîn e. Kengî desthilatdariya AKP-MHP hate têkbirin wê hingî serdema tarî ya li ser gelên Rojhilata Navîn biqede, wê roja jiyana azad û demokrasiyê li Rojhilata Navîn hilê.

Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em ê bi hemû hêza xwe li cem gelê Efrînê bin. Ne dewleta Tirk ne jî ti hêzeke din wê nikaribin meşa demokrasî û azadiyê ya gelên me bisekinînin. Teqez wê Tirkiye demokratîk bibe û gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî jiyana azad û demokratîk."