KCK: Dewleta Tirk wê nikaribe YNK'ê û tevgera me li ber hev rake

KCK'ê diyar kir, dewleta Tirk hewl dide YNK'ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rakin û destnîşan kir, "Zext û êrişên dewleta Tirk wê nikaribe YNK'ê û Tevgera Azadiyê li ber hev rakin. Gelê Başûrê Kurdistanê wê vê lîstikê pûç bike."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, têkildarî daxuyaniyên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Silêmaniyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK'ê bal kişand ser van xusûsan:

"Dewleta Tirk a bi serkêşiya tifaqa AKP-MHP'ê, êrişê dibe ser her hêzeke siyasî, welat û gelê ku serî li ber wan natewînin, hevkariyê bi wan re nakin û piştgiriyê nadin polîtîkayên dijminatiya li Kurdan. Di vê çarçoveyê de niha jî yekser êrişê dibe ser gelê Silêmaniyeyê. Dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, timî êrişê dibe ser Rojava, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê, dijminatiya xwe yekser li dijî bajarê Silêmaniyeyê ragihand. Wezîrê Karên Derve yê Tirk bi daxuyaniyekê ragihand ku PKK li Silêmaniyeyê bi bandor e, serdest e û mîna Şengal û Mexmûrê gefa êrişê li Silêmaniyeyê xwar. Faşîstê Tûranî yê dijminê Kurdan Devlet Bahçelî jî Silêmaniye yekser kir hedef. Ji ber ku gotina 'PKK li Silêmaniyeyê bi bandor e' nayê wateyeke din. Ji bo zemînê ji êrişa xwe re amade bikin daxuyaniyeke wiha dan.

Silêmaniye yek ji bajarên destpêkê ye ku welatparêziya Kurd a hemdem lê şîn bû û ronakbîriyek bi vî rengî bi pêş ket. Yek ji bajarên sereke yên Kurdan e ku hestên xwe yên welatparêziyê li pêş e û hesreta li yekîtiya neteweyî mezin e. Dewleta Tirk a dijminê Kurdan, bi esasî êrişê dibe ser çanda dîrokî û paşeroja Silêmaniyeyê.

Gel û hawirdora Silêmaniyeyê timî li nêrînên nû vekirî ye. Ji ber vê yekê tevgerên ji fikrên cuda û meylên cuda yên siyasî bi giranî ji vê qadê derketine. Ji ber ku pêşketina wêje, çand û hunerê ya Silêmaniye û derdorê afirand, bû bingeh ji meylên nû yên bi vî rengî re. Lewma siyasetmedar û rewşenbîrê hêja Îbrahîm Ahmed bi Rêber Apo û PKK'ê re dostaniyeke xurt danî. Mam Celal jî têkiliyeke xurt bi Rêber Apo re danî. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe têkiliya dostaniya bi Rêber Apo re dewam kir. Beriya ku nexweş bikeve dest bi karê kampanya azadiya Rêber Apo kir.

Ev rastiya civakî dîrokî, têkiliyên Îbrahîm Ahmed û Mam Celal ên bi Tevgera me ya Azadiyê re, bêguman kir ku li vî bajarê Kurdan li Silêmaniyeyê têkiliyeke dostaniyê bi Rêber Apo û PKK'ê re biafire. Hezkirin û hurmeta gelê Başûrê Kurdistanê ya li Rêber Apo û PKK'ê ne tenê li Silêmaniyeyê ye. Li bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê jî heman hest hene.

Mam Celal û Rêber Apo têkiliyên PKK-YNK'ê li ser bingeheke baş û dostaniyê dan rûniştandin ku ev yek encameke Rêbertiya wan e. PKK û YNK eger wê nekevin rewşeke berevajî têkilî û rastiyên dîrokî, hingî berpirsyariya wan e ku xwedî li vê mîrateyê derkevin û pêwîstiyên wê bi cih bînin. Car carna hin pirsgirêk rû dabin jî PKK û YNK'ê hewl dan girêdayî mîrateya rêberê xwe bin. Em her tim bûn alîgirê wê yekê ku têkiliyên biratî û dostaniyê yên Mam Celal û Rêber Apo bidomînin û bi pêş bixin. Em îro jî vê meyl û daxwaza xwe didomînin.

DEWLETA TIRK DIXWAZE ZEXTÊ LI YNK'Ê BIKE Û BI VÎ RENGÎ LI DIJÎ PKK'Ê RAKE

Em zanin ku dewleta Tirk bi zexta li partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê wê polîtîkayê dimeşîne ku wan li hemberî PKK'ê rakin û bidin şerkirin. Vê zextê bi taybetî li PDK û YNK'ê dike. Dewleta Tirk her carê dibêje ku ew ji polîtîkaya PDK'ê kêfxweş e. Hedefkirina Silêmaniyeyê nîşan dide ku armancên xwe yên li ser YNK'ê li gorî dilê xwe nikare pêk bîne. Bi daxuyaniyên bi vî rengî dixwazin zextê li YNK'ê bikin û li ber PKK'ê rake. Li aliyê din bi êrişên mîna êrişa li Silêmaniyeyê ya li dijî hevrê Şehîd Cemîl û Şehîd Demhat, hewl dide hincetan ji êrişên xwe re bibîne û asayî bike.

Herî dawî di çapemeniyê de hate weşandin ku êriş li dijî gundekî bajarokê Şarbajar ê Silêmaniyeyê hatiye kirin û di encamê de şehîd û birîndar çêbûne. Yên ku di vê êrişê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Xuya ye wê dewleta Tirk ji niha û pê ve hîn bêhtir êrişê bibe ser qadên nêzî Silêmaniyeyê. Eger gel li dijî vê yekê nekeve nava liv û tevgerê wê êriş berfirehtir bibe. Hezkirina ciwan, jin û gelê Başûrê Kurdistanê ya li Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd wê ji bo van êrişên xwe bikin hincet.

Li her çar parçeyên Kurdistanê, li her bajar û bajarokî, her wiha li her devera cîhanê di nava Kurdan de sempatîzan û dostên PKK'ê hene. Bêguman li Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyeyê jî Kurdên dostên Rêber Apo û PKK'ê hene ku nêzî xeta îdeolojîk-polîtîk a PKK'ê ne. Di nava rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd de dostên PKK'ê hene. Yek ji mezintirîn helbestvanên Silêmaniyeyê Şêrko Bêkes ku jiyana xwe ya siyasî di nava YNK'ê de derbas kir, dostekî gelekî hêja yê Rêber Apo û PKK'ê bû. Ev dostaniya xwe jî heta kêliya dawî dewam kir.

DEWLETA TIRK WÊ NIKARIBE YNK Û PKK'Ê LI BER HEV RAKE

PKK û YNK ku partiyên ji hev cuda ne, dibe ku rexneyan li hev bikin. Dema ku pêwîstî pê hebû em rexneyên xwe ji YNK'ê re radigihînin. Lê belê gelê Silêmaniyeyê ku xwedî hestên yekîtiya neteweyî û welatparêziyê ye ji bo me gelekî hêja ye. Bi YNK'ê re jî em hewl didin li ser bingeha dostanî û biratiyê her tim di nava têkiliyê de bin. Em zanin ku ji bo YNK'ê jî dostanî û biratiya bi PKK'ê re girgîng e. Êriş û zextên dewleta Tirk wê nikaribe YNK'ê û Tevgera me ya Azadiyê li ber hev rake. Gelê Silêmaniyeyê ku li dijî mêtinger û dijminên Kurdan xwedî têkoşîneke hevgirtî û bi biyar e, bi sekna xwe jî wê bersiva pêwîst bide êrişkariya dewleta Tirk.

Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû pêwendiya xwe bi êrişên berfireh, plan û armancên wan heye. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd û hêzên siyasî wê li hemberî van êrişan hevgirtî bin, bi sekna xwe van lîstikan pûç bikin. Dewleta Tirk û Çavûşoglû çi dikin bila bikin, wê nikaribin Kurdan li hemberî hev bidin şerkirin, wê bi ser nekevin. Di serî de gelê Silêmaniyeyê wê gelê Başûrê Kurdistanê bi welatparêziya xwe, bi sekna xwe vê lîstikê pûç bikin."