KCK: Cejna Qurbanê bikin sedema mezinkirina têkoşîna azadiyê!

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê ya Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz kir, hêvî kir ku bibe sedema di nava gelan de biratî û piştevaniyeke xurt, dîsa têkoşîna azadî û demokrasiyê jî mezin bike.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi hatina Cejna Qurbanê daxuyaniyek da. Komîteyê got: “Em tevger Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejin di serî de ji bo Rojhilata Navîn, hemû alema Îslamê aştî, aramî, edalet û tenduristiyê bîne. Di nava gelan de bibe sedema bihzêkrina dostanî, biratî, parvekirin û piştevaniyê, dîsa têkoşîna azadî û demokrasiyê mezin bike.”

Di daxuyaniyê de bi domdarî ev hate gotin: “Cejin rojên aştî, piştevanî û parvekirinê ne. Cejin li dijî minafiq, zalim û yên hiqûqa heq nasnakin nûnertiya çanda têkoşînê ye; desthilat Îslamê ji bo yên umetê weke ol pêşkêş dike, baweriya dûrketina ji ol disepîne. Di wê hêvî û baweriyê de ne ku Cejna Qurbanê ya îsal di nava gel de hest û hizirînê hê mezintir bike.”

Gelên Misilman ji ber polîtîkayên netew-dewlet û hikûmetên faşîst, pirsgirêkên cidî dijîn. Îslamîbûna Tirk a xeyala împaratorî û xelîfetiyê, li Rojhilata Navîn rê li ber rijîna xwîn, hilweşîn, hejarî û talanê vedike û dîsa pirsgirêkan mezintir dike. Êrîşkariya Tirk a di demên dawî de, li ser hebûna gelê Kurd û Ereb, çand û nasnameya wê gefên cidî bi xwe re aniye. Dewleta Tirk bi bikaranîna ol, dixwaze ji Libyayê bigire heta Iraq, ji Sûriye bigire heta Yemen û ji Erebîstana Siûdî bigire heta Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixwaze dagir bike. Ev êrîşkarî mîna ku li Heftanîn, derbasî ser xakên Asûrî-Suryanî-Kildanî gelên din û baweriyên din, jiyana wan dixin metirsiyê. Desthilata Tirk a ji nîjatperestiyê xwe xwedî dike, carekî din der ket holê ku rejîmekî qirker, mêtinger û talan ker e. Bi boneya vê cejnê di serî de bang li welatparêzên Ereb, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Tirk hemû welatiyên Rojhilata Navîn ên xwedî wijdan, gelên ku xwedî çanda baweriya qedîm a li ser erdnîgariya me li dijî fitneya Îslamî ya Tirk a ku dixwaze gelan bînin beramberî hev, li gel gelê Kurd bi hev re têkoşînekî xurt bikin.

DIVÊ NEÇIN MIZGEFTÊN KU XUTBEYA DIYANETÊ LÊ TÊ DAYÎN

Kurdistanî û Misilmanên Tirkiyeyî yên bi nirx;

Rêya pîrozkirina cejnê ya bi ruhê biratî, yekîtiya demokratîk a gelan, girêdayî têkbirina dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye. Berî çend rojan li Ayasofyayê di xudbeya înê ya ku weke şovek kirin hate dîtin ku Senteza Tirk-Îslamî dijminê gelan, bawerî û çandan e. Îslamiya Tirk, Îslameke ku Xuda, Quran û Sinet ji bo her cûre derew, fitne û fesadiyê bê ku xwe bide paş bikar tîne ye. Yên ku li ser xeta Muhemmed bawerî anî, her ku li dijî vê îslamiya nîjatperest têkoşîn neke, divê bizane ku ti îbadetên tên kirin wê negihêje wateya pîroziyê. Ji ber vê dibêjin ku têkoşînkirina Misilmanên Tirkiyeyî ya li dijî polîtîkayên AKP-MHP’ê bi qasî îbadetê xêr e. Yek ji erka Misilmanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên xwedî wijdan, di wê baweriyê de ne ku nebûna hevparê evqas sûc û gunehê li ser navê Îslamê tê kirine. Ji ber vê sedemê bang li Misilmanên Kurdan, Tirk û gelên din ên xwedî wijdan dikin ku neçin mizgeftên ku xudbeya diyanetê lê tê xwendin. We vedixwînin bi baweriya ku ‘hemû ruyê dinê mescît e’ nimêjên xwe bikin. Em dixwazin balê bikişînin ku ev helwestekî Muhemmedî ye. Dixwazin binî xet bikin ku her cûre helwest û nêzîkatiya ku destekê dide rejîma AKP-MHP’ê li dijî Muhemmedî û Îslamê ye.

MÊTINGERIIYA TIRK BI ÇAVÊ XENÎMEETÊ LI XAKA KURDISTANÊ DINÊRE

Kurdistaniyên bi nirx;

Ji êrîşên qirker ên mêtinger a Tirk her zêde gelê Kurd jê ziyanê dibîne. Di hişmendiya senteza îslama Tirk a di 24’ê Tîrmeha 2020’ê ya li Ayasofya ya ku Serokê Diyaneta Tirk a di Nimêja Şovê de bi weiz û xudbeya dayî carekî din me dît ku çi qasî ji Îslamê fam dike. Ji bo serwerên Tirk, Îslam, mafê şûr dayîn, oleke ku dagirkerî û xenîmetê tîne ye. Ji ber ku serwerên Tirk xwedî vê hişmeniyê ye ku li Libya, Sûriye û Kurdistanê êrîşên dagirkirinê dikin. Ev bi çavê xenîmetê li xaka Kurdistanê dinêrin. Mêtingerî û dagirkeriya li Kurdistanê ji vê hişmeniya Îslamî tê. Ji ber vê sedemê di serî de divê hemû Kurdên Misilman û hemû Kurd bizanin ku; sparteka îdeolojîk a mêtingeriya Tirk ev hişmendiya Îslamî ya Tirk a ji rê derketî ye; bi girtina hinek Kurdan a li aliyê xwe, ji bo ji vê rêderketinê dixwazin rengê Îslamê lê bikin. Tişta ku Muhemmedî û Îlam îro li ser Kurdên Misilman ferz kirî, li dijî van minafiq û zalimên ol bikar tînin têkoşînkirine. Li dijî mêtingeriya Tirk a li Kurdistanê dest dirêjî jinan, destavêtin û qetil dikin, têkoşîn neyê kirin, bi wateya xwe ya pîroz îbadet nayê kirin.

BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNA BI RÊXISTINKIRÎ DIKIN

Misilmanên Kurdistanî yên rêzdar;

Divê di vê cejnê de serdana şehîdgehan bikin û diayên xwe yên bi xêr kêm nekin. Serdana hevrêyên girtî kirin, piştevaniya malbatan kirin, çanda cejnê ye. Pêşniyar dikin ku xêrê xwe bidin kes û saziyên ku bikarin bigihînin muhtacên Kurdistanê. Di wê baweriyê de ne ku alîkarî û sedeqeyên xwe yên ku faydeyekê bidin kes û saziyên bi dewleta Tirk a faşîst re di nava têkiliyê de ne, wê di hizûra heq de neyê dîtin.

Em Tevgera Azadiya Kurdistanê bi van hest û ramanan Cejna Qurbanê ya Misilmanên Kurdistanî, carekî din pîroz dikin. Bang li we tevan dikin ku li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtinger têkoşîneke bi rêxistinkirî dikin. Bi boneya cejnê di şexsê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê de, dîsa Rûstem Cûdî yê bi lehengî li Heftanînê li ber xwe da û şehîd ket, hemû şehîdên Cenga Heftanînê bibîr tînin, soz girêdanbûna xwe ya bi wan re dubare dikin. Cejna malbatên şehîdan pîroz dikin.”