KCK: Bi hevsengên nû wê dagirkerî were hilweşandin

KCK'ê têkilî biryara DYA'yê daxuyaniyek nivîskî da.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkiî biryara DYA'yê ya vekişîna ji Sûriyê got, ''Operasyona xilaskirina desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ye''. KCK'ê got, ''Hevsengên nû wê bike ku dagirkeriya dewleta Tirk hilweşe''.

VEKIŞÎN: KOMPLOYEK Û LÎSTIKEK E

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: ''Bi biryara vekişîna DYA'yê ya ji Sûriyê derketiye holê ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê komployek e û parçeyek ji lîstikê ye. Avaniya civaka demokratîk  a Rojayê Kurdistanê TEV-DEM'ê bi daxuyniya xwe hemû rastî derxistiye holê. Ev rasteqînî hilweşîna siyasî, aborî û civakî ya di polîtîkayên Sûriyê de jî ya dewleta Tirk a bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd nîşan daye.''

OPERASYONA XILASKIRINA DEWLETA TIRK

Dema ku operasyona xilaskirina dewleta Tirk a li ber têkoşîna azadiya Kurdan hilweşiyayî tê kirin, her wiha tê dîtin ku li dijî Şoreşa Rojava jî komplo tê kirin. Tirkiye dema ku ketî hilweşîna aborî DYA û Elöanya ji bo ku ev pêk neyê gelekî hewl dane. Ji bo ku ji hêla siyasî ve jî destekê bidinê têkilî sê pêşengên Tevgera Azadiyê fermana girtinê ya bi xelat hatiye standin. Ev hemû ji bo wê ne ku Tirkiyê, ya ku bi têkoşîna Kurdan û hêzên demokrasiyê ketiye krîza siyasî û aborî, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê xilas bikin. Her wiha pergala demokratîk ku Kurd, Ereb, Sûryan û heman gelan li Rojava û Bakurê Sûriyê danîne, polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn têk birine. Dewleta Tirk û çeteyên wê ketine çirava Sûriyê, ji bo ku xwe xilas bikin, berê xwe dane dagirkirina Bakurê Sûriyê ku ji bo wan wê bibe çiraveke hê xirabtir.

PLANÊN LI SER ROJHILATÊ FIRATÊ

TEV-DEM'ê nirxand ku vekişîna DYA'yê ya ji Sûriyê banga li dewleta Tirk a ji bo dagirkirinê ye û her wiha deşîfre kiriye ku plansaziya hin lîstikan hatiye kirin. Tê fêhmkirin ku tê xwestin li rojhilatê Firatê hin Erebên noker serdest bikin û her wiha ji  bo hin Kurdên noker ku di dagirkirina Efrînê de cih girtine li hin bajaran xurt bikin. Nirxandinên avaniyên civaka demokratîk a Rojava, nîşan dide ku vekişîna DYA'yê bi planeke wiha ya gemarî ye. Lê li gel ku bi salan e planên wiha hene jî Bakurê Sûriyê ji xeta şoreşa demokratîk dûr nekeketiye. Berevajî, Kurd, Ereb, Asûr, Sûryan, Çerkez, Tirkmen, Durzî, Ermen li ser xeta neteweya demokratîk yekîtiya xwe ya demokratîk ava kirine û şoreşa demokratîk bêhtir xurt kirine.

ÊRÎŞA DAGIRKER Û VEKIŞÎN WÊ ŞOREŞÊ GEŞTIR BIKE

Êrîşa dagirker a dewleta Tirk û vekişîna DYA'yê wê vîna berxwedanê ya gelan geştir bike û wê şoreşa demokratîk a hêzên şoreşger a ku xwe dispêrê hêza xwe geştir bike. Destwerdana hêzên derve di wê mijarê de ku hêzên demokratîk bi hêza xwe û dînamîkên navxwe, bi hêza xwe ya rasteqîn têbikoşin, dibû pirsgirêk. Ji bo vê jî, vekişîna DYA'yê wê encameke wiha bîne ku hemû hêzên demokratîk bigihijin dînamîka hêzên xwe yên rastîn û zêdetir xurt bibin. Li Bakurê Sûriyê şoreşa demokratîk wê bigihije potansiyela xwe ya nû.

HÊZÊN DERVE ŞOREŞA DEMOKRATÎK JI RÊ DERXIST

Li Sûriyê hêzên derve şoreşa demokratîk ji rê derxist. Ji bo vê jî hemû hêzên derve û çeteyên dij mirovajiyê yên mîna DAÎŞ'ê kir ku têkoşîna gelên Sûryê ji avrêka xwe ya rastîn neherike. Hêzên şoreşger ên demokratîk ên nav civaka Ereb ku ji rê hatibûn derxistin û berê wan ketibû rêya şaş, wê di nav têkoşîna demokratîk a şoreşê ya Sûriyê de wê rastiya xwe bibînin. Dînamîkên şoreşger ên demokratîk ên nav civaka Ereb ku bi destwerdana Tirkiyê ketin rêya şaş, di dema pêşî de di nav şoreşa demokratîk de û ji bo avakirina yekîtiya Sûriyê wê cihê xwe bibînin.

HEVSENGÊN NÛ WÊ DAGIRKERIYA NÛ TÊK BIBIN

Şoreşa Rojava û tevgerên şoreşger ên demokratîk ên li Sûriyê, bêyî hêzên derve derketine ser qada dîrokê, şoreşa demokratîk û têkoşîna azadiyê geş kirin. Ji bo vê jî, vekişîna leşkerên DYA'yê li Sûriyê wê têkoşîna şoreşê qels neke. Berevajî, wê bike ku polîtîkayên dewleta Tirk ên ku li ser hevsengên derve ava kirî û  bi hebûna DYA'yê ya li Sûriyê, dixwest serwer bibe, hilweşîne. Çeteyên niha yên bi navê OSO bi desteka DYA'yê ketine bin kontrola Tirkiyê. Destwerdana  Rûsya û Sûriyê ya li ser Idlibê ku çete lê kom bûne, DYA'yê asteng kriye. Ji ber vê jî, DYA bi vekişîna leşkerên we her çend rê li ber vedike ku dewleta Tirk Bakurê Sûriyê dagir bike jî, hevsengên nû yên ku derketine holê wê bike ku dagirkeriya dewleta Tirk têk biçe.

ÎRAN DIZANE KU TIRKIYE HEVKARÊ DYA'YÊ YE

Tirkiye her çendî bi xapînokî nêzî Îranê dibe jî Îran xwedî wê tecrûbeya siyasî ye ku zanibe Tirkiye bi DYA'yê re hevkarê polîtîkayên dijî wê ye.  Rûsya jî, Îran jî, Sûriye jî, pê dizaninn ku çeteyên ku Tirkiye dixwaze wan li rojhilatê Firatê bi cih bike ji bo wan têne çi maneyê û dizanin ku dewleta Tirk mîna li Efrînê hin hêzên noker bi kar anîn, wê li Sûriyê aloziyê zêdetir bike.

VEKIŞANDIN WÊ DÎNAMÎKÊN DEMOKRATÎK BÊHTIR BIBE PÊŞ

Vekişîna DYA'yê beloqtir kiriye ku hêzên demokratîk ên şoreşger ên li Sûriyê û pergala ku hatî avakirin faktora girîng e ji bo aramî û aştiya Sûriy3e. Ji bo vê jî vekişandina leşkerên DYA'yê kiriye ku hêza dînamînên demokratîk ên li Sûriyê zêdetir xuya bikin. Derketina holê ya van rastiyan wê bike ku şoreşa Rojava ya ku xwe nespartî hêzên derve û hêzên demokratîk ên Sûriyê zêdetir karîger bibin.

FIKRA TIRKIYÊ KU ŞOREŞÊ TASFIYE BIKE WÊ TENÊ XEYAL BIMÎNE

Heke Tirkiye xeyal dike ku bi desteka DYA'yê û hin hêzên derve li ser Erebên Bakurê Sûriyê karîger bibe û bi destê hin nokerên Kurd Şoreşa Rojava tasfiye bike, ev tenê wê xeyal be û tenê planeke li ser masê be.

PDK KU WERE LÎSTIKA TIRKIYÊ WÊ TÊK BIÇE

Heke PDK were lîstika PDK'ê ku pêşengiya dijmintiya Kurdan dike û dijminatiyê li Şoreşa Rojava bike ew ê winda bike. Tişta ku divê PDK bike ew e ku di avabûna yekîtiya Kurdan de bi rola xwe rabe û pergala demokratîk a Bakurê Sûriyê û Şoreşa Rojava de rola xwe bilîze û geş bike. Divê PDK di nav lîstikên dewleta Tirk û planên dagirkirinê de cih negire. DYA jî divê ne di nav planeke wiha de be ku dijminatiyê li gelên Sûriyê bike û hêzên demoratîk bi paş ve bibe. Heke bi lîstik û planên wiha vedikişe divê dev ji vê lîstikê biqere.

DYA DIVÊ NEBE HEVKARÊ SÛC

DYA ya ku bi vekişîna ji Sûriyê naxwaze mîna Tirkiyê bikeve nav çiravê, divê nekeve nav lîstikên dijî Kurd ku xwe jî têxe çirave. DYA divê ne bibe hevkarê dagirkeriya dewleta Tirk û ne jî li dijî hêzên Kurd ên azad û demokratîk bikeve nav lîstikan. Li dijî êrîşên neheq û kirinên dijî Kurdan divê gaveke dîtir ya dijî Kurd neavêje.

DIVÊ MIROV HURMETÊ BIDE PERGALA KU GELEN AVA KIRIYE

Şoreşa ku gelan li Rojava û Bakurê Sûriyê pêk aniye, xwe dispêrê ser hêzeke civakî û bêrîkirineke xurt a li azadî û demokrasiyê. Ji ber ku xwe dispêre ser xeta neteweya demokratîk a Rêber Apo û hêza civakî ya demokratîk ne bi zextên derve û ne jî bi komployan nikare were tasfiyekirin. Ji bo vê jî ti hêz divê hewl nede ku Şoreşa Rojava ji rê derxîne an jî tasfiye bike. Heke li Sûriyê aramî, aştî û demokrasî tê xwestin divê hurmet ji pergala demokratîk û azadîxwaz re were girtin, ku gelan ev ava kiriye. Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a Bakurê Sûriyê tenê ne li Sûriyê bûye bingehê yekîtiya demokratîk, îro bûye hêvî ku li Rojhilata Navîn  bibe civaka demokratîk a ku xwe dispêrê hêza xwe û şevreşka zext û zilmê li ser xwe rake.

TÊKBIRIN NE PÊKAN E

Berxwedaa gelên Bakurê Sûriyê ku li idjî DAÎŞ'ê ji 10 hezaran zêdetir şehîd dane û du caran li vê birîndar bûne, îro bûye wijdanê hevpar ê hemû mirovahiyê. Hêzeke demokratîk a civakî ku bûye wijdanê hemû mirovahiyê, tê maneya ku bûye civaka herî xurt a cîhanê û ne pêkan e ku hêza civakê ya ku bûye wijdanê hemû cihanê were têkbirin.

NE TENÊ DYA, DI SERÎ DE TIRKIYE DIVÊ HEMÛ HÊZÊN DERVE DERKEVIN

Ne tenê DYA di serî de Tirkiye divê hemû hêzên derve vekişin. Weke di daxuyaniya TEV-DEM'ê de hatiye dayin,  îro ya ku li Sûriyê aramiyê tev dide, aştî û xwîşk û biratiya gelan sabote dike û probleman giran dike dewleta Tirk a faşîst e. Ji bo vê jî di serî de gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn hemû mirovahî divê li dijî dewleta dagirker û faşîst a Tirk bibin xwedî helwest; di serî de Efrîn ji bo ku dawî li dagirkeriya li Sûriyê bînin têbikoşin.

JI BO YEKÎTIYA DEMOKRATÎK A SÛRIYÊ TALOKEYA MEZIN DESTHILATA FAŞÎST A AKP-MHP'Ê YE

Niha ji bo yekîtiya demokratîk a Sûriyê talokeya herî mezin desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ye. Heke dewleta Tirk desetwerdanê neke gelên Sûriyê bi hişmendiya neteweya demokratîk hem wê yekîtiya xwe biparêzin û hem jî wê demokratîkbûna Tirkiyê pêk bîbin. Ev zelal e; yekîtiya  Sûriyê bi demokratîkbûnê pêk tê. Dewleta Tirk bi dijberiya demokratîkbûnê dixwaze yekbûna Sûriyê asteng bike, di rewşa bêhezbûnê ya di rewşeke wiha de dixwaze zext û destwerdana xwe ya li ser  Sûriyê bidomîne. Ji bo vê jî hemû hêzên ku alîgirê yekîtiya Sûriyê ne, li ser bingehê demokratîkbûna Sûriyê divê li dijî dewleta Tirk têkoşîna hevpar bidin û Sûriyeya serbixwe û demokratîk ava bikin. Bi vê çarçoweyê em bang li hemû dînamîkên demokrasiyê yên Sûriyê û bang li rêveberiya berdest a Sûriyê dikin ku di demokratîkkirina Sûriyê de ku aliyan li hev kiriye û hemû gel gihaştine rêveberiyên xwe yên xweser û avakirina Sûriyeya azad û demokratîk.

LI DIJÎ ÊRÎŞAN HER CURE DESTEKÊ EM Ê BIDIN

Niha destkeftina herî mezin a şoreşa demokratîk a Sûriyê ew e ku Kurd, Ereb, Sûryan û gelên din li ser xeta neteweya demokratîk hatine cem hev. Em bang dikin ku ev yekîtiya ku li Bakurê Sûriyê derketiye holê li hemû Sûriyê bebelav bibe û ne tenê bibe yekîtiya û xurtbûna Sûriyê her wiha bie bingeha xurtbûna hemû Rojhilata Navîn. Em Tevgera Azadiya Kurd careke dî diyar dikin em destekê didine vê yekîtiya li ser hişmendiya neteweya demokratîk, li dijî êrîşeke li ser vê em hazir in ku her cure destekê bidin û têbikoşin.

Di serî de Kurd, em bang li gelên Bakurê Sûriyê dikin bi zanîna hêza herî mezin wijdan û rûmeta mirovahiyê ye, li dijî dagirkeran têkoşînê geş bikin, li ser bingeha demokrasî û azadiyê Sûriyeya demokratîk ava bikin û em careke dî dubare dikin, li parçeyên Kurdistanê em her demê li cem gelê xwe ne.''