KCDK-E: Roboskî qetlîameke pilankirî ya bi fermana Erdogan pêk hatiye
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî Qetlîama Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an pêk hatî anî ziman ku qetlîameke bi pilankirî ya bi fermana Erdogan pêk hatiye.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê têkildarî Qetlîama Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an pêk hatî anî ziman ku qetlîameke bi pilankirî ya bi fermana Erdogan pêk hatiye.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo salvegera Qetlîama Roboskiyê daxuyaniyek nivîskî da û got: “28’ê Kanûna 2011’an balafirên şer ên Tirk li ser fermana dîktator Erdogan 34 Kurd bi zanabûn û pilankirî qetil kirin ku piraniya wan zarok bûn.”
KCDK-E têkildarî Qetlîama Roboskî ev got: “Mêtingeriya Tirk a bi polîtîkayên qetlîam ên li Kurdistanê dike ji bo çokê li gelê Kurd dane û têkoşîna azadiyê tesifye bike û encam bigire, her tim polîtîkayên xwe yên qirêj xistiye dewreyê.
Qetlîama Roboskiyê jî qetlîameke bi zanabûn û pilan ya di encama polîtîkayên dewleta Tirk a dijminahiya li dijî gelê Kurd de pêk hatiye.
Piştî qetilîamê terfîkirina fermandarê qatil û ji aliyê dîktator Erdogan ve hatina xelatkirin, dide nîşandan ku qetlîama Roboskiyê bi pilankirî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.
Polîtîkayên şer û qetlîamê yên dewleta Tirk destpêkê li Îrmarlî li dijî Rêber Apo tê kûrkirin, vê jî belavî hemû Kurdistanê dike. Ev tecrîd tecrîdeke li dijî hemû gelan, hêzên demokratsî û li dijî azadiyê ye. Kûrkirina tecrîdê û polîtîkayên zextê wê rê li pêşiya Roboskiyên nû bên kirin veke.
Em KCDK- E, Qetlîama Roboskiyê şermezar dikin, kesên şehîd bûne bi rêzdarî bibîr tînin. Em Qetlîama Roboskiyê û şehîdên Roboskiyê jî bîr nakin û nadin jibîrkirin.
Em bang li gelê û dostên xwe dîsa mirovên pêşverû dikin ku li dijî polîtîkayên êrîşê faşîzma AKP/MHP’ê yên topyekûn ên li dijî gele me tên kirin, topyekûn bikevin berxwedan û têkoşînê.”