KCD û TJA: Komploger têk diçin!

TJA û KCD'ê diyar kirin ku hêzên komploger ên navneteweyî têk diçin û sîstema Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan jî li cîhanê belav bûye.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyanî weşandin.

TJA: SÎSTEMA OCALAN RÊ LI BER SERDEMEKE NÛ VEKIR

TJA'yê diyar kir, sîstema Ocalan a konfederal, azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk ku weke alternatîfa sîstema netewe dewletan a faşîst hate afirandin, ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rê li ber serdemeke nû vekir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Vê pêngavê kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di asta gerdûnî û herêmî de bibe pêşneg. Şoreşa Rojava encama berbiçav a vê yekê ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî dîrokî ya ji komployê re bê dayin, parastina şoreşa jinê ya Rojava ye û hate gotin, "Di serî de jin em bang li tevahiya hêzên demokratîk dikin ku ji bo şikandina tecrîdê û pêkhatina azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîneke hevpar bimeşînin."

KCD: KOMPLOGER DI NAVA ÇIRAVÊ DE NE!

KCD'ê jî ragihand ku bi berxwedan û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd a bi pêşengiya perspektîfa neteweya demokratîk, berxwedan û îradeya Ocalan komploya navneteweyî hatiye têkbirin.

KCD'ê diyar kir, komploger niha di nava çirava Rojhilata Navîn de têk diçin û destnîşan kir, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jî bi felsefeya xwe ya azadiyê û armanca jiyana azad veguherî hêviya rizgariya gelên Rojhilata Navîn."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên komploger nasekinin, hewldanên xwe yên komployê û tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê dewam dikin û hate gotin, "Azadiya Birêz Ocalan û Rêbertiya wî ya di nava şert û mercên azad de, azadiya gelê me ji b me sedema jêneveger a têkoşînê ye."