KCD sersaxî ji malbata Ayhan re xwest

KCD’ê bi peyamekê sersaxî ji gelê Riha, malbat, gelê Kurd û Partiya Demokratîk a Gelan re xwest.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)bi peyamekê sersaxî ji malbat Îbrahîm Ayhan ê parlemeterê berê yê HDP’ê yê Rihayê ku li Hewlêrê di encama kirzîa dil de jiyana xwe ji dest da re xwest û diyar kir ku wê têkoşîna Ayhan rêya wan diyar bike û têkoşîna wan xurt bike.

KCD’ê di peyama xwe de ev tişt got: “Wefata hevalê me Îbrahîm Ayhan, ji bo siyaseta demokratîk û gelê me êş û windahiyeke mezin e.

Biryardarî û sekna wî ya têkoşer, girêdana wî ya bi gelê re, dîsa hêvî û rêzdariya wî ya bi demokrasî û kesayeta wî ya têkoşer her demê rê nîşanî me bide û biryardariya me ya bi têkoşînê re xurt bike.

Di serî de sersaxî ji gelê Riha, malbat, gelê me û Partiya Demokratîk a Galan re dixwazin. Xudê hevalê me Îbrahîm Ayhan bi rehma xwe şa bike.”