KCD: Em hilbijartina komunan û referandûmê pîroz dikin

KCD'ê hilbijartina komunan û referandûm pîroz kir û got, "Roj berî rojekê divê em Kongreya Neteweyî ya Kurd li dar bixin û îradeya gelê xwe bi serfiraziyê tacîdar bikin."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro ji bo hilbijartina komunan û referandûmê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin,

"Gelê me yê li Rojava û Başûrê Kurdistanê di nava hefteyekê de çûn ser sindoqan û îradeya xwe nîşan dan. Hilbijartina komunan a li Rojava wê pêşengiyê ji azadiya gelan re bike û wê ji gelên cîhanê re bibe mînak. Em serkeftinê ji rêveberên komunan re dixwazin.”

'EM BI SERFIRAZIYÊ TACÎDAR BIKIN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser referandûma li Başûrê Kurdistanê û hat gotin, “Li gorî encamên fermî ji sedî 92.73 ‘erê’ derketiye û ev tişt îradeya gelê me destnîşan dike" û ev tişt hatin diyarkirin, "Divê ji kêmasiyên ji wergirtina biryara referandûmê heta roja hilbijartinê ders werin derxistin. Di warê wergirtina biryara referandûmê de her çiqasî fikra hevpar a her çar parçeyan nehatibe stendin jî, îradeya gelê me yê li Başûrê Kurdistanê di çarçovceya hiqûqa gerdûnî ya navneteweyî de meşrû ye û divê hurmet jê re were nîşandan.

Nirxandina îradeya gelê me ya rast û xwedîlêderketina îradeya hevpar peywira hemû partiyên Kurdistanî, sazî û dezgehên demokratîk û yên hemû kesan e. Divê îradeya gelê me ji berjewendiyên takekesî re nebin qurbanî û divê ev îrade bibe îradeya hevpar a hemû Kurdistanê. Rêya vî tiştî jî ev e ku divê roj berî rojekê Kongreya Neteweyî ya Kurd were lidarxistin û îradeya gelê me bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Em îradeya gelê xwe yê li Rojava û Başûr silav dikin û spasiyên xwe ji hemû kedkaran re dikin."