KCD: Em ê soza dawî ya Denizan bi cih bînin

Di salvegera darvekirina Denizan de KCD’ê got, ‘’Em pêkanîna gotina wan a dema ku dihatin darvekirin ji xwe re peywir û berpirsyarike dîrokî dibînin’’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di salvegera darvekirina Deniz Gezmiş û hevalên wî de daxuyaniyeke nivîskî da.

KCD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew di salvegera 45’an a darvekirina Deniz Gezmiş, Yusuv Aslan û Huseyîn Înan de, di şexsê wan de cûntaya faşîst a ku di şexsê gelan de têkoşîna demokrasî û azadiyê dixwazin bifetisînin û dîktatoriya AKP-MHP’ê ku heman faşîzmê destpêkê li ser Kurdan li ser hemû gelan dixwazin bidomînin şermezar dikin.

Bi domdarî hate gotin, ‘Dema ku Deniz,Yusuf û Huseyîn diçûne ser sehpeya darvekirinê bi serbilindî û biryardariya xwe planên gemarî yê cûntaya faşîst têk birine û bi gotina ‘Bijî Serxwebûna Tirk û Kurdan’’ dîktatoriya faşîst li cem dîrokê û gelên me mehkûm kirin. Tevgera Azadiya Kurd mîrateya pêşengên şoreşê bi fedekarî û têkoşîneke mezin didomînin, bi têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û Tirkiyê ji cuntaya faşîst hesab dipirsin.’’

 ‘SERFIRAZÎ WÊ YA BERXWEDÊRAN BE’

KCD’ê herî dawî wiha got: ‘’Em pêkanîna gotinên Denizan dema ku diçûne ser sehpaya darvekirinê, ji xwe re peywir û berpirsyariyeke dîrokî dibînin. Em careke dî dixwazin diyar bikin, di vê pêvajoya dîrokî de serfirazî teqez û teqez wê ya gelên berxwedêr be.’’