KCD'ê şehîdên Enfalê bibîr anîn

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), şehîdên komkujiya Enfalê ku 33 sal beriya niha ji hêla rejîma Seddem Huseyîn ve hatibû kirin, bibîr anîn. 

KCD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên Enfalê bibîr anîn. KCD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser komkujiyên heta niha li Kurdistanê hatine kirin û diyar kir, wê dagirker û dîktator hesab bidin. Daxuyanî wiha ye: "Bi sed salan dîktator û dagirkeran li Kurdistanê komkujî kirine. Dîktatorên niha jî heman polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. 

Di ser Komkujiya Enfalê re ku di dîroka mirovahiyê de weke deqeke şermê ye, 33 sal derbas bûn. 

14'ê Nîsana 1986'an komkujiya bi fermana dîktator Seddem Huseyîn dest pê kir, heta sala 1989'an bê navber dewam kir û 182 hezar mirovên me hatin şehîdxistin û di gorên komî de hatin veşartin. Bandor û zerara vî sûcê mirovahiyê hê jî didome. 

Komkujiya Enfalê, ne ya destpêk, ne jî ya dawî ya van komkujiyan e ku dewlet û dagirkerên Kurdistanê li dijî gelê Kurd pêk anîne. Komkujiyên Qoçgirî, Agirî, Zîlan, Dersim, Mereş û gelek komkujiyên din pêk anîne û ev polîtîkayên komkujiyê li Qamişlo, Roboskî, Şengal, Kobanê, Cizîr, Silopiya, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Geverê û di roja me de jî li Efrînê bi hilweşandin û talankirina bajaran ev komkujî tên domandin. 

Dewletên dagirker van komkujiyên xwe bi piştgirî û desteka hêzên emperyalîst pêk tînin. Lewre ev hêzên navneteweyî hevparên van komkujiyan e.

Lê belê rastiyek heye ku gelê me, gelên Kurdistanê yê berxwedêr, ti carî li ber dagirker û zodaran serî netewandiye û radest nebûye; her tim li ber xwe daye. Berdêla wê çi be bila bibe, dest ji azadiya xwe bernedaye. Lewre dîktator û zordar li pêşberî mirovahiy rûreş û sermezar bûne û vê berxwedan û sekna bi rûmet a gelê Kurdistanê hêvî, bawerî û wêrekî daye tevahiya gelên Rojhilata Navîn ku dest ji jiyana xwe ya azad û serbixwe bernedin. 

Em bi van hest û baweriyan di 33'emîn salvegera Enfalê de, vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Em bawer in ku wê hemû berpirsyarên wê yên herêmî û navneteweyî hesap bidin û wê têkoşîna me ya azadî û rizgariyê bi serketinê tacîdar bibe."