KCD: Di şexsê Irmak de siyaseta demokratîk ceza kirin!

KCD'ê diyar kir, ku birîna 10 sal cezayê girtîgehê li Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak, cezakirina siyaseta demokratîk û civaka rêxistinbûyî ya bi pêşengiya jinê ye.

Parlamentera Colemêrgê ya HDP'yî Selma Irmak, ku di operasyona 4'ê Mijdara 2016'an a dijî parlamenterên HDP'ê de hate girtin, ji ber karê xwe yê li nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

KCD'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "AKP li aliyekê faşîzma xwe li ser gelan dimeşîne û li aliyê din jî daraz kiriye ya AKP'ê û hemû muxalîfan davêje girtîgehê."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi operasyona qirkirina siyasî ya 4'ê Mijdara 2016'an di nava wan de Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Sabahat Tûncel jî hene gelek parlamenter û siyasetmedarên Kurd binçav kirin û girtin. Siyasetmedarên kurd ev salek e bi destê daraza AKP'ê li girtîgehan rehîn tên girtin û ceza li wan dibirin. Hevseroka me ya berê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP'yî Selma Irmak ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 10 sal ceza lê birîn. Ev ceza nîşan dide ku bê daraz çiqasî bûye parçeyeke darbeya Rewşa Awarte. 

Daraza AKP'ê bi van cezayan dixwaze civaka rêxistinkirî ya bi pêşengiya jinan derketiye holê û siyaseta demokratîk ceza bike. Divê were zanîn ku ev cezaya ku li Irmak birîne ne di hiqûqê de û ne jî di wijdanê gel de tu cihê wê tune ye. KCD ji damezrandina xwe heta niha xebatên xwe bi awayekî vekirî û bi gel re meşandiye û dimeşîne. Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku ji ber van xebatan cezakirina Irmak bi ti awayî nayê qebûlkirin. 

Wekî Kongreya Civaka Demokratîk daxwaz dikin ku di serî de birêz Irmak û hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan. Ji gel, sazî û dezgehên demokratîk re jî banga me ew e ku li hemberî daraza AKP'ê helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin û bi hemû girtiyên siyasî re di nava tevkariyê de bin."