KCD: Dersim her daîm rûmeta gelê Kurd e

"Tu qetlîam nekarin li pêşiya hêza azadî û berxwedana gel raweste. Ligel ku di qetlîam bi taybetî ji bo civaka Elewiyan trajediyek mezin be jî Dersim her daîm bû rûmeta gelê Kurd."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta salvegera komkujiya Dersimê daxuyanî da.

Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:

"Qetlîama Dersimê bi avakirina Netewe Dewletê destpê kiriye û polîtîkayên bişaftin û qirkirinê yên pêngava herî zêde bi xwîn e. Qetlîama Dersimê di salên pêşîn ên avakirina Komarê de gav bi gav hate plankirin. Di raporan hate diyar kirin ku Dersim her ku diçe Kurdewar dibe û gelek caran pêşniyara emeliyatê hatibû kirin. Piştî ku navê Dersimê wekî Tuncelî hate guhertin, ji bextê Mufetîşiya Taybet a Umumiye û rejîma zordest û faşist re hat hiştin. Piştî wê di navbera salên 1937-1938'an de qetlîam û sirgûnan destpê kir.

Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk deh hezaran mirovên xwe yên Elewî ku di Qetlîama Dersimê ya di navbera 1937-1938'an de pêk hat bi rêz bi bîrtinin û qetlîamê careke din bi hêrs lanet dikin. Wekî her car di vê qetlîamê de jî êşên herî giran jinan jiyî. Ji ber vê yekî herî zêde divê jin hesab bipirsin.

Tu qetlîam nekarin li pêşiya hêza azadî û berxwedana gel raweste. Ligel ku di qetlîam bi taybetî ji bo civaka Elewiyan trajediyek mezin be jî Dersim her daîm bû rûmeta gelê Kurd.

Bi wesîleya salvegera qetlîama Dersîmê, Wekî KCD’ê banga me ji raya giştî re ev e; Ev qetlîama ku li hemberî civaka Elewiyên Kurd pêk hat li hemberî hemû mirovahiyê pêk hat. Ji bo kiryarên vê qetlîamê aşkere bibin werin em arşîvên vê qetlîamê vekin û bi hev re dengê xwe bilind bikin. Li Dersimê sûcê mirovahiyê pêk hat. Ne tenê roja qetlîamê heta arşiv bên vekirin û cihên goristanan bên diyar kirin em bêdeng neminin.

Bi munasebeta Qetlîama Dersimê wekî Kongreya Civaka Demokratîk banga me ji bo gelê me ev e: Qetlîama ku li hemberî civaka Elewî pêk hatibe li dijî tevahî Kurdan pêk hatiye. Heta ku Kurd wekî Elewî, Sunî û Êzidiyan hevkariyê pêk neyne û Yekîtiya xwe ya Netewî ava neke dê ji qetlîamên bi vî rengî rizgar nebe. Ji ber wê yekî li hemberî polîtîkayên qetlîamker, koçberî, xizanî û bişaftinê peyvira me ya esasî û lezgîn avakirina Yekîtiya Netewî ye."