KCD, DBP, HDP: Ji bo xwedîderketina li Şengalê em dakevin kolanan!

Li Amedê KCD, DBP û HDP têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê li hev civiyan.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Guven di civînê de axivî û got, “Em ê bi giyanê Kobanê xwedî li Şengalê derkevin. Divê em a niha serî hildin û biqîrîn ku Şengal ne bi tenê ye. Ji îro û şûnde bila her kes planên xwe bikin; em dakevin kolanan”.

Li Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Amedê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Şengal û Rojavayê îro civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Rûken Akça, Hevseroka Bajêr a Amedê ya HDP’ê Gulsen Ozer, endamên TJA’yê û rêveberên DBP’ê beşdar bûn. Guven di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di destê sibehê de balefirên şer ên Tirk bombe li ser Şengalê barandine û got, “Me agahî stend ku pêşmerge, sivîl û şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em destûrê nadin ku vîna Kurdan were şikandin. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo êrîşan çavê wan hê jî li Şengalê ye. Piştî Kurdan êdî her kes dibin hedef ji wan re. YBŞ’ê parastina xwe kir. Gelê xwe diparêze.”

‘EM SERÎ HILDIN; NÎŞAN BIDIN KU ŞENGAL NE BI TENÊ YE’

Guven got, piştî ku AKP û MHP’ê di referandûmê de têkçûn ji bo guherandina rojevê ev êrîş kir û got, “AKP û MHP li hemberî Kurdan têk çû, Kurd bûn yek, AKP qediya. Em bang li hikumeta Başûr dikin,destûrê nedin ku leşkerên Tirk li axa we bidin. Yên li wê derê jiyana xwe ji dest dibin, kî dibe bila bibe xuşk û birayên me ne. Dev ji vê tifaqa qirêj berdin. Em li ser navê saziyên Kurdan diyar dikin ku êrîşên li ser Şengalê wekî ku li Amedê hatibe kirin, tu ferqa me tune. Divê her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek. Em çawa xwedî li Kobanê derketin, niha jî divê wisa be. Niha divê em serî hildin û biqîrin ku Şengal ne bi tenê ye.”

Leyla Guven bang li gel kir ku xwedî li Şengalê derkevin û got, “Ji îro şûnde divê her kes planên xwe bikin; em dakevin kolanan, kolan mafên me ne. Li Tirkiyeyê mirovan serî hildane, mafê dengdayîna xwe dixwazin. Pêvajo heman pêvajo ye. Li vê derê Rewşa Awarte heye, em vî tiştî qebûl nakin. Em ê bi giyanê Kobanê xwedî li Şengalê derkevin. Divê hêzên ku li Rojhilata Navîn asayîşê pêk tînin, destûrê nedin balefirên şer ku bombeyan bibarînin. Çima bêdeng man? Em ê peywira xwe bi cih bînin. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Em çawa di referandûmê de bi ser ketin, em ê dîsa bi ser bikevin.”