KCD: Cezayê dane Selma Irmak cezayê li siyaseta demokratîk e

KCD'ê li ser pejirandina cezayê derheqê hevseroka berê ya KCD'e Selma Irmak got, di şexsê Irmak de ev ceza li siyaseta demokratîk hatiye birîn.

KCD'ê li ser pejirandina cezayê derheqê hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak daxuyaniyeke niviskî da. KCD'ê diya kir Daraz Bilind a Tirk hiqûqa navnetewî, dad, wekhevî û mafê rêxistinbûnê hatiye binpêkirin û ev ceza hatiye pejirandin. KCD'ê got, ''Ev cezayê hatiye  pejirandin di şexsê Selma  Irmak de dane hemû jinên ku nexasim li dijî dirûvên desthilatê yên pirreng li hemû qadên jiyanê li ber xwe didin, dane siyaseta demokratîk û hemû gelê Kurd.''

KCD'ê bi berdewamî got, ''Bi vê polîtîkayê tê xwestin ku siyasetmedarên Kurd, saziyên Kurd ceza bikin. Bi vî rengî saziyên demokratîk û meşrû yên Kurdan dixwazin krîmînal bikin û siyaseta Kurd bifetisînin.''

KCD'ê her wiha got, ''Parastina KCD'ê parastina Kurdan e. Parastina KCD'ê parastina çareseriya demokratîk a meseleya Kurdan e. Heta ku pirsa azadiyê ya gelê me çareser bibe, wê têkoşîna Kongreya Civaka Demokratîk jî bidome. Utopyaya me ya avakirina civaka demokratîk li gel hemû zext û zordariyan jî wê bidome.''