KCÊE ji bo Şengalê bang kir: Em dakevin qadan

Koordînasyona Civaka Êzidxan a Ewropayê (KCÊE) ji bo xwedîderketina li Şengalê bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 26 û 27'ê Mijdarê bibin.

Bi zêdebûna metirsiya li ser Şengalê re Kurdistanî bi taybetî civaka Êzidî li her deverê dikeve nava liv û tevgerê. Bi vê armancê wê 26 û 27'ê Mijdarê li gelek bajarên Elmanyayê çalakî bên lidarxistin.

Koordînasyona Civaka Êzidxanê ya Ewropayê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Peymana Hewlêr-Bexda-Enqare ya Kazimî-Berzanî-Erdoğan bi lezûbez, dijwarî û xeteriya qirkirinê ya li ser civaka me ya Şengalê dikeve meriyetê. Di wan rojên dawî de, bi taybetî doh û îro bi hezaran hêzê arteşa Iraqê, wesayîtên zirxî û alavên leşkerî yên herî giran sewqî Şengalê hatine kirin. Seranserê sînorê Rojava-Şengal hatiye dorpêçkirin, cih û rêyên stratejîk ên Şengalê hatine girtin. Her weha dixwazin di serî de li navenda Şengalê, li tevahiya Şengalê bicih bibin û her derê bixin bin kontrola xwe."

Koordînasyonê hişyarî da ku hêzên Iraqê û PDK'ê li Şengalê xwe ji bo êrişekê amade kirine û ev yek di her kêliyê de dikare rû bide.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bexda-Hewlêr-Enqere du rê li pêşiya şervanên Êzdîxanê û gelê wê danîne. Dibêjin yan hûne teslîmî me bibin, yan jî hûne bên kuştin.

Em bang li hemû civaka xwe ya Êzîdî, Kurdistanî, derdorên dost û demokrat yên li seranserê Ewropayê dikin ku li dijî êrişa li hemberî Şengalê derkevin, piştgiriya xwe ya ji bo şervanên Êzdîxanê û civaka Êzîdî derxin asta herî jor. Bi deng û çalakiyên xwe ferzkirina bêrûmetî, mirinê ya li ser Şengalê û civaka Êzîdî qebûl nekin û pêşî li qirkirina wê bigrin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Li ser vî esasî divê  hemû pêkhateyên me, sazî, mal şax, ciwan, jin û kesên xîretkêj rojên 26 û 27’ê Mijdarê tevlî çalakiyên li bajarên Elmanya Berlin, Celle, Hannover, Kleve, Wesel, Sulingen û Sendenê bibin, bêrûmetî û mirinê qebûl nekin."

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ye:

Berlin:
Dem:26-11-2020
Cih:Leopoldplatz
Saet:18:00

Celle:
Dem:27-11-2020
Cih: Celle Brandplatz
Saet: 15 00

Hannover:
Dem: 27.11.2020
Cih: Haupbahnhof:
Saet: 14:00

Kleve:
Dem:27.11. 20200
Saet: 17.00
Cih: Herzog Straße 30
47533 Kleve

Wesel:
Dem: 27.11.2020
Saet: 16:30
Cih: Berliner Tor

Sulingen:
Dem: 27.11.2020
Saet:19:00
Cih: Nienburger Str23.
Sulingen

Senden:
Dem:27.11.2020
Cih:Mühlenfeld 23
Saet:18: 00
48308 Senden