KBDH'ê li polîsan û bazirganên narkotîkê yên AKP'î xist

Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ragihand ku li gelek bajaran li dijî polîsên Tirk û bazirganên narkotîkê yên AKP'î çalakî kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Şehîd Zîlan ên KBDH'ê de hate ragihandin ku 3'ê Adarê li taxa Cevdet Paşa ya Wanê, li dijî AKP'iyekî ku madeyên narkotîkê difirot, çalakî kirine.

Hate ragihandin ku wesayita kesê bi navê M.E.Ş. hatiye şewitandin ku vî kesî di heman demê de endam ji AKP'ê re peyda dikir.

Li gorî daxuyaniyê 2'ê Adarê li taxa Yenî ya navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayita bekçiyekî polîsên Tirk hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di şeva 27'ê Sibatê de li taxa Esenyûrtê ya Geverê yekîneyên wan avêtine ser qereqola polîsên tevgera taybet û bi bombeyan û çekan çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku demekê şer qewimî û piştî çalakiyê gelek ambûlans ketine hundirê qereolê, gelek polîs birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê yekîneya KBDH'ê ya çalakî kir bi rengekî serketî li qadên xwe yên ewle vegeriya.