Kaya: Em ê Çewlîgê ji AKP’ê rizgar bikin

Hevserokê HDP’ê yê Çewlîgê Veysî Kaya diyar kir ku AKP bajarê qedîm Çewlîg bi veguherandina bajarvaniyê, vegerand rantê û gel mexdûr kir. Kaya anî ziman ku Çewlîg ji AKP’ê bêzar bûye û bi dil germî HDP’ê himbêz dike.

Bajarê Çewlig ê Bakurê Kurdistanê yek ji bajarê herî xweş, xwedî xwerist, pêkhateyên bawerî, zaravayên Kirmanckî û Kurmancî û bajarekî dewlemend e. Çewlîg bi ava xwezayî ya ji zinaran di hereke, çiya û xwezaya xwe ya bedew dilê tevahiya Kurdistaniyan dagir dike. Bi nêzîkbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Çewlîgê lez da xebatên xwe, kûçe bi kuçe, tax bi tax bi gel re tê ba hev. Hevserokê HDP’ê yê Çewlîgê Veysî Kaya xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî ji ANF’ê re nirxand.

‘ÇEWLÎGÎ LI DIJÎ AKP’Ê BI BERTEKIN’

Kaya da zanîn ku bajarê qedîm Çewlîg berî çendin salan gelek xweştir bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: “AKP’ê bajarê Çewlîgê bi veguherandina bajarvaniyê, vegerand rantê û gel mexdûr kir. Çewlîg ji AKP’ê bêzar bûye û bi dil germî HDP’ê himbêz dike. Li Çewlîgê çoşa 7’ê Hezîranê heye. Li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên li herêmê bertekên mezin heye. Berovajî vê yekê j ili dijî HDP’ê himbêzkirinek heye. Li kuçe û taxa ku em diçînê em vê yekê dibînin. Berê ji ber zilma desthilatdariyê kesên ji tirsa nediwêran silav bidinhebûn. Lê belê niha em dibînin ku ev tirs hatiye şikandin. Ji ber vê yekê ji gelê Çewlîgê dixwazin em bi serbikevin. Em ê li Çewlîgê serbikevin û Çewlîg ya me ye.”

‘TIŞTA AKP BIDE GEL TUNEYE’

Kaya destnîşan kir ku AKP bi tifaqa MHP’ê welat xistiye nava xelekekê û wiha pêde çû: “Li Çewlîgê tişta ku AKP bide gel tuneye. Bi tifaqa xwe ya MHP’ê re welat xisitiye nava çemeberê. AKP di berê de jî navendperest bû û îro jî bi MHP’ê re navendpereste. Hişmendiya şaredartiya AKP’ê ji çand û vizyona bajarvaniyê pir dur e. Li şûna ku budçeyê li gorî pêdiviyên gel bi kar bîne, nîvê wê pêşkêşî alîgirê xwe kirine. Ji her deverên Çewlîgê av di pijiqe, lê qûtkirin avê ya li ser gel, gel bêzer kiriye. Gel bê kare û krîza aboriyê serê xwe girtiye û diçe. Dema ku em bi gel re tên ba hevdû, gel dibêje ji ber polîtîkayên hikûmetê me HDP baş fêm nekiriye. Lê belê êdî dem hatiye, kesê Çewlîgê bêzar dike em ê ji Çewlîgê bikin der.”

‘LI ÇEWLÎGÊ EM Ê DERIYÊ ZILMÊ BIŞKININ’

Kaya destnîşan kir ku bi germahiya gelê Çewlîgê wê 31’ê Adarê Çewlîgê ji AKP’ê rizgar bikin û wiha got: “Li Çewlîgê eger AKP serî li ti rêyên zordestiyê nede ji niha ve em serkeftine. Di 25’ê mehê de em mîtînga xwe lidar dixin û em tevahiya gelê xwe vedixwînin dîlan azadiyê û şikandina deriyê zilmê.”