Kasibkarek bi destê hêzên çekdar ên Îranê hate kuştin

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kasibkarekî din kuştin û du ji wan jî birîndar kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, îro hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşîn a ser bi Şino ve, êrîşî kasibkaran kirin.

Hate ragihandin ku ji ber vê êrîşa çekdarî kasibkar Rêbwar Umerzade ku ji gundê Puşawê ye jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha kasibkarê bi navê Resul Goran ê xelkê gundê Kanîreş bi giranî birîndar bûye.

Li gorî heman çavkaniyê di 20’ê Îlonê de jî, hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşînê a ser bi Pîranşarê êrîşê komek kolber kirine.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Mecîd Xalidzade (27) birîndar bûye.