Hewldana Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir

Newroz wê îsal li Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Hewldana Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê ya 2021'ê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.

Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, têkildarî pilansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021'ê li otel li navçeya Sûr a Amedê civiyan û deklarasyona Newrozê eşkere kirin.

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşitî, nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyan beşdarî civînê bûn.

Li eywana civînê pankarta dirûşma Newroza îsal 'Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" û her wiha pankartên bi nivîsên "Jin wê bi îsyana xwe agirê Newrozê geş bikin", "Newroz ji bo azadiya gelan doz e, ji bo yekîtiya Kurdan soz e" û "Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişikînin" hatin daliqandin.

Deklarasyon ango daxuyaniya Newrozê ya bi Kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û ya metna Tirkî jî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ve hat xwendin.

Daxuyaniya bi sernavê "Cejna Newrozê li Neteweya Kurd pîroz be" ya ji aliyê Kamaç ve hat xwendin wiha ye:

"Di dîrokê de, ahengeke piralî û hevsengî di navbera xweza, demsal û mirovahiyê de heye. Hatina biharê, guherîna demsal û xwezayê bandora xwe herî zêde li ser civakan dike. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî hêdî hêdî ji holê radibin. Ji bo wê bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin û pêşwaziyeke bêhempa ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Hatina biharê xunaviya vejînê li ser gelan dibarîne û dibe mizgîniya siberojeke ronî. Lewre jî bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne.

ŞEWQA AGIRÊ KAWA RONÎ KIR

Li Rojhilata Navîn, li Asya Navîn Û li gelek deverên cîhanê bi helwest û bi cûreyên cuda cuda Newroz tê pîroz kirin. Lê çi dibe bila bibe Newroz bi sed sala ye ku ji Kurdan re bûye cejna neteweyî. Çirîsên agirê Kawa li çol û çiyayê heremê belav bûn, şewqa agirê Kawa çiya şiyar û rohnî kir. Bi vê şewq û wan çirîsên agirê Kawa ew kesên ku ji ber zilma Dahak reviya bûn, koç kiribûn li hev kom bûn û li ber agirê Kawa cejna Newrozê afirandin. Reqs û govend li dar xistin, ji wê rojê heta îro ew agir bû roja cejn û azadiyê. Cejna Newrozê diyariya gelê Kurd e ji hemû gelên heremê re ye.

Newroz bîranîna vê tekoşînê ye û nîşana kesên di vê têkoşînê de li gel mezlûman tevdigerin, piştevaniya heq û dadî dikin. Newroz her salê 21'ê Adarê geşkirina hişmendiya Kawa ye, li ber Dehaqên serdemê.

GELÊ KURD BI ÊRIŞÊN GIRAN RE RÛBIRÛ YE

Em Newroza 2021'ê, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Di serdema îroyî de hem li cîhanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir dibin, zext û zordariyên Dehaqan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qeyîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakur gelê Kurd bi êrişên giran re rû bi rû ye.

BILA TECRÎD RABE

Dixwazin hem daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, hem jî destketiyên gelê Kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û li tevahiya girtîgehan li ser girtiyên siyasî hatiye ferzkirin, zext û fişarên li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî, êrişên li dijî îrade û hebûna Kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Ev tev nîşanên înkarkirina gelê Kurd e.

Bêguman Newroz ji bo miletê Kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi têkoşîna Kawayê hesinkar ala Newrozê digehe asta herî bilind. Newroz roja serhildanê ye li hember zordarî, zulm û her cûreyê neheqiyê ye. Ev neheqî ne qedera me ye, ew zulm û zordariya Dehaqan bi gurzê Kawa hat hilweşandin.

Her Newroz têkoşîna azadiyê ya miletê Kurd bi awayekî xurttir û geştir derdixe holê. Her wiha Newroz diyariya gelê Kurd e, ji bo gelên mezlûm yên li cîhanê û ji komên bindest re nîşaneya azadiyê ye, nîşaneke dîrokî ya têkoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.

Îro li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tunekirina miletê Kurd zêdetir dibin. Lê divê em bi rêxistinîbûyîn û bi biryarbûn, xwe li hember van êrîşan her xurt bikin.

Îro em dikarin bi sekna xwe tesîrek mezin li ser qedera xwe bikin û vê bixin pêngavek girîng a destxistina azadiyê. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir bi hev re, bi fedekarî tevbigerin û berpirsiyariya parastin û pêşvebirina yekitî û hêzbûnê bi cih bînin.

NEWROZ BILA BIBE WESÎLEYA YEKÎTIYÊ

Her wiha ji bo xebatên yekitiya neteweyî yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê divê piştgirî bê dayîn. Her pêngav û hewla neteweyî gelek bi qîmet e. Yekitiya neteweyî, ji bo têkoşîna azadiyê pêwîst e.

Em dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê nasîna miletê Kurd û teslîmkirina mafê Kurdan e. Sedemê vê pirsgirêkê yên ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixine holê dîsa ew in. Newroz ji bo gihîştina van armancan bi mîsyona xwe ya dîrokî îlhama herî mezin e.

Bi van hest û nêrinan em dibêjin; Em ê bi agirê Kawayê hesinkar govenda azadiyê bigerînin, bi rengên xwe yekîtiyê xurt bikin.

Em Newroza 2021'ê bi dirûşmeya 'Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin' pîroz dikin. Newroz cejna xwişk û biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekîtiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye.

Newroz li gelê kurd û Kurdistaniyan pîroz be!

Newroz ji temamê gelên herêmê re pîroz be!"