Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî girseyî dewam dike

Li Edene, Qoser û Êlihê, bi beşdariya bi hezaran kesî ji bo hilbijartinê çalakî hatin lidarxistin.

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê li Parka Îsmet Înonu standa hilbijartinê danî. Jin û ciwanan li ber erbaneyê daxwaza dengan ji bo HDP'ê kirin. Tevî namzetên HDP'ê gele kes tevlî bûn.

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, li yekemîn buroya hilbijartinê ya jinê ku li Qoserê vekir, şahiyek li dar xist. Li buroya hilbijartinê ya li taxa Berçemê, bi dehan kes piştî fitarê li hev civiyan û li ber dahol û zirneyê govend gerandin.

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî buroyeke nû ya hilbijartinê vekir. Buroya hilbijartinê bi rengekî girseyî li Bahçelîevlerê hate vekirin. Merasîma vekirinê veguherî mîtîngê.