Karayilan: Sala 34'an sala azadiya Kurdistanê û Rêber Apo ye

Fermandarê Navenda Parastina Gel Karayilan, li çiyayên Kurdistanê xîtabî bi sedan gerîlayan kir û got; "Êdî ti hêz nikare pêşî li azadiya Kurdistanê bigire. Gerîla êdî wê bibe gerîlayên serketinê."

Pêngava 15'ê Tebaxê, ku di nava gelê Kurd de weke Cejna Vejînê tê dîtin, di salvegera 33'an de bi merasîmeke bi heybet li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate pîrozkirin. Qada pîrozbahiyê bi alên PKK, KCK, HPG, YJA Starê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, Zozan Çewlîg, Bahoz Erdal û Gulîstan Gulhat, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Bozan Tekîn û bi sedan gerîla beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, Mûrat Karayilan ji gerîla re axivî.

'GERÎLA WÊ BIBE GERÎLAYÊN SERKETINÊ'

Karayilan di destpêk axaftina xwe de Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, dayikên şehîdan û hemû Hêzên Parastinê yên gelê Kurdistanê pîroz kir.

Fermandarê Biryargeha Navendî Karayilan got, "Xwediyê rasteqîn ê vê rojê, şehîdên leheng in" û bal kişand ser bandora Pêngava 15'ê Tebaxê li ser dîroka Kurdistanê û herêmê. Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku Hêzên Parastinê yên Gelê Kurdistanê, ku li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê dest bi têkoşînê kirin, îro bûne temînata paşeroja herêmê.

Karayilan diyar kir, gerîla ispat kiriye ku têk naçe, lê belê ev têrê nake, divê gerîla bibe gerîlayên serketinê. Karayilan got, ji bo vê jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê fedakariyên bi her rengî bikin.

Piştî axaftina Karayilan, gerîlayên beşdarî merasîmê bûn cejn li hev pîroz kirin û li ser wateya rojê civîn lidar xistin. Her wiha li ber stran û dirûşman govend gerandin. Di dawiya pîrozbahiya bi coş û moral de, gerîla dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî 15'ê Tebaxê" qîriyan.

Beşek ji axaftina Karayilan, ku di merasîma 15'ê Tebaxê de kir, wiha ye:

'XWEDIYÊ RASTEQÎN Ê VÊ ROJÊ, ŞEHÎDÊN ME YÊN LEHENG IN'

"Beriya her tiştî, bi navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ez Pêngava 15'ê Tebaxê di salvegera 33'an de li Rêber Apo pîroz dikim, dilsoziya xwe tînim ziman û silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Cejna Vejînê, li tevahiya gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, dayikên şehîdan û hemû hevrêyan pîroz be!

Yên ku îro kirin rojeke pîroz, bi destana xwe ya berxwedanê Cejna Vejînê afirandin, dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi xwîna xwe xemilandin, şehîdên me yên leheng in. Ew xwediyê rasteqîn ê vê rojê ne. Em hemû şehîdên xwe yên şoreşê, di şexsê fermandarê mezin hevrê Egîd de bi bîr tînin û soza ku me dane wan careke din dubare dikin: Ey şehîd! Bila dilê we şad be. Çeka we li erdê namîne; ala we ji her demê bêhtir bilind bûye û doza we wê bi ser bikeve."

'15'Ê TEBAXÊ NEBÛYA, ŞOREŞA ROJAVA JÎ NEDIBÛ'

"Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê gelê me ji tinebûnê rizgar kiriye. Pêngava 15'ê Tebaxê rê li ber gelek pêşketinên girîng ên neteweyî jî vekiriye. Beriya her tiştî Şoreşa Vejînê afirandiye. Li ser bingeha şoreşa ramanî, civakî û jinê, civaka Kurdistanê ji nû ve afirandiye. Di destketiyên çar parçeyên Kurdistanê de roleke mezin a Pêngava 15'ê Tebaxê heye. Li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê eger şerê li Bakurê Kurdistanê nebûya, îro destketiyên li Başûrê Kurdistanê, Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê nedibûn."

'EWLEKARIYA RÊBER APO, EWLEKARIYA HEMÛ LÎDERÊN TIRKIYEYÊ YE'

"Li Herêma Rojhilata Navîn îro şer diqewime. Her kes dizane ku piştî vî şerî wê Rojhilata Navîn ji nû ve bê dîzaynkirin. Di vî şerî de têkoşîna azadiyê û gelê Kurd derketine pêş. Ji ber vê yekê dijminên Kurdistanê gelekî hêrs bûne. Her yek ji aliyê xwe ve êrîş dike. Bi taybetî mêtingeriya Tirk êrîşî Rêber Apo, gelê me û tevgera me dike. Ev du sal in ev êrîş berfireh bûne. Ev êrîş ewilî ji Îmraliyê dest pê kirin. Sîstema Îmraliyê ya heyî, sîstema qirkirina civaka Kurd e. Tecrîd, îzolasyon û îşkenceya psîkolojîk a sîstema Îmraliyê tê wateya qirkirina li Kurdistanê. Îro li Îmraliyê êrîş li vîn û paşeroja gelê me tê kirin. Gel û tevgera me êdî nema dikare xwe li vê rabigire. Divê Erdogan zanibe; bi sîstema Îmraliyê û bi dijminatiya li Kurdan re nikare tiştekî bi dest bixe. Wekî din, divê Erdogan zanbe ku eger îro dijî, ev yek bi saya Rêber Apo ye. Me berê jî got; em careke din dibêjin: Ewlekariya Rêber Apo, di heman demê de ewlekariya hemû lîderên Tirkiyeyê ye. Lazim e ev rastî ji aliyê her kesî ve were zanîn."

'EGER NE JI GERÎLA BÛYA, WÊ DAIŞ BIBÛYA BELAYEKÎ MEZIN LI SERÊ MIROVAHIYÊ'

"Em Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, leşkerên Rêber Apo ne. Em hêzeke fedayî û profesyonel in. Em bi parastina tevahiya Kurdistanê erkdar in. Eger Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi hawara Şengalê ve neçûbûya, wê civaka me ya Êzidî a li Şengalê bihata qirkirin, li Şengalê wê komkujiya sedsalê bihata kirin. Eger Gerîlayên Azadiya Kurdistanê negîhaştibûna berxwedan û banga Kobanê, îro Kobanê nedima û li Kobanê wê ala DAIŞ'ê li ba bûya. Wê mîna îro DAIŞ têk neçûya; berevajî wê li Rojhilata Navîn hê xurtir bûya û bibûya belayekî mezin li serê tevahiya mirovahiyê."

'TI HÊZ ÊDÎ NIKARE PÊŞÎ LI AZADIYA KURDISTANÊ BIGIRE'

"Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ku heta niha erk û wezîfeyên xwe bi cih anîn, wê ji niha û pê ve jî bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û bi rengekî serketî bi cih bînin. Dewleta Tirk û artêşa wê îro nikare ji erdê ve li dijî me şer bikin. Ew bi balafirên şer êrîş dikin û bi vî rengî dixwazin xwe biparêzin, hebûna xwe bidomînin. Lê belê mêtingeriya Tirk nema dikare bi vê rêbazê hebûna xwe bidomînin. Divê her kes zanibe, faşîzma AKP-MHPê di dema herî qels a dîroka mêtingeriyê de ne. Ti hêz êdî nikare pêşî li azadiya Kurdistanê bigire."

'JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊWÎSTÎ BI AFIRANDINA STRATEJIYEKE HEVPAR HEYE'

"Em ji vê derê, di vê pêvajoya girîng a Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dixwazin 2 bangan bikin:

Ya yekemîn. Em dibêjin; ji bo vê dema girîng di çarçoveya berjewendiyên gelê xwe de bi kar bînin, divê yekîtiya neteweyî pêk were. Em bang li hemû aliyan dikin ku li her çar parçeyên Kurdistanê li hev bicivin, stratejiyeke hevpar a neteweyî ava bikin û li ser vê bingehê ji bo serketina doza azadiyê ya Kurdistanê her kes bi wezîfeyên xwe rabin."

'BILA CIWAN BERÊ XWE BIDIN REFÊN GERÎLA'

"Banga me ya duyemîn jî li ciwanên Kurd e. Di vê dema dîrokî û girîng de bila ciwanên Kurdistanê yên dilovan, bila keç û xortên Kurd bi rola xwe rabin. Di vê demê de Hêzên Parastina Kurdistanê mezin bikin, xurt bikin. Ev yek mijareke girîng û stratejîk e. Li ku dibin bila bibin, divê ciwanên Kurd cihê xwe di nava refên hêzên parastinê de bigirin. Di nava kîjan hêzê de dibe bila bibe, ya girîng xurtkirina Hêzên Parastina Kurdistanê ye. Pêwîste vê yekê ji xwe re weke hêzeke pîroz bibîne û li ser vê bingehê tevlî bibe."

'ŞOREŞA KURDAN ÊDÎ VEGUHERIYE ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN'

"Di serî de gelê Bakur, divê tevahiya gelê Kurdistanê zanibe, rejîma AKP-MHP'ê, di dema dawî de ye. Ev rejîma faşîst, li cîhanê jî, li nava Tirkiyeyê jî bi tenê maye. Têkoşîna gelê me, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyî û herêmî û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê êdî bi ser bikeve. Dijmin, tevî ku ji her alî ve qels bûye, gelekî zêde derewan dike û şerê psîkolojîk dimeşîne. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê jî her bi pêş ve diçe. Têkoşîna me êdî ne tenê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye, di heman demê de têkoşîna şoreşa Rojhilata Navîn e. Eger em îro li dijî mêtingeriya Tirkiyeyê bi ser bikevin, wê ne tenê Kurdistana zad bibe; di heman demê de Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Eger Şoreşa Rojava li Sûriyeyê bi ser bikeve,, ne tenê gelê Kurd wê gelê Ereb jî bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Yanî Şoreşa Kurdan êdî bûye Şoreşa Rojhilata Navîn; şoreşa demokrasî û azadiyê ya gelan. Li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo, têkoşîna şoreşê ya li Kurdistanê, wê bi xwe re Şoreşa Rojhilata Navîn jî biafirîne."

'SALA 34'AN WÊ BIBE SALA MEŞA AZADIYÊ YA RÊBER APO Û KURDISTANÊ'

"Em dixwazin sala 34'an a 15'ê Tebaxê bikin sala serketineke mezin. Meşa sala 34'an, wê bibe meşa azadiyê ya Rêber Apo û Kurdistanê. Weke ku tê dîtin, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ispat kirine ku têk naçin. Lê belê bûyerên ku diqewimin nîşan didin ku têkneçûn bi tena serê xwe têrê nake. Pêwîste Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bibin hêzeke serketinê. Bi vê armancê li Akademiyên Apollo û hemû akademiyan perwerde tên kirin û ev perwerde gelekî girîng in. Em dixwazin li ser bingeha tecrûbeya xwe ya 33 salan xwe kûr bikin, hunera mirovan, mejiyê mirovan, pisporiya mirovan xurt bikin û gerîlayên profesyonel-nûjen biafirînin. Em dixwazin gerîlayên serketinê bi vî rengî biafrînin. Armanca me ev e. Di sala 34'an de elm dixwazin bi meşa serketinê ya li ser bingeha ruhê 15'ê Tebaxê de gerîlayê profesyonel bixin meriyetê. Bi vî rengî em ê bendewariyên gelê Kurdistanê û xeyalên şehîdên xwe yên leheng bi cih bînin.

Bi vê bîr û baweriyê, ez careke din Cejna Vejînê li gelê me û hemû hevrêyan pîroz dikim. Meşa me ya bi ruhê 15'ê Tebaxê wê bibe meşa serketinê."