Karayilan qala welatparêziya Malbata Gulo kiribû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo Malbata Gulo ya hate qetilkirin beriya bi salan gotibû, "Ji bo me pîvana bingehîn a mirovahiyê xwedîderketina li şopa van lehengan e."

Malbata Gulo ya ku 9'ê Mijdarê Apê Yûsifê Gulo û 2 neviyên wî ji Qamişloyê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, bi welatparêziyê tê naskirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan sala 2010'an ku hingî Hevserokê KCK'ê bû têkildarî kurê Yûsifê Gulo Nûrettîn û Îsa yên şehîd bûn axivî bû. Karayilan wiha gotibû:

"Hevalê Nûrettîn ji mala Gulo ye, kurê Yûsifê Gulo ye. Mala Gulo li Qamişloyê malbateke naskirî ye, bi welatparêziyê tê naskirin û hîn di destpêka 80'î de bi tevgera me re têkiliya xwe çêdibe. Bi vî rengî her diçe di xebatê de pêşketin bi ferdên malbatê re çêdibe. Hevalê Nûrettîn jî di ciwaniya xwe de tevger nas kiribû. Her çû hîn zêde beşdarî xebatê bû. Min hevalê Nûrettîn sala 1987'an de nas kir. Wê demê xebatê herêmê nû dihate sererastkirin. Di wê dema sererastkirinê de hevalê Nûrettîn û ji heman taxê Salih ji malbata Berakatan, herdu ji xwe hevalên hev bûn. Bi hev re bi rengekî çalak tevlî kar bûn. Hevalê Nûrettîn Gulo tevî ku zewicî bû, mala xwe hebû, zarokên xwe hebûn her tim weke fedayiyakî ji bo biçe karên derve, bi taybetî biçe karê bakur hewl dida.

Piştî ku demekê di karê herêma Qamişloyê de cih girt, çû qada Serokatî. Li akademiya Mahsûm Korkmaz perwerde dît. Di dema perwerdeyê de ez çûbûm akademiyê û tevlî karên perwerdeyê bûm. Hevalekî di perwerdeyê de jî serketî bû. Ji ber ku di nava me de, di serketinê de tişta bingehîn biryarbûn e. Dema ku yek xwedî biryar be ew hîn zêde ji dil dibe û fedakarî pê re kûr dibe û ji bo wê jî di kar de digihêje asteke serketî. Hevalê Nûrettîn jî kesekî bi vî rengî bû. Bi esasî ku ji akademiyê derket û pê ve dixwest biça bakur. Lê belê yekser nehate şandin, nîqaş bû, demekê hate herêmê berpirsyarî rakir. Di komîteya berpirsyariyê de cih girt. Piştî wê demekê şûnde çû welat. Berî biçe welat di karên sînor de jî dem bi dem cih girt, kesekî wêrek bû, bi biryar bû. Bi rastî di fedakariyê de, di cesaretê de asteke xwe ya bilind hebû. Me ev yek di pratîkê de bi xwe didît.

Hevalê Nûrettîn li bakur di karê gerîla de jî heman fedakarî û asteke serketî pratîk meşand. Şehadeta wî ji bo tevahiya herêma Qamişlo ji bo malbata Gulo bêguman weke bû pêşengek, bû mesajek. Ji ber ku li herêmê yê li pêş bû. Hem di kar de hem jî bi şehîdbûna xwe ji bo herêmê bû mesajek. Bi taybetî mala Gulo jê û şûnde gelek kes hîn bêhtir bi bandor bû. Ji xwe birayê xwe jî di heman xetê de şoreşgerekî xurt bû. Ew jî şehîd ket. Di nava mala Gulo de wekî din pir şehîd çêbûn.

Herî dawî ji heman malbatê şehîd Sabrî Gulo şehîd ket. Ji tevahiya rêzên şehîdan re heval Nûrettîn bû pêşeng. Hîn di wê demê de bi durustî, fedakarî û wêrekiya xwe ji her kesî re bû nimûne. Mirov dikare bêje, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê hinek hevalên ku pêşiya şoreşgertiyê kişandin hebûn. Weke hevalê Îsmaîl, hevalê Mûhîttîn, hevalê Qere Omer, hevalê Rifet hinek heval hebûn. Yek ji wan hevalan jî hevalê Nûrettîn bû. Bi rastî wan ji bo ruhekî şoreşgerî di Rojavayê Kurdistanê de bi pêş bikeve xwedî roleke pêşeng bûn. Yanî hem dema li wir kar dikir, bi fedakariya nîşan dan û dûre hatin welat bi heman coşê, moralê û biryarê têkoşîn meşandin û şehîd ketin. Ev bêguman durustiya PKK'ê nîşan dida. Yek PKK'î çawa gotin û emelê xwe yek e, ji wê re bûn nimûne. Ji bo wê şehadeta van hevalan şehadeta hevalê Nûrettîn ji bo tevahiya Rojavayê Kurdistanê wateyeke xwe ya mesajê heye. Ji ber ku ev hevalna bi sedan mirovan re axivîn, digotin beşdar bibin, alîkariyê bikin, bi dost bin. Bi xwe jî di kar de her tim fedakarî kirin û hatin di têkoşînê de cih girtin, di asta herî jor de şehîd ketin. Ji ber wê ew pêşengên me ne, şehîdên me pêşengên me ne. Em şopdarên wan e. Şehîd heval Nûrettîn Gulo di karwanê şehîdên me de cihekî xwe yê bi rûmet heye. Em ê her tim şopdarê wan bin. Ti carî em ê wan ji bîr nakin. Ji bo mirovahî pîvana mirovahiyê ya esasî di şopdariya van qehremanan re derbas dibe. Ev kesên leheng in. Eger mirovên ji rêzê bûna dikarîbûn bigotina em li mala xwe ne, em ê li cihê xwe bin. Lê belê wan kesên ji bo welatê xwe, paşeroja welatê xwe canê xwe feda kirine. Lewma mirovên bilind in, mezin in, bi rûmet in. Em her tim deyndarê wan e. Di vê çarçoveyê de divê berî her kesî mirovên ku bi hevalên weke hevalê Nûrettîn Gulo re mirovatiya xwe heye, malbatvaniya xwe heye û hevalbendiya xwe heye ew xwe berpirsyar bibînin. Ez bawerim dikim ku malbata Gulo bi giştî di vê çarçoveyê de wê xwedî pratîk be. Ji ber ku heta niha wilo ye. Yanî wê şopdarê hevrê Nûrettîn ti carî bernedin, wê her tim tê de kûr bibin. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk di xeta şehîd Nûrettînan de wê tevahiya gelê Kurd di serî de malbata Gulo hîn zêdetir li erkên xwe xwedî derkeve. Di vê mijarê de bîr û baweriya me heta dawiyê heye. Bi vê wesîleyê careke din ji bo tevahiya gelê me yê Qamişlo, ji bo malbata heval Nûrettîn Gulo û ji bo tevahiya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê silav dikim, rêza xwe pêşkêş dikim. Ti carî şehîd Nûrettîn namire, wê her tim rêberê doza me bin, rêberê têkoşîna me bin. Di serketina têkoşîna azadiya Kurdistanê de em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."