Karayilan: Gerîla wê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî bike

Mûrat Karayilan: Gerîlayên azadiya Kurdistanê wê bi rengekî dîrokî li dijî hewldanên dewleta Tirk a mêtinger li ber xwe bidin ku dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo serxistina vê berxwedanê wê hemû hêza xwe bi kar bînin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel û Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, der barê grevên birçîbûnê, peyamên Ocalan û pêvajoya dema bê, bersiv da pirsên me.

Birêz Karayilan, artêşa Tirk li herêma Xakurkê dest bi êrîşê kir û li herêmê şer didome. Beriya her tiştî em dixwazin nêrînên we li ser vê mijarê werbigirin.

Beriya her tiştî cejna Remezanê ya pîroz li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz dikim. Hêvî dikim di vê cejna pîroz de wê biratî, yekîtî û piştrevanî ya li Kurdistanê xurt bibe.

Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk saleke di asta herî bilind de gef li Rojava xwar, hîn jî dixwe. Xuya ye ji bo êrîşî Rojava bike nekarî destûrê ji efendiyên xwe werbigire. Lewma berê xwe da Xakurkê. Ji ber ku vê zîhniyeta nîjadperest, şoven û faşîst desthilatdariya xwe bi dijberiya li Kurdan girê daye. Naxwaze di vê mijarê de valahiyekê bihêle.

LI XAKURKÊ OPERASYON NÎNE, ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ HEYE

Berê jî planên xwe yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê tine bûn?

Bêguman planên xwe yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hebûn. Ji ber ku destûr ji bo dagirkirina Rojava wernegirt, ji bo polîtîkayên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bixin meriyetê ketin nava liv û tevgerê û niha êrîşî Xakurkê dike. Dixwazim vê yekê destnîşan bikim; ya ku dewleta Tirk li Xakurkê dike operasyon nîne, dagirkerî ye. Ev dagirkerî jî demkî nîne, dagirkeriyeke mayinde ye. Rastî ev e û divê her kes vê rastiyê bibîne.

Rayedarên Tirk timî dibêjin, 'PKK kengî qediya em ê ji Başûr vekişin'...

Gelo PKK dikare biqede? Ti carî naqede. Rastiyeke mîna PKK'ê ku xwedî hêzeke ewqasî mezin a girseyî ye, di nava şert û mercên dijwar de bûye xwedî hêzeke xurt a têkoşînê, gelo dikare biqede? Qet û qet ev nepêkan e.

Wê demê ev gotinên Tirkiyeyê têne çi wateyê?

Ev gotinên dewleta Tirk tên vê wateyê; 'Ez Başûrê Kurdistanê dagir dikim'. Bi van gotinan nîşan dide ku dixwaze bi rengekî mayinde dagir bike.

RÊVEBERIYÊN BAŞÛRÊ KURDSITANÊ Û IRAQÊ LI PÊŞBERÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG IN!

Helwesta otorîteya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û rêveberiya Iraqê li dijî vê yekê çi ye?

Belê, ev xusûseke girîng e. Rêxistinên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî desthilatdariya heyî ya li Başûrê Kurdistanê, her wiha dewleta Iraqê li pêşberî van êrîşan bêdeng in. Dibe ku hin hêzan nerazîbûn nîşan da bin. Lê belê bi giştî nêzîkatiyeke ji rêzê heye û bêdeng in. Ev yek rewşeke gelekî cidî ye. Bi taybetî, eger desthilatdariya Başûr li pêşberî vê bêdeng be, wê demê ya li hev kirine, ya jî qebûl kirine. Haya wan jê heye. Divê em bi vê baş zanibin; Dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê xwedî hesabên gelekî cidî ye. Qebûlkirina dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya jidestdana Kerkûkê.

Çawa?

Ji ber ku yek ji hesabên dewleta Tirk a mêtinger ew e ku li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, li wê derê destê xwe xurt bike, xwe xurt bike û piştre Kerkûkê ji Başûrê Kurdistanê qut bike. Yek ji armancên xwe ev e. Her ku dewleta Tirk li Başûr bi cih bibe wê destê xwe jî di vê mijarê de xurt bike.

Em dibêjin; bila desthilatdariya Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de destê dewleta Tirk xurt neke. Xurtkirina destê dewleta Tirk tê wateya birîna guliyê binê lingê xwe. Li şûna vê yekê divê xwedî li berjewendiyên neteweyî derkevin. Bêguman dewleta Tirk li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e û dixwaze destketiyên gelê Kurd hemûyan ji holê rake. Lewma em dibêjin ku ya heyî şaşitî ye û divê ev şaşitî teqez bê sererastkirin.

Hûn helwesta gelê Başûr a li dijî dagirkeriyê çawa dinirxînin?

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê gelekî welatparêz e û ji bo azadiyê berdêlên mezin daye. Ji Enfalê, ji Helebçeyê hatiye derbaskirin. Bi sed hezaran şehîd daye. Rêz û hurmeta me ji vî gelî re bêdawî ye. Mîna li Şeladizê gelê me yê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê bi hêrseke mezin e. Hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi taybetî hêza desthiladar divê guh bide vê baldariya gel û li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne. Em bang li hemû hêzan dikin ku li dijî dagirkirina xaka Kurdistanê ku bi navê 'Li dijî PKK'ê operasyonê dikim' pêk tê, dengê xwe bilind bikin û têkoşînê xurt bikin.

GERÎLA WÊ BERXWEDANEKE LI ZEMÊN BERBELAVBÛYÎ BIKE

Li dijî planên êrîş û dagirkeriyê ku we behsa wê kirî pozîsyona hêzên we çi ne û ji niha û pê de wê çawa bibe?

Gerîla, ti şik û guman jê nîne wê li dijî dagirkeriyê bersiva hewce bide û berxwedaniya hewce bike. Li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a mêtingera li ser Başûrê Kurdistanê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê berxwedaniyeke dîrokî bikin û ji bo ku vê berxwedanê bibin serî wê hemû hêza xwe deyne holê. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hêzeke wiha ya gihayî ye ku xwedî tecrûbeyeke mezin e, heta niha bi pratîkê jî ev nîşan daye û ji niha û pê de jî wê vê biçespîne. Lê binerin; dewleta Tirk eva ji salekê zêdetir e girê Lêlikanê dagir kiriye. Bi çalakiyên ku gerîla li Lêlikanê kiriye bi sedan leşkerên Tirk hatine kuştin. Lê dewleta Tirk vê bi israr ji gelê Tirkiyê vedişêre. Li ser vî karî dehbeyekî bi navê Hulîsî Akar heye, ku ne yî Tirk e û bi eslê xwe Çerkez e û dijminê Kurdan e. Ev şexs her roj derewan li gelê Tirkiyê dike. Rast naaxive û rastiyan vedişêre.

Gelê Tirkiyê li Lêlikanê bi sedan welatiyên xwe winda kir. Me ev nedixwest. Lê polîtîkaya wan a mêtinger û qirker sedema vê ya sereke ye. Niha jî, wekî ku hewl didin ku Xakurkê dagir bikin gerîla jî li dijî vê dagirkeriyê wê helwesta xwe û berxwedaniya xwe tund be. Ev ne bi rojekê be, wê berxwedaniyeke li zemên berbelav bûyî be û wê berdêla armancên dagirker ên li ser wan qadan ji bo artêşa Tirk giran be. Gerîla bi vê biryardariyê ye.

Baş e, artêşa Tirk van êrîşan bi serê xwe dike an hin hêzên din jî destekê didinê?

Em baş pê dizanin ku li dijî me dewleta Tirk û artêşa Tirk bi serê xwe şer nake, tim bi desteka mezin a gladyoya NATO'yê, di serî de DYE, bi desteka NATO'yê li dijî mer şer dike. Hemû komkujiyên ku li ser Kurdan kirine tim bi desteka NATO'yê kirine. Bêyî desteka wan dewleta Tirk nikare tiştekî wiha bike. Niha jî bi heman destekê êrîşê bi ser me de tînin. Em baş pê dizanin ku dewleta Tirk bêyî desteka NATO'yê li dijî gelê Kurd van gavên faşîst, mêtinger bi vê astê nikare bidomîne.

MIJARA LIHEVKIRINA BI ÎRANÊ RE!

Rêzdar Karayilan, herêma navborî her wiha sînorê Îranê ye jî. Ti rista Îranê di van êrîşan de heye? An jî, ev êrîş çendî bi Îranê re têkildar in?

Heke em bînin bîra xwe, biharî wezîrekî hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê û piştre jî Erdogan bi xwe gotin, wan, "Ji bo operasyona li ser PKK'ê bi Îranê re li hev kirine." Dewleta Tirk li dijî Kurdan siyaseta qirkirinê dike. Niha ya ku dewleta Tirk rê ve dibe, berê wê diyar dike aqilê MHP'ê ye. Fikra wan a ji bo Kurdan tenê kuştin e, tinekirin e. Niha dixwazin Îranê jî bikin hevkarê vê polîtîkaya nîjatperest û şowenî. Lê lîderên Îranê bi qasî ku nekevin van kemînan xwedî tecrûbe ne. Ji ber vê jî, bi ya me Komara Îslamî ya Îranê wê ti qîmetê nede van daxwazên nîjatperest û şowen ên dewleta Tirk.

Baş e, Erdoan çima daxuyaniyeke wiha da?

Ji xwe ev gotinên Erdogan ên li ser vê mijarê li hewa man. Ji ber ku heta niha me tevgereke hevpar nedîtiye û em bawer nakin ku ji niha û pê de jî bibe. A rast ev provakasyonek bû. Ango ji bo ku Îranê bikişînin nav provakasyonê Erdogan daxuyaniyên wiha dan. Armanca wan ew bû ku zorê li Îranê bike. Çi kesê ku bi polîtîkayên Erdogan dizane, dişopîne ev dîtiye û herî pir a ku wê vê bibîne rayedarên dewleta Îranê ne.

TAQEK DI PERGALA TECRÎDÊ DE HATE VEKIRIN

Bi çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê parêzerên Rêzdar Ocalan du caran li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Vê rewşê li ber geşedanên çawa vekir û ew ê veke?

Di dîroka têkoşîna me ya yek ji çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ne, yên ku di çarçoveya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ hatin kirin. 200 rojan li girtîgeh, Kurdistan, Ewropa û heta Kanadayê, li her dera cîhanê ev çalakî hatin lidarxistin. Asteke geleke girîng bi dest xist. Ji ber vê jî şoreşgera hêja Leyla Guven di serî de, ez hemû çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi hestên şoreşgerî silav dikim. Barê ku divê me hilgirta, wan hilgirt û bedena xwe danîn holê. Ev ji bo me peyameke gelekî girîng e. Bi vê berxwedana xwe re êşkence û tecrîda derveyî mirovayetî û hiqûqê ya li ser Rêbertiya me û di şexsê Rêbertiya me de li ser hemû gelê me dihat kirin, nîşanî cîhanê û raya giştî ya navneteweyî dan. Di pergala tecrîda li ser Rêber Apo de taqek vekirin. Dewleta Tirk li hemberî van çalakiyan gelekî tengijî û li hemberî biryardariya çalakgeran bi paş ve gav avêt. Wekî ku tê zanîn beriya wê jî bi çend taktîkan xwestin çalakiyan sabote bikin. Ji ber helwesta xurt a çalakgeran piştî 8 salan di 2 û 22’ê Gulanê de destûr dan ku parêzer biçin hevdîtinê. Dewleta Tirk di vî warî de bi paş ve gav avêt. Li hemberî raya giştî ya li xwe mikur hatin ku tecrîd li derveyî hiqûqê ye.

Piştî van hevdîtinan gelo ji bo ku hevdîtin bi rêkûpêk were kirin, tu garantî heye?

Li pêş raya giştî daxuyanî dan. Dixwazî bila li gorî daxuyaniya xwe tevbigerin yan jî tevnegerin, ev tiştekî naguherîne. Ji ber ku berxwedan bi ser ketiye. Di vê berxwedanê de, çalakiyên fedaî yên 8 hevalan ên wekî Zulkuf Gezen û Ayhen Behçet û fedakariyên mezin ê dayikan hene. Heta ku ev helwestên qehremanî û çalakî nebûna, wê di pergala hişk a dewleta Tirk de taq nehatina vekirin.

PEYAMA JI BO DAYÎKAN

Ez şehîdên me yên qehreman bi bîr tînim ên ku bi giyanekî fedaî di vê pêvajoyê de şehîd bûn. Ez soza xwe ya ji bo wan dîsa dubare dikim. Ez destê dayikên me yên fedakara radimûsim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez balê dikşînim ser vî tiştî ku em ê layîqî wan bin. Armanca me ev e ku em bibin zarokên baş ên dayikên me. Hewldana me ji bo vî tiştî ye. Meşa me ya li ser vê rêyê wê bidome.

Piştî çar salan peyamên rêzdar Ocalan di raya giştî de hatin belavkirin. Derbarê çarçoveya vê peyamê fikra we çi ye?

Erê, piştî çar salan daxuyaniyên Rêbertiya me di raya giştî de hatin parvekirin, ev ji bo me gelekî girîng e. Ev peyam ji bo me, ji bo Tirkiye û gelên herêmê gelekî girîng e. Formulasyona çareseriyê ya Rêbertiya me ya ku ji 7 xalan pêk tê, tê de çarçoveya çareserkirina hemû kêşeyan heye. Em ê hewl bidin Rêbertiya xwe fêm bikin, tevkariyê li hewldanên wî bikin û destê wî xurt bikin.

NIHA DORA ŞIKANDINA TECRÎDÊ Û AZADKIRINA RÊBER APO YE

Van peyaman nîşan daye ku ji bo çareseriya kêşeyên Kurdistan, Tirkiye û herêmê Rêber Apo hêza çareserî û mifteya çareseriyê ye. Niha jî dora şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber vê jî divê gelê Kurd, jin û ciwan bi moralekî bilind peyama çalakgerên rojiya mirinê têxin pratîkê. Çawa ku çalakiya 14’ê Tîrmehê bû bingeha pêngava 15’ê Tebaxê, divê ev çalakî jî teqez bergîdaniyeke wê ya wisa hebe. Divê em peyama van çalakiyan baş fêm bikin, meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi pêş bixin. Niha dema wê ye. Em li ser vê biryarê ne ku, em di vê serdemê de bi ser bikevin. Hemû gelê me û dostên me, ji bo ku perspektîfên Rêber Apo têkevin meriyetê divê berpirsyariya xwe pêk bînin û divê tevlî vê pêvajoyê bibin. Divê ciwanên Kurdistanê tevlêbûneke pêwist bike.

BANGA JI BO HÊZÊN KURD

We qala êrîşên dagirker kir û we bangî gel kir. Bi awayekî şênber divê gelê Kurd ji niha û şûnde çi bike?

Di qonaxa vê dîrokê de, pêwistiya gelê me bi yekîtî û stratejiya neteweyî ya hevpar heye. Tê zanîn ku li herêmê şerek heye. Di vî şerî de, her kes ji bo herêmê ji xwe re hin hesaban dike. Bi polîtîkayên demdirêj re eleqedar dibin. Divê em Kurd bi hesabên demkurt û nêziktêdayînên teng nêzî vê pêvajoyê nebin. Divê em jî hesabê dahatûyê bikin û polîtîkayên me divê li gorî vî tiştî be. Ji bo serkeftina dahatûyê û em doza gelê xwe ragihînin dahatûyê ev tişt pêwist e. Ev dahatûyeke demdirêj e. Bi yekîtî û stratejiyeke hevpar serkeftin wê pêk were. Ji ber vê jî kesên ku ji xwe re dibêjin em welatparêzin divê, hesabên biçûk û teng nekin. Di vê serdemê de divê ne berjewendiyên biçûk ên rêxistinî hebe, divê berjewendiyên neteweyî derkevin pêş. Bi wesîleya cejna pîroz, ez bang li hemû serokên rêxistin, sazî û dezgehên li Kurdistanê dikim, divê em kêşeyên xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Em yekîtiya neteweyî ya demokratîk a ku bendewariya gelê me ye, li ser stratejiya hevpar têxin meriyetê. Ez careke din diyar dikim, em PKK em amade ne ku berpirsyariya xwe ya di vî warî de pêk bînin. Ez Cejna Remezanê hemû hemû gelê me û nûnerên partiyên siyasî pîroz dikim. Di meşa wan a azadiyê de ez serkeftinê ji gelê me re dixwazim.