Karayilan: Gefên li ser Rojava îlana şer a li dijî hemû Kurdan e

Karayilan bal kişand ser gefên rejîma Tirk ên li ser Rojava-Bakurê Sûriyeyê û got, "Ev yek ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Tenê armanceke vê konseptê heye: Kurd nebin xwedî statu."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û bersiv da pirsên nûçegihan Rosîda Mardîn.

Karayilan got, "Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di serdemeke girîng de ye. Bûyerên ku di vê pêvajoya dîrokî de diqewimin ji bo gelê Kurd gelekî girîng in. Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya gelê me niha gihaştiye asteke girîng. Dijminên me ji vê astê ditirsin. Ji ber ku azadiya gelê Kurd li dijî xwe tehlûke dibînin. Lewma êrîş dikin."

ÊRÎŞ WÊ BÊ BERSIV NEMÎNIN

Karayilan bal kişand ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê û ji malbatên 7 sivîlên ji ber bomberdûmanê şehîd bûn, ji gelê Kurd û şêniyên Şengal û Mexmûrê re sersaxî xwest.

Karayilan got, "Ev êrîşa tirsonekî û namerdî wê bê bersiv nemîne, wê bersiv jê re bê dayin. Xwîna mirovên me wê li erdê nemîne, wê tola wan bê hilanîn. Dijminê me bi namerdî êrîş bir ser gelê me yê sivîl ê li Mexmûr û Şengalê. Ev yek jî ji bo xwe weke serketinê nîşan dan.... Bi 20 balafirên şer 7 mirovên me yên sivîl şehîd xistin û bêyî li ber xwe bikevin gotin ku ew serketî ne. Erdogan kuştina Kurdan ji bo xwe weke serketinê dibîne. Çi sivîl, çi jin, çi zarok, hemûyan dikuje. Dijminê li hemberî me dijminekî wiha ye. Bi kuştina sivîlan, bi kuştina gelê Kurd ê bê guney pesnê xwe dide. Bi qasî ku em dibînin, dijmin wê êrîşên xwe yên bi vî rengî yên namerdî bidomîne. Berxwedana gelê me û şerê me yê li dijî vê jî wê dewam bike."

ÇAVÊN XWE LI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DIGIRIN

Karayilan diyar kir, dewleta Tirk bi tena serê xwe êrîşî Mexmûr û Şengalê nekir û got, "Eger destek jê re nehatibûya dayin, êrîş nehatibûya pejirandin, zehmet bû ku bi 20 balafiran êrîşî nava Iraqê bikin. Ji xwe êrîş di nava çend deqeyan de hatin kirin. Xuya ye hinekan derî li ber van êrîşan vekirine."

Karayilan bi bîr xist ku li Şengalê HPG nîne, hêza xweparastinê ya Şengalê YBŞ heye ku ji zarokên Êzidî pêk tê, lê tevî vê yekê jî êrîş birin ser Şengalê.

NEXŞERÊYA DAÎŞ'Ê Û YA ERDOGAN YEK E

Karayilan got, kampa Mexmûrê jî wargeheke sivîlan e û wiha dewam kir: "Dema ku mirov bala xwe didin ser van êrîşan, xusûseke balkêş derdikeve pêşiya mirovan. DAÎŞ'ê destpêkê êrîş bir ser Şengalê, piştre êrîşî Mexmûrê kir. Dûre êrîş bir ser Kerkûkê û berê xwe da Kobanê. Bala xwe bidinê; niha jî Erdogan heman tiştî dike. Hêza ku sala 2014'an berê DAÎŞ'ê da van herêman, rejîma Enqereyê ya faşîst bû. Plan û nexşerêya DAÎŞ'ê û ya rejîma Enqereyê yek e. Ya ku bi destê yekî nekarî bikin, niha hewl tê dayin ji aliyê yê din ve bê kirin."

KONSEPTA REJÎMA ENQEREYÊ QIRKIRINA KURDAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan işaret bi gefên rejîma Tirk ên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev tespît kir: "Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve êrîşa li ser rojhilatê Firatê ji bo rejîma Enqereyê ya faşîst xwedî gelek zehmetiyan e. Gefên tên xwarin, îlana şer e li dijî Kurdan. Ne tenê li dijî gelê Rojava ye. Konsepta giştî ya dewleta Tirk a qirker mêtinger wiha ye. Sê sal in em tînin ziman, em bi hêzên li derveyî xwe, bi taybetî bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re jî parve dikin. Dewleta Tirk êdî derbasî konsepteke nû bû. AKP-MHP-Ergeneko û neteweperestan tifaqek danîn û di çarçoveya vê konseptê de tevdigerin. Naveroka vê konseptê jî ew e ku ne tenê li nava sînorê Tirkiyeyê, li derveyî sînor jî êrîş li Kurdan bê kirin, bên dagirkirin û kontrolkirin."

ARMANCA KONSEPTÊ, PÊŞÎGIRTINA LI STATUYA KURDAN E

Mûrat Karayilan diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn wê bi dîzayneke nû biqede û divê gelê Kurd jî cihê xwe di nava vê yekê de bigire. Karayilan got, "Rejîma Enqere ya faşîst ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e dibêje, 'li herêmê şer heye, piştî şer wê dîzayneke nû çêbibe, em jî li şûna xwe rûnenên û êrîş bikin. Eger em vê nekin Kurd wê bibin xwedî statu, Kurdistan wê ava bibe û ev jî tê wateya parçebûna Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê divê Kurd hemû bên kontrolkirin. Bi sûdwergirtina ji vê dîzaynê divê em sînorê Mîsakî Millî bi dest bixin'. Mîsakî Millî çi ye? Herêma ji Helebê heta Şengalê, Mûsilê û Kerkûkê ye. Li ser bingeha vê konseptê tevdigerin. Dewleta Tirk a qirker mêtinger berê tenê êrîşî Bakurê Kurdistanê dikir û bombe li Başûrê Kurdistanê dibaran. Lê bala xwe bidinê; kete nava Sûriyeyê, xwe gihand heta Cerablûs, Bab, Ezaz, Efrînê û niha jî dixwaze berê xwe bide temamiya Rojava. Ev yek ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî hemû Kurdistanê ye. Tenê armanceke vê konseptê heye: Divê Kurd nebin xwedî statu!"

Mûrat Karayilan anî ziman, ku niha Erdogan li Tirkiyeyê sîstema dewletê vedigeruhîne sîstema desthilatdariya şexsekî û got, "Eger ji destê wî bê wê ne tenê Bakur, her wiha Rojava û Başûr, Rojhilat tevlî vê sîstemê bike û vê sîstema xwe li ser înkarkirina hemû Kurdan ava bike. Lewma temamkirina qirkirina Kurdan ji bo xwe weke meseleyeke cidî dibîne. Bêguman ev nayê wê wateyê ku her tişt ji destê wî tê. Ji ber ku em êdî neteweyek in, em xwedî hêz in, xwedî derfet in û rewşa me ya li herêmê xurt e. Ji xwe ji ber ku ew ji vê ditirsin êrîş dikin. Konsepteke wiha ya rejîma Enqereyê heye, lê belê ne di wê pozîsyonê de ye ku karibe her tiştî bike."

DIJMINÊN ME DIBIN YEK, ÇIMA EM NABIN YEK

Li ser vê bingehê Karayilan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û got, "Li ser yekîtiya neteweyî me heta niha gelek tişt got, gelek caran me bal kişand ser girîngiya wê. Bi hezaran carî jî be em ê dubare bikin. Em bala xwe bidin dewletên mêtinger ên Kurdistan dagir kirine: hemû dijminê hev in, xwîna hev dimêjin, lê dema mesele dibe Kurd û Kurdistan li hev rûdinên û li hev dikin. Dewletên Sûriye û Tirkiyeyê 7 salan li dijî hev di rewşa şer de ne, lê niha hevdîtinan bi hev re dikin û di hin konseptan de li hev dikin. Lê em Kurd, tevî ku di heman keştiyê de ne em çima li dora platformeke hevpar nikarin li hev bicivin? Ev yek ji bo me kêmasiyeke cidî ye. Ev yek ji bo me şerm e."

Karayilan destnîşan kir, eger dijminên Kurdan ewqasî êrîş dikin û wan ji nedîtî ve tên ev yek ji ber kêmasiya wan e û got, "Dijberên me li dijî me dibin yek, gelo em çima nabin yek? Îzaha vê yekê nîne, kes nikare îzah bike. Divê em êdî dawî li vê rewşê bînin û çareyekê jê re peyda bikin."

JI BO YEKÎTIYÊ NE DERENG E

Karayilan gava sala 2013'an a ji bo yekîtiya neteweyî hate avêtin bi bîr xist û got, "Me destpêkê bi PDK'ê re nîqaş kir, piştre bi YNK'ê re û dûre bi rêxistinên din ên Kurdan re. Pêvajoyeke dîrokî derkete holê. Eger ew pêvajoya yekîtiya neteweyî hingî bi ser biketa, rewş niha gelekî cuda bû."

Karayilan got, tevî ku hinekî dereng jî ketibe, ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî hîn ne dereng e.

EFRÎN EYNIKA RASTIYA TIRKIYEYÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku Efrîn eynika rastiya dewleta Tirk e û got, "Eger kesek bixwaze Tirkiyeyê nas bike bila li Efrînê binere, bila bibîne bê bi destê çeteyan li wir çi tê kirin. li Efrînê paqijiya etnîkî tê kirin, ku li devereke din a dinyayê bi vî rengî nehatiye kirin. ENKS bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye, gelek rêveberên ENKS'ê niha li Tirkieyyê ne, li Stenbolê di otelan de ne. Ji ENSK'ê hebû ku dema Tirkiyeyê Efrîn dagir kir wê ya ew bikira desthilatdar an jî şirîkê desthilatdariyê. Li benda vê bûn. Lê ev nebû. Ji ber ku Erdogan dema berê xwe da Efrînê ne ji bo tasfiyekirina PYD'ê çû, ji bo tasfiyekirina temamiya Kurdan çû. Divê mirov nekevin pey xeyalên pûç, lazim e mirov rasteqîn be û yê li hemberî xwe nas bike. Hevserokê PYD'ê berê diçû Tirkiyeyê bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir. Lê belê armanca dewleta Tirk ew e ku Efrînê ji destê Kurdan derxîne. Ev yek bi eşkere derket holê. Piştî kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê rastî divê êdî bê fêhmkirin. Lê belê hîn jî hewl didin xwe li Tirkiyeyê bigirin. Yekîtiya neteweyî bi vî rengî nabe. Divê êdî ji wan deveran derkevin, bi dijmin re nebin yek. Ev yek ji bilî xurtkirina destê Tirkiyeyê, ji bilî rewakirina siyaseta qirkirinê bi kêrî tiştekî nayê. Her kes dikare siyasetê û dîplomasiyê bike, lê bi pereyê dijmin, bi xwespartina pişta xwe li dijmin, ne siyaset e. Em naxwazin gotinên giran bêjin, lê belê ev yek koletî ye. Bendewariya me ew e ku ji vê rewşê derkevin. Bila ji gel dijmin biçin, bibin yek."

SIYASET Û DÎPLOMASÎ DEMA BI HÊZA XWE HATE KIRIN, HINGÎ HÊJA YE

Di dewama axaftina xwe de Karaylian got, "Hinek radibin dibêjin, li dijî êrîşan em li hev ko bibin, siyasetê bikin, dîplomasiyê bikin, pêşî li êrîşan bigirin. Destketiyên gelê kurd tenê bi siyaset û dîplomasiyê nayê parastin. Divê tu xwe bike hêz, bibe xwedî îrade. Siyaset û dîplomasî dema ku te li ser bingeha hêza xwe meşand, hingî watedar û hêja ye. Civakên ku xwe nekirine hêz û îrade nikarin bijîn. Ji ber ku hinekî din vî mafê nade te, te efû nake. Tu yê bibe xwedî îrade û hêz, tu yê civaka xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide û li ser vê yekê siyasetê bike."

DEWLETA TIRK QET NE XURT E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk bi taybetî jî Erdogan şerekî giran ê psîkolojîk dimeşîne û got, "Propagandaya welê dike ku xwe weke dewleteke gelekî mezin, xwedî teknîkeke mezin nîşan dide û dibêje, kîjan deverê bixwaze dikare wir bi dest bixe. Hewl dide xwe rastiya xwe binepixînin. Lê belê rastî ne welê ye. 40 sal in em li dijî dewleta T.C. şer dikin, em pê zanin bê hêza wê çi ye. Gelê Rojava bi xwe dît bê berxwedana Nisêbînê çawa bû. Dewleta Tirk 9 mehan nekarî bikeve nava Nisêbînê. Artêşa Tirk kete nava Sendroma Nisêbînê. Şirnex jî bi vî rengî bû. Li Cizîrê piştî ku fêhm kirin cebilxaneya berxwedêran qediya, ketin nava navçeyê. Li Sûrê bi pêşengiya fermandar Çiyager 60 heval 105 rojan li ber artêşa Tirk sekinînin. Eger sekneke bi îrade were nîşandan, dewleta Tirk qet ne xurt e."

BI RUHÊ GELHAT Û ARÎNAN SERKETIN MISOGER E

Karayilan diyar kir, rewşa li Efrînê û tevahiya Rojava jî bi heman rengî ye û got, "Efrîn ji sê aliyan ve hate dorpêçkirin, cihekî teng bû. Avantajên dewleta Tirk gelek bûn. Lê belê niha li Rojava sînorekî ji 500 kîlometreyî heye. Dewlet Tirk ji ku derê bikevin hundir, wê li wir bê dorpêçkirin. Li gorî tecrûbeya 40 salî ya leşkerî em dikarin pêşniyar bikin; bila amadekariyên xwe baş bikin. Rêveberiya Rojava, fermandarên wan daxuyanî dan, gotin ku amade ne. Em jî pê bawer in ku bi vî rengî ne. Bi nêzîkatiyeke di çarçoveya taktîkeke rast de dikarin bi ser bikevin. Ji ber ku gelên Kurd û Ereb i hev re ne, derfet gelek in. Raya giştî wê piştgiriyê bidin wan; berxwedana YPG-YPJ'ê li cîhanê deng veda. Ji ber ku wan paytexta DAÎŞ'ê Reqa xistin. Niha jî hîn li Hecînê li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke xurt dikin. Raya giştî ya cîhanê û Kurd hemû wê piştgiriyê bidin wan. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin. Ruhê berxwedana Kobanê, ruhê yekîtiya neteweyî, ruhê Gelhatan, Arîn Mîrkanan eger di nava hêzên QSD, YPG û YPJ'ê de serdest be, serketin misoger e."

DIVÊ ŞER DI ÇARÇOVEYEKE TENG DE NEYÊ NIRXANDIN

Karayilan destnîşan kir ku şer di vê di çarçoveyeke teng de neyê nirxandin û got, "Pêwîste li ser aliyên wê yên siyasî û dîplomatîk jî rawestin. Dema ku şer dest pê kir, divê dîplomasî û siyaset jî bi xurtî werin kirin. Xusûseke din a girîng jî rola gelê xwecihî ye. Temamiya gelê li Efrînê welatparêz bû, lê belê di nava şer de nehate birêxistinkirin, hemû li Efrînê kom bûn. Ya esasî ev yek şaş bû. Lê belê niha divê her kes li gundê xwe be, her kes li bajarokê xwe be. Divê gel li cihê xwe bimîne û bibe mertalên zindî. Ji bo serketina şervanan çi ji destê wan tê divê bikin. Şervan jî divê bersiva vê yekê bidin."

TECRÎDKIRINA RÊBER APO TECRÎDKIRINA HEMÛ GELAN E

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman, tecrîda li Îmraliyê di çarçoveya konsepta qirkirinê de ye.

Karayilan bi bîr xist ku dema biryar li ser konsepta qirkirina Kurdan hate dayin, ev yek bi tecrîdkirina li Îmraliyê dest pê kir û ragihand, êrîşên li ser Bakur, Rojava, Başûr bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ne.

Karayilan got, "Ev yek jî nîşan dide ku gelê me wê bi rengekî giştî li ber xwe bide. Em di pêvajoyeke stratejîk û girîng de ne. Êdî dem hatiye ku di tûrikê kê de çi hebe, wê derxîne. Di demeke wiha de grevên birçîbûnê girîng û watedar in. Gotina 'Tecrîdkirina Rêber Apo tecrîdkirina gelê Kurd e' rastiyek e. Lewma rabûna li ber tecrîdê sekneke bi rûmet û şoreşgerî ye."

ÇALAKIYA LEYLA GUVEN NÎŞANEYA DESTPÊKÊ BÛ

Karayilan ragihand, siyasetmedar, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven bi biryara xwe bi roleke girîng rabû û got, "Ev çalakî bû nîşaneya destpêkê û rê li ber berxwedanê vekir. 4 roj piştî Leyla Guven 6 hevalên jin ên girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Emîne Înan, Rmeziye Karadag û hevalên din ên ji ji xwe dest pê kiribûn. Lê belê zêde neket rojevê. Bêguman Leyla Guven parlamenter e, biryara xwe li dadgehê eşkere kir û bi rola pêşengiyê rabû."

BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ WÊ CAREKE DIN BI SER BIKEVE

Karayilan bi bîr xist ku berxwedana greva birçîbûnê pêl bi pêl belav dibe û got, "Berxweadna ku bi pêşengiya Leyla Guven li zindana Amedê dest pê kir wê careke din civakî bibe û li nava girseyan belav bibe. Li Başûr, Rojava, Bakur û Ewropayê çalakiyên piştgiriyê hene. Divê em vê hovîtî û zilma dewleta Tirk nîşanî tevahiya cîhanê bidin. Êşkence li Rêberê Gelê Kurd tê kirin. Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê terorê li destketiyên gelê Kurd dike. Kiryarên rejîma Enqereyê ya faşîst, terorîzma herî mezin e."

Karayilan diyar kir, derfetên pêşîgirtina li vê zilm û zordariyê heye û got, "Berxwedana gelê me wê mezin bibe. Erdogan bi fen û fûtan, bi gefan nikare kesî bitirsîne. Yê ku têk biçe ew bi xwe ye."

Karayilan di dawiya axaftina xwe de got, "Eger em Kurd, hêzên demokrat li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, li her deverê ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê bibin eyk û têbikoşin, em ê karibin pêla faşîzmê bişikînin û doza azadî û demokarsiyê bi ser bixînin.

Karayilan di şexsê Leyla Guven de hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û serketin ji wan re xwest.