Karayilan: Erdogan Sedamê serdema nû ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Ya wê nêzîkatiya xwe ya li hemberî Kurdan biguherînin, ya jî wê Kurd rêya serxwebûnê esas bigirin. Derfetên vê hene."

Karayilan bi zimanekî tund plana AKP'ê ya li hemberî şaredariyên li Kurdistanê rexne kir û û diyar kir, AKP bi vê gavê ve dixwaze şer berfireh bike. Karayilan destnîşan kir, ku hêza gelê Kurd heye ji bo mewziyên xwe biparêze û got, "Ew ê winda bikin, em ê bi ser bikevin. Em dixwazin vê pêvajoya pêngavî veguherînin pêngava serketinê."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, di bernameyek taybet a Stêrk TV de bersiv da pirsên li ser rojevê.

* We diyar kir ku, "em di dema xwe ya herî bi hêz de ne, ger em bibin yek em dikarin bi şereke bi koordîne bajaran rizgar bikin, her wiha dewleta Tirk di dema xwe ya herî lawaz de ye." Berovajî wê bi taybet Serokkomarê Tirk Erdogan diyar dike ku 'wê tine bibin, ya wê bibe yan wê bibe, her wiha dibêjin 'vê derê biterikînin.' Li gel wê dibêjin, 'çekê xwe binerd bikin û kordînata wê jî ji me re bibêjin.' Yanî li hemberî van gotina hûn dikarin çi bibêjin?

Niha beriya hemû tiştî ji wan gotinên min, wateya 'hema em ê wisa bikin' dernakeve. Lê encamê derketî wisa ye. Lê ji vir û wiha bi rêbazên hîn serketî, ku gelê me jî bikaribe beşdar bibe û xwe komî hev bike û bi rêbazên encamgirtî ve em ê têkoşînê hem li bajar hem li deşt hem jî li çiya hîn bilindtir bikin. Di demê pêşiya me de wê ev têkoşîna bilind bibe, bi rêbazên nû û hîn balkêş ê ku milet diparêze rêbazeke wisa wê pêş bikeve.

Niha gotinên Erdogan berê wê 23 salan Tansû Çîler jî gotibû 'ya wê biqede ya wê biqede' Erdogan jî wisa got 'wê biqede' lê ji bo hevokên Tansû Çîler bi kar neyne wî jî got, 'ya wê bibe, ya wê bibe'. Evana tiştên sanal in. PKK di dîrokê xwe de di lutkeyê herî bilind de ye. PKK yek gav paşve navêje. Ew ê welatê me biterikînin, ew dagirkerin. Bi xwe raber kirin, yekî were li welatekî, milet hemû li ber xwe bide, xaniyê milet hemû xera bike, ew artêşa çi ye? Dagirker e. Ango di van 10 mehan de baş eşkere bû ku artêşa Tirk li Kurdistanê artêşeke dagirker e. Ne yê vî miletî ye. Milet hemû da ber xwe. Niha dibêje, 'şer'. Mesela niha li Geverê ji 19'ê Nîsanê şûn ve kes di bajêr de tine ye. Baş e, ji 19'ê Nîsanê heya 31'ê Gulanê dewleta Tirkiyê qedexe dewam kir û li Geverê çi kir? Xaniyê xelkê xera kir. Gundê ku lê şer nîne, taxên ku şer nîne çûn xera kir. Yanî xwestin xelkê me ceza bikin. Ev çi ye? Dijminatî ye.

Niha artêşa Tirk an jî dewleta Tirk li Kurdistanê li ku derê heye? Ez ji we re bibêjim li ku derê heye, di hundirê maşîneyên zirxî de heye û di hundirê qereqolên ku wekî keleyan hatine çêkirin  de heye. De ka jîr in bila rehet derkevin nav milet û di nav milet de weke dewleteke hebin! Nîn in. Dewlet li Kurdistanê niha xwe xistiye hundirê zirx, xwe xistiye hundirê keleyê û hatiye ji me re dibêje 'terk bikin'! Pêwîste hûn terk bikin ne em! Ger ku yekî dike terk bike hebe ew jî hûn in. Ev welat welatê me, yê bav û kalê me ye. Li gorî dîrokê ji 10 hezar salan vir ve ev gela li vir dijî. Hûn doh, pêr hatine vir. Kî kê ji ku derê diqewitîne! Tiştekê werga nabe, tiştekê wisa nîne. Ew zeîf bûne, qiyametê raber dikin dibêjin, 'yan bila herin, yan bila çekan binerd bikin û kordînatê jî bidin me' na, ev rê rêbaza şerê psîkolojîk e, lewma wisa dibêjin. Ew jî baş dizanin ku ne wisa ye. Ne em, ew ji welatê me derkevin.

Ji xwe niha miletê me xweserî xwest. Xweserî çi ye? Di hundirê sînorê Tirkiyê de em bibin yek û xwe bi rê ve bibin. Niha ew bi tang û top hatin ser bajaran xera kirin. Bi şervanan nikaribûn, xaniyên miletê me xera kirin û wisa xwestin encam bigirin. Wisa jî dibêjin 'me encam girt', fedî nakin. Lê di vir de tiştek heye, nexwe evana qet û qet fersend nadin ku gelê Kurd bibe îrade.

* Bînali Yildirim daxuyanî dabû, gotibû 'peyamên agirbestê ji me re tên ragihandin' li ser vê yekê jî tevgera we di 16'ê Hezîranê de daxuyanî dabû, gotibû 'heya behsa Kurd bi awayekî neyê naskirin em li gel kesî narûnin' gotinên Bînalî Yildirim tên çi wateyê?

We jî anî ziman, rêveberiya me eşkere kir, daxuyanî da. Ew gotinê Bînalî Yildirim di çarçoveyê  şerê taybet de ne. Derewan dikin heval. Weke ku em zeîf bûne, me agahî ji wan re şandiye ku em hevdîtin bikin. Tiştekê wisa tine ye. Beriya hemû tiştî niha li Kurdistanê qirkirin heye, jenosîd heye. Hêzekê ku jenosîdê li Kurdistanê dimeşîne em ê çawa jê re bibêjin em li hev birûnin! Ev ne mumkûne. Ji xwe rêveberiya me eşkere kir, tiştekê wisa nîne. Lê ev heye, hinek hêzên navneteweyî û hinek hêzên dost bang dikin, dibêjin 'ev şera dike bi ku ve biçe, pêwîste raweste.' Me gotiye, em çareseriyê aştiyane re jî hene. Lê bi çi şertî? Heya ku Rêber Apo azad nebe ne mumkûne êdî ev şer bisekine. Pêwîste her kes vê bizanibe. Li Kurdistanê xweserî qebûl bibe, Rêber Apo azad bibe. Ev nebe nabe, êdî ne mumkûne. Ji bona vê yekê di vê serdemê ku têkoşîna azadiya Kurdistan bilind bûye de ku herêma Rojhilata Navîn îro dikele ku dike zemînê avakirina Kurdistanê çêdibe wisa ew nikarin ji me re bibêjin 'vir terk bikin biçin.' Kî wê ji ku biçe? Ne wisa ye.

Yek jî ev derket holê, eger ku ewana bi hinek rêyên dost ango bi hinek hêzên navneteweyî dixwazin di vê meseleyê de dîalog çêbibe û çareserî bibe. Heya dewleta Tirkiyê AKP bi vê zîhniyetê nijadperest û faşîst neterikîne û bixwazibe miletê me, gelê me bêîrade û bêhal bike çareserî çênabe û wê çaxê em ê rêya xwe bi xwe hilbijêrin. Rêya me heye, em dikarin serbixwe bin jî, em ne muhtacî wan in. Em dikarin rêya xwe bi xwe hilbijêrin ango Kurdistaneke serbixwe di vê demê de mumkûne û di rojevê de ye. Ji bona wê em ne bê bijar in. Bijariyên me hene. Yanî ev dewlet ger ku li hember xwestekeke mahsumane wekî xweseriya demokratîk wisa bi awayekî wehş, bi her cure çekê giran êrîş bike, bajaran hemû bi erdê re bike yek wê çaxê jî em ê li rêyên din bigerin. Rê tenê ne ew e. Em bi dewleta Tirkiyê ve ne girêdayî ne. Ew hatine welatê me zeft kirine, welatê me xistine bindest, zimanê me qedexe kirine, çanda me qedexe kirine, welatê me talan kirine û dewlemendiyên me yên sererd û binerd talan dikin ji xwe re dibin û îro jî ji me re dibêjin ' ji vir derkevin'. Hele ji xwe lê binêre, kî, kî diqewitîne! Pêwîste her kes hinek hedê xwe bizanibe, wisa nabe. Ev doza gelê Kurd e, ji bo hebûna gelê Kurd, ji bo îradebûna Kurd ger ku nas bikin, erê, nas nekin û Rêberiya gelê Kurd azad nebe ev kar nameşe. Ji xwe diyar jî bû; heya ku Rêber Apo wisa girtî be diyalog jî bi ser nakevin. Ji ber ku taktîkan dikin, ser digirin. Na, ger ku dewleta Tirkiye dixwaze bi Kurdan re bijî wê beriya her tiştî Rêberiya gelê Kurd azad bike, derfetê azad jê re berde wê çaxê mirov dikare bi hev re nîqaş bike, em weke Tirk û Kurd bi hev re hevkar bin, lê bi Tirkiyeyek demokratîk ve. Armancê me Rêberiya azad, Kurdistaneke xweser û Tirkiyeyek demokratîk e. Vê qebûl bikin qebul kirine, ger qebûl nekin em ê Kurdistaneke serbixwe hedef bikin. Yanî ev wisa ye, em êdî hatine vê rêyê. Çaterê ev e. Hinek niha behsa çaterê dikin ya, çaterê ev e. Di vê de yên ku biryar bidin ne em in, ew in. Em di vê xisûsê de vekirîne, ji cîhanê re jî ji gelê xwe re jî ji her kesî re vekirîne, tiştê ku em dimeşînin ev e.

* Siyaseta li Rojhilata Navîn wê bikaribe rê bide vê ku ew serxwebûna ku hûn behs dikin pêk were?

Derfetê wê heye. Îro 100 sal li ser peymana Sykes-Pîcot derbas bû, peymana Sykes-Pîcot êdî derbas nabe. Ya dike ev hêzên herêmê ev aqlê yek netewe, yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek dîn, vê berdin; sîstemeke piralî û herêmî dikin esas bigirin. Mesela Tirkiye vê esas bigire dibe, Sûrî esas bigire dibe, Iraq jixwe asteke heye û Îran jî wisa. Yanî ya ev dewletana dikin wisa êdî hinek nêzbûna xwe yê li ser Kurdan guhertin çêbikin, an jî wê Kurd ev rê ji xwe re esas bigirin. Derfetê wê niha heye, ne ku nîne.

* Wekî te zanîn di nava AKP'ê de nakokî heye. Davutoglu niha çû li dewsa wî Bînalî Yildirim hat, her wiha di nav artêşê de di navberekê de nakokî heye. Tevgera we jî da diyar kirin ku sedema vê berxwedana têkoşîna ya vê demê hatiye meşandin e. Ev asta ku AKP, desthilata Tirkiye niha ketiye hûn çawa dinirxînin?

Niha bê guman sedemê krîzê  di nav AKP'ê de heye, encamê binketinê ye. Ger ku biserketana wisa di navberê wan de cûdahî çênedibû. Niha mesela AKP çawa kiriye? Erdogan, weke tevger û weke Kurd bê îrade hîştin û tesfiye kirina me kiriye navenda hemû tiştan. Eger ku wisa bike ew difikire ku wê desthilata xwe jî mayînde bike, eger ku nikaribe bike wê bi ser nexîne, bi guman e ku ji desthilat bikeve û biçe hepsê. Yanî ev li pêş wî heye. Ji bona wê ew dixwaze teqez di şerê li dijî Kurd de wisa xurtî çêbike, di Tirkiyê de pêlekê nijadperest belav bike. Bala xwe bidin hema hema weke MHP daxivin. Niha desthilatê esas digire, desthilatê xwe wisa difikire ku pêş bixe.

Ez vê jî bibêjim mirov wekî parantezekê veke, di vê de yê berpirsyar ne Erdogan e. Çima? Erdogan diyar bû ku jixwe yekî netewperest, nijadperest e, bê wîjdan e. Hem dikare biryarê kuştina sedan kesan bide hem jî rabe behsa îslamiyetê bike, behsa musilmantiyê bike. Yanî wekî DAIŞ'ê, DAIŞ çawa ku dibêje em ji bo Îslama rast  tevdigerin, lê bi awayekî bê wijdan bi sedan însan di carekî de dikare bikûje; Erdogan jî niha ev xetê dimeşîne. Mirov Erdogan pir nikare berpirsyar bibîne! Esas ên berpirsyar ên ku ev zîhnîyeta Milî Goruş, wê xetê temsîl dikin in. Mesela Abdulah Gul û Bulent Arinç li gorî min berpirsyarê vê ye. Çima? Ji ber ku ev însanên ku zîhniyeta destpêkê partiya Mîlî Nîzam û dûvre jî partiya Mîlî Selamet ku pêşengtiya wê Necmetîn Erbakan dikir, qebûl dikirin ne wisa nijadperest in. Mutedeyîn in. Nêrîneke xwe yê neteweyî yê giştî hene, ne ewqasa nêzî MHP'ê bûn.

Mesela Erbakan çi digot? Digot, 'eger ku tu bibêjî ez Tirk im, rast im û zîrek im, wê çaxê wê yek jî derkeve bibêje, ez Kurd im, hîn zêde rast im û hîn zêde xebatkar im' yanî wisa maf dida hinek tiştan. Ji xwe dema ku hat demekê kurt bû Serokwezîr wê çaxê agahî şand ku mirov dikare nîqaş bike, mirov dikare federasyonê jî nîqaş bike, ev Erbakan wisa kir. Ango ji ber fikir û ramana Milî Goruş li dora ji sedî 20-25 gel niha li dûv Erdogan ketiye. Erdogan ew fikrê nijadperest jî xist ser, ê Ergenekonê xist ser lewma bû sedî 50'î. Ji bona wê ên berpirsyar esas ew in, ên xwediyê vê fikrê ne. Yanî wan çawa  hiştin ku ew fikra îro li Kurdistanê jenosîdê bimeşîne, niha herhal di bin erdê de tingînî ji  hestiyên Erbakan tê. Ew fikra kir bingeh ku li Kurdistanê qirkirin, jenosîd bimeşîne, kir nijadperest. Ango ew berpirsyar in.

Ji bona wê yekê jî niha Erdogan difikire ku eger  wisa bimeşîne dikare  desthilata xwe misoger bike. Wî dît ku Davutoglu, Abdulah Gul û Bulent Arinç bi dizî hev dibînin, operasyon li ser Davutoglu kir û wisa wî ji erk girt. Şereke hundirîn di navberê wan de heye. Niha mewziyê xwe saxlem kir. Yanî eskerekê xwe anî kir serokwezîr. Yildirim eskerê wî ye. Ji xwe wekî din çi zîrekbûnê wî jî nîne. Ew kir wezîr û wisa dixwaze mewziya xwe saxlem bike û bimeşîne. Lê ev heya ku biçe nexûya ye. Eger ku di Tirkiyê de kesên li dij faşîzmê, yên demokratîkxwaz, aştîxwaz û tevgerên sosyalîst bi berxwedana gelê Kurd re hevkarî bikin û ew jî wisa wekî blokekê demokrasiyê ava bikin li hemberî faşîzma Erdogan pêşengtî dike rawestin mirov dikare ev faşîzmê bişkîne û bixîne. Di pêşerojê de ev heye. Lê şertê wê divê çi be? Pêwîste her kes li dijî vê faşîzmê be. Ji ber ku ev zirarê dide tevahiya Tirkiyê. Niha mesela her tim dibêjin ya 'biratiya gelê Tirk û Kurd', lê biratî texrîb kirin, niha kî dikare bibêje 'biratî'! Artêşa Tirk hat bajarê Kurdistanê xera kir. 8 bajar xera kir, biratî li ku ma! Çi biratî, dixwaze hestiyê çavan bişkîne, teslîm bigire. Em teslîm nabin. Polîtîkayê ku niha dewlet dimeşîne eynî wekî yê 1925'an e. Qir bike, teslîm bigire, lêbixe.

* Hinek kes vê pêvajoyê dişibînin salên 90'î hûn vêya çawa dinirxînin?

Na, 90'î derbas kiriye. Temam dişibe salên 90'î lê salê 90'î derbas kiriye. Wekî salên di navbera 1925 û 1938'an e, Kurdistan bi şîdet zeft kirin û dagirkirin e. Niha Erdogan vê dimeşîne. Yanî siyaseta wan nehatiye guhertin. Lê em hatine guhertin, Kurd hatine guhertin. Siyaseta dewleta Tirkiyê dagirkeriya Tirkiyê nehatiye guhertin, di pêşengtiya Erdogan de faşîzma îro li Tirkiye û Kurdistanê dimeşîne guhertin nîne. Lê di me de guhertin heye. Çima? Em ne yê 1925'a ne, niha bi her awayî em bi hêz in, xwedan raman in, xwedan pêşeroj in, Serokê me heye Serok Apo ye, hêzê me heye, yekîtiya me ya netewî heye, saziyên me û derfetên me hene û em xurt in. Ji bona wê ev siyaseta sala 1925'an encam nagire, wê bin bikeve.

Wê çaxê dewleta Tirkiye çi kir? Di navbera çepitiya Tirkiyê û gelê Kurd de kendal vekirin, partiyên Komunîst jî jê re bûn wesîle, (wê çaxê Partiya Komunîst a heyî) berxwedana gelê Kurd paşverû dît. Lê niha ev jî hatiye guhertin. Niha ger ku yekîtiya heyî, yekîtiya niha di navberê gelê Tirk û Kurd de heyî û yekîtiya ku niha di navberê hinek çepên sosyalîst, demokratîk û gelê Kurd têkoşîna azadiya Kurd de çêbûyî ev yekîtiya bê xurtkirin û bê firehkirin mirov dikare faşîzma AKP'ê li bin bixe. Derfetên vê hene.

* Di 19'ê Nîsanê de li Geverê paşve kişandin çêbû lê qedexeya derketina derve çend roj berê rabû. Dema ku milet vegeriya Geverê dîtin ku li holê bajareke nîne, niha jî heman tişt li Şirnex û Nisêbînê heye. Bi sedema ev kirinên li bajarên Kurdistanê hatine kirin, her wiha li hemberî ev kirînên wan hat dîtin ku gelê Kurd li hev xwedî derketin. Hem xwestin ku weke jenosîdê bimeşînin li beramberî wê gelê Kurd xwedî li hev derketin wekî ev kampanyayên ku niha tê meşandin. Hûn dikarin vana çawa binirxînin?

Niha kêmanî ne ku nîne, kêmanî hene. Yanî em niha di nav xwe de jî nîqaş dikin, kêmahiyên di aliyê me de çi ne em li ser rawestin. Kêmanî di aliyê sazî û rêxistinê civakê de jî heye. Beriya hemû tiştî li Sûrê jî wekî Gever'ê bû. Gelê me li xerakirina Sûrê temaşe kir. Eger ku girseyên mezin xwedî derketana dibû ku Sûr ewqas xera nebûya. Li Geverê piştî ku şer sekinî 42 rojan pê de bajar hemû xira kirin. Wexta ku YPS ji bajêr vekişiya dîrok 19'ê nîsan bû, jê şûn ve li Geverê yek fîşek nehatiye avêtin lê 42 rojan daîmî ew amûrên xeraê di nav bajêr de şixûlîne û bajar xera kirine. Çûna di bin navê lêgerînê de, bînayê saxlem e, berê lêxistine, yan jî deriyê xanî teqandine, ketine hemû malzemeyên xwediyê malan xera kirine, belave kirine. Yanî ev ger ku nehatana temaşekirin û xelkê me bimeşiya, raya giştî çêkirana mumkûn bû mirov pêşiyê vê bigirta. Îro jî niha li Şirnex û Nisêbînê heman tişt heye.

Mesela li Şirnex û Nisêbînê em dizanin ji 25'ê Gulanê vir ve hêzê wir kişiyane. Dibe ku hinek kom mabûn ew jî dûvre kişiyan. Niha şer lê nîne. Dewletê bi xwe 3'ê mehê vir ve got operasyon qediya ye. Baş e, ger ku operasyon qediya ye, çima nahêle milet biçe xaniyên xwe? Ji ber ku xaniyan xera dike. Niha divê ku milet, di serî de miletê me yê Şirnexê û Nisêbînê, xelkê wir bixwe dûvre jî xelkê Kurdistanê hemû, cardin hêzên demokratîkxwazên Tirkiyê, çav negirin ku li pêş çavên wan bi awayekî aşkere Nisêbîn û Şirnex bên xer kirin. Niha di çapemeniyê de tê behskirin, em dişopînin. Lê di raya me de jî divê ku gelê me hêzên demokratîkxwaz hemû saziyên welatparêz berê xwe bidin Şirnex û Nisêbînê, bi ser de biçin. Ango rê nedin ku ev bajar wekî Gever wekî Sûr bê xerakirin û bê duzkirin. Heta ev dikare bibe weke derketineke nû. Eger ku gel bi rastî îradeyek li wir raber bike, biçe ser, nehêle. Mesela kes li wir nîne lê xanî xera dikin. Li Geverê jî heman tişt kirin, ka kî dîtin? Li Sûrê kî dîtin? Ango bi zanebûn xera dikin. Ev dijminatî ye. Divê ku xelk hemû li hemberî vê têkoşîn bike. Ev yek.

Yê din, aliyê erênî ev e, bi rastî di serî de gelê Şirnex dûv re jî hemû gelê me Kurdistan terk nekirin. Ev helwestek e. Ev tiştekî pir pîroz e. Ji xwe gelê me gelekî fedakar e. Bi rastî jî hemû zehmetiyan kişandin lê cardin jî fedakariyê dikin. Lê derdorê Şirnexê mesela bar nekirin, xelkên me yê din jî dîsa wisa. Niha divê ku tevahiya gelê me heta dostên gelê me alîkarî bikin. Yanî ev kampanya vebûne, divê alîkarî bên kirin, em ji nû ve bajaran ava bikin. Em rê nedin ku bidin TOKÎ. AKP dixwaze zîndanê servekirî çêbike. Dibêje 'ez ê bajar ji nû ve ava bikim' bi TOKÎ nizanim çi. Ev pir bi plan e. Çawa berê di sala 1925'an de qanûna mecbûrî Îskan û sirgûn derxistin niha sirgûneke servekirî dixwazin çêbikin, hepseke servekirî dixwazin çêbikin. Çawa? Mesela li wê rojê vezîreke wan dibêje 'em ê li Sûrê avahiyan çêbikin, ên ku bixwazin em dikarin li Stenbolê cih bidin, ê xwestiye em dikarin li bajareke din cih bidin ê xwestî jî li Sûrê em ê avahiyeke bidin. Wê avahî çawa çêbikin? Wê qereqol têde çêbikin, kamera tê de bi cih bikin, heya malan bikaribin guhdarî bikin, kontrol çêbikin. Dikin miletê me bixin qefesê. Divê em vê qebûl nekin.

Niha divê ku gelê me li hemberî vê têkoşîneke civakî, demokratîk û neteweyî bide. Bi tevî hêzê demokrasîxwaz ên Tirkiyê re hevkarî bike, hêzên cîhanî yên bi rastî ku alîgirê demokrasî, azadî û mafê mirovatiyê divê ew jî piştevaniyê bikin. Ango divê em rê nedin ev tiştê ku AKP difikire miletê me li Sûr, Şirnex û Nisêbînê bixe hepsê. Em rê nedin vê, li hemberî vê têkoşîneke cidî pêwîst e. Têkoşîn bi esasî niha destpê kir. Ew dixwazin niha Sûr bixin heps an jî sirgûn bikin. Dibêjin, 'biçin'. Mecbûrî îskan niha wisa dimeşe. Yanî ne dûre ku li Stenbolê avahiyeke hîn bûha bidin, ji bo ku ew dixwazin gelê me Kurdistan terk bike. Esas planê wan wiha ye. Ev berê di salê 90'î de pêk anîn niha jî dixwazin hemleyeke din pêk bînin. Lewma bajaran hemû xera dikin û her kesî bê mal dihêlin. Divê em li hemberî vê têkoşîn bikin û divê gelê me her kesek çi ji dest tê alîkariya hev bikin, tev bixwe xaniyê xwe çêbikin û kesek bi tena xwe negirî û nebêje 'ez ê çawa xaniyê xwe çêbikim'. Wê alîkarî hebe, divê hebe. Û divê em vê meseleyê weke meseleyê neteweyî bigirin dest. Yanî gelê me neteweyîxwaz e, bi rastî li îradeya xwe xwedî derdikeve divê vê kiryarê teqez wisa bigire dest.

* We jî diyar kir ku em dikevin pêvajoyeke nû, di vir de rola gel wê çi bibe? Wê ji vê pêvajoyê re piştevanî bike? Ango erka ku di vê pêvajoya nû de mîsyona ji vê gelê tê xwestin çi ye?

Ev pirsana girîng in, lê wexteke dirêj dixwaze ji bo mirov baş îzah bike. Niha beriya hemû tiştî ez vê bibêjim, şoreş berhema gelan e. Eger ku gel lê xwedî derkeve û beşdar bibe wê şoreş bibe. Lê di gelê me de tiştekê wisa jî heye; "heval hatin wê heval bikin û em jî wê ji wan re piştevanî bikin". Na, divê gel xwe jî bike esasek, îradeyek, divê li hemberî hinek tiştan bisekine, wisa emê pêş bikevin. Îro diyar bû ku şervan û milîtanên li ser rê û rêbazên Serok Apo tevdigerin fedaî ne. Ji bo vê welatî xwe feda kirine. Lê mesele tenê bi wan nabe, divê gel jî bi rê û rêbazên xwe beşdar bibe. Tiştê li ser dikeve bike, fedakariyê pêwîst divê ku bike. Di vê xisûsê de nekiriye? Kiriye, lê rêxistin kêm e.

Niha mesela heval got ku, "dilê gel ma ye." Ev kêmahiyê me ye. Çawa kêmahiya me ye? Mesela gel ji vê demê re nehat amadekirin. Ev ji nişka ve de kete rojevê. Kêmahiyên rêxistinî hene. Hêzên pêşeng di wextê de amadekariyên pêwîst nekirin. Wisa bû, ev kêmahiyana rojên pêş de jî mirov dikare li ser raweste. Lê pêwîste gelê me bizanibe ku ev, dijmin li ser me kir ferz. Çawa? Dijmin konsept çêkiriye, konseptê çong danîna erdê. Eger ku li van bajarana şer nebûna jî wê dîsa jî wisa bikirana. Ma ne ew konsepta di sala 2014'an de çêkirine, di wir de jî nivîsandine ku ' ger pêwîst bike em ê Cizîr vala bikin, em ê milet ji Cizîrê derxînin, heta pêwîst bike 15 hezar kes bimire em bigirin berçav', vana hemû tê de nivîsandine. Yanî pêwîste gelê me bizanibe ku li hemberî me dijmineke hov heye, dagirkereke hov heye, pêwîste em xwe hîn zêde bi rêxistin bikin, mil bidin milê hev, dest bidin destê hev, alîkariya hev bikin, xwe li hemberî vê dijminî hem biparêzin hem jî doza xwe bimeşînin. Divê em vê bikin. Di vê xisûsê de divê em li hev xwedî derkevin. Ger ku kêmahî hene em kêmahiyan binîn ziman û rexne bikin.

Pêvajoyekî tekoşînê hatiye meşandin û ev tekoşîn îro ketiye astekî girîng. Ew plan kirin ku Cîzre vala bikin û gelê me bê îrade bikin. Lê gelê me vê yekê qebul nekir. Gelê me li wê derê îradeyekî raber kir, qehremaniyekî derxisit holê û destanekî nivîsand. Ev destan bingeha rizgariya gelê me ye. Lê dibe ku hinekî kêmasî û şaşitî jî çêbûbûn. Pêwîst e mirov wana sererast bike. Li vê dere tiştê girîng ev e ku em her tiştê bi gelê xwe re çêbikin. Pêwîste em gelê xwe  li gorî vê amade bikin, di vê bingehê de bi rêxistin bikin û bidin meşandin. Divê gelê me bizanibe ku her tişt di deste wê de ye. Îrade gel bixwe ye. Di vê serdemê de pêwîst e em wekî gel xwedî li îradeya xwe derbikevin. Ger ku gele me di vê pêvajoyê de xwedî li hev derbikevin wê deme ew ê vê pêvajoyê bi awayekî serketî derbas bikin. Malên ku hatine hilweşandin û amûrên ku zirar dîtine ew ê çê bibin, divê gumana kesî ji vê yekê nebe.  Di pêşerojê de rojên azad û xweş dixuyin.  Pêwîst e em ber bi vê ve bimeşin. Pêwîst e em di vê meşê de fedakarî jî bikin. Ger ku mîlîtanên pêşeng canê xwe feda dikin wê demê divê her kes li gorî vê hinekî fedakariyan bigire ber çavan. Min mînaka vê da. Li Sûrê hevrê Çiyager ji gelê ku dixwestin biçin re got ku "piştî ku em şehîd ketin biçin". Û li beramberê vê jî gelê wê derê gotin 'em naçin'.  Ev jî wisa ye.  Di vê pêvajoyê de pêwîst e her kes bar rabike. Lê em bi wan zehmetiyên gelê me jiya ye jî dizanin. 

* Li Bakurê Kurdistanê mijara cerdevanan heye. Di vê pêvajoyê de jî dema xweseriya demokratîk de jî xwestin li gelek cihan cerdevanan bidin şer kirin. Hûn vê çawa dinirxînin? Pêwîste helwestê cerdevanan çawa bibe?

Rast e, ew jî mijareke girîng e. Ji ber dema ku mirov li dîrokê dinêre hem di dema Osmaniyan de hem di demê Tirkan de hem jî di nimûneyê perçeyê din jî weke Başûr û deverên din jî her tim rabûnên gelê Kurd wisa dijmin Kurd bi Kurd daye kuştin û wisa xistiye. Heman tişt di yê me de jî di rojevê de ye. Di destpêkê salên 80'î de, di destpêka 90'î de hem gelê me nezan bû, hem jî em hinekê acemî bû. Bi rastî şaşitî jî çêbûn. Pratîka çeteyê Çar'an çêbû. Ji bo wê qoricîtî çêbû. Diviyabû qet nebûna, lê bû. Niha sîstema qoricîtî heye. Lê ev 20 salan zêdetir e, em qoricîtî nakin hedef. Em dixwazin vê lîstoka dijmin, lîstoka dîrokî êdî vala derxînin. Însanên me yê qoricî jî zanebûn di wan de çêbû, ew jî piraniya wan fêm kirine, dizanin ku ew dijmineke ji derve hatiye, dixwaze Kurd bi Kurdan bide kuştin û wisa desthilata xwe hakîm bike. Zimanê me, çanda me qedexe kiriye, nahêle em li welatê xwe xwedî derkevin. Ango her tiştê me binpê kiriye, Tirkîtî pêş dixe, "yek welat û yek milet" dibêjin em çawa bibin yek milet? Em Kurd in, em ê çawa bibin Tirk? Vê yekê kesekê qoricî jî dizane. Ji bona wê di qoricyan de helwestek pêş ket. Beşdarnebûna operasyonan çêbû.  AKP bi vê dizane. Niha zextê dike. Yek, ditirsîne dibêje 'wê PKK li we bixe' didu, dixwaze wan bide pêş ji bo ku heval li wan bixin. Ji bo ku hinek jiyana xwe dest bidin, ew jî bibêjin 'de ka hûn jî ji bo tola xwe werin' Mesela hevalên me yekî sîxûr li Cizîrê girtine. Wî îtîraf kiriye ku bi navê partiyê hinek eşîran bide. Ji bo ku qoricîtî dîsa geş bikin.

* Gelo bi vî awayî dixwazin helwesta gel li hemberî tevgera we çêbikin?

Niha beriya her tiştî ew kesên qoricî pêwîste bizanibin ku dijmin dixwaze lîstokên wisa bike. Pêwîste bi baldarbin. Yek, beşdarî operasyonan nebin. Didu, li hemberî provakasyonan baldar bin. Ma ne qoricîtî ji bo gundê xwe biparêzin e. Temam bila bibêjin 'em gundê xwe diparêzin', em jî naçin ser qoriciyan. Pêwîste vê bizanibin. Ez binê vê xet dikim û dibêjim berê jî me gotiye, em naçin ser wan. Lê hinek dikevin maşîneyên leşkerî, li Şemzînanê wisa bû, însan nizane kî têde ye. Leşker e, heval lê dixin qoricî jê derdikevin. Divê xwe nexin maşîneyên leşkerî. Xwe nexin qereqolê leşkerî gundê xwe biparêzin.

Niha bi esasî em qoricîtî rexne dikin. Pêwîste mirov çeka dijmin negire. Em rexne dikin û ne pê re ne. Lê hadê yekî çek girt pêwîste destê xwe nexe xwîna Kurd an. Ên wisa nekin em qet û qet tede nakin. Lê yê ku di nav maşîneyê de be yan jî di nav qereqolê de be mecbûr dibe hedef. Ew cûda ye. Yek jî yên sîxûr, kontra ango yên dijbertiyê dikin ew hinek cûda ne. Wekî din pêwîste hemû qoricî bizanibin lîstoka dijmin heye, nekevin vê lîstokê wisa hinek eşîr, reîsê eşîran an jî serpêşiyê qoriciyan îhale didin wan, derfetê madî didin wan; divê kes sinetê xwe pê xirab nekin û ji bo madiyatê sinetê xwe xirab nekin. Ev 10-15 salin şereke navxweyî li Bakur nîne, pêwîste kes destpê neke, her kes baldar be, eger ku baldarbin pêwîste bizanibin wê hevalên me jî wan nakin hedef.

* Ew bûyera li gundê Durumlu pêk hatî çapemeniya Tirkiye got ku, 'PKK xelkên sivîl kuştine' rastiya wê çi bû? Di rastiyê de çi hat jiyan kirin?

Li ser vê mijarê me lêpirsîn jî vekir, lêpirsîn encam da. Daxuyaniyeke berê hebû. Di wê daxuyaniyê de hinek kêmahî hene, ez ê wê jî sererast bikim. Niha yek heval bi qemyonê di rê de diçe, rêya xwe şaş dike diçe ber avahiyeke. Dixwaze vegere, qemyon zor vedigere, hewl dide ku vegere. Xwediyê malê tê dibêje, 'tu kî yî, çi yî?'. Welhasil lê zor dike, dibêje 'barê te çi ye?' heval dibêje, 'qum e' dibêje 'barê xwe li vir vala bike' dixwaze zextê bike. Heval jî qebûl nake. Qemyonê li gel heval siwar bûye, dadikeve bi telefonê daxive. Heval jî bi çeka xwe peya dibe û dibêje, 'ez PKK'î me, ez rêya xwe de diçim, min îxbar nekin. Tu telefonê daxivî îxbar dikî wisa neke. Ez rêya xwe de diçim. Ger ku hûn îxbar bikin wê ji bo we ne baş bibe.' li qemyona xwe siwar dibe û dikeve rê. Ev bi maşîneyan li dûv dikevin, dûvre hinek maşîne xwe didin pêş, çek bi kar tînin, şer çêdibe.

Niha me dûv re fêm kir ku bi esasî ew gund hemû ne xirab in,  qismek ji wan welatparêz in. 2 malbat in. Ev kesê xwediyê malê ji malbatekê ne, lê malbateke din ê cûda ew jî nizanin çi ye û li dûv wan dikevin. Dibêjin qey qaçaxçî ye wisa li dûv dikevin. Bi rastî mirov pê xemgîn dibe. Diviyabû bûyerek wisa nebûya. Lê kî bû sedem? Ew xwediyê malê dixwaze ileh qamyon barê xwe li wir vala bike, dest bide ser. Dûvre dûv qemyonê dikevin, weke erk li ser xwe dibîne ku weke temsîla dewletê ye. Di daxuyaniya HPG'ê de ji bo wê dibêje "wekî hevkarê dewletê". Hemû kesên li wir jiyana xwe ji dest dane, ne wisa ne. Ji bo wê bi rastî jî em xemgîn in. Niha bûyer çawa bû û kî kir? Kes nikare îspat bike ku gelo ew qemyon bi agirberdanê teqiya, yan jî hevalên wir teqandin ev mijareke nîqaşê ye. Tenê şahîdeke heye. Ji bona wê çawa teqiya ew jî zêde ne zelal e, di hundirê wê herc û mercî de qemyon teqiyaye û wisa bûyer pêk hatiye. Dûmayîkê, bi taybetî ew kesên ji wê gundî ên welatparêz em bi rastî di wê xisûsê de xemginiyê xwe ji bo wan pêşkêş dikin. Em sersaxiyê dixwazin. Diviyabû wisa nebûya, ev bûyera bê hemdê me çêbû ye. Me plan nekiriye ku em biçin li wî gundî bixin. Me plan nekiriye ku em kesên sivîl bixin. Tiştekê wisa nîne. Ew qemyonê wir diviyabû derbas bibûna biçûna cihekê din. Divê cihê xwe biguherîne, wisa çêdibe. Ev bûyer bi temamî  bê hemdî çêbûye, yek heval tê de ye, wekî din kes tê de nîne.

Niha ji bo ev bûyer çêbûye dewleta Tirkiye dixwaze vê bike wesîle pê me reş bike, pir zêde dixwaze bi kar bîne. Hêviyên me heye ku însanên me erê dilşewitîne, dilê me jî şewitî ye, pêwîste vê bizanibin. Lê belê xwe nekin wesîle, ev weke qezeyekê çêbûye. Mirov dikare weke qeza bihesibîne. Ev qeza li wê derê çêbû ye, ev qeza dewleta Tirkiye dixwaze bike wesîle û bibêje "PKK xelk dikûje". Divê mirov bibêje, bre elçax te li Cizîrê 200 însanên me yê sivîl benzîn li ser wan berdan û şewitandin, tu çima vê nabêjî. Li wê derê qezayeke çêbû ye, hinek şaşî çêbûne û ji encamê wê şaşitiyê de teqîneke wisa pêk hatiye, însanên me jiyana xwe ji dest dane. Lê te li Sûrê ewqas însanê me yê sivîl şehîd xistiye. Li Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê ewqasa însanên me şehîd xistiye. Tu vana nabêjî Erdogan efendî!

Li Cizîrê însanên birîndar di jêrzemînan de ne. Dinêrin ku ji pacê re şûşeyê avê diavêjin. Birîndar dibêjin qey ave, ji bo tîne diavêjin. Dûvre lê dinêrin ku bêhn jê tê. Dûvre heste pê dixin û diavêjin, yanî wisa însanên me benzîn ser wan berdan û şewitandin. Dewleteke wisa, Serokê dewleteke wisa hatiye li însanên me xwedî derdikeve. Pêwîste kes prîm nede tiştên wisa. Ew dest bi xwîn in, ew hov in, ew dixwazin Kurd ji holê rakin û bûyer û qezayên wisa jî bi kar tînin, dixwazin me û gelê me bînin hemberî hev. Di serî de gundê Durumlu û hemû wan derdoran bizanibin ew ne hedefê me ne, me ew nekirine hedef, wekî qezayekî li wê derê çêbû ye. Dijmin dixwaze bi kar bîne.

* Demên dawî qanûnekê nû derxistin ku kesên biyanî bigirin artêşa Tirk û leşkertiyê pê bidin kirin. Gelo di vê qanûnê de ev kesên biyanî - ku gelek caran li Nisêbînê YPS daxuyanî da ku kesên çete hene, dîsa li Şirnexê çete hatine kûştin- gelo girêdana wan bi vê qanûna nû re heye yan na?

Pir zêde heye. Mesela pir tişt heye dewleta Tirkiye dike, lê înkar dike û hêza xwe ya çapemeniyê heye, dewlet e tu nikarî îspat bikî. Bi rastî di vê xisûsê de berê ji bo Kurdan gotine, netewê bê parêzer. Bi rastî jî em wisa ne, em nikarin zêde xwe îfade bikin, heqîqetê li Kurdistanê eşkere bikin. AKP DAIŞ anî bajarê Kurdistanê. Dema ku JOH û POH nikaribû têketana, gotin ku "ev DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam evana di şerê bajaran de jîr in, em wan bînin bila ew Cizîrê bigirin". Mesela 300 şervanê biyanî anîn, li Cizîrê xistin şer, li Nisêbînê, li Sûrê xistin şer, em vê baş dizanin. Lê ev veşartî dikirin. Serê wan girtî ye, lê bi Tirkî û Kurdî nizanin û muhabereyê wan bi Erebî ye. Di vê xisûsê de kiryareke wisa çêbû. DAIŞ li bajarê Kurdistanê AKP xistiye şer û niha jî qanûna wê derdixe. Dixwaze wê bike qanûnî. Ji xwe AKP pir tişt wisa dike; berê dike dûvre jî qanûn derdixe. Niha mesela leşker nexwest bikeve bajaran. Heta li gorî me bihîstî, Erdogan Hulusî Akar tehdît kiriye. Herhal wan gotine, "qanûn pêwîste". Ji ber ku dibêje 'biçe, bikuje' ew jî dibêje, 'ger ku ez bikûjim wê sibe min dadgeh bikin'. Erdogan jî gotiye 'biçe bikûje em te dadgeh nakin, em ê qanûn derxin.' Niha qanûna parastina leşker jî derxistin. Ew qanûna tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku leşker wê komkujiyê bike, lê neyê lêpirsînkirinê. Wisa ye, kiryaran dike, dûvre jî qanûna wê çêdike. Wekî ku mînare çêdike, dûvre jî rêya wê çêdike. Yanî yê biyanî AKP xistiye nav şer û niha jî qanûna wê derdixe. Ew jî xetek e.

* Li Tirkiyê hinekê mijarê pir cewaz jî tên li ser rojevê li ser tevgerê bi taybet, tewanbar dikin an jî di mirov de şik dide çêkirin, dibêjin Lîce ji aliyê we ve bi taybet tê bikar anîn. Bi taybet navê  Lice dayîna pêş tê çi wateyê?

Konseptê AKP'ê ev e; cihên welatparêzî lê xurt hemû derê biperçiqînin. Di pêvajoya derbasbuyî de erîşê gelek bajaran kirin, lê ji ber ku li Licê şerê xendekan nehat meşandin nikaribûn erîşê Lîce bikin. Welhasil gefan li ser Lîceyê dixwin, hincetan çêdikin, dixwazin biçin ser. Mesele ev e. Mesela li Dersîmê maşîn teqiyaye dibêjin, ji Lîceyê hatiye, li Stenbolê maşîn teqiyaye dibêjin, ji Lîceyê hatiye. Derew e, tiştekê wisa nîne. Ew maşîne li Stenbolê hatiye çêkirin. Dersimê bi serê xwe eyaletek e, li Dersimê çêkiriye, çi eleqeyê xwe bi Lîceyê re heye! Nîne. Evana hemû, hinek kesên endamê çapemeniyê dixin rojevê. Bi taybet ev Abdulkadîr Selvî berê ji bo vê  dihat gotin ku qunciknivîseke normal e, herçiqas ku nêzî hûkûmetê bû jî carna nêrîn û dîtina xwe jî digot. Lê di vê demê de ew jî xwe rezîl kir. Diyar bû ku qelemşorekê şerê taybet e. Derewan dike; Lîce navend e, Tendurek navend e, ma qunciknivîs wisa dibe! Yanî zemîn ava dikin ku ji bo wir bikin hedef. Wekî din ne tiştek e. Dixwazin Lîcê bikin hedef dibêjin, her tişt ji Lîceyê hatiye. Tiştekê wisa nîne. Em dizanin ku her eyaleteke bi xwe derfetên xwe hene. Li Amedê, Lîce yan jî deverên din dibe ku rolekê xwe hebin, lê ji Lîce biçe Dersimê yan jî biçe cihekê din, tiştekê wisa nîne, ev hemû derew in.

* Hûn weke fermandareke yê şer ê kevin vê tevgerê, şerê îro Kurd dimeşînin ne tenê li Bakurê Kurdistanê bi giştî li Rojhilata Navîn pêşbîniyên we çi ne? Li Bakur bi vê pêvajoya nû re erka li ser tevgerên çep dikevin, ên sosyalîst, tevgerên jin, gelê Kurd dikeve çi ye?

Niha bêguman di dîroka gelê me de serdemeke herî girîng tê jiyan kirin. Di herêma Rojhilata Navîn de îro şerek û lêgerek heye, bi taybet di şerê herêma Rojhilata Navîn de gelê Kurd derket pêş. Îro Kurd di herêmê de aktorek e, hem li Rojava hem li Başur, hem li Bakur hem jî li Rojhilat ango Kurd îro weke aktoreke derket ser sehneyê. Êdî pirsgirêka Kurd kete qonaxa çareseriyê. Di herêma Rojhilata Navîn de wê pirsgirêka Kurd êdî çareser bibe. Wisa yan jî wiha wê çareser bibe. Yanî wekî niha Erdogan dibêje, "yek milet" nabe. Yanî qirkirin nabe. Ev derbas bû. Ewana paş demê mane. Aqlê wan wisa dixebite. Ew 90 sal paşve çûne. Serdema niha serdema sedsala 21 emîn e, îradeyê gelan esas e û di Rojhilata Navîn de neheqiya li gelê Kurd hatiye kirin wê bê bihurandin. Têkoşîna azadiyê di demekê xurt de ye û hemleyên xwe hene. Îro Rojava niha di hemleyê de ye, li Bakur cardin hemle heye. Em salê îsal weke salekê ji rêzê nabînin. Em salê 2016'an salekê di têkoşîna azadiya Kurdistan de êdî meşa azadiyê dibînin, meşa azadkirina Rêber Apo, meşa azadkirina Kurdistan dibînin. Wekî hûn dizanin ev şera esas li Îmrali'yê destpê bû. Li ser Rêber Apo tecrîta hatî dijwar kirin û pêşxistina şerê psîkolojîk ve ev şera destpê bû. Niha îro gelê me li  berxwe dide. Rêbertiya me li wir berxwe dide, gelê me li kolanan di bin çadiran de ber xwe dide, gerîlayê me li ber xwe dide, vaye ciwanên Kurd xwe kirin hêz, xwe kirin îrade û îradeyê xwe di van şerê bajaran de îspat kirin û YPS çêkirin. Jinên Kurd di vê şerê de di şexsê Sêvêyan de û di şexsê Asyayan de xwe îspat kirin. Xwe îspat kirin ku îradeyek in.

Bi kurtahî têkoşîna gelê me îro di qonaxeke dîrokî de ye û em di vê qonaxê de dixwazin, hem di hundirê her perçeyekê de netewiya Kurd bibe yek, yekbûna neteweyî çêbibe, hem di giştî Kurdistanê de yekitiya neteweyî çêbibe. Çi kesek der nexebite. Yên der bixebitin ew ê derbidin. Kes hêviyê xwe neke neyaran. Ev dem ne demê ku mirov hêvî li ser neyaran çêbike ye. Na, ev dema emê çawa biçin encamê, em xwe çawa bikin yek. Em di herêmê de ji 40 mîlyon zêdetir in. Hêz û siyaseta me heye. Ger ku em xwe bikin yek, di bin sîwana kongreya neteweyî yan jî konferansekê neteweyî de em êdî di herêmê de dikarin bibin hêz û îrade. Pêwîste vê her kes bizanibe, dewleta Tirk dijîtiya Kurdan dike. Erdogan Sedamê nû ye. Sedamê serdemê ye, li her derê wê li dijî Kurdan be. Li Rojava jî, li Bakur jî, li Başur jî, li Rojhilat jî êdî wî pêşeroja xwe wisa tayîn kiriye. Ji bona wê yekê divê kes xwe şaş neke. Bi taybet ev kesên ku niha di nav AKP'ê de cih digirin ez dixwazim wan hişyar bikim. Ji vir û wiha di nav AKP'ê de cih girtin beşdarbûna qetlîam û jenosîdê li ser Kurdistanê ye. Her kesekê ku ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' pêwîste ji AKP'ê derkeve. Kes di AKP'ê de nemîne. Di AKP'ê de mayîn li Kurdistanê  sûc e. Ji ber ku AKP van bajaran xirabe kirin, ev gundana xirabe kirin, komkujî li Kurdistanê dimeşîne û her roj şer li hemberî me îlan dike. Însaneke bibêje ez ji vî axî me ji Kurdistan im, Kurd dibe, Ereb dibe çi dibe bila bibe ger ku ji axa Kurdistan nan dixwe pêwîste ji AKP derkeve.

* We behsa AKP'ê kir, bi taybet niha hikumeta AKP dixwaze dest deyne ser şaredariyên gelê Kurd jî di vê mijarê de jî divê mirov çi bike?

Niha AKP şer fireh dike. Pirên heyî hemû difirîne. Eger ku ew dest bide ser şaredariyê, kî bike şaredar em ê li wî bixin. Eşkere ez bibêjim. Ew êdî dixwaze şer fireh bike, temam, vê ew tînin ber deriyê me. Em jî bersivê pêwîst bidin. Êdî vaye bihar hat, havîn hat êdî demsal baş bû emê bikaribin ku mewziyên gelê Kurd biparêzin. Ji bona wê jî pêwîste kes êdî xwe li ber bayê AKP nexîne. Ji ber ku hewayekê wisa çêdikin wekî ku ser dikevin heta hinek welatparêz jî ketine teredutê. Ji bo wê bila ew xwe şaş nekin, wê ew derdin em ê vexwin. Em hemleyê bi rê dixînin, em dixwazin bikin hemleyê zaferê. Ji bo vê tabî kî divê jinên Kurd, ciwanên Kurd li erkê xwe xwedî derkevin. Kedkar li erkê xwe xwedî derkevin. Ciwan beşdarî HPG'ê bibin, beşdarî YPS'ê bibin. Ev dem dema beşdarbûyînê ye. Ne dema temaşe kirinê ye. Cardin divê ku bi hêzên çep, sosyalîst û demokratîkxwazên Tirkiyê re yekitiyeke hînê xurt û fireh pêş bixin. Yekîtiyek çêbû, gav hat avêtin ev pir baş e. Lê divê mirov vê fireh bike. Emê wisa biçin encamê.

Em dixwazin sala 2016 bikin sala pêngava azadiyê bikin, sala meşa azadiyê û bikin sala mezin. Em di vê xisûsê de bi hêvî û bi bawerî ne. Ev 10 mehên derbasbûyî berxwedana meşiyayî, qehremantiya derketiye holê di vê xisûsê de hîn zêde hêvî dide me, hîn zêde li ser me erk bar dike ku em ji bo qehremanan ji bo qehremanên wekî Çiyageran, bi rastî em şopdariya wan bikin, doza şehîdên qehreman xwedî derkevin, li gelê xwe xwedî derkevin û wisa em bikaribin bi rastî ji bo azadiya Rêbertî û ji bo azadiya Kurdistan hemleyê azadiyê bi ser bixînin. Bi vê hêvî û bi vê baweriyê em ê vê salê tevbigerin. Lê divê gelê me yê welatparêz hemû xwe ji ber vê demê berpirsyar bibînin, ez bi hêvî me. Bi vê hêviyê cardin ez gelê me silav dikim, bi rêziyê xwe pêşkêş dikim.