Karayilan: Em jî dibêjin ‘serî hilde’

Karayilan piştgirî da pêngava ‘Serî hilde’ ya ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan daye destpêkirin û bang li ciwanan kir ku ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk bila govenda azadiyê geştir bikin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Mûrat Karayilan piştgirî da kampanyaya ‘Serî hilde’ ya ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan dabûn destpêkirin û ji her çar parçeyên Kurdistanê bigire heta Rûsya û Ewrûpayê ciwan xwedî lê derketin.

Karayilan piştgiriya kampanyaya ‘Serî hilde’ kir û di pîrozbahiyên sala 40’emîn a PKK’ê de bang li ciwanan kir.

Karayilan ji nûçegîhanê ANF’ê re axivî û bang li ciwanan kir ku ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk bila govenda azadiyê geştir bikin.

Karayilan got ku, “Ji bo tolhildana Delal û Azêyan em beşdarî nav refên azadiyê bibin” û diyar kir ku ‘Em jî dibêjin serî hilde’