Karayilan: Em ê sala 40. a PKK'ê bi serketinên mezin dagirin

Salvegera 39. a damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi heybetî tê pîrozkirin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di pîrozbahiyê de ji gerîla re axivî.

Salvegera 39. a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke ku bi sedan gerîla lê amade bûn hate pîrozkirin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Gulîstan Gulhat, ji fermandarên YJA Starê Raperîn Engîzek, ji fermandarên HPG'ê Sînan Dersim û endamê Koordînasyona Ciwanan Ozgur Dersim tevlî pîrozbahiyê bûn.

Karayilan li vir axivî û destnîşan kir ku ew bi îdîa û biryardariyeke mezintir dest bi sala 40'î dikin. Karayilan got, "Em ê bi ser bikevin, mirovahî wê bi ser bikeve. Têkoşîna 40 salî ya PKK'ê ya li dijî barbariyê wê careke din xwe nîşan bide."

'BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN ME WÊ LI KURDISTANA AZAD BIJÎ'

Mûrat Karayilan di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê ku di têkoşîna 39 salan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, "Yên ku partiya me gihand van rojan Rêberê me Rêber Apo û şehîdên me yê leheng in. Em bi navê gerîlayên azadiya Kurdistanê, salvegera 39. a partiya me li Rêber Apo, hemû hevalan, dayikên şehîdan, gelê me û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Di vê roja dîrokî de, ji şehîdê me yê destpêkê Hakî Karer heta fermandara me hevrê Delal Amed em hemû şehîdên partiya xwe bi bîr tînin. Em soza ku me daye wan careke din dubare dikin."

Karayilan destnîşan kir ku wê bîranîna şehîdan li Kurdistana azad bidin jiyîn û bi bîr xist, wan bi têkoşîna li dijî her şêwe zor û zehmetiyan xwe gihandine sala 40'emîn.

Karayilan di dewama axaftina xwe de gotin, "Beriya niha bi 39 salan, biryara ku di kongreya destpêkê ya li gundê Fîsê yê paytexta Kurdistanê Amedê hate standin, ne tenê biryara avakirina partiyê bû. Ya rast, di vê kongreyê de biryara berxweadna neteweyî hate dayin. Ji ber ku qirkirin û komkujî li ser gelê me hatibû ferzkirin. Partiya me li dijî vê hovîtî û komkujiyê, gaveke dîrokî avêt. Milîtanên partiya me û gelê me li kolanan, li zindan û çiyê bi berxwedaneke dîrokî û lehengiyeke destanî rabûn. Keç û xortên herî hetewar û bedew ên civaka Kurd, ne ji bo xwe lê ji bo civaka xwe jiyan û canê xwe di oxira azadiyê de bêteredût feda kirin. Ew tevlî vê partiyê bûn û bi xwîna xwe dîroka PKK'ê ya 40 salî av dan. Em deyndarê wan e. Şehîdên me yên herî dawî Delal Amed, Azê Malazgîrt û 11 hevalên me li Bestayê destan nivîsandin. Beriya wê li Amedê heval Berçem Cîlo û Gulnaz Ege bi heman berxwedanê dijmin têk birin. Çawa ku ji roja destpêkê ve berxwedaneke lehengî heye, îro jî bi gelek hevalên hêja re heman ruh berz dibe. Bêguman em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bikin. Em ê li ser şopa wan, bi perspektîfên Rêber Apo xwe bigihînin serketinê. Tevahiya gelê me di nava vê têkoşîna 40 salî de li ber xwe da. Me bi hezaran şehîd dan. Bi sed hezaran mirov ketin zindanan. Bi deh hezaran niha li zindanan de ne. Bajarên me, gundên me hatin xerakirin. Lê me gelek tişt qezenç kir. Beriya her tiştî me xwe bi xwe qezenç kir, niha jî em weke netewe hene, em xwedî îrade ne. Pêşî li qirkirinê hate girtin û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê îro li qonaxa serketinê ye. Şoreşa fikir û civakêpêk hat, şoreşa jinê ya azad pêk hat. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn bû pêşengê demokrasî û azadiyê. Gelê me bi fedakariyeke mezin ne tenê zarokên xwe da, her wiha her tiştên xwe da. Lê serketina me ya îro gelekî mezin e."

NÊRÎNA RÊBERTÎ HÊZA GEL E

Di dewama axaftina xwe de Karayilan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ev tecrîd ji ber tirsê ye:

"Mêtingeriya Tirk îro li Îmraliyê li dijî Rêber Apo tecrîdeke giran ferz dike. Li cîhanê tecrîdek mîna vê nîne. Ji ber ku ji nêrîna Rêbertî, ji şoreşa me, ji gelê me ditirse, vê yekê dike. Ditirsin ku nêrîna Rêberê me bigihêje gel. Dizanin ku nêrîna Rêbertî hêza gel e. Ji ber vê tirsê bi namerdî êrîş dikin. Ji ber ku zanin, nêrîna Rêber Apo PKK mezin kir, şoreşa Rojava pêk anî û li çar parçeyên Kurdistanê şoreşa Kurdistanê pêk tîne. Nêrîna Rêbertî perspektîfa neteweya demokratîk e. Îro ne tenê şoreşa Kurdistanê, her wiha şoreşa Rojhilata Navîn pêk tîne. Ji ber vê yekê, sedema hemû êrîşên dijmin bêçaretî ye. Lê wê têk biçin."

ÊRÎŞA DIJMIN A LI DIJÎ EFRÎNÊ WÊ RÊ LI BER ŞEREKÎ DEMDIRÊJ VEKE

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan êrîşên li dijî Efrînê ku di rojevê de ne nirxand. Karayilan diyar kir, êrîşek li dijî Efrînê wê li tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn belav bibe û ji bo yekîtiya neteweyî bang kir.

Karayilan got, "Mêtingeriya Tirk bi nêrîneke neteweperestî û şovenîst dijminatiyê li gelê Kurd dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li başûr, rojava û rojhilat jî dijminatiyê dike. Dixwaze siyaseta xwe ya qirkirinê li Kurdistanê bidomîne. Ji bo vê jî li ser Efrînê projeyan diafirîne. Lê belê divê her kes zanibe ku projeyên dijmin ên lid ijî Efrînê wê rê li ber şerekî demdirêj veke. Şerê Efrînê wê tenê li Efrînê nemîne, wê li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn belav bibe. Mêtingeriya Tirk dixwaze Rûsya û dewleta Îranê ji xwe re bike şirîk. Rêveberên van welatên navborî lazim e rastiya vê mêtingeriyê baş fêhm bikin. Mêtingeriya Tirk bi rengekî vekirî dijminatiya xwe ya li gelê Kurd li qada navneteweyî tîne ziman. Gelê Kurd niha di şerê dijî DAIŞ'ê û hemû paşverûtiyê de bi rola pêşengiyê radibe. Mêtingerên Tirk berê xwestin bi rêya DAIŞ'ê encamê bigirin, ev nebû û niha jî dixwazin bi rêya çeteyên El Nûsra encamê bigirin. Ew bi xwe jî êrîş dikin, lê belê encam negirtin û wê ji niha û pê ve jî encamê negirtin.

Divê gelê me baş bi vê zanibe; madem dijmin dibe yek, divê em jî bibin yek. Divê em yekîtiya xwe ya neteweyî biafirînin. Divê em gelên Ereb, Tirk, Asûrî, Suryanî û Fars re jî yekîtiyê biafirînin. Meşa îro ya gelê Kurd meşeke dîrokî ye, meşa azadiyê ye. Kes nikare li ber herikîna dîrokê bisekine. Hebûna PKK'ê stratejiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn xurt dike."

WERIN EM DI SALA 40'Î DE GOVENDA AZADIYÊ BIGERÎNIN

Karayilan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di sala 40'î de wê bi berpirsyariyeke mezin rabin û bi ser bikevin:

"Em dixwazin ji bo gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, serketinên mezin di sala 40'î ya PKK'ê de biafirînin. Ji ber vê yekê, divê hemû heval, sempatîzan, di serî de jin û ciwan tevahiya gelê me zanibe, ku îsal berpirsyariyê ferz dike. Pêwîste ev sal bibe sala meşa azadiya Rêberê me, sala azadiya demokrasiya Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê bang li hemû ciwanên Kurd, Ereb, Tirk, Asûrî, Suryanî û hemû ciwanan dikim. Werim em govenda azadî û demokrasiyê bigerînin. Werim em welatekî demokratîk û wekhev bi hev re ava bikin. Meşa me wê di sala 40'î de li ser vê bingehê bi ser bikeve. Rêya dijmin şaş e û neheq e. Rêya me rast e û mafdar e. Dijmin xwe dispêre madiyatê, lê em xwe dispêrin manewiyatê. Em fikir û mejiyê mirovan esas digirin. Dijmin teknîkê esas digire, lê em teknîka mirovan esas digirin. Em ê bi ser bikevin, mirovahî wê bi ser bikeve. Li dijî barbariyê, wê têkoşîna 40 salan a PKK'ê xwe nîşan bide. Bi vê bîr û baweriyê em careke din sala 40'î ya PKK'ê li Rêber Apo û hemû hevalan pîroz dikin."

Karayilan axaftina xwe bi dirûşma "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qedand. Piştre fermandarên gerîla û hêzên gerîla salvegera damezrandina partiyê li hev pîroz kirin.

Piştî merasîmê, gerîla li ber stranên Koma Amara govend gerand.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan piştî merasîmê bi gerîla re li ser girîngî û wateya rojê civînek lidar xist.