Karayilan: Di Zapê de asê bûne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku planê rejîma AKP-MHP’ê yê dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevahî, li Zapê aliqiye û got: ”Navê wê danî ‘Pencik-Kilît’ lê di Zapê de asê bûn.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk, du sal in ku tevî erêkirina hikûmeta Kazimî ya li Iraqê û piştgiriya PDK’ê ya bi awayekê çalak, hemû teknolojiya hevçax, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî nekariya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û wiha axivî: ”Di vê de nebiserketî ye. Ev encameke berbiçav e. Ango rejîma AKP-MHP’ê pêngava destpêkê ya xwegihandina sînorên Misaqa Milî ku plan dikir pêk neanî. Ev plan li dîwarê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ket ku hilnaweşe.”

Beşê duduyan e gotûbêja me ya bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re wiha ye:

We jî û dewleta Tirk jî bîlançoya salane ya şer eşkere kir. Wezareta Parastinê ya Tirk hejmar berevajî kir û înkar kir ku ew çekên kîmyewî bi kar naynin. Rewşa şer niha çawa ye?

Beriya her tiştî di nava salê de şehadetên herî mezin û giran çêbûn. Ez hemû şehîdên me yên di sala 2022’an de şehîd ketine di şexsê fermandarên hêja; Rêzan Amed, Nûrî Yekta, Mizgîn Ronahî, Bager Gever, Avzem Çiya, Fedaî Kobanî, Helbest Koçer, Dogan Jirkî, Zemanî Rojhat, Guven Doza, Mahîr Mazlum, Ronahî Devrîm, Aso Dîren, Harûn Şirnex, Cûdî Colemerg û Evîndar Kevok de bi bîr tînim. Ez diyar dikim ku em ê heta dawiyê girêdayî soza xwe ya ji bo wan bin, em ê bîranîna wan di meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bidin jiyîn.

Rast e, fermandariya me bîlançoya salane eşkere kir. Di civînên cuda yên ku me di destpêka sala 2022’an de li dar xistibû, me beriya niha diyar kiribû ku sala 2022’an wê ji bo têkoşîna me bibe saleke gelekî girîng. Niha sala 2022’an qediya. Geşedanên pêk hatin tespîtên me yên di destpêka salê de piştrast kirin. Bi rastî jî sala 2022’an weke saleke girîng a berxwedan, şer û têkoşînê hat jiyîn.

Derbarê salê, me HPG’ê bîlançoyek weşand. Di vî warî de ez ê nekevim nav mijarên wekî ‘Îsal ewqas leşker mirin, ewqas çalakî hatin kirin’. Pêdivî bi van tiştan tune. Bi rastî, her tişt bi awayekî zelal û berfireh di bîlançoya salane de heye. Em dikarin ji sedî sed garantiya rastbûna bîlançoya xwe bidin. Dibe ku di warê mirî û birîndarên dijmin de yên ku bi teqezî nayên tespîtkirin, hinek cihêtiyên biçûk hebin. Dîsa, ji bilî hin rewşên ne zelal û hê lêkolîn li ser wan tê kirin, hejmarên di bîlançoyê de rast in. Yanî şehadetên me û encamên din di bîlançoyê de hatine nivîsandin. Em sal û encamên wê bi rengekî bêyî ku mezin bikin û bi awayekî mutewazî dinirxînin. Diyar e ku rejîma AKP-MHP’ê tişta ku nekarî di sala 2021’an de bike, xwest di sala 2022’an de bike. Plana wan ev bû ku di nava du, sê hefteyan de herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi temamî dagir bikin û piştre di nava çend mehan de dora Garê, Qendîl, Şengal bigirin û van deran jî dagir bikin. Lê vê plana rejîma AKP û MHP’ê li Zapê asê ma. Navê vê operasyonê kirin operasyona ‘Pençe-Kilît’ lê li Zapê kilîtkirî man. Her kes vê rastiyê dibîne.

Dewleta Tirk ev du sal in di vî şerê ku bi hemû teknolojiya modern, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî dimeşîne, tevî destûra hikûmeta Kazimî ya Iraqê û piştgiriya aktîf a PDK'ê, nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Di vî warî de bi ser neketine. Ev encameke teqez û zelal e. Ji ber vê yekê pêngava yekemîn a plana rejîma AKP-MHP'ê ya ku dixwest xwe bigihînin sînorên Mîsak-i Mîllî pêk nehat. Ev plan li keleha xurt a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ket.

 Rayedarên Tirk dibêjin ku ew ê li Bakurê Kurdistanê gerîlayan biqedînin. Hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?

Rast e, Wezîrên şer ên taybet û rayedarên Tirk 6-7 sal in hema hema her sal bi hezaran operasyonan li dar dixin û soz didin ku dibêjin ‘Em ê li Bakur gerîlayan biqedînin’. Di sala 2022’an de li Bakurê Kurdistanê nêzî deh hezar operasyon pêk anîn. Lê hikûmeta şerê taybet li hemberî gerîlayên Bakurê Kurdistanê nekarî bi ser bikeve. Rast e li hinek deran me derb xwar. Lê dewleta Tirk di vir de jî bi ser neketiye. Eşkere ye tevî ev qas hêz û derfetên xwe yên mezin li hemberî îrade, vîn û tevgera taktîkî ya gerîlayên Apoyî nekarîn bi ser bikevin. Berrxwedana gerîla, berxwedana Îmraliyê û berxwedana li hemû zindanan, berxwedana gelê me û helwesta berxwedêr a qada siyaseta demokratîk kiriye ku rejîma AKP û MHP’ê bi ser nekeve. Careke din derketiye holê ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser şîddetê bi ser neketiye.

Agahiyên ku wezîrê şer ê Tirk pêşkêşî raya giştî kiriye ne rast e. Rastiyan jî berevajî dike. Dibêje ku wî di sala dawî de 4000 gerîla tasfiye kiriye. Ev bi temamî ne rast e. Di sala 2022’an de hejmara şehîdên me yên HPG’ê bi giştî 301 e. Helbet ew (Dewleta Tirk) me û QSD’ê dike yek û wisa hejmaran dibêje. Lê bi qasî ku em dizanin hejmarên derbarê QSD’ê de jî ne rast e. Ev jî meseleya tehrîqê ye. Lê bi qasî ku em dizanin, hejmarên ku derbarê QSD’ê dane jî ne rast in. Fermandariya QSD’ê gelek caran diyar kiriye ku ev ne rast in. Ji ber ku dewleta Tirk her roj van derewan dike, ew jî êdî aciz bûne ku her roj bersivê bidin. Em dizanin ku agahiyên ku vî wezîrê şer dide, bi taybetî li ser herêma Rojava, ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Ziyanên artêşa Tirk û hêzên din ên ewlehiyê ji yên me 10 katan zêdetir e. Ji  ber vê hejmara şehîdên me ji dehê yeka wan e. Rastî wiha ye!

Dîsa wek ku we di pirsa xwe de pirsî Hûlûsî Akar jî derbarê ‘Operasyona Pençe-Kilîtê qediya’ de hin daxuyanî da. Gotinên ku dihatin wê wateyê ku hedef an jî hemû cihên ku divê bên dagirkirin, hatine dagirkirin. Teqez ev ne rast e, berevajîkirin e. Nikarîbûn her tiştê ku dixwestin bi dest bixin. Îro jî li Zapê pevçûn didomin û artêşa Tirk hewl dide ji rewşa ku tê de ye, derkeve. Di esasê xwe de rewşa li Zapê wisa ye. Ez di warî de dixwazim hinek pirsan bikim.

Kerem bikin pirsên we hebin

Ez ji Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar dipirsim;

1- Heke hûn serkeftî ne, hûn li ser cenazeyên leşkerên ku hê di destê gerîla de ne, çi dibêjin? Li ser vê yekê hûn dixwazin bibêjin çi?

2- Heke hûn ewqas serketî û serwer bûn, çima we ferman da leşkerên xwe ku di 11’ê Îlona 2022’an de ji bo ku cenaze nekeve destê gerîlayan, cenazeyan bişewitînin? Dema leşker dihatin şewitandin, gerîlayên me dîmenên van leşkerên ku cenazeyên wan di nava agir de şewitîn kişandin û ev dîmen hatin weşandin. Ez meraq dikim, hûn li ser van dîmenan çi dibêjin?

3- Madem we ‘Operasyona Kilît’ qedand, çima we xwe ji Girê Cûdî, Sêdarê û Girê Amediyê vekişand? Bi rastî, hûn hatine ku van deran bi awayekî mayînde desteser bikin û li vir bi cih bibin. Li rojavayê Zapê hêzên we bi tenê li 2 deran heye.Hûn vê yekê çawa şîrove dikin? Hûn hatibûn van deran hemûyan dagir bikin lê niha bi tenê li 2 cihan in. Hûn vî tiştî çawa rave dikin?

4- Pozîsyona we ya li rojavayê Zapê têkçûn e. Hûn ê çawa vê têkçûna xwe ya eşkere veşêrin? Em bibêjin hûn niha desthilatdar in û hêza we heye ku hûn zextan bikin, hûn dikarin bi gotina ‘Artêşa neteweyî’ bandorê li hemû derdorên xwe yên medyayê yên li Tirkiyeyê bikin û wan bêdeng jî bikin. Lê gelo sibê hûn ê çawa ser van rewşan bigirin? Divê hûn têkçûna xwe ya li rojavayê Zapê qebûl bikin.

5-We ragihand ku we operasyona ‘Pençe-Kilît’ qedandiye. Gelo şer û pevçûnên dijwar ên li bejahiya gundên Sîda û Çemço yên girêdayî navçeya Şêladize ya li rojhilatê Zapê didomin, hûn ê çawa rave bikin? Hûn ê çawa ji gelê Tirkiyeyê û raya giştî re diyar bikin ku we tevî ku her tim tank, top, balafir, her cure çekên qedexe û çekên kîmyewî yên hovane bi kar anîn lê dîsa jî we nekarî dagirkeriyê bigihînin encama ku we dixwest? Niha hûn şerên mezin ên bi hemû çekan li wir didome, vedişêrin. Ji ber ku we hemû medya xistiye destê xwe, hêza we têra vî tiştî dike. Lê gelo ji niha û şûnde hûn ê vî tiştî çiqasî veşêrin?

6- Roja ku ferman da ku bila çekên kîmyewî bi awayekî zêdetir û girantir werin bikaranîn, di heman rojê de li ser kursiya Meclîsa dewleta Tirk we berevajî vî tiştî got. Gelo têkiliya vî tiştî bi psîkolojiya we re heye? We sibehê zû fermana bikaranîna çekên kîmyewî da û nîvrokî jî li ber raya giştî wê tiştên berevajî vê got. Ev bi karakterekî çawa dikare were ravekirin? Hûn ê vê dijberiya di navbera gotin û kirina xwe de çawa rave bikin? Wekî ‘Elî Kîmyewiyê’ Iraqê hûn jî bûne ‘Hûlûsiyê Kîmyewî’ yê Tirkiyeyê û wisa ketin dîrokê. Gelo ev tişt berhema kîjan taybetiya karakterê we ye?

7- We tevî Tayyîp Erdogan, tenê ji bo parastina desthilatdariya xwe, bi plansaziyên xeyalî û taktîkên şer ên şaş, di nava 8 meh û nîvan de hûn bûn sedema mirina 2800 zarokên gelê Tirk. Li hemberî vî tiştî bi rastî jî we wijdanê xwe da ber lêpirsînê? Hûn bûne sedema mirina evqas kesan gelo ev tişt bandoreke çawa li we dike?

Heke tu wêrek bî, ez bang dikim ku tu bersivê bidî van tiştan û berevajiya van tiştan îspat bikî. Tu nikarî berevajiya van tiştan îspat bikî. Ji ber ku ev hemû heqîqet in. We xwe spart F16, dronên bi çek û çekên qedexekirî, we zarokên gelê Tirk bi awayekî ku ji aliyê zanista leşkerî ve nayê ravekirin, şandin ser hêzên me. We got ‘Biçin yan bimirin yan jî bistînin’. Bi vî awayî hûn bûn sedema mirina van kesên ciwan. Hûn ê nikaribin ji berpirsyariya vî tiştî birevin.

We ne tenê çekên kîmyewî bikar anî, di heman demê de we kesên ku dixwestin lêpirsîn bê kirin jî bi tundî tepisandin û we ew girtin. Dûre jî bêyî ku hûn şerm bikin, we got 'Me bi xwe komîteyek ava kiriye, lêkolîn kiriye û me eşkere kiriye ku paqij e, yanî çekên kîmyewî nehatiye bikaranîn'. Ev çi berevajîbûn e. Kenê guran bi vî tiştî tê! Heke di gotinên te de piçek heqîqet hebe û li hemberî gel hinekî jî berpirsiyarî hebe, fermo rêya asfaltê tê heta gundê Sîda ya ku şer lê diqewime. Ev gund 8-9 km dûrî bajarokê Şêladizê ye. Hûn û hevkarê we PDK rê li ber komîteyên serbixwe vekin, bila werin lêkolînan bikin.Heke gotina we rast be, bila rastiyê diyar bikin. Hûn û şirîkê we PDK hûn nikarin rastiyan bi tevahî veşêrin. Lê li gel vê jî hûn nikarin komîteyên serbixwe yên di vî warî de bihêlin. Ji ber ku ger hûn, wan li vir bihêlin wê dek û dolabê derkevin holê û sûcên ku we li hemberî qanûnê navneteweyî kirin, wê eşkere bibin. Li gundê Saca yê Sîdayê 11 zarokên gelê Kurd hatin qetilkirin, hûn ê heta hetayê nikaribin vî tiştî veşêrin. Teqez ev yek wê derkeve holê û rûyê we yê rast wê ji hemû cîhanê re were eşkerekirin û hûn ê nikaribin ji hesabpirsînê birevin. A baş ev e ku hûn vê rastiyê qebûl bikin.

 We herî dawî ragihand ku 11 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûne. Ev gerîla li ku û çawa şehîd ketin, hûn dikarin derbarê vê mijarê de agahiyên berfireh bidin me?

Di serî de hevrê Ferman Kerîm, Jînda Serhat, Sebrî Cilo, Arvîn Tolhildan, Azad Pirsûs, Adar Çiya, Hêvî Welat, Sefkan Adar, Dilşêr Reqqa, Helmet Viyan û Harûn Firat ên ku di tunelên şer ên Şehîd Xursî ya li derdora gundê Saca de piştî şerekî qehremanî şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînim. Ew mirovên herî mêrxas, herî rast û qehreman ê gelê Kurdistanê bûn. Wan bê dudilî jiyana xwe dan gelê xwe. Ew lehengên me ne. Bi saya berxwedana mezin a wan lehengan em îro di vê astê de hene û dikarin biaxivin. Ew ciwan bûn lê dilê wan mezin bû.  Ew kesên mezin in ku bi ruhê fedayî yê Apoyî di xeta Rêbertiyê de bi hezkirin têdikoşin û bi fedakarî têdikoşin. Em deyndarê wan in. Divê hemû gelê me van zarokên hêja tu carî ji bîr neke. Ew ciwanên şoreşger ên herî sade, wêrek, jêhatî û jîr bûn.

Ev heval ji bo xwe ji madeyên kîmyewî biparêzin di odeyeke tunela şer a Şehîd Xursî kom bûne. Hemû jî di odeyekê de ne, bêyî ku gule li laşê wan bikevin, yanî bêyî ku birîndar bibin şehîd ketin. Hevalên me yên ku çûn cihê bûyerê piştre dîmenên van şehîdan qeyd kirin. Dema ku di pêşerojê de hewce bike, dîmen jî dikarin werin weşandin. Tu fîşek an jî bombe li van hevalan neketine. Hevalên me bi gaza kîmyewî şehîd ketine. Hûlûsî Akar jî Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî nikarin vê sûcê hovane veşêrin. Belkî îro karibin veşêrin, lê sibe ew ê nikaribin veşêrin. Wekî dewlet, di destê we de ew qas teknolojiya nûjen heye. Li şûna ku hûn şer bikin, hûn çekên li dijî mirovayetiyê yên ji hêla hiqûqa navneteweyî ve hatine qedexekirin, bi kar tînin. Hûn bi gaza qedexe û kujer zarokên gelê Kurd qetil dikin. Ma hûn difikirin ku  wê hesabê vî tiştî neyê pirsîn. Hûn ê hesabê vî tiştî bidin. Heta ev gel û zarokên vî gelî sax bin, ji van kiryarên hovane wê hesap were pirsîn. Zû an jî dereng, teqez wê rojekê hesabê van tiştan were pirsîn.

Di bernameyeke taybet de we bal kişandibû ser leşkerên li Amêdiyê û we gotibû ‘Ew leşker yan ew ê ji wir vekişin an jî wê hemû bimirin’. Wateya vê peyvê çi bû û we çima peyvek wisa bi kar anî? Piştî vê yekê artêşa Tirk ji gelek deverên Amediyê vekişiya.

Belê, min di kanaleke televîzyonê de gotineke wisa got. Em çi bawer dikin em wê dibêjin. Em kesên ku bi gotina xwe ve girêdayî ne û bi taybetî li pêşberî gelê xwe û raya giştî em dixwazin bigihêjin asta herî bilind a rastgotinê. Ji bilî têkoşîn û xizmeta doza azadiya gelê xwe, tu armanceke me ya din nîne. Lewma pîvana me; durustî, rastgotin, wêrekî û zelalî ye. Em weke rêveberiya Tevgerê çi ji destê me tê em tînin ziman. Heke me qala tiştekî kir û ew pêk nehat, ev tê wê wateyê ku me hewl da lê bi ser neket. Em pêkanîna gotina xwe ji xwe re dikin esas. Prensîba herî bingehîn a Apoyî ew e ku gotin û pratîka wan yek be. Ez vê yekê ji xwe re dikim bingeh û wisa tevdigerim. Ji bo leşkerên li wir min got ‘Yan ew ê vekişin an jî wê hemû bimirin. Rêyeke din a vî tiştî tune. Ev gotina min dihate wateya tiştekî rast.  Ev gotin ji bo hêzên dewleta Tirk ên li berpalên Amêdiyê û Sêdarê hatin gotin. Jixwe rastiya wê hate îspatkirin.  Li wan hate xistin, hêzên wan derb xwarin û piştre neçar man vekişin.

Ger ji ew ji cihên ku we diyar kirine venekişiyana wê çi bibûya?

Divê ez eşkere diyar bikim, heke 2 rojên din jî ji wir venekişiyana wê îmha bibûna. Dibe ku Fermandariya Tirk a li wê derê fêhm kiribe û bi êrîşên hewayî yên dijwar bi lez ji wir reviyan. Ev rewş tê rexnekirin. Yanî kêmasiya Fermandariya me ya li wir e. Dem baş nehat bikaranîn, dereng derketin û ji ber van derengiyan niha rexne tên kirin. Wek min li jor jî behs kir; Hûlûsî Akar van leşkeran dişîne mirinê. Ew der ne cihê mayîna leşkeran e. Bi bi erzanî nêzî jiyana leşkeran dibin û mirina wan pir hêsan e. Rast e, dema ku mirov armancekê dide ber xwe dibe ku windahî jî çêbibin lê bi plansaziyên wisa yên xeyalî re nabe ku mirovan biavêjin nav agiran. Di vê mijarê de ez dikarim bi kurtî behsa van tiştan bikim. Gotina ku li wir hat gotin, ne gotineke beredayî bû. Ew rewş dikare pêk bihata. Dema ku ev tişt dikira pêk bihata ji wir vekişiyan û pêşiya îmhakirinê girtin. Mirov dikare heman tiştan ji bo cihên din jî bibêjin.

Hûn sala 2022’an dinirxînin. Artêşa Tirk li ku derê xeletî kir û çi li ber çavan negirt, lê neçar ma ku di demeke pir kin de ji herêmên ku dixwest bi dest bixe vekişe?

Eşkere ye ku rêveberiya rejîma faşîst a heyî nekarî hêza fedakar a bîrdozî û felsefeya Apoyî ya ku gerîla xwe dispêre wê, hesab bike. Rast e belkî heta radeyekê haya wan ji biryardariya îdeolojîk a hêzên me hebû, lê nikaribûn texmîn bikin ka ew çawa vediguhere îradeyê. Wan pişta xwe bi vî tiştî girêdabûn ku digotin ‘PDK jî bi me re ye. Em vê firsendê ji dest nedin, îstîxbarat û agahiyên pêwîst didin me, ev firsendeke girîng e, dibe ku bi îhtîmaleke mezin bibe sedema nakokiyên navbera Kurdan. Her wiha bi rêbazên weke dorpêçkirin, girtina rê û ambargoya li dijî PKK’ê beşdarî pêvajoyê dibin û ev tişt alîkariyê dide hêzên me.’ Her wiha fikirîne ku ‘Di destê me de wesayîtên hewayî yên bêmirov, dronên bi çek ên bê mirov, F16 û fuze hene. Dema ku em gerîlayan bibînin em ê li wan bidin û em ê hemûyan tasfiye bikin. Ew fedaî bin jî, em ê firsendê nedin wan û li ser esasê îstîxbarata lezgîn, em ê bi teknolojiya modern wan ji holê rakin.’

Hûn di daxuyaniyên xwe de behsa gelek bombeyên nukleer ên taktîkî jî dikin. Hûn dikarin qala van bombeyan bikin? Çi bandorên cihê yên vê bombeyê heye?

Belê, bombeya nukleerî ya taktîkî madeyeke teqemenî ye ku ji bombeyên din cihêtir e û bandorên wê pirtir e. Pergala tunelê par li pêşiya dewleta Tirk bû astengiyeke mezin ku nekarîn wê derbas bikin. Eşkere ye ku wan bombeya nukleerî ya taktîkî ji xwe re wekî çareserî dîtin. Bombeya nukleerî ya taktîkî ne tiştekî wisa ye ku radyasyonê belav dike. Nukleereke sivik dixin nav teqemeniyê û dibe bombeyeke ku hêza wê ya texrîbê tê zêdekirin. Bi gotineke din, piştî ku ev pêvajo pêk hat, hêza bandorê li gorî wê diguhere. Tişta ku di destê dewleta Tirk de heye, li gorî îxtîmalan bombeyeke 1 kîlo dikare bandora bombeyeke 1 tonê çêbike. Bi rastî, ev bombe tenê di envantera NATO’yê de hene. Lê me berê jî ev yek kir. Em dizanin ku ev çek li welatên NATO’yê tên belavkirin. Niha em nizanin ka dewleta Tirk bi destûra wan bi kar tîne yan jî bi awayekî veşartî van çekar bi kar tîne. Lê ew van bombeyan li hemberî me pir bi hêsanî û bi awayekî hovane bi kar tînin. Bombeyeke 10 kîlo ya wisa diavêjin tunelekê û bandora wê dibe qasî bombeya 10 tonî. Her wiha gaza jehrî ya ku piştî teqîna nukleerê derketiye jî heye. Ne bi awayekî ku li qadek pir berfireh belav bibe. Ji ber ku uranyuma nermkirî li vir tê bikaranîn. Ji ber vê yekê, ev bombe li qadeke diyar dibe sedema kuştin û hilweşandinê. Wan pişta xwe bi vî tiştî girêdan.

Rewşeke wisa çêbû ku, li gorî me ew xapiyane. Di payîza 2021’an de li Girê Sor Sor û Werxelê ev bombe bi kar anîn. Li wir bû sedema şehadetan û hêzên me yên li wir vekişiyan. Helbet di wê demê de berxwedan bi dawî bû. Di heman demê de, bi guhertinên taktîkî, li hin tunelên din li şûna parastine sabît em derbasî tarza şerê gerok bûn. Ji bo amadekariyeke baş ev taktîk hate kirin. Dibêjim qey ev rewş bû sedem ku ew şaş bimînin. Wan digotin qey ew ê bi van çekên qedexe êdî encamekê bistînin. Pişta xwe bi vî tiştî girêdan û gotin ‘Em ê van bombe û çekên kîmyewî bi kar bînin, em ê yên di tunelan de tasfiye bikin.’

Berê jî li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî dihatin bikaranîn. Piştî ku ev çek hatin bikaranîn, hemû hêzên pêşmerge derketin derveyî sînorên Başûrê Kurdistanê, ji herêmê derdiketin. Hêviya dewleta Tirk jî ev bû ku bi çekên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî û bi dronên bi çek, hêzên me ji qadê derxînin û yên mane jî îmha bikin.  Li vir nekarîn performansa me ya taktîkî û biryardariya PKK’ê ya di îdeolojiya Apoyî de bihesibînin. Ev 40 sal in ev Tevger xwedî tecrubeyeke leşkerî ye û em gihiştine asteke xurt. Di vî warî de nekarîn hêza me ya taktîkî rast tespît bikin. Bi rastî, em jî dizanin ku di vê mijarê de asteke wan a îstîxbaratê heye. Lê ew bi awayekî eşkere difikirîn ku dikarin bi projeyên xeyalî û plansaziya leşkerî ya xeyalî bi ser bikevin. Lê belê çarçoweya taktîkî ya ku me pêş xist û doktrîna şer a ku me bi cih anî, li ser wê yekê bû ku bi stratejiyek ku nûbûnên cidî û mezin bi xwe re encam bigire. Ev taktîk li ser esasê serkeftinê bû û me pêkanîna tarza li gorî pêvajoyê jî da ber xwe. Belkî ji ber hinek adetên me yên berê, baş nehate pêkanîn lê dronên bi çek ên bêmirov jî hebe, kamerayên çavdêriyê jî hebin, PDK jî hebe, tarza me dikare van tiştan hemûyan pûç bike. Dema ku em li ser bingeha dîsîplîn, kamûflajên serkeftî û nepeniya kûr bi rêkûpêk, rast pêk bînin wê gerîlayên wekî xeyaletan ku hemû tevdîrên dijmin pûç dike, derkeve holê. Ji bo vê yekê, divê em baş bixebitin û bi tevahî adetên kevn û klasîk ên li cem hevalan êdî biterikînin.

Teknîkên ku serdestiyê ji dewleta Tirk re çêdikin çi ne? Li hemberî vê serdestiyê we kîjan tedbîr an jî guherînên şêwazê pêk anî? Hûn dikarin ji me ra qala wan bikin?

Helbet ez dikarim bi vî awayî bersiva pirsa we bidim; Yê ku di şer de serdestiyê dide artêşa Tirk hêza hewayî ye. Di rewşa heyî de bêyî hêza hewayî ew nikarin me. Me du nêzîkatiyên taktîkî yên cihêreng ji bo hevsengiya hêza hewayî pêş xistine. Yekem; ku hêzên me bi şêwazekî tîmên pispor li qadan belav bikin û bi vî awayî wan ji nedîtî ve bên. Bi vê yekê teqez bû ku hevrêyên me bi komên mezin nebûn hedefa teknîkê. Lê me tîmên xwe wisa bi cih kir ku, ji bo dijmin her der veguherî wek mayînê. Duyemîn; me kelehên bin erd pêş xist. Belê, kelehên ser erdê di şerên dîrokê de roleke mezin lîstine. Me îro bi berovajî wan kelehên ser erd, kelehên di bin erdê de birêxistin kir û pêşxist. Ev keleh êrîşên hewayî bêbandor dikin. Ji ber vê yekê tevgera rast a hêzên me, awayê belavkirina wan li ser bejahiyê û asta pozîsyona binerdê ji bo hevsengkirina serweriya teknîkî ya di destê wan de performansek taktîkî ye. Nikarîbûn wê bibînin. Tê fêmkirin ku ewqas lêhurbûna wan jî tuneye. Wan fikirîn ku ew ê bi hêsanî bi ser bikevin. Dewleta Tirk fikirî ku bi hêsanî PKK’ê têk bibe. Lê rastiya pratîkî nîşan da ku PKK’ê ne ewqas hêsan e. Hêza PKK'ê ya leşkerî, biryardariya îdeolojîk nîşan da dikare vê teknîka serdest têk bibe û encama vê bi pratîka derxistiye holê. Yanî bi hêsanî nikarin PKK’ê ji holê rakin. Ev zelal e. Rewşa Zapê mînaka vê yekê ye. Ji ber vê çendê 2 salan li Zap, Avaşîn û Metîna, tevî derfetên xwe yên leşkerî û piştgiriya PDK’ê, ji ber ku nekarîn rast hesab bikin û binirxînin, 2 salan asê man. Li van herêman nekarîn bi temamî kontrolê bi dest bixin. Ev encamek eşkere ye ku di pratîkê de tê dîtin. Her çend ji bo ku bi awayekî mayînde bi cih bibin hatin vir jî, ji hin cihan vekişiyan. Çima; ji ber ku ew neçar bûn vekişin. Weke ku me behs kir, ger neçûbana, wê bi her awayî têk biçûna. Performansa şer a ku ji aliyê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ve hatiye pêşxistin rewşeke nû ye. Dibe ku di dîrokê de cara yekem e. Hêzek ku li hemberî teknolojiya modern, vîna sermirovî nîşan bide û xwe dispêre jêhatîbûn wisa mezin rewşek nû ye. Bi her awayî êrîşên dijmin hatin pûçkirin. Min li jor behs kir, lê ez dixwazim careke din bibêjim ji ber ku guncav e; gelek derb xwarine. Tevî ku ewqas teknolojiya wan heye jî. Bo nimûne; Di nava salekê de 4527 êrîşên balafiran li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna hatin kirin. 5701 êrîşên helîkopteran pêk hatin. Di 8 meh û nîvan de bi giştî 10228 êrîşên hewayî. Bifikirin ku bi tonan bombe li her dera van deveran ketine. Tevî vê yekê, eger îro jî em li wir dijîn û berxwedan berdewam dike, bêguman ev rewşek nû ye. Her wiha obusên ku parlamenterekî di dema muzakereyên butçeyê de li meclîsê gotibû, "Her obusek 5000 dolar e" hema bênavber mîna teyrokê li van herêman dibarin.

Di vê navberê de; Hûn dikarin hinekî li ser bandora şerê ku we bi dewleta Tirk re kirî li ser aboriya Tirkiyê şîrove bikin?

Wê ne xelet be ku mirov bibêje ku bandorek rasterast heye. Çima aboriya Tirkiyê hat vê derê? Çima îro karkerên Tirk li ser sînorê feqîrî û birçîbûnê dijîn? Tirkiye ne welatekî xwedî dahateke kêm e. Çima ev ast xizanî heye? Ji ber ku vê rejîmê beşeke mezin ji dahata Tirkiyeyê di şer de xerc kir û xerc dike; hin ji wan bi awayê bûdçeya vekirî, hin bi awayê budçeyên veşartî, hin jî bi riya saziyên cuda û hwd. Bi van rêbazan dahatên vî welatî ji bo şer xerc dikin. Li meclîsê ew parlementer got buhayê bombeyek biaqil 1,2 milyon e. Ka em bihêjmêrin wan çend bombeyên biaqil û kîmyewî li dijî me bikar anîne! Vê desthilatdariyê aboriya Tirkiyê ji şer re xerc dike. Di heman demê de li dijî van herêman 3280 caran bombeyên nukleer ên taktîkî û gazên kîmyewî hatin bikaranîn. Tevî van hemûyan jî 301 şehîdên me hene, ev hemû şehîd ne tenê li Zap, Avaşîn û Metîna ne. Di hemû qadên me yên têkoşînê de bi tevahî şehîdên salekê ne. Ev encamek e ku divê ji aliyê leşkerî ve were nirxandin. Ger hêzek di derdoreke ku her cure çek tê bikaranîn de û hawîrdora şer vediguhere dojehê de windahiyeke wiha dîtibe, eger hîna jî berxwedanê bidomîne ev encamek pir girîng e. Eşkere ye ku ev perspektîfa taktîkî ya gerîla di heman demê de perspektîfek e ku windahiyan asteng dike û derbên giran li dijmin dide.

Ev perspektîfa taktîkî ya ku hûn behs dikin, dikare li cihên cuda were pêk anîn?

Bê guman dikare were pêk anîn. Ez wisa difikirim ku ev çarçoweya taktîkî ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatiye û pêşketiye, ne tenê ji bo Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî mînakeke girîng e. Niha jî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze êrîşî Rojava bike. Ger şervan û gelên li Rojava encamên ku li vir derketin baş bi kar bînin, dewleta Tirk nikare weke ku dixwaze dagirkeriyê pêk bîne. Gelê feqîr ku ne xwediyê îmkanên teknîkî yên serdemê ye, tenê bi vê perspektîfa taktîkî dikare xwe û axa xwe biparêze. Ev yek ji encamên herî mezin e ku me di 2 salên dawî de li Herêmên Parastina Medyayê bi dest xistiye. Qezenciya herî mezin ji bo me bi giranî zelalkirina vê perspektîfa taktîkî ye. Helbet ne hêsan bû. Ev encam bi ked û xwîna hevrêyên me yên qehreman ên hêja derketiye holê. Derxistina vê taktîkê bi temamî bi saya şehîdên me ne. Bêguman ev yek encama milîtanên ku giraniya xwe didin îdeolojî û felsefeya Rêbertiya me, afirîneriya taktîkî pêş dixin û kedeke mezin didin, dema pêwîst dike, ango bi xwîn û kedê canê xwe feda dikin. Ji bo wî ev encamên pir girîng û pîroz in. Ew ast û rewşek e ku divê pir rêz lê bê girtin. Ji ber ku fermandar û şervanên dilsoz, wêrek û leheng bi cesareteke mezin di çarçoveya taktîkê de têkoşiyan, bûye rastiyeke taktîkî. Eşkere ye ku ev encamek bi nirx û dîrokî ye ku bi dayîna berdêlan wê siberojê ronî bike.

Ji aliyê têkoşînê ve pêşketinên di sala 2022 'an de rû dan, sala 2023 'an girîngtir kir. Sala 2022’an bi rastî sala berxwedanê bû. Encamên vê berxwedana mezin û birûmet wê di sala 2023’an de diyar bibin. Êşkenceya psîkolojîk a li Îmraliyê li dijî Rêber Apo û helwesta Rêbertiya me ya li hemberî wê hatiye kirin, berxwedana li dijî mêtingerî, şîdet û êşkenceyê îro li hemû girtîgehan tê meşandin, asta berxwedaniya nû û dîrokî ya ku me ji aliyê gerîla ve anî ziman gihiştiye asteke gelekî girîng. Dîsa weke hêzên xweparastinê; berxwedana ku hêzên xweparastinê YPS, HBDH'ê li bajarên cuda yên Tirkiyê û Kurdistanê bi pêş xistî (her çendî çapemeniya rejîmê û organên şerê taybet ev çalakî bi rengekî cidî sansûr kiribin jî), helwesta hêzên çep-sosyalîst ên demokratîk ên Tirkiyeyê li dijî her cure êrîşên faşîst bi siyaseta Kurd re, ji bo hêzên şoreşger bi giştî ji bo siberojê binesaziya pêşketinên pir xurt ava kirine. Dema em saleke têkoşînê ya girîng li pey xwe dihêlin, em dibînin ku saleke têkoşînê ya girîngtir li pêşiya me heye.

Çi sala 2023’an ji salên din girîngtir dike? Di vî warî de sala 2023’an çi li benda Kurdan e?

Belê, ez dikarim bi kurtî van tiştan bibêjim; Hemû pêvajoyên Tevgera me weke pêvajoyên girîng hatin jiyîn. Rêber Apo got ‘Têkoşîna tevgera me têkoşîneke bênavber e.’ Yanî Tevgera me her sal bêhnekê distîne û digihîje qonaxekê. Sala paşerojê bi pêvajoyên girîngtir û cudatir re rû bi rû maye. Bi giştî hemû salên têkoşîna me bi lêkolîn û pêvajoyên bi vî rengî girîng hatin jiyîn. Lê belê, jixwe tê dîtin ku sala 2023 dê ji gelek aliyan ve cûda û girîng be. Dibe ku Têkoşîn di dîroka me de bibe sala herî girîng. Ji ber ku jixwe tê dîtin ku wê ji gelek aliyan ve encamên diyarker derxîne holê.

Weke ku me nû jî gotî, ev rejîma faşîst di serî de li Îmraliyê êşkenceya psîkolojîk kiriye û hemû zextên faşîst ên ku bi cih anîne gihaştiye wê radeyê ku asta têkoşîna me û têkoşîna tevgera şoreşger a Tirkiyê bi giştî, hêzên demokrasiyê û helwesta ku ji niha û pê de wê bistînin wê encamên girîng derxînin holê. Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinê ya bê pêşxistin zêdetir girîngî girt. Dîsa têkoşîna ku li zindanan û li derve pêş dikeve û sendroma Zapê ya mezin ku gerîla di dijmin de afirandiye, berxwedana gerîlatiya Bakur a bi rengê xweparastinê û geşedanên li qadên din ên têkoşînê yên girêdayî wê pir girîng in.

Dewleta Tirk li Zapê asê maye û kilît bûye. Eşkere bû ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê nekarî ji xwe re çîroka serketinê çêbike. Lê rejîma AKP-MHP’ê ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikeve pêdivî bi çîrokeke serkeftinê heye. Lewma niha berê xwe daye Rojava. Ew planên êrîşê li ser wan dike. Rewşa ku ji aliyê Rûsya, Sûriye û Tirkiyê ve bi hev re hatiye pêşxistin jî bi geşedanên nû re girêdaye. Tevgera gel a bi pêşengiya jinan ku li dora dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ rabû, li Rojhilatê Kurdistanê û li seranserê Îranê jî pêş ket. Ev azweriya azadî û demokrasiyê nîşan dide. Ev hemû nîşan didin ku sala em tê de ne wê gelek pêşketin çêbibin.

 Têkildarî vê yekê hilbijartinên Tirkiyeyê jî nêzîk dibin, hûn dikarin li ser vê yekê çi bibêjin?

Belê, ji hilbijartinê re demek pir hindik maye. Hilbijartinên 2023’an wê ji bo rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bibe saleke çarenûsî. Têkildarî wê jixwe diyar e ku ji bo me û hemû gelên Tirkiyê pêvajoyeke xwedî girîngiyeke mezin wê pêk were. Dîsa rejîma faşîst a qirker di vê salê de hinek rol ji xwe re diyar kiriye. Ji sala 2023'an û vir ve hem salvegera 100’emîn a Komarê hem jî Peymana Lozanê ye, hin tiştan bi salê ve girê didin. Di 100’emîn Salvegera Komarê de bi armanca ku Komarê veguherin amûra otorîter, zordestî û şîdetê, di astekê de ne. Lê belê di Salvegera 100’emîn a Komarê de erka demokratîkkirina Komarê heye. Ji bo gelên Tirkiyeyê erka herî girîng ev e. Lê demokratîkbûn ancax bi derbaskirina vê rejîma faşîst pêkan e. Ew ê hewl bide ku bi hemû hêza xwe dest ji desthilatdariyê bernede. Dixwaze di van çend mehên pêş de bi seferberkirina hemû derfetên xwe yên di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û aborî de serkeftinê bi dest bixe.

 Weke pirsa dawî, rêya ku hûn, hêzên demokratîk û muxalefeta Tirk li dijî van hemû êrîş û zilma faşîst bişopînin gelekî girîng e. Hûn li ser vê mijarê çi difikirin? Hûn dikarin ji bo ciwan û jinên ku di heman demê de dînamîkên têkoşînê dikin çi bêjin?

Bêguman divê hêzên şoreş û demokrasiyê jî bi têkbirina dijmin re dawî li rejîma faşîst bînin û bi ser bixînin. Di vî warî de bi taybetî têkoşîna ku me li Kurdistanê pêş xistiye xwedî roleke diyarker e. Niha em rewşa hêzên qaşo mûxalîf ên li Tirkiyeyê dibînin. Avahiya Maseyê Şeşkesî, avahîyek e ku di xwe da yekpare nîn e, lê li dû hev li dora hev digere. Di rastiyê de di rewşa heyî de li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê vîneke rast û cidî dernakeve holê. Eger ev rejîma faşîst êrîşên xwe yên li dijî tevgera me bi ser bixîne, wê armanc bike ku dînamîkên din di nava tozê de bihêle, bi qêrîna serketinê re Tirkiyeyê bixe nava fetisandinê. Ji vî alî ve di vir de ya esasî têkoşîna me ye. Têkoşîna gerîla, gelê me, tevgera me bi giştî û hêzên demokrasiyê yên li dijî faşîzmê gelekî girîng e.

Bi taybetî ji ber ku têkoşîna 50 salî ya Rêbertiya me ya li dijî rejîma qirker îro di şexsê Tevgera me de gihîştiye qonaxeke lûtkeyê, divê em sala pêş bi serketinê tacîdar bikin. Em bi peywireke dîrokî re rû bi rû ne. Pêvajo pêvajoyeke girîng û dîrokî ye. Serdemek wiha ye ku siberoja hemû gelên Tirkiyê wê diyar bibe. Di vê serdemê de weke Tevgera Apoyî em pê dizanin ku têkoşîna me xwedî roleke mezin e. Di vî warî de em ê hewl bidin bi berpirsyarî tevbigerin. Ji vê hêlê ve diyar dibe ku têkoşîna me di heman demê de têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyê ye û divê em di demokratîkbûna Komarê de weke aktorekî girîng rol bilîzin.

Di vê çarçoveyê de ne tenê li Kurdistanê, li hemberî hemû gelên Tirkiye û herêmê divê em berpirsyariyên xwe biparêzin. Ji bo me peywireke mezin a dîrokî ye ku têkoşîna ku çi hewce be wê bike, ku rê li ber demokrasiyê veke, ne ji faşîzmê re, li Tirkiyê û bi rastparastina berpirsyartiyên xwe wê rê li ber geşedanên mezin veke. Di vî warî de wê sala 2023'an bibe sala geşedanên mezin. Ev yek ji niha diyar e û eşkere ye ku berxwedana Tevgera me bandoreke giran li ser kiriye. 

Me plan kir ku, em 2023’an teqez serkeftinê bi dest bixin. Li ser vî esasî pêwîst e mirov bibêje ku pêvajoya li pêş ne normal e, pêvajoyek awarte ye û divê her kes di vê pêvajoya awarte de bi tevlîbûn û fedekariyeke mezin wezîfeyên xwe biparêze. Bi taybetî li Kurdistanê tevlîbûna hêzên têkoşer, bi taybetî jî ciwan û jin wê di vê serdemê de di diyarkirina encamê de xwedî roleke girîng bin. Divê ciwanên Kurdistanê xwe bêhêz nebînin. Divê bibîne ku ew xwedî hêz û qabiliyeta derbaskirina astengiyên li pêşiya xwe ye. Bi nêzîkbûna afirîneriyê re divê xwe birêxistin bike. Ev serdemek e ku divê dînamîkên ciwan û jinên azad rola xwe bilîzin. Bêguman barê giran ê sereke îro li ser milê Rêbertiya me û gerîla ye. Mirov dikare bibêje ku ger tevgera ciwan û jinan rola xwe bi vî awayî bi barhilgiriyê bilîze, wê pêvajo teqez bi serkeftinê tacîdar bibe.