Karayilan: Berxwedana gerîla paşeroja gelan ronî dike

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bîlançoya şerê du mehan nirxand, berxwedana gerîlayên azadiyê pîroz kir û got, "Berxwedana gerîla paşeroja gelan ronî dike."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re axivî û bîlançoya şerê du mehan nirxand.

Karayilan ev nirxandin kir:

"Meha Hezîranê meha fedayiyan e. Em di şexsê fedayî hevrê Zîlan, Gulan û Diyar Xerîb de tevahî şehîdên fedayî bibîr tînin. Li hember bîranîna wan bi rêzdarî û bi hurmet bejna xwe ditewînin. Sozê me dayî wan, em cardin dubare dikin. Em ê heya dawiyê şopdarê wan bin û ala wan li erdê nehêlin. Di bilindkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî li bîranînên wan derkevin.

'BERXWEDANA GERÎLA SERÊ GELÊ KURD BILIND KIRIYE, HÊVIYA AZADIYA KURDISTANÊ XURT KIRIYE'

Îro jî şopdarên fedayiyên qehreman, di meha Hezîranê de li ser îdeolojî û hişmendiya Rêber Apo; li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedana fedayiyan bilind dikin. Ew berxwedana li asteke pir bilind bi pêş dikeve û gihîşte qonaxeke nû. Ew jî raber dike ku tevgera me, Gerîlayê Azadiya Kurdistanê di sozê xwe de girêdayî ne û xeta fedayî ya Apogerî li her derê bilind dikin. Em tevahî şehîdên berxwedana pîroz; berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê, di şexsê hevrê Mizgîn, Rohat, Çiya, Ozgur, Siyabend, Nalîn û Mîrzayan de bibîr tînin. Li hember bîranîna wan bi hurmet û bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Berxwedana wan bilindkirî li pêşiya tevahî cîhanê serê gelê Kurd bilind kiriye. Hêviya azadiya Kurdistanê xurt kiriye. Li ser vî hîmî gelê me û dostên gelê me li her alî dinyayê têkoşînê bilind dike. Ew jî raber dike ku berxwedana niha li Zap, Avaşîn û Metîna tê meşandin, berxwedaneke xwedan rol û mîsyon e, berxwedaneke dîrokî ye. Ji bo gelê me berxwedana neteweyî ye û ji bo gelê me û gelên herêmê berxwedaneke azadî û demokrasiyê ye.

'DI ŞERÊ GERÎLA DE PELEKÎ NÛ'

Niha du meh temam bûn û bilançoya du mehan hat weşandin. Dema mirov lê dimeyzîne, encamên xwe pir girîng in. Di dîroka Şerê Gel ê Şoreşgerî de îro li Kurdistanê qonaxek nû bi pêş dikeve. Heya niha ti şer wisa pêk nehatine. Li hemberî teknolojiya serdemê û li hember çekên qedexekirî yê kîmyasal, Berxwedana Gerîlayê Azadiya Kurdistan li Zap, Avaşîn û Metînayê ew du sal in di şerê gerîla de pelek nû vedike. Bi taybet li ser hîmê tecrûba 2021’an berxwedan û şerê ev du mehên dawiyê hîn zêde geştir e û hîn zêde nîşana serketinê xwe xurttir e. Hêviyê hîn zêde mezin dike. Li hember êrişên her cûreyî parastina qadên azad, rê û rêbazê wê bi xwe re zelal dike. Bêguman encamên di va du salan de derketin holê û niha ev du mehên dawiyê, şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê bi pêş dikeve, ji bo her kesî nimûneyek mezin e. Ji bo tevahî hêzên şoreşgeriyê ku li hember dewletên hegemonîk dixwazin li ber xwe bidin, ax û rûmeta xwe biparêzin, rêyekî nû ye. Dîsa di rêbazên taktîkê gerîla de kûraniyek nû tê pêşxistin.

Tê zanîn; dewleta Tirk a dagirker û qirker ew heft sal in li hember Rêber Apo, li hember gelê me û li hember Gerîlayê Azadiya Kurdistan şerekî giştî dimeşîne. Armanca xwe tevahî destketiyên gelê Kurd ji holê rakirine. Lê heya niha encam negirtiye. Rexmî ku tevahî derfetên û aboriya Tirkiyeyê xerc kir jî, lê ti encam negirt. A niha bi alîkariya xeta Kurd a hevkar û hinek hêzên hegomonîk, rejîma AKP û MHP dixwaze di vê salê de biçe encamê. Ji ber ku wekî din şansê xwe nemaye. Ji bo têk neçe, ji bo ev rejîma faşîst bikanibe berdewam bike, divê ku li hember Gerîlayê Azadiya Kurdistan û li hemberî gelê Kurd encaman dest bixe. Ji ber ku ew rejîm hebûna xwe li ser tinebûna gelê Kurd û li ser hîmê serketina siyaseta qirkeriyê dixwaze ava bike.

'LI ZAPÊ XITIMÎN, LEWMA ÊRIŞÊN XWE BERFIREH KIRIN'

Bi vê armancê li ser hîmê teknîk û hêzên hewayî êrişa 14’ê Nîsana 2022’an destpê kir. Lê li hemberî vê li Zapê berxwedaneke dîrokî destpê kir. Wan dixwast Zapê bigrin û dûvre jî yek û yek eyaletan bixînin. Feqet li hemberî Berxwedana Zapê, artêşa Tirkiyê xitimî. Çekên bi teknîka herî modern û çekên kîmyasal ên bikaranî jî vê re nebû çare û nikanibû encam bigirta. Bêguman ew ne tiştekî ji rêzê ye û mijarek pir girîng e. Yekem car wisa artêşa Tirkiyeyê li Zapê xitimiye û nikane encam bigre. Ji bo wê di planên xwe de hinek guhertin û firehbûn çêkirin.

Ew planana çi ne? Yek; êrişa li ser Zap û Avaşînê fireh kir. Rojavayê Zapê ango Girê Cûdî, Girê FM û Girê Hekarî jî xiste hundirê êrişên xwe. Yek çare wisa dîtin. Ya didûya; him li Zapê xitimî him jî ji ber şerê li Ûkrayna dimeşe, ji bo dewleta Tirkiyê hinek derfet derkete holê. Û rejîma faşîst bi şêwazekî fersendkar xwest vê rewşê li dijî gelê Kurd bikar bîne. Li ser vî esasî plana êrişa li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî xist rêza pêş. Yê sêyem; êrişa li Îmraliyê, tecrîd û psîkolojîk êşkence hîn geştir kir. Qada siyasî hîn zêde kir hedef. Çapemeniya Kurd bi temamî kir hedef. Ango xitimandina li Zapê hişt ku wisa êrişên xwe hîn zêde berfireh bikin. Çima? Ji ber ku ew dixwaze bi şer biçe encamê û siyaseta qirkeriyê li Kurdistan biser bixîne. Ji bona wê hewcehî dibîne ku hemû derfetê heyî bikar bîne. Rewşa Tirkiyê ya jeo-stratejîk bike bazarê û di navbera hêzên hegomonîk de bilîze. Wisa derfetên ku bikanibe li hember gelê Kurd bi ser bikeve dixwaze bi dest xwe bixe.

'BI SÛDWERGIRTINA JI TECRÛBEYA GERÎLA, GELÊN BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN'

Niha li Rojavayê Kurdistanê, li ser gelê Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî dewleta Tirkiyeyê topbaranê dike. Li malan, li sîvîlan dixîne. Faşîzm û terora dewletê dimeşîne. Ji Kerkûkê heya Efrînê li her deverê suîqestan pêk tîne. Lê ew bi va êrişan nikarin biçin encamê. Ger ku gelê me yê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tecrûbeyên Gerîlayên Azadiyê yê du salan ji bo xwe bike bingeh û li gorî wê amadekariyê xwe bike, wê li wir jî dewleta Tirkiyê têk biçe û nikare weke berê dagirî pêş bixe, encam bigre.

'LI BAKURÊ KURDISTANÊ GERÎLA BERSIVA PÊWÎST DIDE ÊRIŞAN'

Cardin li Bakûrê Kurdistan niha him li tevahî eyaletan operasyon û êriş heye, ango ji Botanê heya Serhedê, ji Dersimê heya Amed û li her derê êriş û şer heye. Ew êrişkariya dijmin rewşa şer e. Daristanan dibire û dişewitîne. Li hemberî vê Gerîlayê Azadiya Kurdistan jî bêdeng nemaye û wê nemîne jî. Vaye niha li Amedê, li Botanê çalakiyên çêbûyî raber dike ku gerîla bersivên pêwîst dikare hîn xurttir jî bide dijmin. Bi taybet îlana pêngava Egîdên Botanê ya Duyem pir bi wate ye. Ew bi va êrişan nikare li hemberî gerîlayê Bakurê Kurdistanê encam bigre. Vaye bi mehane dijmin li ser Cûdî radiweste. Gelek cihê Cûdî dagir kirine. Bi leşker û balafirên xwe êrişan dike. Lê ew êrişên dijmin ji aliyê gerîlayên Cûdî de hatiye vala derxistin e. Em ji bo ked û berxwedana bi rûmet tevahî gerîlayên Cûdî silav dikin.

Cardin li ser gel jî zilm û faşîzmeke mezin heye. Lê rexmî hemû zext û astengan dijmin nikanibû meşa li dijî tecrîda li ser Rêber Apo asteng bikira. Belkû meşa heya Gemlîkê asteng kirin lê gelê me got ‘her der Gemlîk e’ û bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’, di navenda wan li Stenbolê dirûşma ‘Bijî Berxwedana gerîla’ bilind kirin. Ev sekna siyaseta demokratik a gelê me, bê encambûn û têkçûna faşîzma AKP-MHP eşkere dike. Tecrîdeke bêhempa li ser Rêber Apo dimeşînin lê Rêber Apo deng û basên xwe li hemû cîhanê belav bû. Ew nikanin pêşiyê bigrin. Îro li asta cîhanê tevahî ji bo azadiya Serokatî hewldanên pir girîng hene. Doza azadiya Serokatî, li hember tecrîda giran û li hember faşîzma dewleta Tirkiyeyê ti kesî stû xwar nekiriye û paş de gav neavatiye. Li her derê berxwedan heye. Ger ku sibê destdirêjiyê hîn zêde li ser Rojavayê Kurdistanê bike, teqez wê li wir jî bersivên herî tund bigre. Baweriya me ew e ku wê li wir jî li hemberî destdirêjî û xwînrêjiya dewleta Tirkiyeyê berxwedaneke dîrokî bilind bibe û bi ser bikeve.

'DEWLETA TIRK A FAŞÎST QIRKER QERTA ENDAMETIYA NATO'YÊ LI DIJÎ GELÊ KURD BI KAR TÎNE'

A niha dewleta Tirk a faşîşt-qirker qerta endamtiya NATO li hemberî gelê Kurd bikar tîne. Di mijara vetokirina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê de, esasî Tirkiye daxwaza pêşî nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bigre. Yek armancê xwe ew e. Armanca xwe ya dûyemîn; dixwaze qedexeya firotina çekan ji bo Tirkiyê were rakirin. Ji ber ku ew çekana ji bo balafirê keşfa ya bi çek de bikar tîne. Ango perçeyên hesas in, pêwîstiyên xwe bi van hene.

Ew bi esasî ev her du daxwaziya dikin hedef. Yek jî bi vî awayî dixwaze pêşî êrişên li ser Rojava veke. Ango wisa xwe di rojevêke û dema ku êriş kir, kesek li dijî wî dernekeve. Bi vî awayî şantajan çêdike û hemû stratejiyên xwe gorî dijî hebûna gelê Kurd û destketiyên gelê Kurd ava dike. Eşkere li hember hemû destketiyên gelê Kurd dixwaze êrişa xwe reva bike. Sûcê xwe wisa ser bigre. Wekî dizê ku him diziyê dike û him jî xwediyê malê bernade.

'BALA HER KESÎ LI BERXWEDANA GERÎLA YE'

Eşkere nijadperestiyê dimeşîne û qirkeriyê dike. Li ser gelê Kurd îro li her sê parçeyên Kurdistanê zilmeke mezin dimeşîne. Bi her awayî yasayê gerdûnî binpê dike û dixwaze ti kes li hemberî vê ti nerazîbûnê raber neke. Ji bona vê berxwedana gelê me û berxwedana Gerîlayê Azadiya Kurdistan niha rolekî pir girîng dilîze. Ango ji bo ku tevahî gelên heremê û raya giştî li hember vê rejîma faşîst xurt raweste, îro çavê herkesî li berxwedana Gerîlayê Azadiya Kurdistan e. Sekna siyaseta demokratîk a Kurd û Sosyalîstên Tirkiyê wê çawa be, niha her kes li vê dinêre. Ji bona wê berxwedana Gerîlayê Azadiya Kurdistanê niha li Bakurê Kurdistan û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin pir bi wate ye. Rast e; şer îro li Zap, Avaşîn û Metînayê dimeşe. Feqet hemû Heremên Parastinê yên Medyayê di qonaxa şer de ne. Bi şêwazekî berxwedanê li Xakurkê, li Heftanîn û li deverên din giştî, di hundirî hev de seknekê raber dike. Divê ev sekn hîn geştir bibe. Him eyaletên Bakurê Kurdistan him jî eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê divê hîn zêde geştir bibe. Hemû gerîlayên Herêmên Parastinê yên Medyayê û yê Bakur di pozîsyona şer de ne û divê gorî wê tevbigerin. Planên xwe, karê xwe, tarzê tevgerînên xwe gorî wê bi rê bixin. Bi esasî ji bo tevahî hêzên Kurdistanî ev pêwîst e. Dem demekî wisa awarte ye.

'BERXWEDANA DU MEHÊN DAWIYÊ NÎŞANEYA SERKETINÊ YE'

Berxwedana du mehên dawiyê li Zapê, Metîna û Avaşînê, cardin berxwedanên li deverên dîtir eşkere kir ku wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê encamên mezin bi dest bixe. Ruhê berxwedana heya niha hatî raber kirin û çalakiyên hatî çêkirin, nîşana serketinê derxistiye holê. Di vê çerçoveyê de niha berxwadana gerîla ketiye qonaxekî pir girîng û dîrokî. Ji bo ku xitimandina li Zapê bibihurîne, dijmin êrişa xwe fireh kir. Feqet vaye sê hefte ne, li Girê Hekarî, li Girê FM û Girê Cûdî berxwedanî, fedakarî û qehremaniya hatî raberkirin eşkere dike ku hesabê dijmin şaş derketiye.

ÇALAKIYÊN GERÎLA HATE SILAVKIRIN

Berxwedana di şexsê hevrê Ozgur, Nalîn û Siyabendan de li Girê Hekarî, Girê FM û Girê Cûdî çêbûyî pir hêja ye. Ji ber ku vê berxwedanê plan û xeyalên dewleta Tirk berovajî kir. Ji bona wê em bi taybet hevalên ev berxwedana meşandî, yê Girê Hekarî, Girê Cûdî û Girê FM silav dikin. Tevahî qehremanên ev berxwedana ava kirî em bi rêzdarî û bi hurmet bibîr tînin. Berê me çalakiyên hevalan yê serkeftî pîroz kiribû lê em careke din ji ber ew berxwedana pîroz û çalakiyên serketî hemû hevalan pîroz dikin.

Heman berxwedan li aliyê Zap û Avaşîn jî ji xwe berdewam e. Silav ji bo hemû gerîlayên, di vê serdema dîrokî de berxwedana pîroz dimeşînin! Ew berxwedan wê dahatûya gelê Kurd û dahatûya gelên herêmê zelal bike. Ji bona wê girîngiya xwe zêde ye. Em dizanin ew berxwedan bi fedakarayekî pir mezin tê meşandin. Kesên li derve belkû pir ferq nakin lê em di nav de ne. Em dizanin ku bi çi fedakarî, bi çi zehmetî û bi çi cesaretê ew berxwedan tê meşandin. Ji bona wê em baş dizanin û dibêjin fedaiyên Apoyî li Kurdistanê îro di Şerê Gelê Şoreşgerî de serdemekî nû pêşdixînin.

'LI HEMBERÎ TEKNOLOJIYA SERDEMÊ, SERKETINA ÎRADEYA MIROV HATE NÎŞANDAN'

Îro tiştê li Metîna, Zap û Avaşînê tê kirin, bilindbûna îrade û jêhatbûna însan e. Îrada însan, fedakariya însan, jêhatbûna însan dikane çi bike û heya çi astê dikane encam bigre raber dike. Li hemberê teknolojiya serdemê, serketina îrada însan, jêhatbûna însan datîne holê. Rast e; ew ji bo gelê me girîng e feqet ji bo tevahî gelên herêmê û ji bo tevahî mirovatiyê pir zêde girîngiya xwe heye. Him di warê taybetmendiya însanî de him jî di warê têkoşîna azadî û demokrasî de ew berxwedana rêyeke nû vedike û ji dîrokê re dibe mal.

'ÇALAKIYÊN DU MEHAN SERKETÎ NE, LÊ DIVÊ HÎN ZÊDETIR BIBIN'

Niha dema mirov li bîlançoya du mehan dinêre, dixwiye ku di astekî de taktîk rêbaz hatiye girtine. Di van du mehan de 774 çalakî hatine kirin. Hema hema her cûreyî çalakî hatine çêkirin. Lê sabotaj û suîqest ji sisiya yekê tevahî çalakiyan e. Ango herî zêde ew çalakiyana pêk hatin ew baş e. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li kêleka xweberdana nava dijmin, lêdana derbê û çalakiyên bi kordîne û çalakiyên çekên giran divê mirov herî zêde giranî bide sabotaj û suîqestê. Feqet bi taybet herêmekî wekî Bakur bi esasî divê li ser sabotaj û suîqestê lêhûrbûnên xwe kûr bikin. Bi gîştî bilançoya du mehan ne xirab e. Lê divê tempo neyê xistin û hîn zêde bê bilindkirin. Bi taybet him tîmên bi tevger û tîmên berxwedanên tunelan divê ku di şer de rêbazê parastina aktîf esas bigrin. Parastina aktîf di cewherê xwe de her tim çalakî û êriş e. Ger ku şerê me li ser vî hîmî pêş bikeve, teqez wê encamên mezin bigre.

'GERÎLAYÊN MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK MISOGERIYA SERKETINÊ NE'

Hemû heval divê di vê çerçoveyê de tevbigerin. Rê û rêbazên xwe li gorî vê tevger bikin û wisa li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî, di şopdariya şehîdên fedayî de serketinê misoger bikin. Terzê fedayî-Apoyî yê li ser hîmê gerîlayê dema nû, ango Gerîlayê Modernîteya Demokratîk, misogeriya serketinê ye. Gerîlayê Modernîteya Demokratîk heman demê di şer de tê wateya gerîlayê profesyonel. Ger ku em di şer de şaşî û kêmaniyan rast bibînin û bibuhurînin li ser vî hîmî jî bi profesyonelî tevbigerin, serketin teqez wê ya me be.

Em bawer in heval jî li ser vê çerçoveyê di pratîkê de wê hîn bi xurtayî rawestin. Ger ku heval şer wisa bi sebir, bi israr, bi dîsîplîn, bi dizîbûn, bi aqil, bi taktîkên afrîner pêşbixînin wê teqez bi ser bikevin. Ji ber ku di hevalan de ruhê fedayî, fedakarî û îrada Apoyî xurt e. Ew di pratîkê de îspat bûye. Ji bona wê ger ku rê û rêbazan de weke hatî ziman tevgerîn hebe, wê teqez bi serbikeve.

Li ser vê esasê, em weke Fermandariya Biryargeha Navendî, hemû hevalan bi hezkirin û bi rêzdarî silav dikin; di vê şerê dîrokî û pîroz de ji bo hemû hevalan, ji bo me hemûyan bi dil û can serketinê dixwazin."