Karasû: Sara civakîbûyina Dersîmê di hiş û dilê xwe de hildigirt
Karasû: Hevala Sara bi taybetmendiya xwe ya xweser, bi sekn, serhildêrî û karaktera xwe ya bi biryar, bi sekna xwe ya li zîndanê ji bo me gelek tişt afirand.
Karasû: Hevala Sara bi taybetmendiya xwe ya xweser, bi sekn, serhildêrî û karaktera xwe ya bi biryar, bi sekna xwe ya li zîndanê ji bo me gelek tişt afirand.
Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, yek ji sê şoreşgerên roja 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, di salvegera şehadeta wê de, ji ajansa me re nirxand.
Mûstafa Karasû di axaftina xwe de sê jinên şoreşger bi bîr anî û got, "Lê em ê hêrsa wê, evîna azadiyê ya bi Sara re, heta ku em têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bixin em ê bersivê bidin. Bersiva herî rast a ji bo şehîdbûna wê ew e ku em azweriya wê ya azadiyê bi ser bixînin."
Karasû got, "Ez tim fikirîm, gelo giyanê serhildêr ê bi hevala Sara re ji kû dihat? Ez gihaştim vê bîr û baweriyê; ji rasteqîniya dîrokî û civakî ya Dersîmê dihat. Azweriya mezin a azadiyê bi civakîbûina têr û tije pêkan e. Hevala Sara bi vê civakîbûyina têr û tije, bi hezkirna xwe ya li civaka Dersîmê û civaka Kurd xwedan karektereke serhildêr bû. Karekterê Sara serhildêr bû" û bal kişande ser kesayatiya Sara a serhildêr.
Mûstafa Karasû dibêje Sakîne Cansiz xwedan karektereke mînak bû û wiha dibêje;
"Ez hevalên Sara, Fîdan û Ronahî di salvegera çaremîna a şehîdbûna wan de, wan bi minet û hurmet bi bîr tînim. Ez bi dilekî rehet dikarim vê bibêjim; Di têkoşîna dehan salan de me bi deh hezaran şehîd dîtin, em bûne şahid, lê ya ku herî pir em şikandin û bandoreke travmatîk bi me re çêkirî şehîdbûna heval Sara, Rojbîn û Ronahî bû. Bi rastî jî, bi vî rengî şehîdbûna hevala Sara bi me gelekî giran hat. Di şer de yan jî bi rengekî dî dikarîbû şehîd bibûya, lê bi vî rengî, bi cîneyateke nemerdî şehîdbûna wê, ji hêla dîroka me ya azadiyê ve bû bûyereke wiha ku rê li ber hêrseke mezin vekir. Hê jî hêrs û kîna wê bi me re heye. Lê vê hêrsê, heta ku em evîna azadiyê ya bi Sara re heta ku em têkoşîna azadî û demokrasiyê bi ser bixin em ê bersiva vê bidin. Bersiva herî rast a ji bo şehîdbûna wê, biserxistina azweriya wê ya li azadiyê ye.
KAREKTERÊ SARA KAREKTEREKî SERHILDÊR BÛ
Hevala Sara hevaleke wiha bû ku azweriya wê ya ji bo azadiyê pir berz û bala bû, di hiş û dilê wê de wolqanên azadiyê hebûn. Bi rastjî ji ser ta pê serhildêriyek bû heval Sara. Ev asta serhildêriya heval Sara, ev azweriya wê ya ji bo azadiyê, bi civakîbûyina wê re têkildar e. Hevala Sara civakîbûyina bi hezaran salan a Dersîmê ku heta beriya 1938’an dewleta nas nekiriye, desthilatdarî nas nekiriye di hiş û dilê xwe de radigirt. Civakîbûyina Dersîmê heta bi demeke nêzîk jî nehincirî bû. Ev di heman demê de tê wateya azweriya azadiya azadiyê, hezkirina li mirov û sirûştê. Hevala Sara ev hemû hêl bi awayekî xurt di xwe de dijîn. Ez tim difikirîm gelo ev taybetmendiyên serhildêriyê yên hevala Sara ji kû dihatin. Piştre ev bîr û bawerî bi min re çêbû ku ji rasteqîniya civakî û dîrokî ya Dersîmê dihatin. Azweriya mezin a azadiyê bi civakîbûyina têr û tije pêkan e. Hevala Sara bi vê civakîbûyina xwe ya têr tije, bi hezkirina xwe ya li Dersîmê û civaka Kurd xwedî karekterekî mezin ê serhildêr bû. Karekterê Sara karektereke serhildêr bû; Lê ev karekterê serhildêr ne hêrsa li dijî tiştekî bû, azweriya azadiyê bû ku ji hurmetdayina civakê, ji hezkirina civakê û pêgirîbûna civakê afirîbû, evîna wê ya serhildaniyê bû. Ji bo vê jî heval Sara karektereke mînak bû.
Hêlên wê yên pir cihê jî hebûn. Hevaleke pir dilzîz bû. Ev jî bi karekterê Dersîmê re têkildar bû, civakên ku di mêjûyê de dewlet nedîtine û desthilatdarî netîne, bi wan re ji zekaya analîtîk bêhtir zekaya hîsî bi pêş dikeve. Helbet ku em bandora qirbûna Dersîmê jî tevlî nav bikin, bi hevala Sara re dilzîzbûn zêde bû. Karektereke serhildêr bi rastî jî cuda ye. Di karekterên serhildêr de dilzîzbûn jî heye lê serhildêrî bêhtir beloq e. Hevaleke wiha bû ku em bi dilzîzbûna xwe re û hem jî bi serhildêrbûna xw ere dimeşiya. Ji bo vê jî helwestên wê yên bi dilzîzî carinan cuda dibûn. Helwestên wê yên pir zêde tûj hebûn, carinan helwestên wê, ew ber bi girî ve jî dibirin. Ji bo vê jî dilê wê pir zîz bû. Hevala Sara ji mirovan pir hez dikir. Bawer nakim ku demeke dirêj li dijî mirovan xwedî helwesta bû. Helwestên wê hebin, hêrs dibû lê demkurt bû. Weke agirê kayê bû, bi carekê re geş dibû û vedimirî. Ji bo vê jî li dijî kesekî ne xwedî helwesteke domdirêj bû. Ji vê hêlê ve hem min aliyê serhildêr ê heval Sara û hem jî hêla wê ya dilzîziyê nas kir. Ez hevalekî wê bûm ku ji her du hêlan ve min ew nas kir.
MIROV DIBÛNE HEYRANÊ WÊ
Şertên herî dijwar ên zindanê ne. Bi rastî jî şertên zindanê ji bo mirovan şertên herî giran in. Ji vê hêlê ve min karekterê wê di nav şertên herî giran de nas kir. Di şertên herî giran de helwesta wê pir girîng bû. Di nav wan şertên giran de, xwedî helwesteke pir qeyîm û vîndar bû. Karekterê wê yê serhildêr, vîndar, ê şoreşger ne karekterekî wiha be ku serê xwe berjêr bike. Mirovên wiha kêm in. Hin mirov wiha ne, serhildêr in, berxwedêr in, vîndar in. Ti zext û zordarî, zilm nikare vîna wan bişkîne. Hevala Sara ji zikmakî ve xwedan vî karekterî bû. Di şerên giran de ew karekterê wê yê berxwedêr dikir ku mirov bibin heyranê wê. Belkî jî herî pir di nav şertên giran de mirov dibûn heyranê wê. Çi kesê ku hevala Sara di şertên dijwar û giran de dîtî, di nav wan şertan de helwesta wê dîtî, hurmeteke mezin didane wê. Min tim hurmet dayê. Bi rastî jî helwesta wê ya li zindanê û berxwdaniya wê şayanî hurmetê bû. Min hin helwest û tevgerên wê dîtin. Min tim xwest bi wê hîsê, bi wî karekerê serhildêr, bi wê azweriya hevrêtiyê heval Sara bibînim, min tim wiha bi bîr anî, tim weke hevala Sara a di girtîgehê de min lê nerî. Li derve carinan nîqaşên me çêdibûn, di hin mijaran de fikrên me cuda bûn lê tim bi çavê ya ku di zindanê bû min li hevala Sara dinerî, nêzîkatiya min tim bi vî rengî bû. Ji bo vê jî, ji bo tevgera me windahiyeke mezin bû. Kesayatiyeke pir cuda bû, serhildêr bû.
KARAKTEREKÎ PIR GIRÎNG LI TEVGERA ME ZÊDE KIR
Yek ji wan karekteran bû ku diviya di nav tevgereke şoreşger de hebûna. Kesayatiyên wiha bandorên mezin li tevgerên şoreşger dikin. Mînak, Kemal Pîr bandoreke mezin li tevgera me kiriye. Karekterê wê yê serhildêr û şoreşger bandor li me hemûyan kiriye, bandor li hemû ciwanan kiriye Karekterekî pir girîng li tevgera me zêde kiriye. Hevala Sara jî wiha bû. Ew aliyên resene ên heval Sara, helwesta wê, karekterê wê yê serhildêr û rikdar, ew helwesta wê ya li zindanê gelek tişt dane me, ez ji vê bawer dikim. Temsîlkirina helwesta serhildêr, berxwedêr a hevala Sara a di tevgera azadiyê jinê de, di helwesta serhildêr a tevgera azadiya jinê de, girîng e ku helwesta wê ya berxwedêr mînak were girtin. Jixwe bandoreke mezin li têkoşîna azadiyê jinê kir. Ev pir girîng e, ji ber ku li zindanê bi hezaran mirovan re têkilî danî. Jina Kurd, mirovê Kurd Sara li zindanê nas kirin, helwesta wê ya li zindanê hîn bûn û hurmet danê, sempatiyan wan jê re çêbû. Ji vê hêlê ve bandoreke mezin a berxwedana Sara a li zindanê çêbû ku jina Kurd bi tevgera azadiyê ve were girêdan. Ji ber ku di nav wan şertên giran de, weke jinekê nîşandan wê helwestê ji jinên Kurd re bûye rûmetek. Bûye helwesteke wiha ku divê hemû jinên Kurd mînak bigirin.
EM Ê BI AZADKIRINA KURDISTANÊ, GELÊN ROJHILATA NAVÎN Û JINAN TOLA WÊ HILÎNIN
Bi min, divê hemû jinên Kurd helwesta Sara ya li zindanê, helwesta wê ya li çiyê divê ji xwe re mînak bigirin. Jina Kurd çawa bû xwedî vîn? Li zindanê û çiyê çawa çêbû? Li zindanê û çiyê çawa li ser piyê xwe ma, ev bûyereke pir girîng e. Ji niha û şûn de jî wê bandora Sara hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser têkoşîna azadiya jinê wê çêbibe. Em careke dî sond dixwin ku ew azweriya li azadiyê ya bi Sara re, ew agirê azadiyê wê venemire. Azweriya wê ya li azadiyê, agirê wê yê azadiyê di têkoşîna me de wê bijî. Em ê bi azadkirina Kurdistanê û Rojhilata Navîn, bi azadkirina gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn em ê tola wê hilînin. Tolhildana wê, bi teqezî, wê weke vîna serketin û biryardariya têkoşîna me ya azadiyê wê di têkoşîna me de her berdewam be."