Karasû qala rola Sara kir

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kir ku hebûna Sakîne Cansiz (Sara) li nava PKK'ê, berxwedana wê ya li zindanan û têkoşîna wî ya heta kêliya dawî, bûye hîmekî bingehîn ê karaktera PKK'ê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de rola Sakîne Cansiz a li zindanê û di nava têkoşîna PKK'ê de nirxand.

Karasû diyar kir ku wî Sakîne Cansiz (Sara) li devre nas nedikir, piştî ku girtîgeha Xarpêrtê anîn Amedê ew nas kir û got, "Ji ber vê yekê ew anîbûn girtîgeha Amedê; wê hemû girtî bianîna girtîgeha Amedê û li wê derê hemû bitepisanda, teslîm bigirta. Ji bo sistkirina civakê wê li zindanê zemînek bihata avakirin û bihata gotin, 'binerin vaye hemû berxwedêr, berxwedêrên PKK'ê tasfiye bûn, teslîm bûn'. Bi vî awayî wê astosfereke têkçûyî û pasîf li Kurdistanê belav bikira. Ji ber vê yekê girtiyên li Xarpêtê jî anîn Amedê. Dema ku anîn Amedê, berxwedanê ji xwe dest pê kiribû û êrîş zêde bûbûn. Bêguman wê wextê bi têkoşîna PK'ê re milîtaniyeke jinê û rêxistinbûneke jinê derketibû holê. Li zindana hejmara 5'an a Amedê qewîşa jinan jî hebû. Hebûna wê qewîşê û karaktera berxwedêrî ya jinên li wê qewîşê dikir ku dijmin negihêje armanca xwe. Ev bi serê xwe sekneke girîng bû. Jinan her dim li çeperên berxwedanê cih girtin."

Karasû da xuyakirin ku jin yekemcar piştî 12'ê Îlonê di asteke ewçend giran de hatin girtin û got, "Di nava van şert û mercan de mayina li ser piyan li zindanê, parastina bawerî û sekna xwe, gelekî girîng bû. Ji ber ku mercên li zindana Amedê bi rastî jî gelekî zehmet bûn û ev merc ji bo jinan hê bêhtir zehmet bûn. Li zindanê nêzîkatiyên zayendîperest gelekî giran bûn. Di asta herî dijwar a zordar de bû. Di nava van şert û mercan de hevrê Sara aktora bingehîn bû ku qewîşa jinan li ser piyan girt."

BI SERBILINDÎ, BI HEYBETÎ DIMEŞIYA

Karasû destnîşan kir, ya bû sedem ku qewîşa jinan bi temamî teslîm neyê girtin, bawerî, îrade û berxwedan lê der bû, sekna Sakîne Cansiz bû û wiha dewam kir: "Sekna hevrê Sara bû sedem ku hemû jin li ber dijmin bisekinin. Dikarim vê jî bêjim; serê hevala Sara timî bilind bû. Ji aliyê fîzîkî ve jî timî serbilind bû, bi serbilindî dimeşiya. Bi heybetîd imeşiya. Sekn û berxwedana wê ya li zindanê timî bi vî rengî bû. Bi rastî jî dema li zindanê bû her tim dibû çavkaniya moral û hêzê. Di şert û mercên 12'ê Îlonê de têkiliyên me bi qewîşa jinan re tine bû. Lê me zanîbû ku qewîşa jinan heye û berxwedana li qewîşa jinan gelekî girîng bû. Ji ber ku zexteke taybet li jinan dihate kirin. Wê, sekn, biryardarî û berxwedana li qewîşa jinan temsîl dikir, bi hestên xwe yên şoreşgerî dibû çavkaniya moralê ji tevahiya berxwedana li zindanê re. Ji xwe piştî ku tevlî berxwedana 83'an bûn me ew dîtin. Di hemû berxwedanan de cih girtin. Hevrê Sara bi rastî jî ti tawîz li hemberî dijmin nedida."

DI ŞEXSÊ XWE DE JINÊN KURD TEMSÎL DIKIR

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku Sakîne Cansiz di şexsê xwe de jinên Kurd temsîl dikir û bi sekna xwe nîşan da ku jinên Kurd êdî dikarin li ber xwe bidin û bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de bigirin.

Karasû anî ziman ku sekna Cansiz tevî ku sekneke girîng a şoreşgerî bû, dih eman demê de rastiya civakî ya jinê, karaktera şoreşa wan, karaktera jinê ya di nava şoreşa wan de û rola jinan a di nava têkoşîna PKK'ê de radixist pêş çavan. Karasû got, "Bi rastî jî bi sekna xwe ya li nava berxwedana zindanan re roleke girîng di têkoşîna zindanan de lîst."

BAWER KIRIBÛ KU PKK WÊ VÎ WELATÎ AZAD BIKE

Karasû got, "Ji bo me gelekî girîng bû ku jineke bi vî rengî endameke danemzrîner a partiya me bû, di salên 1970'î de tevlî bû û heta nefesa xwe ya dawî bêteredût cihê xwe di nava têkoşînê de girt. Ji dema destpêkê ya tevlîbûna xwe û pê ve timî li paşerojê dinerî. Bawer kiribû ku PKK wê vî welatî azad bike. Piştrast bû ku bi pêşengiya Rêber Apo ev têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve. Her wiha baweriya xwe pê anî bû ku jinên Kurd wê di şexsê PKK'ê û Rêbertî de pêşengiyê ji azadiya hemû jinên cîhanê re bike. Ji ber vê yekê di nava têkoşînê de timî aktîf bû. Ji xwe hevaleke hîperaktîf bû."

Karasû destnîşa kir ku divê hemû jin û keçên Kurd hevrê Sakîne ji xwe re weke mînak bibînin.

EM SERBILIND Û BI RÛMET IN KU PKK'YÎ NE, ÊŞ Û KÊFXWEŞIYÊN PKK'Ê DIJÎN

Di dewama axaftina xwe de Mûstafa Karasû gotina "PKK romaneke dawî lê nehatiye" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha dewam kir:

"Em serbilind û bi rûmet in ji ber ku tevlî PKK'ê bûne, bûne PKK'yî, êş û kêfxweşiya PKK'ê dijîn. Mîna ku Rêbertî jî dibêje, bi rastî jî PKK romaneke, destaneke ku dawî lê nehatiye. Herî baş em bi vê rastiyê zanin. PKK destaneke ku di nava rewşeke ku bi rastî jî ti derfet tinebû, xwe gihand vê rojê. Ji ber vê yekê her roja PKK coş û kelecanê dixe dilê me. PKK nebû partiyek an jî rêxistinek ji rêzê. Nebû rêxistinek ku tenê li dora bernameyeke siyasî civiya ye û têdikoşe. PKK ji dema destpêkê û pê ve jiyanek afirand."

Karasû anî ziman ku PKK weke afirînerê dînamîzma xwe ya civakî, bû partiyeke ku rastî û romana xwe nivîsandiye û got, "PKK'ê bi rêya têkoşîna xwe romana xwe nivîsandiye. Têkoşîna PKK'ê bi rastî jî romanek e, ya jî mijareke romanê ye. Ya jî, nirxên ku ji hemû romanan re bibe mijar, hemû nirxên ku bibe mijara romanan ji aliyê PKK'ê ve hatine afirandin. Ev girîng e. PKK'ê nirxê huner û wêjeyê derxistiye holê. Ji bo fêhmkirina PKK'ê, divê weke romanekê bê xwendin."

EV DESTANA PKK'Ê WÊ MIROVÊN ALÎGIRÊ AZADIYÊ DI NAVA XWE DE VEHEWÎNE

Karasû işaret bi Şoreşa Rojava kir û got, "Di nava Şoreşa Rojava de çima gel ewqasî xwedî li Rêbertî derdikeve? Ji ber ku PKK tevgereke welê ye ku jiyan guherandiye, civak guherandiye û hestên herî bedew daye civakê."

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku PKK wê ti carî coş û û romantîzma xwe ya şoreşgerî winda neke û got, "Ev destan wê bidome. Ev destana gelan e. Ev ne tenê destana kadroyên PKK'ê ye. Hebûna PKK'ê destana hebûna gelan e. Gelê Kurd ji ku derê gihîşt ku derê. Gelên Rojhilata Navîn ji ku derê gihîştin ku derê. Divê ev yek di nava têkoşîna PKK'ê de werin dîtin."

Karasû ragihand ku her beşên civakê bi rastiya PKK'ê dikeve nava coş û kelecanê û wiha dewam kir: "Her kesî dikişîne nava vê têkoşîna azadiyê. Jİ ber vê yekê, mîna ku Rêber Apo got, 'romaneke nehatiye qedandin, romaneke ku dawî lê nehatiye'."

Karasû diyar kir ku ew di beşa fînalê ya vê romanê de ne û ragihand, ev yek wê coşeke mezin bide herkesî, gelan, şoreşgeran, şervanên azadiyê û hemû mirovên alîgirê azadiyê wê bikişîne nava vê roman û destanê.