'Denîzan ji bo têkoşîna azadiyê rê li ber serdemeke nû vekirin'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di salvegera 46'an a darvekirina wan de lîderên tevgera ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi bîr anî.

Karasû bi wesîleya salvegera şehadeta Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan ku 6'ê Gulana 1972'an hatin darvekirin ji ANF'ê re axivî û got, Denîzan ji bo dîrok û ciwanên Tirkiyeyê rê li ber serdemeke nû vekirin.

Karasû di destpêka axaftina xwe de Gezmîş, Înan û Aslan ku 46 sal beriya niha hatin darvekirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî. Karasû diyar kir ku têkoşîna demokratîk a li Tirkiyeyê tê dayin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ku 40-45 sal in didome, dewama kevneşopiya têkoşîna Denîzan, Mahîran û Îbrahîman e.

Karasû da xuyakirin ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cihê van şoreşgeran gelekî mezin e û wiha dewam kir: "Dema ku ew ber bi sêdarê ve dibirin, Rêber Apo li girtîgeha Mamakê bû. Ew birin girtîgeha Mamakê û li wir bi dar ve kirin. Rêber Apo darvekirina Denîzan li girtîgeha Mamakê ji bîr nekir û soza da wan. Soz da ku wê hestên wan, nêrîn, hesret û têkoşîna wan a şoreşgerî bi cih bîne. Ji xwe Rêber Apo piştî ku ji girtîgehê derket, bi vê soza xwe rabû û hê bêhtir giranî da ser têkoşînê. Destpêkê di pêşvebirina têkoşîna ciwanên şoreşger a Tirkiyeyê de bi roleke mezin rabû û piştre têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd afirand. Di afirandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de soza ku ji wan re hatibû dayin xwedî cihekî girîng e. Sekna wan a milîtanî bi rastî jî bandor li koma Apoyî kir. Bandor li PKK'ê kir û hê jî bandorê dike. Eger îro têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd 40-45 sal in li dijî her şêwe zext û mêtingeriyê li ber xwe dide, di ruhê vê berxwedanê de bandora ruhê Denîzan, Mahîran û Îbrahîman heye. Ev ruh di têkoşîna me ya azadiyê de her heye. Ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê em di têkoşîna xwe de bi vî ruhî tevdigerin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, çawa ku bi deh hezaran, bi sed hezaran ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hêz û îlhama ji tevgera gerîla digirin tevlî têkoşîna şoreşger dibin, ew jî yek ji wan kesan e ku ji têkoşîna Denîzan îlham girtiye û tevlî têkoşînê bûye.

Karasû bi berdewamî got, "Darvekirina Denîz, Yûsûf, Huseyînan bandoreke mezin li min jî kir. Huseyîn Înan ji gundekî cîranê me bû. Bi bandora wî ez bûm sempatîzanê THKO. Dema em li lîseyê bûn, ji rojnameyan me sekna Denîzan dibihîst, didît. Dema em xwendekar bûn me dibihîst û bandor li me dikir. Ev sempatiya me piştî ku ew hatin darvekirin veguherî îradeyeke mezin a şoreşgerî. Ji ber vê yekê bandor li deh hezaran, bi sed hezaran ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin ku tevlî têkoşîna şoreşgerî bibin."

Karasû diyar kir, sekna herî xurt a ku ciwan û gelê Tirkiyeyê ber bi têkoşîna şoreşgerî ve dikişand, sekna Denîz Gezmîş bû û got, "Bandor li hemû pêşengên şoreşê kir. Mahîr bi sekna xwe ya îdeolojîk û bi hêza xwe ya teorîk bandor li ciwanan dikir. Îbrahîm Kaypakkaya bi berxwedana xwe ya li êşkencexaneyan, bi nêrînax we ya bi wêrek a li ser doza Kurd bandor li ciwanan û li me kir."

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê wê van şoreşgeran ti carî ji bîr nekin û got, "Wan li ber sêdarê gotin, 'Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk'. Pêwîstiya gelên Tirkiyeyê jî îro bi vê heye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê pêwîstiya bingehîn biratiya gelên Kurd û Tirk e."

Karasû di dawiya axaftina xwe de ew bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û soza xwe dubare kir ku li ser bingeha biratiya gelan wê teqez Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin.