Karasû: Dîrok wê ambargoya li ser Mexmûrê efû neke

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê PDK polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne, ambargoya li ser Mexmûrê rake û got, "Dîrok wê ambargoya li ser Mexmûrê efû neke."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû bû mêvanê bernameya Ulkeden. Karasû têkilî xwedêgiravî herêma ewle ku tê xwestin li Bakur-Rojhilatê Sûriyê were danîn, hesabên berjewendiyên yên dewleta Tirk li vê herêmê, li ser êrîşên dagirker ên li Başûr û ambargoya Mexmûrê axivî.

Karasû got,''Ew li Tirkiyê têk çûne, lê bi ketina Rojava, vir û wir dibêjin ew ê serfiraziyê bi dest bixin. Dawiya vê siyasetê wê di kû ve derkeve nayê zanîn. Ev desthilata AKP-MHP'ê dema ku her kesî tîne pêşberî xwe ev ê biafirîne bi rastî jî divê her kes li vê bifikire. Ev ne rabûna li dijî cîhanê ye. Ev halê wan jî tine û ev hêza wan jî. Ev ne rabûna li dijî cîhanê de ye, li nav xwe ji bo ku civavkê bixapînin, ji bo êrîşa li ser hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bidomînin weke ku li ber cîhanê rabûye xwe nîşan dide. Divê em vê wiha bizanibin. Bi sedema ku hewcehiya wan bi serfiraziyekê heye dixwaze êrîşê bibe ser Rojava. Têk çûye, desteka civakê ji dest diçe. Binere wê bikeve Rojava û bibêje ez ketimê. Wê bibêje, ez ketim Cerablûsê, Babê, bikevim wir jî. Jixwe tu li nav çirava Sûriyê yî. Tu ketiyê lê ew der wê ji te re bibin çirav.''

JI BO KU PENABERAN BI KAR BÎNIN EW HEWANDIN

Karasû got sedema ku dixwazin têkevin Rojava, sedema ku dibêjin ew ê têkevinê ew e ku dixwazin desthilata xwe bidomînin û got, ''Çi heqê te heye? Çi derdê te heye? Kesek jî nabêje çima dikeviyê? Çima te têkildar dike? Her roj hêncetekê dibîne. Beriya niha digot, ''ji wir gefan li min dixwin''. Niha deşîfre bû. Deşîfre bû ku tehdîd hebûna Kurdan, jiyana azad a Kurda ne. Niha jî dibêje, ''penaber'', dibêje, ''ez ê penaberan li wir bi cih bikim''. Tu kê bi cih dikî? Te ew penaber kişandin wir. Li ser vê mijarê hêzên din ên cîhanê jî ehmeq in. An jî di rûyê Erdogan de nabêjin. Tirkiyê 80 ji 100'î yê penaberan kişand û ev bi zanebûn kir. Xwest ku wan bistîne, li ser wan El-Nusra û DAÎŞ'ê kontrol bike û wiha west ku li ser kontrolkirina polîtîkaya Sûriyê karîger be. Ji bo penaberan jî ti pere mere xerc nekirin. Weke hêza erzan a kar ew dane xebitandin, dixebitîne. Aboriya xwe jî wiha li ser piyan hişt. Tirkiyê ji bo Sûriyê qirûşek jî xerc nekir. Heke xerc kiribe jî, 10 dabe 100 standiye. Bi nirxê lê zêdekar, bi keda erzan xebitandiye.''

GOTINA XWEDÊGIRAVÎ WÊ PENABERAN WÊ HERÊMA EWLE DDEYNIN, JI BO MEŞRÛKIRINÊ YE

Karasû got bi penaberan gefê li cîhanê dixwin û got, ''Êrîşa li ser rojhilatê Firate jî bi gotina ez ê penaberan bişînim dixwaze meşrû bike. Ji bo ku hem li hundir û hem li derve destekê bistîne vê dike. Helbet ev dijminatiya li Kurdan e, ev hemû hêncet in. Armanca esasî ew e ku rêveberiya azad û xweser a Kurdan belawela bike. Ji bo demokratîkbûna Sûriyê zemînek çêbûye dixwaze wê zemînê tne bike. Ji ber ku demokratîkbûna Sûriyê wî ditirsîne. Beriya niha jî me got, heke Tirkiye demokratîk bibe Kurd wê jê sûd werbigire. Ji vê ditirse. Li hundir jî dijminatiya demokrasiyê dike, dibêje, ''heke li derve demokratîkbûn çêbibe, ev ê bandorê li Tirkiyê jî bike'' û dijminatiyê li demokrasiyê dike.

'DEWLETA TIRK MÎNA EŞQIYAYAN E'

Karasû wiha got, ''Sedema êrîşê dijminatiya li Kurdan e. Naxwe çi têkiliya wê heye? Çima Tirkiye li wir dewriye digere? Çi karê wê li wir e? Baş e, ji bo ku li Rojava şer çênebe hin nêzîktêdayinên nerm hatiye nîşandan. Lê bi nêzîkatiyên nerm a li bara Tirkiyê ti encam nayê standin. Ji ber ku dewleta Tirk mîna eşqiyayan e.

DIVÊ GEL RÊXISTINÎ BE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû bal kişande ser rêxistiniya gel û got, ''Li Bakurê Sûriyê tekane rê civaka rêxistinî ye, divê rêxistiniya civakê were kirin û ji berxwedanê re hazir be. Şaş e ku mirov pişta xwe bi filan dîplomasiyê, bêvan dîplomasiyê germ bike, ev xwe xapandin e. Heke ji berxwedan û têkoşînê re hazir bî, dîplomasî û siyaset dibe xwedî mane. Xwe ji berxwedanê re hazir neke, vîna berxwedanê nîşan nede, nîşan nede ku tu yê berxwedaneke xurt nîşan bidî, wê demê ti maneya siyaset û dîplomasiyê namîne. Ji vî alî ve civaka li wir divê rêxistinî be. Divê bi hêzên parastina rewa re di nav hev de bin. Ji heft salî bigirin heta bi heftê salî divê ji şer re hazir bin. Şerê gel wiha ye. Şerên azadiyê wiha ne.''

BI QASÎ KU RÊXISTINÎ DIBÎ Û XURT DIBÎ HEYÎ

Karasû got dewleta Tirk li her deverê li dijî Kurdan şer radigihîne û got, ''Li Bakur, Başûr û Rojava..Li Tirkiyê heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin hebûna Kurdan qebûl nake. Qebûl nake yanî. Ka bifikirin, serdana hevşaredarê Amedê tê kirin, qiyametê radikin. Sedema qeyûman herî heşkere Suleyman Soylu got; ''dema ku ez li çiyan şerê wan dikim ez ê wan berdim?''. Rastî ev e. Niha ku li Bakur bi Kurdan re şer dike, li Başûr şer dike, wê jiyana te ya azad û demokratîk qebûl bike? Ji bo xirakirina ê wê her tiştî bike. Lê ku rêxistinî bî, li ber xwe bidî, tê xwe bidî qebûlkirin, êrîşan asteng bikî. Ya dî jî di şer de ya herî girîng meşrûiyet e. Şoreşa Rojava li cîhanê meşrû bûye. Ji vê meztir hêz tine. Kana herî mezin a hêzê ev e. Li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyaye, li Kobanê DAÎŞ têk biriye, li Bakurê Sûriyê têk biriye, destek û sepmatiya gelên cîhanê daye pişt xwe. Hêza herî mezin ev e. Ne balafir û keşfên dewleta Tirk in.''

'HEKE TU WERÎ TU YÊ YA XWE BIBÎNÎ'

Karasû got, ''Bes ku bila vîna berxwedanê were nîşandan, bi gel re bibe yek. Berdêldayinê bîne ber çavan. Li wir Tirkiyê têk bibe. Belkî jî devera ku Tirkiye wê lê têk biçe ew der e. Hemû Kurd jî wê destekê bidin. Ji ber vê, şaş e ku mirov guhê xwe bidiyê bê ka hevdîtin çawa bûn. Gelo hevdîtian DYE-Tirkiyê çawa bûn? mirov wiha bifikire şaş e. Siyaseteke wiha nabe, siyaseta civakî, şerê şoreşgerî yê gel yê li wir wiha nabe. Tê guhê xwe nedî wir, bidî hêza xwe. Te çi qasî rêxistiniya xwe kir? Gel li wir çi qas rêxistinî ye? Vîna gel çi qasî hate qeyîmkirin? Divê mirov li vê binere. Tirkiye dibêje, ez ê têkevimê. Divê gelê wir jî wiha bibêje:''Heke tu werî tu yê ya xwe bibînî'', divê helwest ev be. Helbet şer wê bibe, wê windahî çêbibin, berdêl werin dayin. Divê mirov ji vê re hazir be.''

ÊN KU BI BERDÊLAN HATIBIN BIDESTXISTIN BI BERDÊLAN WÊ WERIN PARASTIN

Karasû got, ''Ango ev lîstik e. Dewleta Tirk lîstikan dike. Li hevsengan dinere, dema ku fersendê bibîne wê bikeviyê. Hin hêz jî teşwîq dikin. Ne ji xêra Tİrkiyê re teşwîq dikin. Dixwazin tawîzan ji Tirkiyê bistînin. Ango wê li wir zor li Tirkiyê werin kirin. Erê, Tirkiye bikeve wir û şer bike wê zor lê bibe. Ew der wê bibe çirav. Heke gel li ber xwe bide wê bibe şerê herî mafdar û meşrû yê cîhanê. Tirkiye wiha bi rehetî nikare li wir şer bike. Kesek qebûl nake. Ne Ereb qebûl dikin, ne Îran..Cîhan qebûl nake. Ji vî alî ve divê mirov nêzîktêdayin lê bike, rêxistiniya gel bike û vîna şer li wir were nîşandan. Jixwe bi deh hezaran şehîd hatine dayin. Bi xwîna şehîdan serkeftin çêbûye. Mewziyên li wir wiha bi rehetî bi ser neketine. Heke ne bi rehetî bi dest ketibin dîsa bi berdêlan wê werin parastine. Heke bi berdêldayinê hatibin bidestistin wê demê bi berdêlan wê were parastin. Mirov wiha layiqî wan dibe ku berdêla ddan, mirov wiha dibe layiqî şehîdan.''

'PDK REWŞA SIYASÎ RAST NAXWÎNE'

Karasû rewşa Başûrê Kurdistanê jî nirxand û got, "Bi dîtina me, PDK rewşa heyî ya siyasî, şerê sêyemîn ê dinyayê yê li Rojhilata Navîn diqewime, armanca dewleta Tirk rast nanirxîne. Di vê mijarê de şaştiyan dike. Jê heye ku bi filan siyasetê dikarin metirsiyan ji holê rakin. Polîtîkaya dewleta Tirk eşkere ye, vê yekê eşkere jî dibêjin. Armanca xwe Mîsakî-Mîllî ye. Yanî dixwaze li Mûsil û Kerkûkê serwer be."

Karasû ji PDK'ê pirsî ku vê polîtîkaya dewleta Tirk dibîne yan na û got, "Gelo nabîne ku dixwazin Rojava, Başûrê Kurdistanê kontrol bikin û van herêman bikin qada belavbûna netewebûna Tirk? Nabîne ku xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ye? Dibe ku PDK dibêje em dikarin vê asteng bikin. Baş e bi çi? Dibe ku ji wan heye ku bi têkiliyên bi DYE, Îsraîl û welatên Rojavayî re bixwazin vê asteng bikin. Ev yek xwe xapandine. Belê dikarin dîplomasiyuê bikin. Lê belê ya esasî yekîtiya Kurdan dikare vê asteng bike. Bi taybetî têkoşîna Kurdên li Bakurê KUrdistanê dikare vê asteng bike. Dema ku têkoşîna Kurdên li Bakurê Kurdistanê bi dawî bû ya jî lawaz bû hingî kes nikare li pêşiya dewleta Tirk a ji bo kontrolkirina Başûr û Rojava bibe asteng, kes nikare rawestîne. Wê hîn bi coş vê yekê bikin. Lewma ez bi dostanî dibêjim; polîtîkayên PDK'ê şaş in. Ev yek nenaskirina dijmin e. Nefêhmkirina dijminê Kurdan e. Dewleta Tirk pêşengê dijminatiya li Kurdan e. Divê vê yekê bibînin."

Karasû diyar kir ku divê PDK polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne û got, "Em li dijî gelê Tirk nînin. Em dixwazin Tirkiye demokratîk bibe. Em li dijî zîhniyet û feraseta heyî têdikoşin. Feraseta heyî dijminê Kurdan e, dijminê demokrasiyê ye. Naxwe bi welatekî demokratîk ê ku Kurdan qebûl dike çima têkilî neyê danîn? Bi her kesî re têkilî dikare bê danîn. PDK jî dikare bike. Lê polîtîkayên heyî şaş e, ji xwe em vê rexne dikin."

'EM BÊJIN PKK QEDIYA; GELO JI WAN HEYE KU PDK WÊ BIMÎNE?'

Karasû liv û tevgera MÎT'ê ya li Başûr bi bîr xist û got, "Her roj operasyonê dike û dibêje; MÎT û TSK bi hev re operasyon kir. Bi taybetî li Behdînanê ku PDK lê ye MÎT û Parastin bi hev re dixebitin. Em bi vê zanin. Gelo bi vî rengî dibe? Ev yek wê çi bi PDK'ê bide qezençkirin? Dewleta Tirk dixwaze me tine bike. Nepêkane ku me tine bike, lê em bêjin ku me tine kir, wê PDK bi ser bikeve? Bi rastî jî mirov PDK'ê fêhm nakin. Xizmetê ji kîjan aqlî re dike?"

Karasû destnîşan kir ku ew naxwazin bi PDK'ê re bikevin nava rewşeke aloz û got, "Em li dijî dewleta Tirk têdikoşin. Polîtîkayên me û yên PDK'ê ji hev cuda ne. Ev tiştekî asayî ye. Di nava hemû partiyên Kurdan de cudahî hene. Tiştekî normal e. Ev yek ne sedema şer e. Bi dewleta Tirk re 40 sal in em têdikoşin, ne tiştekî nû ye. Di sala 1982'an de têkilî pê re hebû. Lewma PDK divê polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne. Mesûd Barzanî çend roj berê got, 'em şerê birakujiyê naxwazin'. Baş e, gotineke xweş e. Lê belê li dijî birayên te şerekî tinekirinê tê kirin. Nêzîkatiya te ya di vê der barê de wê çi be? Yên ku dixwazin birayên te bikujin piştevaniyê ji te dibînin. Her wiha ji ber ku hûn çavên xwe ji hin tiştan re digirin hin bûyer diqewimin. Ev yek wê bi çi rengî be?"

'AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ WÊ ÇI BI PDK'Ê BIDE QEZENÇKIRIN?'

Karasû ambargoya li ser Mexmûrê jî nirxand û got, "Mijara Mexmûrê taybet e. Mexmûr Botan e. Li herêma Botanê berê têkiliyên PDK'ê jî hebûn. Ji xwe herêma herî nêzî Başûr e. Ew çawa hatin Başûr, PDK pê zane."

Karasû diyar kir ku ew mirovên ji ber zext û zordariya dewleta Tirk koçber bûn niha dibin hedefa pirsgirêkên PDK'ê û got, "Gelo ev dibe? Divê ev yek bê guhertin. Dibe ku di navbera PDK û PKK'ê de pirsgirêk hebin. Em ji hin polîtîkayên PDK'ê aciz in, ew jî li gorî xwe dibe ku ji hin polîtîkayên me aciz bin. Lê belê divê ev yek bandorê li gel neke. Me gelê Başûr, yê Bakur jî bi van pirsgirêkên navxweyî nehesand. Niha hin pirsgirêkên siyasî yên PDK'ê hene, lê ne rast e  ku gel, penaberan bi vê yekê bihesînin, bandorê li gel bikin. Ev yek wê çi bi PDK'ê bide qezençkirin? Tenê wê kêfa Tirkiyeyê bîne. Ji xwe ji ber daxwaza Tirkiyeyê tê kirin. Divê bi vî rengî nebe, divê pirsgirêkên siyasî bandorê li gel nekin. Dorpêç kirine, nahêlin ku mirov biçin nexweşxaneyan jî." Karasû destnîşan kir ku ev yek polîtîkaya mêtingeran e û got, "Polîtîkayeke ku hêzên dijmin vê dikin. Gelo ev gel dijmin e? Xizmên wan ên PDK'î jî hene. Lewma têkiliyên siyasî divê bandorê li wê deverê nekin."

Karasû diya rkir ku ti eleqeya bûyera Hewlêrê bi wan re nîne û got, "Hevalan jî ragihandin ku dibe ku welatparêzên Kurd ew bûyer kiribin. Dibe ku ew jî li her deverê geriya bin. Em nizanin, dibe ku çûbin Mexmûrê jî, ya jî neçûbin. Dibe ku çûbin Silêmaniyeyê ya jî Kerkûkê, ya jî Duhokê. Dibe ku li her deverê geriya bin."

'DÎROK WÊ WE EFÛ NEKE'

Karasû destnîşan kir ku divê PDK dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û got, "PDK partiyeke Kurd e. Em jî yekîtiya Kurdan dixwazin. Em dixwazin têkiliyên navbera PKK û PDK'ê sererast bibin. Em dixwazin Kurdên li Başûr hemû bibin yek. Em vê yekê ji bo Rojava jî dixwazin. Li Rojava ENKS heye, bila ENKS bi Kurdên li wê deverê bibin yek. Tê gotin ku ENKS vê qebûl nake. Dibêjin ku ENKS dibêje, 'ez bi wî rengî nabim. Ez ê bi artêşa Tirk re bêm. Artêşa Tirk wê dagirk bike, ez ê jî li wir serdest bim'. Gelo ev dibe? Biçe xwe bi rengekî serbest bi rêxistin bike, bixebite, propagandayê bike! Lewma ambargoya li ser Mexmûrê wê ji aliyê dîrokê ve neyê efûkirin. Kî dixwaze? Dewleta Tirk dixwaze. Ji bo sererastkirina têkiliyên bi dewleta Tirk. Ev ne tiştên rast in. Divê ev yek bê terikandin."