Karasû: Dilsoziya bi Sûphiyan re, bi Tirkiyeya demokratîk dibe
Karasû: Eger hêzên çep, sosyalîst û Kurd li hev bicivin û têkoşîna demokrasiyê bimeşînin, wê Tirkiyeya demokratîk û azadîparêz, ku daxwaza Mûstafa Sûphî û hevalên wî bû, pêk were.
Karasû: Eger hêzên çep, sosyalîst û Kurd li hev bicivin û têkoşîna demokrasiyê bimeşînin, wê Tirkiyeya demokratîk û azadîparêz, ku daxwaza Mûstafa Sûphî û hevalên wî bû, pêk were.
Serokê Komîteya Navendî ya TKP Mûstafa Sûphî û çardeh hevrêyên wî, di şeva 28-29'ê Çileya 1921'ê de li Derya Reş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin fetisandin û kuştin. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di salvegera kuştina wan de, Sûphî û hevrêyên wî ji ANF'ê re nirxand.
'RÊBEREK BÛ KU DIKARÎ BÛ PÊŞENGÎ JI RIZGARIYA NETEWEYÎ RE BIKE'
Karasû bal kişand ser girîngiya şehadeta Mûstafa Sûphî û hevalên wî ji bo dîroka Tirkiyeyê û got, "Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkikyeyê û çardeh hevalên wî, beriya 96 salan li Derya Reş hatin fetisandin. Di salvegera şehadeta wan de ez Mûstafa Sûphî û hevrêyên wî yên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Şehadeta Mûstafa Sûphî û hevalên wî di dîroka Tirkiyeyê de gelekî girîng e. Di dema dagirkirina Tirkiyeyê de, Mûstafa Sûphî rêberekî ku dikarî bû bi rastî jî ji rizgariya neteweyî re pêşengiyê bike. Kuştina kesayetekî bi vî rengî û hevalên wî, dihat wateya tesfiyekirina tevgerekê."
Karasû da xuyakirin, ku divê hêzên sosyalîst û tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê, bûyere kuştina Mûstafa Sûphî bi berfirehî binirxînin.
'BERSIVA RAST A JI BO SÛPHIYAN'
Karasû destnîşan kir, ku dilsoziya bi Mûstafa Sûphî û hevrêyên wî re, bi avakirina Tirkiyeyeke demokratîk a nû dibe, ku di serî de gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê bi rengekî wekhev lê bijîn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû wiha dewam kir: "Bersiva herî rast a ji bo Mûstafa Sûphî û hevalên wî were dayîn, ev e. Mûstafa Sûphî rêberekî ku dikarî bû di şerê rizgariya neteweyî de bi bandor be û gel bi rêxistin bike. Wekî din, Çerkez Ethem, tevî ku di şerê rizgariya neteweyî yê li Tirkiyeyê de roleke gelekî girîng lîst jî, piştre bi ser wî ve çûn û neçar ma bireve Yewnanîstanê. Eger îro dewleta Tirk ewqasî li ser Çerkezan serdest e, Çerkezan di vê astê de asîmîle dike û veguherandiye hevkarên dewleta Tirk, di vir de para zext û zordariya li ser Çerkez Ethem û hevalên wî heye. Çawa ku bandora dewletê ya li ser eniya çep piştî kuştina Sûphiyan rû da, bandora li ser Çerkezan jî bi vî rengî derket holê. Ji ber vê yekê, divê bûyera kuştina Mûstafa Sûphî û hevalên wî rast bê nirxandin, rast bê fêhmkirin û bersiveke rast ji wan re bê dayîn."
'SEDEMA DESTHILATDARBÛNA AKP'Ê, NEBÛNA TÊKOŞÎNA HEVPAR E'
Karasû diyar kir, çep a Tirkiyeyê gelek ked û şehîd daye û got, "Bi rastî jî eniya çep têkoşîneke gelekî mezin meşandiye. Lê belê ji ber kuştina Sûphiyan û ji ber ku nekarî têkiliya xwe ya bi dewlet û hikûmetê re bi têrkerî bibire, hêzên çep nikarin xwe bigihînin armancên xwe. Ya rast, pirsgirêka bingehîn a çepgiran, siyasî û îdeolojîk e. Naxwe gelek têkoşîn û keda xwe heye. Cihê çepgiran di nava têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê gelekî mezin e. Di têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê de piştî Kurdan keda herî mezin ji aliyê çep û sosyalîstan ve hatiye dayîn. Lê belê, ji ber ku hêzên çep û sosyalîst bi Kurdan re nebûn yek û têkoşîneke hevpar nemeşandin, hêzên mîna AKP'ê yê ku di demokrasiya Tirkiyeyê de qet ked û têkoşîneke xwe nîne, bûne desthilatdar."
Karasû di dawiya axaftina xwe de got, "Eger hêzên çep, sosyalîst û Kurd li hev bicivin û têkoşîna demokrasiyê bimeşînin, wê Tirkiyeya demokratîk û azadîparêz, ku daxwaza Mûstafa Sûphî û hevalên wî bû, pêk were."