Karasû: Bazara li ser PKK'ê tê kirin, ne ya qebûlkirinê ye!

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, hevdîtina Trûmp-Erdogan ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku bazara li ser PKK'ê tê kirin ne ya qebûlkirinê ye.

Karasû li ser hevdîtina Trûmp-Erdogan a 16'ê Gulanê wiha axivî: "Axaftin, hevdîtin li ser vê bingehê hate kirin. DYA ji Tirkiyeyê re, ji Erdogan re got, 'eger tu bi ya min bike, ez ê di mijara PKK'ê de ewqasî destekê bidim te'. Nêzîkatiya bingehîn a aliyê DYA di vê çarçoveyê de ye. Aliyê Erdogan jî, di bin navê mijarên PYD, YPG û Fethûllah de xwest, di mijara PKK'ê de tawîzan bigire. Ya jî di hin mijarên din de xwest hin tawîzan bide DYA û bi vî rengî li dijî PKK'ê destekê ji DYA bigire. Bingeha hevdîtinê bi vî rengî bû. Trûmp di axaftina xwe de 2 caran got, di têkoşîna dijî PKK'ê de ew destekê didin Tirkiyeyê. Ji Erdogan re got, 'çekên ku we xwestine hene, daxwazên we hebûn, em ê li ser van bisekinin, bikevin nava hewldanan'. Li ser encamên derketine holê, girîng e bi giranî mirov li ser van mijaran bisekinin. Xuya ye DYA ji Tirkiyeyê re, ji Erdogan re gotiye, 'eger tu di van mijaran de bi ya min bike, ez ê di mijara tasfiyekirina PKK'ê de destekê bidim we'. Ev yek danîne holê."

MIJARA PYD Û YPG'Ê

Karasû wiha dewam kir: "Naxwe, encameke bi vî rengî ji xwe dernediket; Wê hêzên QSD'ê tevlî operasyona Reqayê bibin, ya jî Tirkiye? Ya jî, DYA wê têkiliyên xwe yên bi PYD, YPG û QSD'ê re bidomîne ya jî nedomîne? Ku Tirkiye ferz dike, 'ya ez ya ew'. Ji xwe nedibû ku DYA hevkariya xwe ya bi QSD'ê re ya li Sûriyeyê biqedîne. Nebû jî. DYA di vê civînê de careke din destnîşan kir, ku di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de ew ê bi PYD, hêzên QSD'ê û Şoreşgerên Rojava re tevbigere, di avabûna Sûriyeya nû de wê bi van hêzan re di nava têkiliyan de bin. Di vê mijarê de dest ji polîtîka xwe berneda. Nîşan da ku wê vê polîtîkayê bidomîne. Lê belê, ne rast e ku pirsgirêk tenê di vê çarçoveyê de bê nirxandin û were gotin, ku di hevdîtina Tirkiye û DYA de ji bilî vê ti encam derneketiye."

BAZARA LI SER PKK'Ê TÊ KIRIN, NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku bazara li ser PKK'ê tê kirin qirêj e û ji DYA û Ewropayê xwest, ku êdî dest ji vê nêzîkatiya xwe berdin:

"Divê êdî ev polîtîka were teşhîrkirin: DYA jî bi wî rengî dike, Ewropa jî. Dibêjin, 'Eger hûn destekê bidin van polîtîkayên me, yan jî hûn bi ya me bikin, em ê jî di mijara tasfiyekirina PKK'ê de destekê bidin we!' Ev polîtîkayeke qirêj e, ev polîtîkaya dijminatiya li Kurdan e. Qaşo Kurd cuda ye, PKK cuda ye! Ji wan heye ku bi Kurdan re dostaniyê dike, lê bi PKK'ê re djiminatiyê dike. Tiştekî bi vî rengî nîne, nabe. Dijminatiya li PKK'ê, desteka ji bo Tirkiyeyê di mijara tasfiyekirina PKK'ê de, bi wayekî vekirî dijminatiya li Kurdan e. Lewma, ev ne ya qebûlkirinê ye: di vê hevdîtinê de wê têkiliya bi PYD û QSD'ê re bidome, lê di berdêla vê de wê ji bo tasfiyekirina PKK'ê û Tevgera Azadiyê ya Kurd, destek ji Tirkiyeyê re bê dayîn! Ev polîtîka qirêj e, ne ya qebûlkirinê ye. Ne em, ne gelê Kurd, ne jî gelê Rojava vê qebûl dike. Eger nêzîkatiyeke bi vî rengî hatibe nîşandan, nepêkan e ku em qebûl bikin. Pêwîste ev polîtîka êdî bê terikandin. Di têkiliyên bi Tirkiyeyê re divê DYA, Ewropa û hin hêzên din dest ji vê yekê berdin. Nêzîkatiya 'aliyê qels ê Tirkiyeyê mijara PKK'ê ye, wê demê di mijar PKK'ê de em destekê bidin Tirkiyeyê û çi ji Tirkiyeyê bixwazin jê bigirin!' polîtîkayeke exlaqî nîne. Ev polîtîka, dijminatiya li Kurdan e. Hinekî xuya ye di vê hevdîtinê de jî ev nêzîkatî, ev têkiliya polîtîk a qirêj, ev dijminatiya li Kurdan heta astekê hatiye nîşandan. Eşkere ye ev hevdîtin di çarçoveya dijminatiya li Kurdan, nêzîkatiyên polîtîk ên qirêj, ne exlaqî, ne wijdanî û ne demokratîk de hatiye kirin. Lewma eger hevdîtin bi dijberiya li PKK'ê encam bû be, nepêkan e ku bê qebûlkirin. Pratîkbûna vê jî nepêkan e. Eger bikeve pratîkê, wê demê ev yek wê were desteka ji bo Tirkiyeyê di mijara têkoşîna li dijî azadiya gelê kurd de. Nêzîkatiya 'Kurd cuda ye, PKK cuda ye' şaş e. Lazim e ev bê terikandin. Bi PYD û YPG'ê re têkilî, lê bi PKK'ê re dijminatî! Bi PDK'ê re têkilî, lê bi PKK'ê re dijminatî! Bi HDP ya jî hêzeke din re têkilî, lê bi PKK'ê re dijminatî! Ev yek dijminatiya li wan e jî, dijminatiya li hemû Kurdan e. Ji ber vê yekê, têkiliyeke di vê çarçoveyê de bi Tirkiyeyê re bê meşandin, ji bo Rûsya, DYA, Ewropa û hemû dewletên din ên bi Tirkiyeyê re têkiliyê datînin ne exlaqî, ne wijdanî ye, qirêj e, diberjiya li Kurdan e, dijminatiya li Kurdan e."

'PKK LI ROJHILATA NAVÎN MOTORA DEMOKRATÎKKIRINÊ YE'

Karasû destnîşan kir, ku polîtîkayên serdema şerê sar êdî bihurî ye, ev yek bi kêrî Ewropa û DYA nayê û got, "Wê demê Tirkiye girîng bû. Bi her awayî destek didan Tirkiyeyê û qirkirina Kurdan ji nedîtî ve dihatin."

Karasû diyar kir, ku ew serdem êdî bihurî ye û got, "Rojhilata Navîn, cîhan ji nû ve dîzayn dibin. Kurd hêza demokratîk, hêza demokratîkkirina Rojhilata Navîn e. PKK li Rojhilata Navîn motora demokratîkkirinê ye. Bi xeta xwe ya azadiya jinê, bi xeta xwe ya xweseriya demokratîk, bi feraseta xwe ya demokrasiyê ku xwe dispêre civakê, hêza bingehîn a demokratîkbûnê ye!"

Karasû anî ziman, hewldana ji bo tasfiyekirina vê hêza demokratîkkirinê, tê wateya pêşîvekirina li DAIŞ'ê, pêşîvekirina li El Nûsra û wiha dewam kir: "Tirkiye li pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn asteng e. Têkoşîna di navbera me û Tirkiyeyê de, têkoşîna demokratîkbûn an jî demokratîknebûna Tirkiyeyê ye. Têkoşîna demokratîkbûn an jî demokratîknebûna Rojhilata Navîn e."

'DIJMINATIYA LI PKK'Ê, DIJMINATIYA LI DEMOKRASIYÊ YE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de ragihand, ku desteka ji bo Tirkiyeyê, nêzîkatiya ji bo tasfiyekirina PKK'ê desteka ji bo dijminên demokrasiyê ye û ev tespît kir:

"Em tiştekî bi vî rengî nikarin qebûl bikin; Di hevdîtina Bûsh-Erdogan a 5'ê Mijdara 2007'an de, di berdêla naskirina Başûrê Kurdistanê de destek ji tasfiyekirina PKK'ê re hate dayîn, destek ji AKP'ê re hate dayîn. Niha jî eger di berdêla dewamkirina têkiliyên bi Rojava re destek ji tasfiyekirina PKK'ê, tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdên li Bakurê Kurdistanê tê dayîn, ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Ev li berjewendiyên Kurdan nayê. Divê Kurd bi vî rengî nexapin; nabe ku hêzên demokrasiyê bi vî rengî bixapin."

Karasû anî ziman, dijminatiya li PKK'ê, dijminatiya li Kurdan êdî bi kêrî Ewropa, DYA, Rûsya û ti welat û gelên Rojhilata Navîn nayê û got, "Pêwîste êdî gelekî zelal bin û xwe li aliyê hêzên demokrasiyê deynin. Eger di vê mijarê de helwest were nîşandan, pîvan diyar e; demokratîk e yan na? Alîgirê hêzên demokrasiyê ye yan na. Lazim e pîvan ev be."