Kamdîn: Karesata erdhejê ji ber siyaseta dewletê pêk hatiye

Endamê Ragihandina PJAK’ê Kawyan Kamdîn bal kişand ser erdheja li Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku ev di encama siyaseta dagirkerên Kurdistanê de pêk hatiye û got: “Tirkiye dixwaze bi vê erdehjê re demografiya herêmê biguherîne.

Endamê Ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Kawyan Kamdîn li ser erdheja li Bakurê Kurdistanê û siyaseta qirkirinê ya li ser gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê ji Radyoya Gel re axivî.

‘KARESAT NE XWEZAYÎ YE, QIRKIRINA CIVAKÊ YE’

Kamdîn bal kişand ser karesata erdhejê û got: “Ev karesat xwezayî nîne, ev yek komkujiyeke bi destê sîstema modernîteya sermayedarî û netewe dewletê pêk hatiye. Dixwazin weke bûyereke xwezayî bidin nîşandan û rewatiyê bidin komkujiyan. Ev biryareke xwezayî nîne, dewletên dagirker dixwazin komkujiyê li serê gelan bînin û hemû bûyer di vê çarçoveyê de ye.

Em azarên gelê xwe yên li Bakur, Rojava, Rojhilat hîs dikin. Em gerîlayên Azadiya Kurdistanê em xwe li ber wan berpirsyar dibînin. Divê bi hemû awayek hevkar û piştgirî bikin. Seferberiya giştî hatiye ragihandin. Divê he Kurd li ku dera vê cîhanê be çi ji destê bê, bike.”

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE SIYASETA LI EFRÎN LI BAZARCIK Û ELBISTANÊ DUBARE BIKE’

Kamdîn anî ziman ku diyar kir ku dewlet dixwaze erdheja li Mereşê veguherîne siyaseteke ya guherîna demografiyê û siyaseta şovenîst û got: “Ev karesata erdhejê ji bo me pir giran bû. Ev herêma ku erdhej lê pêk hatî, herêmeke wisa ye ku li ser civakê qirkirin tê kirin. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêre, siyaseteke taybet li ser Kurdên Elewî hatiye kirin. Siyaseta qirkirin û tinekirinê hê ji destpêa avakirina Komara Tirkiyeyê ve li ser Kurdan hatiye kirin. Li van herêman bi taybet qirkirina civakî û çandî hatiye kirin. Dewlet dixwaze guherîna demografiyê li herêmê bike. Niha Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û dagirkirî ye. Kurdên herêmê hatine derxistin û Sûnî li herêmê hatine bicihkirin. Dixwazin heman tiştî li Elewiyan jî bikin. Ev yek dewleta Tirk bi salan e nekarî li vê herêma erdhej lê ye bike, niha jî dixwaze sûdê ji vê erdhejê bistîne. Kurdên Elewî bi giştî welatparêz in, Elewî nûnertiya çanda resen a Kurdbûnê dikin. Çawa di nava Kurdan de ciheke taybet ê Êzdiyan heye, bi heman rengî Elewî jî xwedî cihekî taybet in.”

‘QIRKIRIN FÎZÎKÎ NÎN E, XWEZA TÊ TALANKIRIN’

Endamê Ragihandina PJAK’ê Kamdîn bal kişand ser siyaseta dagirkerî û qirkirina li ser Kurdan û ev anî ziman: “Ev karesateke xwezayî ye, dibe li her derê jî rû bide. Lê karesata li Tirkiye ne xwezayî ye, têkilî bi desthilatê ve heye. Têkiliya wê bi netewe-dewletê heye. Siyaseta qirkirinê tenê têkilî bi qirkirineke fîzîkî ve nîn e, xwezaya wê herêmê tê wêrankirin. Bi sedan bendav li ser çemên Kurdistanê hatine avakirin, li gorî zanistî bendav dibin dibin yek ji sedemê erdhejê. Hikûmeta Îran û Tirk dibêjin ‘karesateke xwezayî ye’ qirkirina ne tenê fîzîkî çand û xwezayî jî tê kirin. Ev karesat bi destê sîstema sermayedar û modernîteya kapitalîst pêk hatiye, nabe weke bûyereke ji rêzê bê nîşandan, rewatiyê ji bo bikin. Ev ji xwe ve nebûye, dewletê biryar daye bi qirkirin û tinekirinê gelê Kurd tine bike, ji bo vê jî her tiştî dike.”

‘PÊŞIYA ALÎKARÎ Û HEVKARIYÊ DIGIRIN’

Kamdîn qala astengî û rêgiriya alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê yên li Îran û Tirkiye kir anî ziman ku Îran û Tirkiye ne bi xwe hevkarî dike û ne jî rê dide ku gel alîkariya hev bikin û got: “Divê bi lezgîn hevkarî bên kirin. Li Bakurê Kurdistanê jî mîna rewşa Xoyê ye. Dema ku HDP alîkarî dike, hikumeta Tirkiyeyê asteng dike. Ew ciwanên alîkarî dikin tên êşkencekirin. Çeteyên xwe şandine herêmê, dest bi dizî û talan mal û milê xelkê kirine. Careke din di vê karesatê de derket ku dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan û siyaseta tinekirinê, hemû siyaseta xwe, aborî û ragihandin xistiye xizmeta vê.”