Kalkan: Sekna Delal Amed ji bo me hemûyan telîmat e

Dûran Kalkan anî ziman ku sekn û têkoşîna Delal Amed ji bo wan hemûyan ferman e û got, "Weke hemû fermandar û şervanan, em ê vê xetê ji xwe re esas bigirin. Em sala 40'î ya PKK'ê weke sala Delal Amed îlan dikin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya sala 40'î ya PKK'ê bersiv da pirsên hevpar ên ANF û Medya Haberê.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de salvegera 39. a damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû hevrêyên xwe, gel û dostan pîroz kir û got, "Ji hevrê Hakî Karer ku Rêber Apo ji bo wî digot 'Ruhê min ê veşartî ye' heta hevrê Delal Amed û Azê Malazgîrt, hemû şehîdên me yên têkoşînê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim."

Kalkan da xuyakirin ku ev rewşa di destpêkê de weke îdîa û beyana îradeyê hate destnîşankirin, di sala 40. de bi rengekî bê hempa bi pêş ketiye û di asta ku kesî texmîn nedikr bi rengekî serketî gihîştiye roja îro.

Kalkan destnîşan kir, PKK tevgereke welê ye ku dijminên xwe jî gelek in, dost, alîgir û milîtanên xwe jî zêde ne û wiha dewam kir: "Bi awayekî dîrokî bi pêş ket ku kesî texmîna wê nedikir. PKK tevgereke welê ye ku rastiyan derdixîne holê. Tevgereke ku li ser navê mirovahiyê darizandin û lêpirsînê dike. Xwedî xeteke milîtaniya fedayî ye. PKK hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo hemû jin, ciwan û bindestan heqîqet e. Girîng e PKK bi vî rengî were dîtin."

Dûran Kalkan anî ziman ku PKK partiyeke Rêbertî û şehîdan e û got, "Rêbe Apo, PKK weke çalakî û birêxistinkirina bîranîna şehîdan pênase kir. Em jê re dibêjin 'Tevgera Rêbertî'. Gel jî dibêje 'nasname û îradeya me ye'. PKK partiyeke jin û ciwanan e. Lê bi taybetî partiyeke ku xeta azadiyê ya jinê bi pêş xistiye û partiya jinê afirandiye. Veguheriye partiyeke jinan. Hê ji destpêkê ve tevgera ciwanên rewşenbîr e. Azadî û wekheviyê esas digire."

Kalkan bi bîr xist ku di civîna komîteya navendî ya PKK'ê de armancên sala 40'î hatine destnîşankirin û wiha dewam kir: "Weke gel û tevger, em bi rengekî amade û plankirî dest bi sala 40'î dikin. Bi taybetî, şehîdên me yên dawî yên Bestayê bûn îrade û sonda vê yekê. Bi taybetî, tevgera me, gelê me, ciwan û bi taybetî jin wê hevrê Delal Amed timî bi minetdarî bi bîr bînin. Endama Desteya Rêveber a partiya me bû û demeke dirêj ji bo bicihanîna pîvanên pratîk û îdeolojîk kedeke mezin da. Hevrêya me Delal Amed, di serdema Şerê Gel ê Şoreşgerî de li refên herî pêş bû. YJA Star sembola xeta me ya azadiyê ye. Hêza xweparastinê ya xeta azadiya jinê ye. Bû pêşenga xeteke bi vî rengî ya azadiyê. Kedeke mezin da me hemûyan. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li refên herî pêş, li herêmeke mîna Botanê têkoşiya."

Dûran Kalkan anî ziman ku sekn û têkoşîna Delal Amed ji bo wan hemûyan telîmat e û got, "Weke hemû fermandar û şervanan, em ê vê xetê ji xwe re esas bigirin. Em sala 40'î ya PKK'ê weke sala Delal Amed îlan dikin."

Kalkan destnîşan kir, çawa ku YPJ'ê faşîzma DAIŞ'ê li binê erdê xist, hêzên YJA Starê jî wê faşîzma AKP û MHP'ê li binê erdê bixin û got, "Armanca me ya sala 40'î li ser vê bingehê ye."

Kalkan bang li hemû jin û ciwanan kir ku vê xeta berxwedanê rast fêhm bikin, bi rengekî çalak tevlî têkoşîna li dijî faşîzmê bibin û ji bo afirandina şert û mercên kar û jiyana azad a Rêber Apo, têbikoşin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku zilm dikare bê têkbirin, kelehên zilmê dikarin werin hilweşandin û destnîşan kir ku ew bi vê bîr û baweriyê dest bi sala 40'î dikin.

Kalkan ragihand, rastiya Rêbertî û şehîdan rêya wan ronî dike û got, "Em bawerin ku wê dis ala 40'î ya PKK'ê de kelehên zilmê bên hilweşandin, azadî û jiyana azad hê bi pêş bikevin, bindest ji bindestiyê rizgar bibin, qadên jiyanê zêdetir bibin, bêhn bê ber mirovan û bi coş, kelecan bibe saleke jiyaneke xwişk û biratiyê. Em bi biryar in ku sala 40'î bikin saleke bi vî rengî. Li ser vê bingehê ez sala 40'î careke din li Rêber Apo, hemû hevrêyan, dostên me û gelê me pîroz dikim. Hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim."

Kalkan diyar kir ku wê sala 40'î bikin sala mezin a azadiyê, berxwedana û serketina mezin û bang li her kesî kir ku di xeta Delal Amed de tevlî meşa sala 40. a azadiyê bibin."