Kalkan: Li dijî pergala tecrîdê ya Imralî divê têkoşîn giştî be!

Duran Kalkan: Li dijî pergala tecrîdê ya Imraliyê divê têkoşîn giştî be, hemû rewşenbîr, hunermend, siyaetmedar, partî, her kes divê helwesta xwe aşkere bike. Li dijî pergala tecrîd û êşkenceyê divê mirov li berxwedana Rêber Apo xwedî derkeve.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê  Duran Kalkan ji Medya Haberê re axivî.

Duran Kalkan bal kişande ser berxwedana dîrokî ya Imraliyê û çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir tecrîd bi rengekî girankirî didome, ti guhartin di polîtîka û hişmendiya wan de li ser pergala tecrîd û êşkenceyê nîne, komploya navnetewî bi rengekî nûjenkirî didome.

Kalkan bi domdarî got, ''Ya esas têkoşîna li dijî komployê, tecrîdê, ya li dijî siyaseta îmha û înkarê û dijî siyaseta qiker û faşîst e. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn tê dayin. Li dijî pergala tecrîdê ya Imraliyê radibin. Em vê girîng dibînin û divê bêhtir were geşkirin. Li parçeyên Kurdistanê jî bû, rewşenbîr, siyasetmedar, daxuyaniyan didin. Ji bo ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Em bi rêzdarî slav dikin. Lê divê em vê jî bibêjin; ên li parçeyên Kurdistane têre nakin. Li Başûr, Rojhilat sê rewşenbîr, deh rewşenbîr hatine cem hev daxuyanî didin. Ev şerm e. Çima hemû nakin? Rêberê Gelê Kurd ev 24 sal in di pergala êşkenceyê ya Imraliyê de bi destê hegemonyaya global a kapîtalîst ve hewl tê dayin ku were fetisandin, ev ranabin ser piyan. Ev rewşe nayê qebûlkirin. Li vir helwesteke qesl a welatparêziyê heye.''

A rast ji ji siyaseta serwerên Kurd, PDK'ê karîger dibin, diqutifin. Ji vî alî ve divê mirov rexne bike. Em kêm dibînim. Divê zêdetir bibe. Em wan slav dikn û nirx didinê lê kêm dibînin divê zêdetir were geşkirin .Divê giştî be, hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, partî, rêxistin, her kes divê helwesta xwe deyne. Divê her roj bi Rêber Apo re têkildar bin. Li dijî pergala tecrîd û êşkenceyê Imraliyê divê bi wê pozîsyonê bin ku li berxwedan Rêber Apo xwedî derkevin û li cîhanê berbelav bikin. Welatparêziya Kurd vê hewce dike. Pîvana rastî ya welaparêziya Kurdistanê jî ev e. Li cîhanê, li Tirkiyê jî pîvana demokratbûnê girêdayî helwesta li dijî pergala Imraliyê ye, kaxeza turnusolê ye. Kaxeza turnusolê ya welatparÊziya Kurd jî helwesta li bara pergala Imraliyê ye.

Em ji helwesta wan a li bara pergala êşkenceyê ya Imraliyê û pergala TC'ê dikarin fêhm bikin bê ka partî, siyaetmedar, rewşenbîr, nivîkar welatparêz in an na. Ji ber vê jî, hemû nêzîkatiyên derveyî vê, nirxandin pûç in, xwexapandin e, nêzîkatiya miliyetgiriya berreng e, berjewendîparêz e. Ne ku welatparêziya Kurd ku azadiya civakê, demokrasiyê dixwazin.''

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalak têkilî şerê Rûsya û Ukraynayê jî ev nirxandin kir: ''Beriya ku sedemên wê bibêjim, weke encam vê bibêjim; di vî şerî de wê rêveberiya Ukraynayê têk biçe. Wê bibe têkçûyiyê pêşî. Hê ji niha ve derbên giran xwarine, wê zêdetir jî bixwe. Wê bi çi astê be nizanim lê herî pir wê ziyan were ser wê. Rûsya wê çi bi dest bixe, Eropa, Ingilîz, DYE, NATO wê çi bi dest bixe, çi bazarn bibin, bigihijin kû, ji niha de mirov nikare tiştekî bibêje. Wê tesîreke giran li ser Tirkiyê bike. Rêveberiya Ukranayê ji niha de têk çûye. Çima wiha dibêjim? Ji ber ku rêveberên wiha tim têk çûne. Rêveberên dema şerê sar, siyaseta dema dublokî ya DYE-Sowyetan, rêveberên ku ji wan weye hê jî wiha ye û li gorî vê tevdigerin. Dibêjin bila du alî hebin ez xwe bispêrim ser wan. Rêveberiya Ukraynayê bi vî rengî xwe sparta NATO, Ingilîz, DYE'yê. Lê niha bi tenê hatiye hiştin. Ji ber ku cîhaneke wiha nîne. Ne DYE'ya berê û ne jî Yekîtiya Sowyetan heye. Dikin û nakin pêvajoya piştî feşkilîna Yekîtiya Sowyetan fêhm nakin, xweş analîz nakin, li hêviyê ne ku ya beriya 30 salan dîse were, wiha nabe. Rêveberiya Ukrayna jî ev xwest, binerin çi hate serê wê. Naxwe cîhaneke dubendî nîne, mirov nikare xwe bispêr aliyekî û li ser piyan bimîne.''

Kalkan têkilî krîza pergalê şerê Ukrayna-Rûsya şîrove kir û got ,''Heke devereke weke Ukrayna jî dibe navendek, ev çi nîşan dide? Nîşan dide ku pergala modernîteya kapîtalîst ketine nav krîz û kaoseke giran. Pergala modernîteya kapîtalîst nikare xwe ji vir rake er piyan, berevajî, tenê nexweşiyan çêdike, şer derdixîne. Vîrûsa koronayê çêkir, niha jî şerê Ukrayna derdixîne. Jixwe duh şerê Sûriyê bû, yê Iraqê bû. Li gelek qadên Rojhilata Navîn şer kir. Pegal krîz û kaosê bi hilberandina nexweşiyên nû yên weke kanêrê, mîkgoran, şer, dagirkerî û îstîlayan hebûna xwe didomîne.''

Kalkan nirxandina xwe wiha domand: ''Tişta ku niha Rûsya li Ukranya dike, duh DYE li hemû cîhanê kir. Dibêjin Konseya Ewlehiyê ya NY'yê li kûderê ye? Bila Neteeyên Yekbûyî hiqûqê sazkar bike, jixwe konseya ewlehiyê vê dike, di şer de ye û DYE dike, Ingilîz dike, Ewropa dike, Rûsya dike, Çîn dike. Ango weke ku cihana beriya 30 salan hebe hemû di şaşitiyê de ne. Rûsyayê çima dagir kir..Jixwe her ke dagir dike, kî bi kê karibe êrîşê dibe ser. Tirkiyê hewl da ku Sûriyê, Iraqê dagir bike, êrîşa leşkerî bireser Libya, Ermenîstanê. Çima Rûsya êrîşê nebe ser vir, çima nebe ser devereke dî? Ti ferqa van ji hev nîne. Rastiya cîhana me ev e.''

Têkilî helwesta hewce ya li bara şerê Ukrayna-Rûsya jî Kalkan got, ''Rewşa ku pergala modernîteya kapîtalîst a global tê de ye, ev şerê nav perggalî û rewşa şer a nû ye. Divê em hemû vê rastiyê bibînin, fêhm bikin, li gorî vê xwedî helwest bin. Çiye helwest? Helwesta çewisandiye, gelan, tinekirina vê hişmendî, siyasetê ye ku ev nakokî û şer derxistî holê, tinekirina bingehên wê yên madî û aborî ye, guherandin û veguherandina wê ye. Ev jî bi têkoşîna antîkapîtalît, antîfaşîst e, jiyana bi azadî û demokratî  ya gelan e. Rewşa ku deshilat û dewlet hatinê ev e.''

Kalkan bi berdewamî got, ''Ti polîtîkaya ku li rêveberiya Ukrayna xwedî derdikeve ne şoreşger, demokrat e û ne rast e. Mesele ne ew e ku Ukrayna ji dagirkeriyê were xilakirin. Ew rêveber noker bû, hevkar bû.  Ango rêveberiya çi ye? Bi rastî jî vîna civaka Ukraynayê temsîl dike? Xwedêgiravî dewletên serbixwe ne û heqê wan ê serweriyê hene....Serweriya çi, dewleta serbixwe ya çi? Pergala mêtingerî û talanê bû, çete bû, ew çete hildiweşe, niha jî hewl didin ya nû ava bikin, hinek dixwazin vê xilas bikin.''

Têkilî tesîra şerê Ukrayna-Rûsya ya li ser Tirkiyê jî Duran Kalkan wiha got:

''Dema ku şer dest pê kirî yê ku herî pir qilqilî Tayyîp Erdogan e. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê li pey hev daxuyaniyan dide. Civînan li ser hev dike. Bi rêveberiya Ukrayna re xwîşk û bira ne. Jixwe dostê herî qenc ê rêveberiya Ukraynayê Tayyîp Erdogan e, siyasteke weke hev dikirin. Dema ku siyaseta rêveberiya Ukraynayê kete vî halî Tayyîp Erdogan qilqilî, got, gelo dawiya min jî tê...Jixwe nêz diibe, ev demek e ketiye çiravekê û hilweşandine, ev ê girantir bibe. Dor tê ser rêveberiya Tayyîp Erdogan. Her kes vê dibîne. Ya duyan, ji hêla aborî ve pir girêdayî hev in, ew têkilî wan li ser piyan dihêle. Niha jî tê gotin ji vî şerî ziyana aborî ya herî mezin piştî Ukrayna wê Tirkiye bibîne, her kes dibêje rêveberiya AKP-MHP wê ziyana herî mezin a aborî bibîne. Em ji niha ve dikarin encamê şer bibêjin, herî pir Ukrayna wê zirarê bibîne, hewceyî pê nîne ku mirov vê bi vir û wir de bibe, piştre kî wê zirarê bibîne? Rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê, hêza desthilat a Tirkiyê ya berdest wê zirarê bibîne.''

POLÎTÎKAYÊN PDK’A YA KU HEVKARIYA TIRKIYEYÊ DIKE

Kalkan diyar kir hevdîtina ku Nêçîrvan Barzanî li Elmanyayê bi Hûlûsî Akar re derketiye holê ku PDK kî ye û got “Ev hevdîtinên dawîn nîşana rewşeke cîddî ye. Ji aliyê din ve jî jixwe li Başûrê Kurdistanê zext gelekî zêde ne û civak û ciwan ji vê rewşê aciz in. Ji ber êrişan xisar li gel dibe, li gundan tê xistin, gund vala dibin. Di hilbijartina dawîn de civakê diyar kir ew ji vê rewşê aciz e. Li Duhokê 300 hezar dengê wan kêm bû. Gel piştgirî neda şerê ku PDK tevî faşîzma AKP û MHP’ê didomîne. Hûlûsî Akar bi eşkeretî got, ji bo ku em li dijî PKK’ê têkoşîneke hevpar bikin me biryar stendine. Raya giştî ya Kurdan ji PDK’ê dixwaze vê rewşê zelal bike. PDK her dem qala zextên Tirkiyeê û mecbûriyetê û bêderfetiya ekonomîk dike. Lê ev ne rast e.  Di warê ekonomîk de ne mecbûr in. Divê civaka Başûrê Kurdistanê û partiyên wê baş bibînin. Hinek kes ji bo ku kasaya xwe tijî bikin, sûdê ji têkiliyên bi TC’yê werdigirin.”

TIFAQÊN DI SIYASETÊ DE

Kalkan diyar kir ku li Tirkiyeyê li dora tifaqa Milletê partiyên mûxalefeyê yên di nav pergalê de li hev kom bûne û got “Dixwazin alternatîfa rêveberiya AKP û MHP’ê derxînin holê. Li gorî çapemeniyê vê civîna ku di 28’ê Sibatê de pêk hatiye, tê wateya xwerexneya CHP’ê. Gelo bi rastî jî wê CHP diyar bike ku li hemberî darbeyan ew demokrasiyê diparêze. Di 28’ê Sibatê de li hemberî rêveberiya Erbakan li Sîncanê tank daketibûn kolanan. Ev jî bû sedem rêveberiya Erbakan bikeve. 

Di 28’ê Sibata 2015’an de jî li Dolmabahçeyê Mûtabakatek hatibû kirin. Encamên hevdîtina li Îmraliyê hatibû eşkerekirin. Hatibû îlankirin pêvajoya muzakereyê tê destpêkirin. Ew rewşeke girîng bû wê li ser esaasê çareseriya doza Kurdan demokratîkbûn pêk were, wê Tirkiye demokratîk bibûya. Tayyip Erdogan jî berê got em piştgiriyê didin wê lê piştre got haya min jê tune. Kesên ku li ser navê HDP’ê tevlî vê xebatê bûbûn piştre hatin girtin. Yê ku li ser navê AKP’ê tevlî vê xebatê bûn ji peywirê hatin avetin. Davûtoglû ji serokwezîriyê ket. Darbeyeke wisa pêk hat. Mekanîka darbeyê kete dewtê. Rêber Apo jî qala wê kiribû. 

Heke mûxalefeteke li ser esasê demokrasiyê pêk were û bi hêzên şoreşger ên demokratîk tifaqan pêk bikin wê karibin rêveberiya faşîst a AKP û MHP’ê zû û lezgîn bixînin erdê.Dibe ku di demên pêş de tifaqên wisa werin rojevê. Lê heke bixwazin siyaseta AKP û MHP’ê bidomînin, AKP hemûyan bi kar tîne, pêdivî pê namîne.”

Kalkan li ser tifaqa demokratîk jî kir û got “Em gelekî qîmetê didin tifaqa demokratîk. Ji ber ku tifaqa rêya sêyemîn kete rojevê û siyaseta rêya sêyemîn hate nîqaşkirin, Tifaqa Millet neçar ma ji dêvila sê partiyan bibin şeş partî. Vî tiştî mûxalefet xist nav lêgerînê. Heke bi rastî jî tifaqa demokratîk piçekî xwe rêxistin bike û hêzên demokratîk bike wê bandorê li ser hemû partiyên mûxalefetê bike. 

Ger HDP tifaqa xwe ya demokrasiyê pêş bixe, xwe xurt dike. Bi rastî, ew bersiva herî baş bide amûrên weha. Tiştê ku heta niha nekiriye kêmasiyek e, divê were rexnekirin, divê hêzên çep sosyalîst, hêzên şoreşger, hêzên demokratîk ên rasteqîn, hêzên radîkal ên demokratîk bên rexnekirin, ji ber ku eger bingeha tifaqa demokrasiyê bin, divê pêşengiyê bikin. Heta niha nikarin bên cem hev. Faşîzm heye, divê şerê antî-faşîst bê kirin.

Dibêjin tifaqa rêxistinên şoreşger, demokrat, sosyalîst-çep. Dibe ku ew pêşeng be, lê divê bi ser bikeve. Divê tifaqa demokrasiyê hemû hêmanên antî-faşîst û antî-kapîtalîst bigire nava xwe. Dibe ku ne çep-sosyalîst be. Dikare derdoreke îslamî be, dibe derdoreke azadîxwaz be.”

MEHA BERXWEDANÊ

Kalkan diyar kir meha Sibatê dagirtî derbas bûye û got “Di meha Sibatê de me civînên rêveberiyê xwe kir, me di warê îdeolojîk, siyasî û leşkerî de pratîka sala 2021’an nirxand. Têkoşîna sala 2022’an amade kir û xwe li gorî wê rêxistin û amade kiriye. Di serê meha Sibatê de me ev tişt ragihand ji raya giştî re. Coş û hêviyek ava kir. Têkoşîna li dijî komploya 15’ê Sibatê geş kir. Di şertên giran ên zivistanê de çalakiyên gerîla pêk hat. Mîtîng û meşên mezin pêk hatin. Helwesteke zelal hate nîşandan wê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê were parçekirin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were pêkanîn, wê faşîzm hilweşe û Tirkiye demokratîk û Kurdistan azad bibe.

Di heman demê de Adar meheke girîng a berxwedanê ye. Ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan çanda berxwedana Newrozê heye. Di heman demê de 8’ê Adarê jî heye. Roja hevgirtin û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê. Ji niha ve hate destpêkirin. Li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat bername tên amadekiin. Jinên cîhanê bi coş û heyecan amadekariyê dikin. 8’ê Adarê û Newroza sala 2022’an wê bibe lûtkeyeke mezin. Wê çalakiyên gerîla zêde bibe. Wê gerîlayên YJA Starê û gerîlayên HPG’ê pêşengtiyê bikin. 

Ji niha ve 8’ê Adarê ya hemû jinan û di şexsê heval Sara û Delal de hemû şehîdên me bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Em ê bi xurtî xwedî li bîranîna wan derkevin.”