Kalkan: Em ê bi xurtî tolê hilînin! Tolhildan gelekî nêz e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan soz da ku wê teqez tola fermandarên YJA Starê Delal Amed, Azê Malazgîrt û 11 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn hilînin.

Kalkan ji ANF'ê re axivî û got, "Ji ber ku Delal Amed, Azê Malazgîrt û hevrêyên me yên din şehîd xistine, dibe ku kêfa wan tê. Dibe ku bi hêvî jî dibin. Lê belê divê ji bîr nekin; şoreşger yek dimirin, bi hezaran diafirin. Hevrêyeke/î me şehîd dibe, bi dehan tevlî nava refên PKK'ê dibin. Delalek şehîd bû, bi hezaran Delal wê derkevin holê. Ciwanên Kurd wê bibin bi hezaran Delal û tevlî nava refên YJA Starê bibin." Kalkan destnîşan kir ku ala azadiyê ya di destê Delal Amed de bû, wê ji aliyê PKK'ê ve di sala 40'î de hê bêhtir bê bilindkirin.

Kalkan da xuyakirin ku PKK di sala 40'î ya têkoşîna bê navber de ye û anî ziman, ew ê li ser şopa şehîdên Bestayê, têkoşîna azadiyê di sala 40'î de li çar aliyên Kurdistanê geş bikin.

JI BO BÎRANÎNA HEVRÊ DELAL, EM Ê SALA 40'Î BIKIN SALA SERKETINÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ji bo bîranîna fermandarên YJA Starê Delal Amed û Azê Malazgîrt, wê sala 40'î ya PKK'ê bikin sala serketinê.

Di dewama axaftina xwe de Kalkan diyar kir ku êş û xemgîniya wan gelekî mezin e û got, "Hevrêyên me yên şehîd bûn ji bo partiya me û hêzên me yên gerîla rêveber, fermandar û milîtanên hêja bûn. Bi mezinî jiyan, bi mezinî şer kirin. Bi şehadeta xwe re hê bêhtir wezîfe û berpirsyarî danîn ser milê me.

Belê êşa tevger û gelê me mezin e, lê bi pêşengiya Delal Amed û şehîdên Bestayê re îrade, bawerî û armanca me ya xwedîderketin û biserxistina wezîfeyên xwe, xurtir bûye."

ŞOREŞGEREKE MÎNAK: DELAL AMED

Kalkan diyar kir ku Delal Amed dema tevlî nava refên PKK'ê bû hê 17 salî bû û bi bîr xist ku çaryeka sedsalekê ya emrê Delal Amed di nava refên gerîla de derbas bû. Kalkan ragihand, Delal Amed di vî emrê xwe yê têkoşînê de li her devera Kurdistanê bi erk û wezîfeyê rabû û li her cihî xeta azadiyê ya Apoyî û milîtaniya azadiyê ya jinê bi ser xist.

Dûran Kalkan da xuyakirin ku hezên qirker-faşîst bi şehîdxistina van hevrêyên wan re li gorî komkujî, qirkirin û zilma ku 100 sal in li Kurdistanê ferz dikin tevgeriya ne û wiha dewam kir: "Her roj li çiya, deşt û bajarên Kurdistanê bi dehan hevrê, jin, mêr, extiyar-ciwanan dikujin û bi vî rengî hewl didin desthilatdariya xwe bidomînin. Ji bo Delal Amed û hevrêyên me şehîd bixin, dewletekê temamiya artêşa xwe xist nava tevgerê. Derfetên Tirkiyeyê û nirxên civakê ji bo armancên xwe yên qirêj, mêtinger, kevneperest û xwînmêtinê bi kar anîn. Ji ber ku Delal, Azê û hevrêyên din şehîd xistine, dibe ku kêfa wan tê. Dibe ku bi hêvî jî bûne. Lê belê divê ji bîr nekin; şoreşger yek dimirin, bi hezaran diafirin. Hevrêyeke/î me şehîd dibe, bi dehan tevlî nava refên PKK'ê dibin. Delalek şehîd bû, bi hezaran Delal wê derkevin holê. Ciwanên Kurd wê bibin bi hezaran Delal û tevlî nava refên YJA Starê bibin. Ala azadiyê ya ku bi serbilindî di destê Delal Amed de bû, wê ji aliyê PKK'ê ve di sala 40'î de hê bêhtir bê bilindkirin.

Hevrê Delal Amed weke fedayiyeke Apoyî, weke milîtaneke azadiya jinê timî bi rengekî mezin jiya. Bi mezinî têkoşiya. Tevgera me, gelê me û doza me ya azadiyê bi mezinî bi ser xist. Her tim li aliyê rastiyê, li aliyê xeta Apoyî cih girt. Bi sade, durustî, jêhatî û dilnizmiya xwe, her tim pêşengî ji gerîla û me hemûyan re kir. Divê mirov hevrê Delal rast fêhm bikin û xwedî li bîranîna wê derkevin."

'TOLHILDANA ME WÊ QAT BI QAT MEZIN BE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku PKK bi pêşengiya şehîdan dimeşe, mezin dibe û bi ser dikeve û got, PKK bi vî rengî xwe gihandiye vê serdemê. Kalkan diyar kir, PKK'ê bîranîn û jiyana şehîdan veguherandiye çalakiyeke rêxistinbûyî û ragihand, PKK bi hilanîna tola şehîdan xwe gihandiye vê rojê.

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de got, "Tolhildana hevrê Hakî Karer em kir partî. Berxwedana zindanan a Mazlûm, Kemal û Xeyriyan em li Kurdistanê vegerand. Tolhildana Karasûngûr û Egîdan em kir gerîla û veguherand artêşa gerîla. Tolhildana Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlan şoreşa azadiya jinê û mezintirîn şoreşa di dîrokê de ye, afirand. Têkoşîna tolhildanê ya bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' a li dijî komploya navneteweyî hate dayin re, rêbaza fedayî hate afirandin. Niha jî bîranîn û hilanîna tola hevrêyên me Delal Amed, Azê Malazgîrt, wê di sala 40'î ya partiyê de me bi ser bixîne. Wê şoreşa azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixîne. Wê şoreşa azadiyê ya jinê bi ser bixîne. Wê şoreşa Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixîne. Em ê bi vê bîr û baweriyê tevbigerin.

Ji ber vê yekê em dibêjin; yên ku hevrê Delal û lehengên Bestayê şehîd xistin bila kêfa wan neyê. Tola wan wê qat bi qat mezintir bê hilanîn. Û wê di demeke gelekî nêz de bê hilanîn. Hêz û wêrekiya ku tola şehîdên xwe hilîne bi partiya me re heye; bi gerîla, jin û ciwanan, bi gelê me re heye. Divê her kes bi vê zanibe û li encamên 39 salên bihurî binerin ji bo bibînin bê çala tol tê hilanîn. Dema hilanîna tolê nêz e."

ŞEHÎDÊN ME FERMANÊ DIDIN ME KU EM JIYANA AZAD BIAFIRÎNIN

Kalkan bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê li Reqayê ji aliyê artêşa jinê YPJ'ê ve hate têkbirin û destnîşan kir ku bi pêşengiya YJA Starê re wê bi azadkirina Botanê re mizgîniya têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê ji tevahiya tevger û gelên li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê re bê dayin.

Kalkan da zanîn ku divê jin û ciwan rastiya şehîdan, kesayetiya Delal Amed baş lêkolîn bikin û Delal Amed ji nêz ve nas bikin û fêhm bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de got, "Hevrê Delal rêya berxwedêrî û azadiyê vekir. Hişmendî, îrade û cesaret da. Hînî me hemûyan ki rku divê em bi çi rengî li ser xeta şehîdan û rêbertiyê xwedî li milîtaniya partiyê derkevin. Em ê vê hişmendiyê tevbierin. Li ser vê bingehê em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ew ne windahiyek in. Ew nemirine. Ji bo afirandina jiyana azad ew ji bo me ferman in. Di serî de Delal Amed ez hemû şehîdên Bestayê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dibêjim û îlan dikim ku meşa azadiyê ya sala 40'î ya partiya me meşa Delal Amed e. Em ê li ser rêya Rêbertî û şehîdan bi mezinî şer bikin û bi mezinî bi ser bikevin."