Kalkan: Di sala PKK’ê ya 40’î de em ê şerekî mezin bikin û bi ser bikevin

Kalkan diyar kir ku wê di sala 40'î de şerekî mezin bidin û bi ser bikevin û got, "Biryardariya civîna Komîteya me ya Navendî li ser vê bingehê ye. Rastiya Rêbertî û şehîdan jî vî emrî didin me. Bangewaziya şehîda me ya mezin a dawî Delal Amed jî ev e."

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK’ê Dûran Kalkan ji Radyoya Dengê Welat re axivî û got, Sala PKK’ê ya 40’î wê şerekî mezin bidin û wiha got, ‘’Biryardariya civîna Komîteya me ya Navendî jî li ser vê bingehê ye. Rastiya Rêbertî û şehîdan jî vî emrî didin me. Bendewariya hemû ciwan, jin û bindestan jî ji me ev e. Bangewaziya şehîda me ya mezin a dawî Delal Amed jî ev e. Li ser vî bingehî em ê di salvegera 40’î de şerekî mezin bikin û bi ser bikevin.’’

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK'ê Dûran Kalkan, di Radyoya Dengê Welat de tevlî bernameya Dilistan bû û cara pêşî di weşanekê de bi zimanê Kurdî axivî. Kalkan, sedema axaftina xwe ya Kurdî jî wiha anî ziman: “Heval peyaman dixwazin, lê her heval  bi Tirkî nizane. Hinek heval hene ne Bakurî ne. Em li Kurdistanê têdikoşin. Lazim e em bi Kurdî biaxivin.”

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK'ê Dûran Kalkan, di Radyoya Dengê Welat de bû mêvanê bernameya Dilistan û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Kalkan, cara pêşî di weşanekê de bi zimanê Kurdî axivî û peyamên girîng dane Dîlên Azadiyê û hemû cîhanê.

‘EM DIKEVINE SALA PKK’Ê YA 40’Î’

Kalkan ji ber sala 40’î ya PKK'ê xwest bi taybet peyama xwe bigihîne Dîlên Azadiyê û ev peyam dan:“Em dikevine sala 40’î ya pêşengê azadiya xwe PKK’ê. Em meşa xwe ya azadiyê ya mezin a 39 salan digihînin sala 40’î. Li ser vî esasî Cejna Partiyê di serî de li Rêber Apo li hemû rêhevalan û  li gelên me  pîroz dikim. Hemû şehîdên me yên azadiyê ku bi şehîdê mezin Hakî Karer dest pê kirî û heta Delal Amed tên, bi hezkirin, rêzgirtin û bi minet bibîr tînim. Û dixwazim soza ku me daye wan, ku em ê armancên wan serkeftî pêk bînin dubare dikim. Ez hemû gazî û girtiyên  vê têkoşîna birûmet û mezin silav dikim. Di salvegera 40’î de ji hemû kesan re ku têkoşîna azadiyê didin serkeftinên mezin dixwazim.”

“MÎNAKÊN MÊTÎNGERÎ Û QIRKERIYA KU TÊ MEŞANDIN DI DÎROKÊ Û ROJA ME DE NÎN E.”

Kalkan, di peyama xwe de li ser rewşa dagirkeriya dewleta Tirk jî sekinî û got ku ew têkoşîneke dijwar didin û  wiha berdewam kir, “lewre rejîmeke dîktatoriya faşîst û qirker wekî ya Komara Tirk (KT) ne di dîrokê de ne jî di roja me de nîn e. Mînakeke mêtîngerî û qirkeriya ku li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin di dîrokê de nîn e. Loma jî aşkere ye ku li hemberî rejîma biçûkxistinê û komkujiyê jî tenê divê têkoşîna azadiyê ya dijwar û bi berdelên giran bê meşandin. Yê ku ev rastî pêşî dîtî û jiyaneke alternatîf dayî ber xwe, bûye Rêber Apo. Em jî ji wî hîn bûn û me hemû berdêl dane ber çavan û ev rê eciband. Hinek ji me şehîd ketin, hinek ji me jî li çiya û zindanan  li ber xwe  didin. Em her roja ku li ber xwe didin vedijin û vîna xwe ya azadiyê xûrt dikin. Dibê ku ev helwesta me li gorî hinekan bêwate be. Bila be, bila ew wekî giyayan, jiyanê tenê maddî bifikirin. Hûn jî dizanin û dişopînin em li hemberî rejîma faşîst û qirker, bi berxwedanê giyan, vîna û hişmendiya azadiyê bi dest ve tînin. Li ser vê bingehê jî em ferd û civaka azad derdixin holê.”

BERXWEDANA MÛCÎZEYÊ

Endamê Komîteya Rêveber yê PKK'ê Dûran Kalkan, di berdewamiya peyama xwe de balkişand ser rewşa destpêkê ya têkoşîna wan û şahidiya xwe ya wê demê anî ziman. Kalkan, “Di destpêkê de ji berxwedana 40 salî biqerin, berxwedaneke 40 heyvî jî wekî mûcîze dihate dîtin. Wekî niha tê bîra min. Dema Rêber Apo manîfestoya yekemîn nivîsand, gotibû, “Min peywira xwe pêk anî.” Niha em dikevin salvegera 40’î ya PKK'ê. Meşa Rêbertî ya bênavber a 45 salî heye. Mînakeke din ya wekî vê Rêbertî û Partiya me di dîrokê de nîn e. 40-45 sal bênavber ji bo azadiyê berxwedan û şer bi ziman rehet e, lê ne karê ku her kesî ye ku bikaribe bike. Ev mûcîze bi pêşengtiya Rêber Apo, PKK'ê û gelê Kurd pêk anî. PKK'ê û gelê me li ser vî esasî faşîzma DAÎŞ’ê têk bir û hate asta ku  pêşengiyê ji hemû bindestên cihanê re bike. Em bawer in heval jî dibînin, dixwînin, dibihîzin. Niha em wekî Partî û gel, çavkaniya kelecan û coşa cîhanê ne. Tiştekî ji vê bedewtir û ciyê şanaziyê heye?

DIJMIN ZAHF DIQÎRE LEWRE ZAHF DITIRSE

Kalkan, bal kişande ser rewşa ku faşîzma AKP-MHP'ê hatiye û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe geştir bikin û wiha pê de çû: “Em ê di salvegera 40’î de jî berxwedaneke mezin bidin û têkoşîneke bedelê 39 salan bimeşînin. Em gelek şehîdan bidin jî em mecbûrî vê ne. Lewre êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên mîna Dehakan li holê ne. Dibê ku berdelên wê giran bin jî lê ya ku me zindî û azad bike jî ev berxwedan e. Ji bo me derveyî vê hebûn û jiyaneke mirovane nîn e. Biryardariya civîna Komîteya me ya Navendî jî li ser vê bingehê ye. Rastiya Rêbertî û şehîdan jî vî emrî didin me. Bendewariya hemû ciwan, jin û bindestan jî ji me ev e. Bangewaziya şehîda me ya mezin a dawî Delal Amed jî ev e. Li ser vî bingehî em ê di salvegera 40’î de şerekî mezin bikin û bi ser bikevin. Bawerim bala we kişandiye, dijminê me gelekî diqîre. Di esas de ji ber ku zahf ditirse, zahf diqîre. Êdî dawiya rejîma faşîst û qirker hatiye. Em ê sala 40’î bikin sala ku faşîzm hilweşiyayî û serfiraziya şoreşa azadiyê ya pêkhatî.”

“JI QEHRA DIJMIN RE ROJEKE DIN ZÊDE BIJΔ

Kalkan, di peyama xwe de behsa zextên li ser Dîlên Azadiyê jî kir û bal kişande ser hovîtiya faşîzma AKP-MHP'ê ya ku li derve jî dikin û peyama xwe wiha qedand. “Em dizanin faşîzma AKP-MHP'ê li ser we rêhevalên Dîlên Azadiyê jî gelek zextan pêk tîne. Zîhniyet û siyaseteke ku li derve êrîşî  dibe ser Kurdê mirî, ma çi li zindaniyan neke? Lê em bi vê jî dizanin ku hûn li dijî wan qewîn disekinin û berxwedaneke mezin didin. Jixwe tenê ev layîqî şopdarên Sara, Mazlûm, Kemal û Xeyriyan e. Lê divê bê zanîn ku her kêliya jiyana bi îradeya azadiyê ya li zindanan berxwedan e û bandora wê jî li têkoşînê dike. Ji bo wê jî nêzîkatiyeke hê şênber û li gorî xetê girîng e. Divê mirov neyê lîstikên dijmin. Sekna me divê bi îradeya azad be û em felsefeya “jî qehra dijmin re rojeke din zêde bijî” esas bigirin. Girîng e ku em her dem rêxistinî, hişyar û amade bin. Ji bo serkeftinê nêzîkatiyeke piralî û afirînêr şert e. Sekneke têkoşer ya li zindanan her tim nirxên mezin li têkoşîna me zêde kiriye. Em bawer dikin ku wê di vê salvegera 40’î a PKK'ê de jî wiha bibe. Li ser vî esasî ez Cejna Partiya me ya 40’î li we rêhevalên Dîlên Azadiyê, bi daxwaza serkeftinên mezin, bi tendirûstiye baş û bi berxwedêrî pîroz dikim û we tevan bi hezkirin û rêzdarî silav dikim. Herî dawî vê dibêjim: Bila serfirazî bibe ya kesên ji bo azadiyê li ber xwe didin!”

Kalkan, sedema axaftina xwe ya Kurdî jî wiha anî ziman: “Heval peyaman dixwazin, lê her heval nizanê bi Tirkî. Hinek heval hene ne Bakurî ne, Başurî, Rojavayî jî hene. Em li Kurdistanê têdikşin ji bo vê jî divê em bi Kurdî biaxivin.”