Kalkan: Ûlaş hêz û moral dida min

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan diyar kir, her ku wî Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) nas dikir, moral û hêzeke mezin jê digirt û got, ez ji wî hînî gelek tiştan bûm.

Endame Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, ji ANF'ê re qala yek ji pêşengên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunaran a Şoreşger Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) kir.

Kalkan anî ziman, ku Adali ê li Rojavayê Kurdistanê şehîd bû, ji berxwedana Gezî heta Kobanê bû xwedî sekneke têkoşînê ya bê navber.

Kalkan diyar kir ku wî Adali di nava karê TŞYG'ê de nas kiriye û got, "Ji bo min cihê serbilindiyê ye ku min mirovekî bi vî rengî nas kir. Ji me bêhtir tevlî kar dibû û ev karê xwe daîmî dikir. Di nava karê damezrandin û birêvebirina TŞYG'ê de tevî ku ji aliyê emr ve yê herî ciwan bû, ji me hemûyan bêhtir bi berpirsyarî, çêker û çareserî radibû. Tevî ku ciwan bû, xwedî danheviyeke bêhempa bû."

Kalkan anî ziman, her ku wî Adali nas kir, moral û hêz jê girt û destnîşan kir, ku karkirina bi mirovên bi vî rengî re mirovan kêfxweş dike û hêzê dide mirovan.

Kalkan da zanîn, ku ew ji Ûlaş Adali yê ku xwedî diyalog û karekî hevpar ê xurt bû, gelek tişt hîn bûye û got, "Di nava karê me de ti carî zehmetî û pirsgirêk tine bû. Welê bûbû, ku nediyar bû em ji rêxistinên cuda ne yan na."

Kalkan bi bîr xist, ku Adali li Geziyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi wêrekî û fedakariyeke mezin sekinî û anî ziman, ku li Kobanê jî li dijî faşîzma DAIŞ'ê bi biryardarî şer kir.

Kalkan ragihand, ku Adali di şerê dijî DAIŞ'ê de şervan, milîtan û fermandarekî mezin bû û destnîşan kir, ku bi taybetmendiyên xwe yên birêxistinkirina mirovan û teşwîqkirina têkoşînê bal dikişand.

Kalkan bal kişand ser TŞYG'ê ku Ûlaş Adali pêşengî jê re dikir û got, bi pîvan û têkoşîna xwe re TŞYG civaka Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê ji nû ve gihand hev.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew qala çareseriyeke li ser bingeha pîvanên Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad dikin û got, "Em bawer dikin ku ev yek wê mezin bibe û veguhere rastiya Tirkiyeyê. Ev yek jî wê rê li ber afirandina Tirkiyeya demokratîk veke, ku wê bibe rêya derketina ji nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Bingeha vê hatiye danîn. Ev rastî niha şîn dibe û mezin dibe. Ev pêşeng û şehadetên leheng, serketinê misoger dikin."