Kalkan: 1'ê Gulanê divê bibe roja geşkirina têkoşînê ya li her qadê

Kalkan: 1'ê Gulanê bi karker û kedkaran re bûye yek, bi sosyalîzmê re bûye yek. Ev çima wiha ye? Eşkere ye ku ji ber bi xwîna şehîdan hatiye avdan bi vî rengî ye. Xwedî têkoşîneke mezin e, lewma bi vî rengî ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji ANF'ê re axivî û 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, pêşketinên bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Kalkan 1'ê Gulanê nirxand û destnîşan kir ku PKK weke beşeke civakî bi rengê tevgereke rewşenbîr û ciwanan ava bû, bû partî, bû gerîla û bû gel. Kalkan got, "Lewma partiyeke ciwanan, partiyeke rewşenbîrên şoreşger e."

Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan re wiha ye:

1'ê Gulanê Cejna Karkeran ji bo PKK'ê tê çi wateyê? Têkildarî girîngiya vê rojê hûn dikarin çi bêjin?

Em di cejneke nû ya 1'ê Gulanê de ne. 1'ê Gulanê ji bo karkeran roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê ye. Zêdeyî sed û pêncî sal in karker û kedkarên cîhanê 1'ê Gulanê li ser vê bingehê bi bîr tînin.
Lewma em 1'ê Gulanê ya 2021'ê, roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê bi navê partiya xwe PKK'ê li karker û kedkarên cîhanê pîroz dikin. 1'ê Gulanê li jinan hemûyan pîroz dikim, ku kedkarên mezin in. 1'ê Gulanê li Kurdan pîroz dikim ku ji sedî 99 karker û kedkar in. 1'ê Gulanê li ciwanan hemûyan pîroz dikim ku armancên 1'ê Gulanê di hest û fikrê xwe de herî zêde diparêzin. Di wê baweriyê de me ku di 1'ê Gulanê de wê ala demokrasî, wekheviya cihêrengiyê û azadiyê ji her demê bêhtir bê bilindkirin û têkoşîna sosyalîzmê li her qadê hîn bi xurtî bê meşandin. Li ser vê bingehê di têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê de serketinê ji karker, kedkar, jin, ciwan û tevahiya Kurdan re dixwazim.
Di şexsê şehîdên Taksîmê yên 1'ê Gulana 1977'an de şehîdên 1'ê Gulanê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Di şexsê fermandarê me yê mezin ê gerîla Ramazan Kaplan û koma wî de ku 1'ê Gulana 1985'an li Garzanê şehîd bûn, şehîdên me yên têkoşîna azadiyê hemûyan bi rêz û hezkirinê bi bîr tînim. Di wê baweriyê de me ku di 1'ê Gulanê de ya ku li bîranîna şehîdên me yên leheng tê, weke karker, kedkar, jin û ciwan em ê hîn bi xurtî bi cih bînin. Li ser bingeha van hemûyan bang li her kesên dilê wan ji bo 1'ê Gulanê lê dide dikim ku di 1'ê Gulana 2021'ê de dakevin qadan, qadan dagirin, sirûdên azadî, wekhevî û demokrasiyê bêjin û ji bo vê dirûşman biqîrin. Ji bo her kesî dibêjim, "Em berê xwe bidin 1'ê Gulanê", "Berê xwe bidin têkoşîna demokrasî û azadiyê", "Faşîzmê hilweşînin û rizgariyê misoger bikin".
1'ê Gulanê sembola herî xurt a tevgera sosyalîst a global e. Ji dema jihevketina sosayalîzmê û vir ve paşverûtiya kapîtalîst a global li dijî sosyalîzmê bi her awayî êrişên reşkirinê dike, gelek nirxên sosyalîst ji holê rakir an jî bêbandor kir, lê tevî vê eykê jî girîngî û wateya 1'ê Gulanê roja karker û karkeran nekarî kêm bike.
Li gel her cûre êrişan jî 1'ê Gulanê di dil û mejiyê karker, kedkar, jin û ciwanan de timî teze ma. Ruh, hest, fikir û nêzîkatiya wan destnîşan kiriye. Li dijî her cûre êrişan hişmendî û têkoşîna sosyalîzmê timî xurt hiştiye. Ti êrişê nekariye bandora 1'ê Gulanê kêm bike, nekarî wê bêqîmet bike. Nekarî li pêşiya xwendina sirûdên 1'ê Gulanê bibe asteng. Nekarî li pêşiya kombûna bi milyonan mirovên daxwaza azadî, wekhevî û sosyalîzmê dikin bigire. Lewma 1'ê Gulanê timî teze maye, ji bo nûkirina tevgera sosyalîst a têkoşîna demokrasî û wekheviyê, ji bo birêxistinkirin û têkoşeriya wê timî bûye hêza pêşeng û xurtkirinê. Lewma 1'ê Gulanê bi karker û kedkaran bûye yek, bi sosyalîzmê re bûye yek. Ev çima bi vî rengî bûye? Ji ber ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bi vî rengî ye. Ji ber ku xwedî têkoşîn û wateyeke mezin e, bi vî rengî ye. Ev têkoşîn, li dijî her cûre neheqiyê, zextê, mêtingeriyê têkoşîna ji bo cîhan û jiyaneke nû ye ku mirov bi nasnameya xwe bi rengekî azad, wekhev lê bijîn û bi piştevaniyê pirsgirêkên xwe çareser bikin. 1'ê Gulanê têkoşîneke bi vî rengî temsîl dike. Ev têkoşîn bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Lewma 1'ê Gulanê rastiyeke serketinê ye, meşeke serketinê ye. Di şexse şehîdan de serketina têkoşîna demokrasî û wekheviyê ya xwe dispere azadî û cihêrengiyê, ispat kiriye. Piştevanî vê yekê îfade dike. Yekîtî ji bo vê ye. Lewma her tişt dikare bê tunekirin, berevajîkirin û qirêjkirin, lê belê armancên 1'ê Gulanê, rastiya 1'ê Gulanê nikare bê berevajîkirin, nikare bê tunekirin û qirêjkirin. Berevajî ji her demê bêhtir rastiya xwe dijî, dide jiyîn, temsîl dike û li her kesî ferz dike. Rastiya ku bi salane dewam dike ev e. Di 1'ê Gulana îsal de rastiya ku herî zêde xwe ferz dike ev e. Lewma em di wê baweriyê de ne ku vê 1'ê Gulanê wê karker û kedkar, jin û ciwan, tevahiya gelê me li çar aliyên cîhanê kolan û qadan dagire, dirûşmên ji bo azadî û wekheviyê di asta herî bilind de biqîrin. Li dijî êrişên tunekirinê yên modernîteya kapîtalîst ku bi zilm, zext, mêtingeriyê dike, wê bi rengekî şênber nîşan bide ku mirovahî li ser bingeha azadî, wekhevî û demokrasiyê wê hebe; bi hilweşandina pergala modernîteya kapîtalîst, wê cîhana jiyaneke wekhev û azad a nû bê avakirin. Em ji vê piştrast in û li ser vê bingehê 1'ê Gulanê roja yekîtî, piştevanî û têkoşînê li karker û kedkaran, li jin û ciwanan û tevahiya gelê me pîroz dikin, bi ruhê 1'ê Gulanê hemûyan silav dikin û bang dikin ku di 1'ê Gulanê de têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê ya li dijî faşîzmê mezintir bikin. 1'ê Gulanê ya îsal ji aliyê Kurd û  Kurdistanê, karker, kedkar û gelên Tirkiyeyê ve li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ser bingeha pêngava 'Dema azadiyê ye' bi têkoşînê tê pêşwazîkirin. Têkoşîna me ya ji bo hilweşandina faşîzmê, şikandina tecrîdê û dawîkirina dagirkeriyê, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn li Kurdistan û Tirkiyeyê, li herêm û cîhanê li çar aliyan di asta pêngavî de bi pêş dikeve. Bi 8'ê Adarê û Newrozê ev pêngav gelekî bi pêş ve çûye. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku 1'ê Gulanê wê têkoşîna navborî bigihîne asteke nû ya herî bilind, wê bibe asta herî bilind a pêngava me ya 'Dema azadiyê ye'.
Li ser vê bingehê em wate û girîngiyeke hîn mezintir didin 1'ê Gulanê ya 2021'ê. Em bi hêvî ne ku 1'ê Gulanê ya îsal bibe asta herî bilind a têkoşîna ku faşîzma AKP-MHP'ê hildiweşîne, Kurdistanê azad dike, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn demokratîk dike, li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo digihîne asta herî bilind. Lewma 1'ê Gulanê ya 2021'ê hîn bêhtir bi wate û girîng e. Em weke tevger û gel hîn bi xurtî nêzîk dibin. Em di wê baweriyê de ne ku 1'ê Gulanê hîn bi xurtî pêngava xwe pêşwazî bikin, jiyana bi wate bihûnînin û teqez xwe bigihînin vê yekê. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û gelên Tirkiyeyê dikin ku pêvajoya 1'ê Gulanê bi pêngava me ya 'Dema azadiyê ye' hîn xurtir bikin û li ser bingeha hilweşandina faşîzmê veguherîne gaveke girîng.

Bi şewbê re krîza sîstema dewletperest û modernîteya kapîtalîst li nava rewşenbîr, sosyalîst, hêzên muxalîf û civakan ve bû mijara lêpirsînê. Li tevahiya cîhanê di nava gelan, jin, ciwanan û kedkaran de li hemberî modernîteya kapîtalîst hêrseke mezin heye. Ev yek çawa dikare bi rêxistin bibe?

Bêguman em partiyeke karker in û bi hişmendiya partiya karkeran nêzî pirsgirêkan hemûyan dibin. Ji xwe nepêkane bû ku bi navekî cuda em bibûna partî. Çima? Ji ber ku em li nava civaka Kurd ava bûn ku ji sedî 99 ê vê civakê karker û kedkar in. Bi vî rengî em bûn partiya Kurdan. Lewma bûyîna partiya Kurd tê wateya bûyîna partiya karker û kedkaran. Ji ber ku hema bêjin ku temamiya civaka Kurd karker û kedkar in. Li ser vê bingehê ha me gotiye 'em partiya karker û kedkaran e' ha jî me gotiye 'em partiya Kurdan e'. Ev yek di pratîkê de zêde cudahiya xwe nîne. Tevî ku em partiyeke pêşeng a civakeke ku hema bêje temamiya wê karker û karker e, di heman demê de xwedî wê taybetmendiyê ne ku partiyeke ji aliyê ciwan û rewşenbîrên vê civakê hatiye afirandin. Di teoriya çîna karker de tê gotin, 'hişmendiya çînî ji derve ve ji aliyê rewşenbîran ve hatiye birin'. Li gorî realîteya me eger çîn jî civaka Kurd be, hingî divê hişmendiya çînî ji aliyê rewşenbîrên şoreşger ve li nava civaka Kurd bê bicihkirin. Di şert û mercên avabûna PKK'ê de rastiyeke bi vî rengî ya Kurdistanê şênber bû ku bûyîna rewşenbîrê Kurd, bûyîna rewşenbîrê şoreşger ê Kurd, bûyîna ciwanên Kurd di zikhev de bûn. Rewşenbîr û ciwan ketibûn nava hev û bi vî rengî yekparebûneke nû îfade kirin. Lewma pêşengiya şoreşger a ku hişmendiya demokrasî û azadiyê, hişmendiya rizgariyê bir nava civaka Kurd a karker û kedkar, ji nava ciwanên rewşenbîr derketin holê. Weke beşeke civakî, weke tevgereke ciwanan a rewşenbîr ava bû, bû partî, bû gerîla û bû gel. Lewma partiyeke ciwanan e, partiyeke rewşenbîrên şoreşger e. Li aliyê din, tevgera me ku bi azadiya neteweyî ya Kurd bi rê ket, her ku di xeta xwe ya azadiyê de israr kir û li ber xwe da, hişmendiyeke rast a azadiyê di nava xeta azadiyê ya jinê de dîtiye. Gihîşt wê rastiyê ku azadiya neteweyî tenê bi azadiya civakî dibe, azadiya civakî jî tenê bi azadiya jinê dibe. Lewma kûrbûna li ser xeta azadiyê û partîbûn bû sedema afirandina pêşengiya jinê, xeta azadiya jinê veguherand xeta bingehîn a îdeolojîk. Bi vî rengî partiya Kurdan a civaka kedkar û karker, partiya ku bi pêşengiya rewşenbîr û ciwanan ava bû, weke partiyeke jinê şênber bû. Partiya me ku niha weke 'Partiya Karên Kurdistanê' hatiye pênasekirin û bûye xwedî nasname, di rastiyê de van hemû heqîqetan di nava xwe de vedihewîne û îfade dike. Partiya Karkerên Kurdistanê nasnameyên navborî hemû di şexsê xwe de dike yek û temsîl dike. Bûyîna partiyeke karker di heman demê de tê wateya bûyîna partiyeke rewşenbîran, partiyeke jinê, partiya gel a kedê.
Partiya me destpêkê bi bandora kûr a sosyalîzma reel, her tişt li ser bingeha têkoşîna çînî û nakokiya çînî dinirxand, li gorî encamên têkoşîna xwe ya li Kurdistanê û bûyerên li cîhanê qewimîn, ev yek ji hin aliyan ve guhert, feraseta ku her tiştî bi nakokiya çînî vedibêje, guhert.
Bêguman di nava civakên di bin serweriya sîstema dewletperest û desthilatdarîperestiyê de dijîn, hebûna çînan, lewma nakokiya çînî di asta red û înkarê de nîne. Divê ev rastî bê dîtin û qebûlkirin. Tê dîtin, nirxandin û esasgirtin ku civakên heyî ji ber sîstema serdest bi çînan dabeş bûne, gelek çîn û hêz ava bûne, ev çînbûn jî berjewendiyên cuda dixin rojevê, girîngiya berjewendiyên navborî jî nakokiyekê û têkoşînê diafirîne. Li ser vê bingehê, çîna herî zêde tê eciqandin û talankirin çîna karker e, lewma kedkar hemû vê çînê ji xwe re dikin bingeha civakî. Lê belê dinirxîne û qebûl dike ku di nava civakê de yekane nakokî û şer, lewma cudahî tenê li ser bingeha çînî nîne, ji bilî wê jî cihêrengî û nakokî heye. Bêguman partiya me li ser bingeha cihêbûna çînî, nakokiya çînî û şerê çînî de têkoşînek danî ber xwe û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kir, têkoşîn meşand. Ji xwe ji ber vê yekê xwe weke partiya karker pênase dike û têkoşîna xwe dewam dike. Têkoşîna ku datîne ber xwe jî ne tenê têkoşîna mayîna timî ya weke çîna bindest, yan jî têkoşîna tenê di çarçoveya şer û nakokiya çînî de ye. Têkoşîneke welê ji xwe re dike esas ku şer û nakokiya çînî li gel tunekirina sîstema dewlet û desthilatdariyê ji holê radike. Rastiya ku jê re 'têkoşîna civaka demokratîk' dibêje û weke 'netewebûna demokratîk' pênase dike, vê yekê îfade dike. Têkoşîna çînî li ser bingeha ku çînan ji holê radike, cudahiyan kêm dike, yekparetiya civaka demokratîk diafirîne dinirxîne. Karakterê civakîparêziya demokratîk a paradîgmaya xwe ya nû jî vê yekê îfade dike.
Bêguman dema ku 1'ê Gulanê cejna karkeran hate nirxandin, ya rast û pêwîst ew e ku pê re têkoşîna sosyalîzmê jî bê nirxandin. Bêguman aliyên teorîk û pratîk ên têkoşîna sosyalîzmê hene. Tevgera sosyalîst rêxistin û tevgereke çalakiyan bi tenê nîne. Di heman demê de tevgereke fikrî, tevgereke felsefîk, tevgereke îdeolojîk e. Lewma dema têkoşîna sosyalîzmê hate nirxandin bêguman divê pêşketina wê ya pratîk bê nirxandin, lê belê li gel wê û beriya wê divê rewşa wê ya teorîk, pêşketina teorîk, feraseta sosyalîst, hişmendiya wê, teoriya sosyalîst jî bên nirxandin û nîqaşkirin. Tenê li ser vê bingehê mirov dikare xwe nêzî wê rastiyê bikin ku 1'ê Gulanê sembola sosyalîzmê ye û bersiva herî bi bandor bidin. Mîna ku hostayên sosyalîzmê jî anîn ziman, 'teoriya şoreşgerî nebe, pratîka şoreşgerî jî nabe'. 'Heta ku teoriyeke sosyalîst a rast neyê afirandin, têkoşîneke rast û serketî ya sosyalîzmê nayê meşandin'.
Rastiyeke ne cihê nîqaşê ye, ku li ser vê bingehê yê ku herî zêde niha li ser vê kûr dibe û fikrên bicihanîna wan pêkane diafirîne Rêber Apo ye. Tevî ku di nava şert û mercên herî giran ên sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê girtin jî, yên ku sîstema navborî afirandine nekarîn pêşî li fikrên Rêber Apo û hilberîna fikrên nû bigirin. Tevî ku 23 sal in di nava şert û mercên herî giran ên sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de ye, Rêber Apo rastiya heyî ya civakî, pirsgirêkên wê û rêyên çareseriyê bi berfirehî û şênber, bi rengekî bê fêhmkirin û birêxistinkirin analîz kiriye.
Di vir de girîng e ev mijar bê destnîşankirin: Divê em baş zanibin ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ne ji bo kûrbûn û hilberîneke bi vî rengî ya fikrî ya Rêber Apo hatiye avakirin, berevajî ji bo pêşîgirtina li van hemûyan hatiye avakirin. Tê zanîn û ji aliyê xwediyê wê sîstemê ve jî tê bilêvkirin ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo wê yekê hatiye avakirin ku mirov nikaribin lê bifikirin û hilberînin. Kûrbûna fikrî ya Rêber Apo li gel van hemûyan pêk tê û hildiberîne. Li gel zehmetî û astengiyên dernakeve pêşiya kesî, li ser bingeha têkbirina wan astengiyan tevdigere. Hilberîna fikrî ıya Rêber Apo bêguman diê li ser vê bingehê bê nirxandin. Dema ku ev hemû bê nirxandin wê were dîtin ku zext û astengî nikare li pêşiya pêşketin û hilberînê bibe asteng. Hêza fikrî ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye, destnîşankirina çareseriya pirsgirêkan divê bê fêhmkirin ku di nava şert û mercên wiha giran ên êşkence û tecrîdê de hatiye kirin. Rewşeke bi vî rengî bêguman analîzên Rêber Apo bêhtir bi wate dike, girîng dike, dike ku hîn bêhtir li ber çavan bên girtin. Di nava şert û mercên wiha de Rêbertî pêngava nû ya ku bi navê 'Vejîna Rêbertî ya Sêyemîn' pênase dike, afirandiye û li ser bingeha vê guhertina paradîgmayî de Rêber Apo pêk aniye. Şert û mercên tecrîd û êşkenceyê yên Îmraliyê kiriye bingeh ji pêngaveke nû ya vejîna rêbertî. Encama ku bi dest xistiye jî di parêznameya ji pênc bergan de ya ku bi navê 'Manîfestoya Civaka Demokratîk' bi rengekî berfireh parve kiriye.
Eger bi wesîleya 1'ê Gulanê wê rewşa tevgera sosyalîst, bi taybetî jî qada wê ya fikrî û teorîk bê nirxandin, bêguman divê beriya her tiştî fikrên ku Rêber Apo di parêznameya xwe ya ji pênc bergan a 'Manîfestoya Civaka Demokratîk' de hatiye nirxandin, bên lêkolîn, nirxandin û nîqaşkirin. Ji ber ku yekparebûna fikrî îfade dike ku rabirdûya dîrokî bi berfirehî dinirxîne, cihê dike, rewşa heyî û pirsgirêkên diqewimin bi awayê herî berfireh destnîşan dike, rêyên çareseriyê yên şênber pêşniyar dike. Pêwîste yekparebûna fikrên Rêber Apo ku di parêznameyên xwe de destnîşan kir û weke 'Teoriya Modernîteya Demokratîk' pênase kir, divê Teoriya Modernîteya Demokratîk bê lêkolîn, mirov bala xwe bidin ser paradîgmaya nû û têkoşîn û sekna heyî li gorî vê yekê binirxîne, ji bo dema bê perspektîfên nû, bernameyên têkoşînê, plan û hedefên wê bên eşkerekirin. Bêguman ev hemû mijara nîqaş û nirxandinên berfireh e. Lê belê bi wesîleya 1'ê Gulanê çend gotinên ku em dikarin bêjin dibe ku hebin: Beriya her tiştî Rêber Apo demokrasî û sosyalîzm ji serweriya sîstema dewlet û desthilatdariyê rizgar kiriye.

Di demên borî de dema ku têkiliya demokrasî û sosyalîzmê bi desthilatdarî û dewletê re hate çêkirin, em birine ba Sosyalîzma Sovyetê ya ku em jê re dibêjin sosyalîzma reel, yek ji bandora sereke ya helandina wê jî rewşa paradîgmayê ye û êdî gelek alî vî tiştî wisa qebûl dikin. Ev gelekî zelal e, rêgezên wekî azadî, wekhevî, hevgirtin ên sosyalîzmê, bi amûra desthilatdarî û dewletê ya ku esasê wê zilm, pêkutî, mêtingerî û talanê re pêk nayê. Ev tişt gelekî zelal e ku civak û gel dema ku xwe bi rê ve bibe û demokrasî li ser civakê dîktatoriyê bike, ev nabe teşeyekî dewletê. Em bala xwe bidinê demokrasî jî eleqedariya xwe bi civakê re heye, demokrasî dibe teşeyê xwerêveberiya civakê, sosyalîzm jî dibe îdeolojiya ku esasê vê rêveberiyê diyar dike û rêgezên jiyana civakî. Guherîna paradîgmayê ya ku Rêber Apo pêk aniye, bi awayê herî kurt guherîn û nûbûneke wisa îfade dike. Bêguman li gorî vî tiştî şoreşeke nû û feraseteke sosyalîzmê jî derdikeve holê. Heke em bala xwe bidinê, di nêzikatiyeke wisa de, şoreş nabe şoreşa ku desthilatdarî û dewletê hilweşîne, dewlet û desthilatdariyeke nû ava bike. Berevajî wê dewlet û desthilatdariyê bi sînor dike, wê qels dike û alternatîfa wê ango civaka demokratîk, li ser rêgezên sosyalîzmê hebûn û jiyana xwe didomîne û tê wateya civaka demokratîk.  Civaka demokratîk a li ser bingeha sosyalîzmê, wekî alternatîfa desthilatdarî û dewletê heye. Şoreş û têkoşîna şoreşgerî  vê têkoşînê vê alternatîfê dibîne, wê rêxistin dike û mezintir dike. Tengkirina desthilatdarî û dewletê ya ku hosteyên sosyalîzmê wê pênase dike, bi têkoşîneke wisa dikare pêk were. Me berê jî diyar kiribû civaka demokratîk bi rêxistinkirina karker û kedkaran re, bi têkoşîna wan re geş dibe, cudahiyên di navbera çînan de ji holê radike, di nav xwe de jiyana komunal û demokratîk ava dike ya ku xwe dispêre jiyana azad, wekhev û parvekirin lê heye.

Aliyekî paradîgmaya Teoriya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo dixwaze pê re Sosyalîzma Demokratîk pêk bîne, wekî ku me got aliyê civaka demokratîk e, aliyê din jî azadiya jinan û ekolojiya civakî ye. Civaka demokratîk wekî rastiyeke civakî pênase dike ya ku cihêtiyên çînê ji holê radibe, komunalîzma demokratîk pêk tê û geş dibe, di heman demê de rastiya civakî wekî rastiya ku xwe dispêre azadiya jinan, bi xwezayê re dibe yek û yekparetiya wê diparêze. Çarçoveya polîtîk û exlaqî ya hebûna civakî encax li ser vî esasî dikare li gorî cewhera xwe pêk were. 

Ji bo pêkanîna feraseta sosyalîzma nû ya ku Rêber Apo daniye holê, aliyekî sereke jî azadiya jinan e. Tu geşedana civakî ya ku xwe naspêre azadiya jinan, di rastiyê de nabe ku azad û wekhev be û nikare xwe bigihîne asta civaka demokratîk. Azadiya jinan bi tenê li ser wekheviya jiyana zayendî ya du zayendan de pêk nayê. Berevajî wê li ser esasê ku kolekirina jinan feraset û siyaseta mêrserwer, ji cîhana ruh, hest û fikran heta jiyana maddî li her qadê qelskirina hebûn û bandora wê û tunekirina wê ye. Ji ber vê jî divê mirov azadiya jinan bi tenê li ser wekheviyeke maddî û di jiyana maddî de wekheviya jin û mêran, li ser esasê birjûwaya biçûk divê neyê fêmkirin û nirxandin. Teqez nêzikatiyeke wisa ne rast e û di nav pergala modernîteya kapîtalîst de wê xwe bihelîne. Takekestiya birjûwaya biçûk, wê daqurtandina ji aliyê lîberalîzma modernîteya demokratîk pêk were. Ji ber vê jî divê azadiya jinan a di nav feraset û siyaseta mêrserwer a pênc hezar salan de, di nav hest, ruh, fikr, rêxistin, çalakî, siyaset û her qada jiyanê bandora wê were derxistin û şikandin. Li hemberî vî tiştî helwesta jinan, hest û fikra wê di jiyanê de çawa çalak e û pêşengtiyê dike û avakirina têkiliya civakî û pergala jiyanê jî divê were nirxandin.  Her cure pratîka zext, mêtingerî û ferasetê wisa dikare ji holê rabe. Divê mirov vî tiştî bi qanûn û dewlet û rewşeke maddî re girênede. Erê ev tişt bi çavan tê dîtin lê li pişt van tiştên xuya dike bingeheke ruhî, hestî û fikrî heye. Tişta ku herî xetere ye jî wê bingeha li ser pişt wê ango zext, mêtingerî û kolekirin e. Ji ber vê jî divê azadiya jinan wekî feraset, taybetmendî û teşeya koletiya wê li her qadê were ji holê were rakirin û bi vî awayî were nirxandin. 

Aliyê din ê xeta sosyalîzma nû ya Teoriya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo ava kiriye, aliyê wê yê ekolojîk e ku tê wateya lihevkirina xweza û civakê. Li ber çavan e ku hişê analîtîk ê ku pergala desthilatdarî û dewletê ava kiriye, li ser esasê pergala îdeolojî û modernîteya kapîtalîst xwezayê çawa tune dike û ji hewayê heta avê, ji ser erd heta binê erd çawa ji bo berjewendiyên xwe yên rojane bêpîvan wê qir dike û tîne asta ku qet jiyan lê pêk nayê. Ev rewş her roj bi sedan mîkroban ava dike. Mirov di serî de ji bo qirbûna hemû zindiyan, jehrîbûnekê pêk tîne. Îroj bobelata koronavîrusê jî li ser vî esasî pêk tê û divê were zanîn ku pergala modernîteya kapîtalîst li ser îdeolojiya endustrayalîzmê encama êrîşa mêtinger a tunekirina xwezayê ye. Ev bobeleta koronavîrus ji nav milyonan mîkroba jehrê bi tenê yek e ya ku vê pergalê ew hilberandiye.  Piçekî bi çavan hatiye dîtin û piçekî jî ji bo ku civak bêtir bitirsin û têkevin bin zext û mêtingeriyê, ji aliyê pergala heyî hatiye bikaranîn. Gelekî eşkere ye ku li ser me êrîşên vîrûsê yên wisa hene ku em navê wan nizanin, wan nas dikin û her sanîye jiyana me zindiyan jehrî û tune dike. 

Mirov baş bala xwe bidiyê, zext, koletî û zexta ku feraset û siyaseta mêrserwer ew ava kiriye, piçekî tê dîtin. Li hemberî van tiştan jin di serî de beşên xwedîwijdan ên civakê û hurmeta wan ji jiyanê re heye, vî tiştî dibînin û bi rêxistinkirin û çalakiya li hemberî wê, teşeyên têkoşînê yên ji bo şoreşa azadiyê û Têkoşîna Azadiya Jinan derdikeve holê. Ji bo derbaskirina koletiya jinan, şikandina mêrserweriyê di astên cihê de be jî têkoşîn, rêxistinkirin û çalakî heye. Lê li hemberî hilweşandina ekolojîk a ku pergala modernîteya kapîtalîst ava kiriye, fêmkirin, rêxistinkirin û çalakiya li hemberî wê qels e. Erê tevgerên kesk di demên dawîn de hin geşedan kirine. Pêlên parastina derdorê û nîqaşên li ser ekolojiyê hene. Ji bo guherandina sererastkirinên qanûnî yên dewletan, sînordarkirina êrîşa pergala modernîteya kapîtalîst a li dijî xwezayê û talankirina wê hin çalakî tên kirin. Lê zelal e ku ev kêm in û têr nake. Tê dîtin ku nehatiye fêmkirin xetereya li ser hemû zindiyan nehatiye serwexkirin û helwesta li hemberî wê qels e. Bi vê rewşê re pêşiya vê xetereyê nayê girtin. Bi eleqedarbûna siyê re, cîsma sereke ji holê nayê rakirin. Têkoşînên li hemberî talana ekolojîk ji gelek aliyan ve tê wateya ku bala xwe bibin ser siyê. Têkoşîna li hemberî koronavîrusê jî tê wateya ku biçin ser siyê. Ev tê çi wateyê, kê ew hilberand, çi ku hat hilberandin, çawa hate hilberandin? Heta ku ev pirs neyên pirsîn mirov bibêje ‘Em ê xwe çawa biparêzin’ tê wateya ku mirov bêtir dikevin bi zext, mêtingerî û koletiyê, pê re jî bêtir dikeve bin zexta pergala desthilatdar û dewletê. Ev nabe fêmkirina rewşê û têkoşîna li hemberî wê, berevajî wê tê wateya ku tişta  modernîteya kapîtalîst dixwaze, mirov li gorî wê tevbigere, li cihekî stûyê xwe jê re xwar bike û wekî ku ew dixwaze mirov tevbigere. Ev rewşeke gelekî xetere ye. Li ser hemû zindiyan gef heye. Pergala desthilatdarî û dewletê ya ku xwe dispêre siyaset û feraseta mêrserwer a heyî û pergala modernîteya kapîtalîst û bi çekên nukleer bi dehan caran xwestiye wê tune bike, lê gefa herî mezin a tunekirinê jî hilweşandina ekolojîk bû. Xweza tê talankirin. Ji bo karkirinê û bidestxistina pereyan her der hatiye hilweşandin û hevsenga wê hatiye xerakirin. Êrîşeke hovane heye. Hewa, av, ax, kevir, dar û madena wê bêyî pîvan û plan tê talankirin. Diyar e ku mirov hay ji vê xetereyê tune. Ji bo ku pêşiya vê bîrbûnê were girtin, her cure zext û zor û xapandin tê kirin. Mirov hatine asta ku bi tenê li wê rojê bifikirin û ji bo xwe nikaribin pêşerojekê saz bikin. Mirovayetiya ku bi pêşveçûna hiş dixwaze nemir bibe, îro di bin pergala modernîteya kapîtalîst de nikare sibehê bibîne û ketiye heyra rizgarkirina roja xwe. Gelekî zelal e ku ev rewşeke xeternak e û li dijî rastiya mirovan e. 

Rêber Apo pergala modernîteya kapîtalîst wekî pênceşêrbûna pergala desthilatdarî û dewletê pênase dike. Ev analîz û pênaseyên Rêber Apo qîrînek e û hawariyek e. Ji bo kesên nikarin sibehê bibînin û kor bûne, dibe hawarî. 

Dema ku em dikevin 1’ê Gulanê divê tevgerên sosyalîst divê rewşên xwe yên ku vê çarçoveya teorîk karibin veguherînin bername, polîtîka, rêxistin û çalakiyan li gorî vî tiştî binirxînin. Çiqasî ekolojîk e? Çiqasî bala wê li ser şoreşa ekolojîk e? Li hemberî talana ekolojîk çiqasî rêxistinkirî ye, çiqasî têkoşer e? Divê bersivê bide van pirsan. Dema ku em pirseke wisa dikin, em dibînin ku tevgera sosyalîst di nav nêzikatiyeke qels de û hê di destpêkê de nikare tiştekî bike. Lê di warê teorîk de rast dibêje, lê dema ku ev tişt dibe polîtîk, rêxistin û çalakiyê ji holê winda dibe diçe. 

Ji aliyê din ve li ser xeta azadiya jinan têkoşîn bi awayekî bi pêş ve diçe û di nav jinan de bîrbûnek çêdibe, nakokî ewqasî kûr bûye, koletiya jinan û serweriya mêran ewqasî çûye asteke pêş êdî tu kes vî tiştî venaşêre û nikarin tişta heyî biparêzin. Di vî warî de tê gotin pirsgirêka jinan heye, koletî û wekheviyê tê jiyîn lê li gorî rastiya heyî teorî, bername, xeta îdeolojîk, rêxistin û çalakî nayên pêşxistin, bi şoreşeke azadiya jinan a xurt li hemberî vê rewşê nayê sekinandin. Nêziktêdayîn teng û ji ser re ye. Piraniya wê ji bo bidestxistina hin mafên jinan e, lê beşeke zêde têkoşîna jinan a di nav pergalê de ye û belkî mirov karibe bibêje ew jî xizmeta tevlêbûna pergalê dike. Di vî warî de nêzikatiyeke diyar a tevgera sosyalîst hebe jî mirov nikare bibêje ku xeta azadiya jinan bûye bingeha azadiya civakî, ev tişt wekî şoreşa azadiya jinan nebûye bername û bi destnîşankirina xeta îdeolojîk venaguhere rêxistin û çalakiyeke bi bandor. 

Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku çînên kedkar û karkeran, beşên civakî ji bo bidestxistina mafên xwe yên demokratîk, di warê rêxistinkirinê de û jiholêrakirina nakokiyên di nav civakê de qelsî û kêmasiyên wan hene. Partiyên hene wekî berê ne di nav civak û çînan de ne, mirov dikare bibêje ku ev tevgerên sosyalîst ji civakê qut bûne. Ji aliyê din ve jî hin rêxistinên karkeran û sendîka beşeke karker û kedkaran tînin ba hev jî lê dîsa parçebûyî ne, dûrî bernameya îdeolojîk û siyasî ne. Gelek caran mirov bidestxistina hin destkeftiyan deyne aliyekî, nikarin tişta heyî jî biparêzin.

PKK rewşa heyî di vê çarçoveyê de dinirxînin. Li gorî wê serkeftina têkoşîna rizgarbûna karker û kedkaran bi azadiya jinan û şoreşa ekolojîk dikare pêk were, ev tişt wekî goşt û neynûk ketine nava hev û nabe ku ji hev werin qutkirin. Ji bo geşedana di van qadan de hewldaneke wê heye. Bi taybetî di warê Jineolojiye de ji bo geşkirin û rêxistinkirina şoreşa azadiyê xwediyê hewldaneke xurt  e. Ji bo çîna di nav civakê de were derbaskirin û wekhevî pêk were, ji bo têkoşîna rêxistinkirina karker û kedkaran jî hewl dide. Cihê ku lê qels dimîne, têra xwe ne bihistyar e û ji ber vê jî nikare rêxistin û çalakiyan lê bike, qada şoreşa ekolojîk e. Di vî warî de bi rastî jî herî zêde Kurdistan tê talankirin û kêmbûna helwesta li hemberî vî tiştî tê wateya qelsiyekê. Em tevger in hay ji vî tiştî hene. Di civînên xwe yên dawîn me heta astekê ev tişt kiriye rojev û niqaş kiriye û ji bo geşkirina têkoşîna di vî warî de li bersivan digere. Em teqez diyar dikin ku ev rewşa heyî qelsî ye û ji bo me cihê xwerexneyê ye. 

Di warî de geşkirina bîr û rêxistiniya ekolojîk, têkoşîna li hemberî êrîşên talanker ên li ser xwezayê û ji bo berxwedana wê divê ev tişt wekî pêwistiyekê were dîtin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan PKK li ser vî esasî hewcetiyê dibîne. 

Divê mirov qala vî tiştî jî bike. Divê mirov sosyalîzmê wekî îdeolojiya pêşerojê nebîne. Sosyalîzm berê jî hebû. Ji dema ku mirov û civak hene, ew jî hene. Komunalîzm, hevgirtin û parvekirin cewhera civakîbûnê ye. Ji ber ku mirov jî hebûneke civakî ye, sosyalîzm awayê hebûnê yê civakê ye. Rêber Apo dibêje ‘Gumana ji sosyalîzmê tê wateya gumana ji mirov û hebûna wan a civakî.’ Hebûna civakî ya mirov civak e, hebûna civakî ye, jiyîna bi civakî ye. Ji ber vê jî sosyalîzm rastiya jiyana bi civakê ya di nav hev de ye. Heta roja me jî wisa domiya. Îro jî xebat divê ne ji bo sosyalîstbûna pêşerojê be, divê îro mirov sosyalîzmê baş fêm bike, bijî û wê bide jiyîn. Kesek jî dikare jiyaneke sosyalîst bijî, civakek dikare sosyalîst be, partiyek dikare sosyalîzmê bijî , gelek dikare pêdiviyên îdeolojiya sosyalîzmê di asteke mezin de bide jiyîn.  Feraseta ku sosyalîzma reel sosyalîzmê ji piştî şoreşê re dihêle, şoreşê jî bi desthilatdarî û dewletê re girêdide, heta ku ev tişt pêk tên jî awayê jiyînê nayê zanîn û tarz û jiyana takekestiya birjûwaya biçûk divê were derbaskirin. Sosyalîzm ne rewşeke wisa ye ku wê di pêşerokê de derkeve holê. Berê jî hatiye jiyîn îro jî divê were fêmkirin û were jiyîn. Di nav PKK’ê de sosyalîzm wisa ye. Partî jî dikare sosyalîzmê bide jiyîn û qadên ku bandora partiyê li ser heye dikare bandora sosyalîst li civakê bike. Di warê aktuel de sosyalîzm pêk hatiye. Ya di nav PKK’ê de sosyalîzmeke pêkhatî ye. Tê de hemû takekestî hatiye derbaskirin, komunalîzma demokratîk li ser bingeha hevrêtiya partiyê derketiye asta herî bilind, ji her cure qirêjî û zingara takekestî û jiyana maddî hatiye dûrketin. Sosyalîzma di nav PKK’ê de cewher, çarçove û rêgezên sosyalîzma ku wê di pêşerojê de li ser hemû civakan were belavkirin, îfade dike. Helwesta bingehîn a sosyalîzma PKK’ê wisa ye. 

Li ser esasê van tiştan dema ku têkoşîna çîna karkeran tê nirxandin, bêguman ji bo azadiya jinan û şoreşa ekolojîk jî heman tişt were nirxandin. Lê ji bo çîna karkeran, karker û kedkaran jî pêdivî bi nirxandin û nêzikatiyên nû heye. Beriya her tiştî divê mirov sosyalîzmê ne îdeolojiya pêşerojê lê ya îro bibîne, partîbûna sosyalîst, hevgirtin û parvekirina di nav rêxistinên karkeran de li gorî esasên sosyalîst ava bike û xurt bike. Di nav tevgerên çîna karkeran de gelek takekestî li pêş e û ev jî birjûwaya biçûk e. Ya rast tê wateya îdeolojiya kapîtalîst. Gotina ‘Ez sosyalîst im’ û jiyîna di nav kapîtalîzmê de tiştekî xerab e. îdeolojiya kes û civakekê ne gotina wê ye, pîvanên wê yên jiyanê ye. Ji ber vê jî divê çîna karkeran beriya her tiştî gotin û çalakiya xwe bike yek. Heke çi dibêje divê wê têxe pratîkê, li gorî wê bijî û têbikoşe. Kûrbûna di nav îdeolojiya sosyalîst de, jiyîna îdeolojiya sosyalîst a di nav rêxistinê de. Divê partî, sendîka, komele, rêxistinên karkeran li ser vî bingehî bigihên kûrbûneke nû ya îdeolojîk û avakirin. Heke tiştekî wisa pêk neyê di nav sînorên ‘mafên demokratîk’ ên kapîtalîzmê bi helwesta îdeolojîk û rêxistinbûnê mirov nikare vê pergala heyî derbas bike. Heke were derbaskirin jî kûrbûn û mayîndebûna wê ne mumkun e. Ji ber vê jî pirsgirêkên mezin ên tevgera karkeran heye, divê sosyalîzmê baş fêm bike û îdeolojiya sosyalîst di wê kêlîkê de bijî. Li ser vî esasî pirsgirêkên rêxistinkirinê yên rêxistinkirina partiyê jî heye, pêdivî bi vî tiştî heye ku divê rêxistinkirina girseyan li gorî xeta îdeolojîk were xurtkirin û mezinkirin. Di vî warî de pêdivî bi têkoşîneke xurt encamgir heye. 

Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê aliyên têkoşînê wisa werin nirxandin. Aliyê din tifaqa bi beşên din re ye ya ku bi tevgera tifaqê re faşîzm were hilweşandin. Ji bo ku ev tişt bi ser bikeve jî ne bi tenê hilweşandina faşîzma AKP û MHPê, divê hilweşandina faşîzmê veguhere jiyaneke demokratîk a ku îdeolojiya sosyalîst lê serwer e, pê re jî pêşengiya îdeolojîk û rêxistinî ya ku wê pêşiya civaka demokratîk veke. Divê pêşengiya aliyên civakî, pêşengiya jina, ciwanan, karker û kedkaran were vekirin. 

Karker û kedkar heke bi jinan û ciwanan re nebin yek, di rewşa heyî de wê nikaribin têkoşîna xwe ya rizgariyê û tevgerên xwe yên pêşengtiyê jî bi awayekî bi bandor biafirînin. Ji ber vê jî beriya her tiştî pêdivî bi feraseteke rast, nêrîneke teorîk, xeta felsefîk û îdeolojîk, xet, bername, rêxistin û xeta çalakiyan heye. Rêber Apo ev rê nîşan da. Ji bo vê jî divê Teoriya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo baş were nîqaşkirin û fêmkirin. Fêmkirina wê tê wateya bicihanînê jî. Ji ber vê jî divê were pêkanîn, têkoşîneke xurt a îdeolojîk, polîtîk û rêxistinê were kirin, bi qasî têkoşîna siyasî û leşkerî divê pratîzekirin, têkoşîneke xurt a sosyalîst were avakirin û geşkirin. Ev hene, ne ku qet tune. Heta astekê di nav PKK’ê de ava bûye, li Kurdistanê jî astek heye. Li Tirkiyeyê li gorî demên berê kêm bûbe jî rêxistinên karker û kedkaran, partiyên şoreşger ên sosyalîst hene lê gelekî qels in. Di dema rêxistinkirin û çalakiyan de divê ev qelsî were derbaskirin. Ji bo xurtkirina wê pêdivî bi nêrîneke rast a teorîk û xeteke îdeolojîk heye. Nexwe têkoşîna îdeolojîk û têkoşîna rêxistinî û çalakî ji hev nayên veqetandin. Nirxandina van tiştan a bi nêrîneke xurt  û pêkanîna sererastkirinên wan, ji bo pêngaveke nû ya sosyalîst û hebûna vê pêngavê girîng e. 