Kalelî: Divê hempîşeyên Seda wê bi tenê nehêlin

Nûçegihana MA'yê Taşkin nêzî 10 meh in girtî ye. Parêzer Gulan Çagin Kalelî ji bo rûniştina sibê ya doza wê bang kir û got, "Hempîşeyên Seda divê sibe wê bi tenê nehêlin."

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Seda Taşkin ji Çileya 2018'an û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê girtî ye. Di doza Taşkin de wê sibe rûniştina biryardanê pêk were. Dozger di rûniştina beriya niha de parvekirinên wê yên li medya civakî weke delîl nîşan dabû û xwestibû, ji ber "endametiya rêxisitnê" û "propagandayê" bê cezakirin. Taşkin piştî ku 20'ê Kanûna 2017'an li Mûşê hate destgîrkirin hate berdan, lê belê ji ber îtirazê li Enqereyê hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Taşkin ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê ve tê darizandin. Parêzeran Taşkin Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku ji destgîrkirin heta girtina Taşkin pêvajo bi temamî li dijî hiqûqê ye. Kalelî bi bîr xist ku polîsên 'têkoşîna li dijî terorê' ya Mûşê piştî ku Taşkin berdan gef il wê û parêzer xwarin û gotin, "Hûn ê bibînin. Çawa dikarin te serbest berdin? Em ê îtiraz bikin û tu yê were girtin."

DELÎL NÎNE

Parêzer Kalelî da xuyakirin ku dadgehên Bedlîs û Mûşê tevî ku delîl li holê nînin jî hewl dan muwekîla wê darizînin û got, "Muwekîla me dema destpêkê hate destgîrkirin, bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' dihate sûcdarkirin. Û ji ber vî sûcî îfadeya wê girtibûn. Ji ber parvekirinên xwe yên li Twîtterê îfadeya wê hatibû girtin.

Di parvekirinên wê de jî nûçeyên kedkareke çapemeniyê û şîrove hebûn. Ev yek wezîfeya karkereke çapemeniyê ye. Ev hemû parvekirin divê di çarçoveya azadiya çapemeniyê, fikir û îfadeyê de bên nirxandin. Di vî warî de gelek biryarên Dadgeha Bilind, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn hene."

Kalelî got, dadgehê ji ber ku ji parvekirinên Taşkin sûcê propagandayê nekarî derxîne, vê carê 'sûcê endametiya rêxistinê' li dosyayê bi cih kir.

'EM Ê QALA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ BIKIN'

Parêzer Kalelî bi bîr xist ku rûniştina biryardanê wê 10'ê Cotmehê pêk were û got, "Em ê 10'ê cotmehê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bin û muwekîla xwe biparêzin. Em ê careke din qala azadiya çapemeniyê bikin. Em ê destnîşan bikin ku divê azadiya fikir û îfadeyê bê parastin."

Parêzer Kalelî bi bîr xist ku ji destpêkê ve ew dibêjin Seda Taşkin ji ber rojnamevaniyê tê darizandin û ev bang kir: "Seda ji pîşeyê xwe gelekî hez dike û xwedî lê derdikeve. Bêguman gelek kedkarên çapemeniyê tên darizandin û dosya hemûyan hêja ye. Dosya Seda jî bi qasî ya wan girîng e.

Ji ber vê yekê em li bendê ne ku hemû hempîşeyên wê li 2. Dadgeha Giran a Mûşê Seda bi tenê nehêlin."