Kakeyî li hemberî pêşeroja xwe reşbîn in

Kakeyiyên Kerkûkê hikûmeta Iraqê tawanbar dikin ku bê xem nêzîk dibe û dibêjin: “Hikumeta Iraqê nekariye jiyana Kakeyiyên Başûrê Kerkûkê biparêze.”

Kurdên Kakeyî hem ji hêla ayînî hem jî netewebûnî ve qurbaniyan didin. Piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an ku hêzên pêşmerge ji navçeyên bi nakok xwe vekêşandin û hêzên Iraq û Heşdî Şebî asayîşa herêmên bi nakok xistin bin kontrola xwe, heya niha hêzên Iraqê nekarîne welatiyên wê navçeyê biparêzin û çalakiyên bermahiyên DAÎŞ’ê bi berdewamî zêde dibin. DAÎŞ Kurdên Kakeyî kiriye armanca xwe, ji kuştin û revandinê bigire heya digihîje dagirkirina gundên wan.

Kurdên Kakeyî yên li ser sînorê navçeya Daqûqê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê xwedî 15 gund bûn, lê niha tenê li çar gundan de dijîn û ji ber tevgera zêde ya komên çeteyan metirsiya valabûna du gundên din jî heye.

Bi zêdebûna gef û êrîşên bermahiyên DAÎŞ’ê ya li navçeya başûrê Kerkûkê, koçkirina Kakeyiyan berdewam e û çavdêrên siyasî û çalakvanên Kakeyî jî wê yekê weke metirsiyekê dibînin ku dibe sedemê guherîna demografiyaya başûrê Kerkûkê.

KAKEYÎ KIRINE ARMANCA KOMÊN TERORÎSTÎ

Welatiyekî Kakeyî bi navê Saman Îbrahîm Heyas ku li navçeya Daqûq ya dikeve başûrê Kerkûkê dijî, derbarê rewşa herêma Kakeyiyên başûrê Kerkûkê ji ajansa me re axivî û got: “Rewşa giştî ya Iraqê ji hêla asayîşê ve ne aram e, bi taybetî ji bo civakên kêmhejmar ên Kerkûkê. Niha ji bo Kakeyiyan rewş pir xirab e û bi awayekî berçav Kakeyî kirine armancê êrîşên komên çete. Pir caran hewara xwe dibin hikumeta Iraqê da ku Kakeyiyan biparêzin lê hikumeta Iraqê tu gavekî cidî û li gorî pêwîst ji bo parastina Kakeyîyan neavêtiye.”

GUHERTINA DEMOGRAFIYA YA NAVÇEYÊN KU KAKEYÎ TÊ DE DIJÎN

Heyas her wiha bal kişande ser mebesta ji êrîşkirina li ser Kakeyîyên başûrê Kerkûkê û wiha pê deçû: “Armanca êrîşên li ser navçeyên Kakeyiyan, valakirina wê navçeyê û guhertina demografiya ya wan herêmane ku Kakeyî lê dijîn e. Her çiqasî me hewl da em navçeya xwe biparêzin lê valatiyekî zêde ya ewlekariyê heye li wê navçeyê û bi şêwazekî plankirî hewl tê dayîn ku navçeyên Kakeyîyan bê valakirin.”

HÊZA HÊZÊN IRAQÎ NÎNE KU PARASTINA WAN NAVÇEYAN BIKIN

Di dawiyê de Saman Îbrahîm Heyas qala hêza hêzên Iraqê ya ji bo parastina herêma xwe kir û ragihand: “Hêza hêzên Iraqê ya ji bo parastina wan navçeyan nîne, ji ber ku valatiyeke mezin ya ewlekariyê tê de heye û em Kakeyîyên Kerkûkê daxwaz ji hikumetê dikîn ku bi erkê xwe rabin û Kakeyîyan biparêzin.”

WATEYA WÊ PAQIJKIRINA KAKEYÎYAN A JI VÊ NAVÇEYÊ YE

Çalakvanekî Kakeyî bi navê Receb Kakeyî jî derbarê wan êrîşên li ser navçeyên Kakeyiyan ji ajansa me re axivî û diyar kir: “Mixabin di dema bihorî de çendîn car li ser navçên Kakeyîyên başûrê Kerkûkê êrîş hat kirin û her wiha gorên Kakeyîyan xirab kirin. Ew yek jî wateyekî xwe heye ku tê wateya paqijkirina Kakeyîyan ya ji wê herêmê. Her wiha ew yek îşaretekî metirsîdar e ji bo pêşeroja Kakeyîyên wê navçeyê. Li çend gundên Kakeyîyan ên başûrê Kerkûkê tevgera DAÎŞ’ê hatiye dîtin û her tim li ser Kakeyîyan gef heye.”

KAKEYÎ LI HEMBERÎ PÊŞEROJA XWE REŞBÎN IN

Receb Kakeyî di dewama gotinên xwe de behsa hin bûyerên êrîşên li ser Kakeyiyan kir û got: “ Ew êrîşane ne tenê li hemberî Kakeyîyên Kerkûkê ye, ji ber ku di dema bihorî de me dît ku li gundê Mêxas ya girêdayî Xaneqînê du cotiyarên Kurd ên Kakeyî hatin revandin û qetilkirin. Ew kiryarê terorîstî ya dijî Kakeyiyan, gelê Kakeyî xistiye nav fikaran, lewre em Kakeyî li hemberî pêşeroja xwe reşbîn in.”

HIKUMETA KURDÎ LI HEMBERÎ WAN ÊRÎŞAN BÊ HELWEST E

Kakeyî di beşekî din a axavtinên xwe de îşare bi bandora nerênî ya nakokiyên di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya li ser welatiyên li herêmên bi nakok kir û wiha domand: “Nakokiyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê kiriye ku gel ji bîr bikin û tenê di hizra ango vê çawa bikarin yekdestiya siyasî ava bikin de ne û jiyana gel ji bo wan bê nirx be. Hikumeta Kurdî li hemberî wan êrîşan bê helwest e. Ew yek jî dike ku gel bikeve hizra aramî û asayîşa xwe ku dibe Kakeyiyên herêmên bi nakok navçeyên xwe vala bikin. Ew jî dibe sedemê kêmbûna rêjeya Kurdan a li wê navçeyê. Ewe jî ji bo pêşeroja Kurdan metirsiyek e.”

HIKUMETA IRAQÊ BÊ NIRX TEMAŞEYA NAVÇEYAN DIKE

Receb Kakeyî di derbarê rola hêzên Iraqê ya parastina mal û jiyana Kakeyiyên başûrê Kerkûkê de ragihand: “Rola hêzên Iraqê weke ku pêwîst nîne parastina wê navçeyê bike û siyaseta hêzên Iraqê ne zelal e. Berê hêzên pêşmerge bi şêweyekî panatî ew navçeye diparastin lê hikumeta Iraqê tenê rêyên hatin û çûnê diparêze û bê nirx temaşeya navçeyên din dike.”

METIRSÎ LI SER PÊŞEROJA KURD HEYE

Kakeyî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li navçeyê metirsî li ser pêşeroja Kurdan heye. Berê rejîma Baas bi şêweyekî sîstematîk proseya veguhastinê pêk dianî, lê hikumeta niha bi çêkirina ne aramiyê dike ku Kakeyî navçeyê biterikînin û Sûniyên Iraqê dişînin wan navçeyên Kurdan da ku li Iraqê erdnîgariya Şîî berfirehtir bibe.”

HER TIM KAKEYÎ DI BIN GEF Û ZEXTÊ DE BÛNE

Çavdêrekî siyasî bi navê Hejar Kakeyî jî derbarê zêdebûna êrîşên çeteyan ya li ser navçeyên Kakeyiyan ji ajansa me re axivî û got: “Navçeya Kakeyiyan dikeve ser xeta jêker ya navçeyên Kurd û Ereban. Bi dirêjiya dîrokê her tim Kakeyî li navçeyên xwe de di bin gef û zextê de bûne. Bi taybetî piştî sala 2003’an û pê de ku komên terorîstî li Iraqê derketine, bi taybetî piştî derketina DAÎŞ’ê xwecihiyên herêmê karîn parastina xwe bikin, lê piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an ew navçeyane ketin bin kontrola hêzên Iraqê.”

ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN

Hejar Kakeyî qala sedema koçkirina Kakeyiyan kir û diyar kir: “Du sedem hene ku kir Kakeyî navçeyên xwe vala bikin, sedemek ew e ku asayîşa wê herêmê aram û parastî nîne, ji navçeyên sînorê Xaneqîn bigre heta digihîje başûrê Kerkûkê ku navçeyên Kakeyiyan e bi berdewamî êrîşên bermahiyên DAÎŞ’ê heye û ew êrîş roj bi roj zêdetir dibin. Ew yek jî kiriye ku jiyana welatiyên Kakeyî bikeve metirsiyê û hêzên Iraqê jî hêza wan a parastina wê navçeyê nîne.”

HÊZÊN IRAQÊ ASTENGIYAN LI SER RÊYA KAKEYÎYAN ÇÊDIKIN

Hejar Kakeyî di dewama axavtina xwe de tekezkir ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê gelê herêmê nikarin bi hêsanî hatin û çûnê bikin û wiha domand: “Di demekî de ku navçeyên Kakeyiyên başûrê Kerkûkê neketine destê DAÎŞ’ê, lê hêzên Iraqê ew navçeyane desteser kirine. Wê yekê kiriye ku gelê wê navçeyê nekarin bi hêsanî hatin û çûnê bikin ku beriya niha bi xwe parastina xwe dikirin. Lê niha hêzên Iraqê li ser rêyên wan astengiyan çêdikin ku ew jî sedemekî din e ku dihêle Kakeyî navçeyên xwe biterikînin.”

METIRSIYEKE MEZIN VÊ JI BO PÊŞEROJÊ ÇÊBIKE

Hejar Kakeyî di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser metirsiya guherîna demografiya navçeyê û wiha bi dawî kir: “Koçkirina Kakeyîyên wê navçeyê vê pêşerojê metirsiyeke mezin çêbike, ji berku piraniya hawîrdora gundên Kakeyiyan ji aliyê Ereban ve hatine kirîn, lê ji ber Kakeyiyan nekarîne bêne navçeyê. Lewma di dema pêş de dibe ku Kakeyî vegerin navçeyên xwe ku ew jî metirsiye. Ji ber ku Kakeyiyan kemberekî ewlekariyê li devera navçeyên bi nakok çêkiribûn ku parastina navçeyan dikirin.”